Rayedarîya Heramkirin û Helalkirinê
ŞERÎET Û PERGALA CIVAKÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Piştî vê (digel soza we dabû, dîsa) hûn hevdu dikujin û hin ji we yên din ji warên wan derdixin û hûn li hemberî wan di gunehkarî û di dijminahîyê de alîkarîya hev dikin. Dema (hemdîn ên/hemol ên we) bi êsîrî/bi dîlî werin cem we û digel ku derxistina ji warên wan li ser we hatîye heramkirin jî hûn (di muqabilê azadîya wan de) fidye ji wan distînin. Nexwe hûn bi qismekî Kitêbê îmân tînin û qismekî jî înkar dikin? Ji we her kî wisan bike cezayê wî di heyata dinyayê de rezîlî û riswatî ye û roja qiyametê jî wê bi bal ezabê herî dijwar ve bên vegerandin. Allah, ji amelên we ne xafil e.
(Allah), ji we re enceq (heywan) ên mirar/term û xwîn û goştê beraz û heywana ku ji xeynî Allah li ser navê kesê din re hatibe serjêkirin heram kiriye. Lê belê her kî di zorê de/mecbûr bimîne û bê ku êrîşkarîya heqê kesên din û ji hedê xwe jî nebore (di xwarina van ên heramkirî de) ji wî re guneh tune. Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ew ên ku ribayê/selefê dixwin, weke rabûna wî yê sewsî ku (bi cinan ketîye) şeytan dest lê daye (ji qebrên xwe) radibin. (Ev ceza) ji ber ku digotin “Danûstendin jî weke ribayê ye.” Lê Allah danustendin helal û riba jî heram kiriye. Ji kî re (der heqê ribayê de) şîretek ji Rabbê wî were û ew dev ji ribayê berde, (piştî terka ribayê kir) malê/qezencê ku berê de bi dest xistîye ji wî re ye. Û rewşa wî hewalêyê Allah e (hukmê der heqê wî de aîdê Allah e). Kî dîsa li ribayê/li selefe vegere, ha ew ehlê agir in û wê di wir de ebedî bimînin.
(Zewaca evan kesan) ji we re hatîye heram kirin: Dêyên we û keçên we û xûşkên we û metên we û xaltîkên we û keçên birayên we û keçên xûşkên we û dayikên we yên şîr û xûşkên we yên şîr û dayîkên jinên we û kêçhilîyên we yên di malê we de ne ku hûn çûne cem dêya wan -eger hûn bi dêyên wan re neketibin zîfafê (bi zewaca keçên wan re yên ku ne ji we ne) li ser we guneh tune- û bi jinên kurê we û (di bin mahrekî de) girtina du xuşk bi hev re… Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ji ew (carîye) ên di bin destê we de ne tê de jinên mahrkirî jî ji we re hatîye heramkirin. (Ev ên hejmartî) li ser we hukmê Allah ya qethî ye. Bi jinên ji xeynî van, piştî ku hûn bi malên xwe (mehra wan bidin) û beyî ketina zinakarîyê daxwaza we ya zewaca bi wan re ji we re helal e. Piştî ku we (mehr) diyar kir, eger hûn di navbera xwe de li ser razîbûna xwe (ji heqên xwe biborin) ji bo we gunehek tune. Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Bi sedema zilma ku Cihûyan kiribû û bi sedema ku wan pir kes ji rêya Allah vegerandibûn, hin nîmetên paqij û (ên ku berê de) ji wan re helal bûn, me ji wan re heram kirin.
Gelî ew ên îmân anîne! Hûn ji nîşanên/ji şîarên Allah û ji meha heram û ji heywanên wek xelat ji Beytullah re teqdîm bûne û (qurbanên îşaretkirî ku) sitûyên wan bi gerden in û ji ew (însan) ên li lutf û îhsan û razîbûna Rabbê xwe digerin û ber bi Beytu'l Heram ve tên re (bi binpêkirina hûrmetê) rêznezanîyê nekin. Dema hûn ji îhramê derketin, dikarin nêçîrê bikin. Ji ber ku hûn ji Mescîdu'l Heram manî kiribûn, li hemberî qewmekî rika/kîna we bila we sewqî bêedaletîyê neke. Li ser qencî û teqwayê alîkarîya hevdu bikin. Di guneh û dijminatîyê de ji hev re nebin alîkar. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah ew e ku ezabê wî pir dijwar e.
Ji xeynî ew ên (li gorî serjêkirina şer’î) we gurandine pê ve; xwarina goştê (heywan) a mirarbûyî û xwîn û goştê beraz û heywana ku ji xeynî navê Allah li ser navê (heyînekî din) serjê bûye û goştê heywana fetisandî û yê bi lêxistina serê wê hatibe kuştin û yê ji jor de ketibe û yê bi qiloça (mirar) ketibe û yê ku cinawiran ew parçe kiribe û yê ku li ber pûtan hatine serjêkirin û siûd gerîna bi tîrên falan jî ji we re hatine heram kirin. Ev (ên hejmartî) hemû fisq in (derketina ji rêya heq e). Îro ew ên kafir ji dînê we (ji tune kirina îslâmê) hêvîya xwe birîne. (Nexwe) ji wan netirsin, bitenê ji min bitirsin. Min îro dînê we kâmil kir û nîmeta xwe ya li ser we temam kir û min îslâm ji we re wek dîn hilbijart. Kî jî di dema birçîbûnê de neçar/mecbûr bimîne û bê meyîldarîya gunehkarîyê (ji wan ên hejmartî bixwe) ji wî re guneh tune. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Got: “Bêguman ji wan re ew (erd) çil sal hatîye heramkirin. Ew ê li ser rûyê erdê wê şaşbûyî bigerin. Tu ji bo qewmê fasiq xemgîn nebe!”
Gelî ew ên îmân anîne! Tiştên ku Allah ji we re helal kiriye, yên xweş û paqij ji xwe re heram nekin û zêdegavîyê jî nekin. Bêguman Allah ji kesên ku ji hedê xwe diborin hez nake.
Ma çi bûye ji we hûn ji ew (heywan) ên ku navê Allah li ser hatîye zikirkirin, naxwin? -Ew ên hûn ji bêçareyî dixwin ne tê de- wî (Allah) tiştên ku ji bo we heram in bi eşkerehî beyan kiriye. Bi rastî pirên wan bi nezanî û li gorî hewayên xwe (însanan) dixerifînin. Bêguman Rabbê te bi yên ji hedê xwe borîne çêtir dizane.
Li gorî zena xwe gotin: “(Ew) heywanên (me ji îlâhên xwe re veqetandine) destnedayî ne. Ji me pê ve kes nikare ji wan bixwe. Pişta hinek ji wan heywanan (siwarbûn û barkirina wan) jî heram e.” Bêbextîyê (li Allah) dikin û (dema serjêkirinê de) navê Allah li ser hinek heywanan zikir nakin. Ji ber bêbextîyên wan (Allah) wê wan ceza bike.
(Û dîsa) gotin: “Tiştê di zikê wan (heywanên ku me ji îlâhên xwe re veqetandîye eger zindî be) bitenê aîdê zilamên me ne. (Xwarina ji wan) ji jinên me re heram e. Dema mirî bizê hemû (jin û mêr) tê de şirîk in.” (Wê Allah) ji ber lihevanînên wan (ên ku dibêjin ‘Ev helal e’ an ‘Ev heram e’) dê wan bide cezakirin. Bêguman Allah (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.
(Allah) heşt cot (heywan xuliqandine). Ji mêşin du cot û ji bizin jî du cot. Ji wan re bibêje: “Ma (Allah) her duyên nêr (yê mêşin û bizin) an jî herdû mê yan jî tiştên di rehma her du yên mê de ne (li we) heram kirine? Eger hûn di lihevanînên xwe (yên ku hûn dibêjin ‘Ev helal e û ev heram e’) de rastin, ka vêya bi zanebûn/li ser ilmekî ji min re bibêjin.”
Ew ên ji Allah re şirîkan çêdikin wê bibêjin: “Eger Allah bixwesta ne me û ne jî bav û kalên me (jê re) şirîk çêdikir. Û me tiştek jî heram nedikir. Ew (muşrîk) ên berî wan (jiyîbûn) jî heta ezabê me tehm kirin bi vê awayê derewandin. Bibêje: “Li cem we ilmekî ku hûn ji me re têxin holê heye? Hûn bitenê didin pey zenê û hûn tenê bi texmîn kar/îş dikin.”
Bibêje: “Ma rizqên paqij û zînetên ku Allah ji bo evdên xwe derxistîye kî heram kiriye?” (Û dîsa) bibêje: “Ew, di heyata dinyayê de ji bo mumînan e. Li axîretê jî bitenê ji mumînan re ye.” Em bi vî awayî ji bo civakekî zana re ayetên xwe wiha bi kitekit/bi hûrgilî beyan dikin.
Bibêje: “Rabbê min ji bo we (ne tiştên ku we ji cem xwe lihev anîne) çi bi dizî û çi bi eşkerehî û hemû fihûş û guneh û êrîşên bi neheqî û beyî ku delîlekê we hebe hûn ji Allah re şirîkan çekin û der heqê Allah de ku hûn bi nezanî xeber bidin, (Allah) heram kiriye.
Ew ên cehennemî bangî cennetîyan dikin û dibêjin: “Hinek av an jî ji rizqê ku Allah daye we tiştekî bidin me/bi alî me ve biherikînin.” (Cennetî jî wiha) dibêjin: “Bi rastî Allah her du jî ji kafiran re heram/qedexe kiriye.”
“Ew in ku; didin pey wî Rasûl Nebîyê ummî ku hatina wî di Tewrat û Încîla li cem wan de nivîsandîye. Ew (pêxember) emrê qencîyê dike û ji xerabîyê jî men dike. Tiştên paqij helal û tiştên mirdar jî heram dike. Barên wan ên giran û qeyd û zincîrên wan radike. Ew ên bi wî îmân anîne û piştgirîya wî kirine û yên hurmet û rûmet dane wî û yên dane pey nûra (Qur'ana) ku jê re nazil bûye hene... Ha ew ên xelas bûne her ew bixe ne.”
Dema mehên birûmet/mehên heram derketin/borîn, êdî hûn muşrîkan li ku derê bibînin bikujin. Wan bigirin û dor li wan bipêçin û li ser her çavnêrîgehê ji bo wan rûnên (û çavnêrîya wan bikin). Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin êdî rê li wan vekin. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
(Li gorî dilê xwe) paşxistin (a mehên heram) di kufrê de zêdepêdeçûn e. Bi wê yên bûne kafir tên xerifandin. Ji bo ku hejmara tiştên Allah heram kirine lihev bînin (mehên heram) salekî helal dikin û salekî jî heram dikin. Herwiha tiştên (mehên) Allah heram kirine helal dikin. Amelên wan ên xerab ji wan re hate xemilandin. Allah koma kafiran hîdayet nake.
Ew ên şirîk çêdikirin gotin: “Eger Allah daxwaz bikira me û kalanên xwe ji wî pê ve ji tiştekî din re îbadet nedikir û me ji xeynî emrê wî tiştek heram nedikir.” Ew ên berî wan jî wiha kiribûn. Wezîfa pêxemberan, qey ji teblîxa eşkere pê ve tiştekî din e?
Allah ji bo we bi tenê meyte û xwîn û beraz û heywanên ku ji xeynî Allah bi navê hin heyînên din hatine serjêkirin heram kiriye. Her kî di zorê de bimîne bi şertê ku ji hedê xwe nebore û zêdayî neke (di xwarina van de ji bo wî guneh tune). Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Canê ku Allah (kuştina wê) heram kiriye, ne li ser heqîyê (ya ku li gorî şerîetê heq) be nekujin. Kî jî wek mezlum bê kuştin, bêşik me raye (ya qisasê) daye /welîyê wî. Nexwe bila ew jî di qisasê de/di kuştinê de bêpîvanî/zêdegavî neke. Lewre alîkarîya wî hatîye kirin.
Zilamê zinakar enceq bikaribe bi jineke zanîye/zinakar re an jî bi jineke mûşrîke re bizewice. Jina zanîye jî enceq zilamekî zinakar an jî yeki muşrîk bikaribe wê mehr bike. Ev, ji bo mumînan hatîye heramkirin.
Ew, ligel Allah ji îlâhekî din re dûa nakin û (weke qisasê, sebebekî şer’î ne têde) bi neheqî canê ku Allah heram kiriye nakujin û zinayê jî nakin. Her kî jî evana bike wê rûbirûyê cezayekî bibe.
Ya Nebî! Ji ber çi ya ku Allah ji te re helal kiriye, ji bo qayîlkirina hevjînên xwe tu ji xwe re heram dikî? Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.