Meqseda Daxistina Kitêbê

QUR'AN Û KITÊBÊN SEMAWÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

12ayet hatin dîtin
Meqseda Daxistina Kitêbê
1

Bakara

Ayet: 213Rûpel: 32

Here Ayetê

Hemû însan berê de (li ser tewhîdê) yek ummetek bûn. (Ketin îxtîlafê.) Allah (ji bo îxtîlafa wan biborîne) gelek pêxemberên mizgînvan û hişyarker şandin. Bi wan re Kitêbên heq jî şandin da ku di navbera mirovan de li ser a bi hev ketine de hukim bidin. Ji xeynî yên Ehlê Kitêb di rastîya vê heqîyê de kes nekete îxtîlafê; piştî delîlên eşkere ji wan re hatin ji ber çavnebarîtîya/bitirtîya di navbera xwe de der heqê wê (Kitêbê) de ketin îxtîlafê. Allah bi destûra xwe, yên îmân anîne gihande rastîya tiştên ku wan li ser îxtîlaf dikirin. Allah ji bo kî daxwaz bike wî digihîne rêya rasterast.

2

Nisâ

Ayet: 105Rûpel: 94

Here Ayetê

Ji bo tu di navbera însanan de wekî ku Allah nîşanî te daye hikum bikî me Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji xayînan re ne be alîgir/parêzvan.

3

En'âm

Ayet: 19Rûpel: 129

Here Ayetê

Bibêje: “Ma şahidîya kî herî mezin e?” Bibêje: “Di navbera min û we de Allah şahid e. Ev Qur'ana ji min re hatîye wehîykirin ku ez we û kesên deng bigihîje wan, pê hişyar bikim. Nexwe hûn şahidî dikin ku ji xeynî Allah hin îlâhên din hene?” Bibêje: "Ez tu carî şahidî li vêya nakim.” Bibêje: “Bêguman ew yek îlâhekî bi tenê ye. Ez ji tiştên ku hûn jê re dikin şirîk, berî me.”

4

Hûd

Ayet: 1Rûpel: 220

Here Ayetê

Elif, Lâm, Râ. (Ev,) Kitêbeke wisan e ku ayetên wê muhkem in, paşê ji alîyê Allahê (xwedî hukim û hikmet) Hakîm û (ji her tiştî agahdar) Xebîr ve bi teferûet hatîye beyankirin.

5

Hûd

Ayet: 2Rûpel: 220

Here Ayetê

(Ev ayetên ji hêla/ji alîyê Allah ve muhkemkirî û bi teferûet beyankirî ne, sebebê wê ev e ku) hûn ji Allah pê ve îbadetê tiştekî din nekin. Bêguman ez ji terefê wî (Allah) ve ji bo we bi hişyarkerî û mizgînvanî hatime şandin.

6

İbrâhîm

Ayet: 1Rûpel: 254

Here Ayetê

Elîf, Lâm, Râ. (Ev,) Kitêbek e, ji bo ku tu bi destûra Rabbê wan, însanan ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ve derxînî û wan bigihînî rêya (wî Allah ê) Hamîd û Azîz ve me ji te re nazil kiriye.

7

Nahl

Ayet: 102Rûpel: 277

Here Ayetê

Bibêje: “(Ev ne Kitêbeke lihevanînî ye. Berevajî,) ji bo ku sebatê bide (pîyên) mumînan û ji muslîman re bibe hîdayet û mizgînî Rûhu’l Qudus (Cibrîl) wê (Qur'anê) ji bal Rabbê te daxistîye.”

8

İsrâ

Ayet: 82Rûpel: 289

Here Ayetê

Em ji Qur'anê ayetên wisan nazil dikin ku (ji nexweşînên wekî guman û şehewat û hezkirina dinyayê) ji bo mumînan şîfa û rahmet in. Lê ji zîyanê/xusranê pê ve tu tiştî li zaliman zêde nake.

9

Meryem

Ayet: 97Rûpel: 311

Here Ayetê

Ji bo ku tu mizgînê bidî Mutteqîyan û qewmekî rikdar hişyar bikî me ev (Qur'an) bi zimanê te hêsan kir.

10

Furkân

Ayet: 1Rûpel: 358

Here Ayetê

Ew (Allah) ê ji bo ku ji aleman re bibe hişyarker Furqan (Kitêba heq û batil ji hevdu vediqetîne) li ser evdê xwe daxistîye çiqas berz û çiqas mubarek e.

11

Sâd

Ayet: 29Rûpel: 454

Here Ayetê

Ev (Qur'an) Kitêbeke pîroz e, me ji te re daxistîye da ku li ser ayetên wê bifikirin û yên aqilmend jê şîret bigirin.

12

Zuhruf

Ayet: 44Rûpel: 491

Here Ayetê

Bi rastî ew (Qur'an), ji bo te û qewmê te zikrek (bibîranînek, rûmetek) e. Hûn ê (ji wê) bêne pirsîn.