Taybetîyên Kesên Ji Allah (ac) Îttîqa Dikin
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Gelî ew ên îmân anîne! Sond be Allah, bi ya ku hûn bi dest û rimên xwe digihîjîn wan heywanên nêçîrê (ku ji yên di îhramê de ne heram kiriye) wan diceribîne/îmtîhan dike ka di cihê ku ne li ber çav de ye kî ji wî ditirse, eşkere bike. Piştî vê kî ji hedê xwe derkeve ji bo wî ezabekî biêş û jan heye.
Dema ayetên me yên eşkere ji wan re têne xwendin, ew ên hêvî nedikirin ku wê leqayî me bibin dibêjin: “An ji xeynî vêya Qur'anekê bîne an jî vêya biguherîne.” Bibêje: “Ez nikarim wê ji ber xwe ve biguherînim. Ez tenê didim pey tiştên ji min re wehîy bûne. Eger ez ji Rabbê xwe re îsyan bikim, bêguman ez ji ezabê roja mezin ditirsim.”
“Piştî wan, em ê we li ser rûyê erdê (li şûna wan) bi cih bikin.” Ev (mizgîn), ji bo wan ên ku ji meqama (cîrewş û ezamet û mezinahîya) min û ji tehdîdên/ji gefên min ditirsin re weadek e.
Li erd û esmanan hemû candar û melâîket ji Allah re secde dikin (û di secdevanîya Allah de) quretî nakin û xwe nadin paş.
Ew ji Rabbê xwe yê (bi zat û sifetên xwe herî bilind û) li ser wan e ditirsin. Û tiştên ku pê hatine emirkirin jî pêk tînin.
Ew in ku; dema navê Allah tê zikirkirin, qelbê wan dilerize û ji ber tiştên tê serê wan sebir dikin û nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqên ku me daye wan înfaq dikin.
Bêguman ew (mumîn) in ku, ji ber hûrmeta Rabbê xwe (qelbên) wan dilerize,
Û ew ên digel (hemû mesûlîyetên) li ser wan pêwist e dikin, ji ber ku wê vegerin bi bal Rabbê xwe ve (li ser dibetîya kirina amelekî nelêhatîya ezameta Allah an jî amelên ku kirine ji wan qebûl nebe) qelbê wan dilerize/direcife,
(Ew nûr) di wan malan (mizgeftan) de ye ku Allah, ji bo zikirkirin û berzkirin/bilindkirina Allah destûrê daye wan. Li wê derê sibeh û êvaran wî tesbîh dikin.
Ewana zilam (ên wisan) in ku ne tîcaret û ne jî danûsitendin, wan ji bîranîna Allah û ji kirina nimêjê û ji dayîna zekâtê paş ve nahêle. Ew ji roja ku qelb û çav (ji toqînê) têne qelibandin, ditirsin.
Bibêje: “Ez bi vêya hatime fermankirin ku ez dîn jê re xalis bikim û evdîtîya Allah bikim.”
“Û bi vêya hatime emirkirin ku ez bibim ewilê/pêşîkê muslîman (ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah).”
Bibêje: “Eger ez ji Rabbê xwe re îsyanê bikim, ez ji ezabê rojeke mezin ditirsim.”
Bibêje: “Ez dînê xwe jê re xalis dikim û bitenê evdîtîya wî dikim.”
Em bi gotinên wan (ya li dinyayê) pir baş dizanin. Tu li ser wan ne zordar î. Tu wan kesên ku ji waîdê/tehdîdê min ditirsin re bi vê Quranê şîret bike.
Ji bo kesê ku (ji bo hisabê) ji rawestana hizûra Rabbê xwe ditirse re, du cennet hene.
Nezrên xwe bicih tînin û ji rojeke ku xerabîya/şerra wê belavbûyîye ditirsin.
Digel ku jê hez dikin/dilê wan diçê jî xwarin bi kesê miskîn/feqîrê hewcedar û bi sêwî û bi dîl/êsîr didin xwarin.
“Em bitenê ji bo razîbûna Allah bi we didin xwarin. Em ji we ne xelatek û ne jî spasîyek dixwazin.”
“Lewre em (ji ber wê) roja mirûzdayî û dirêj û dijwar ji Rabbê xwe ditirsin.”
Kî jî ji meqamê Rabbê xwe bitirse û ji daxwazên nefsa xwe (yên ne meşru re) bibe asteng,
Qet tu guman tune, cennet (jê re) sitargeh e.