Teqwîm (Meh, Sal, Demsal/Mewsîm)

KÂÎNAT Û XÛLIQANDINA WÊ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

15ayet hatin dîtin
Teqwîm (Meh, Sal, Demsal/Mewsîm)
1

Bakara

Ayet: 189Rûpel: 28

Here Ayetê

Ew pirsa hîvan/heyvan (ji rewşên hîvê) ji te dikin. Bibêje: “Ew ji bo însanan û ji bo heccê amrazekî weqtê/demê ye. Qencî ne ew e ku hûn di pişt xanîyan de têkevin hundir, lê esil qencî xwedî teqwabûn e. Ji alîyê derîyan ve bikevin xanîyên xwe. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin da ku hûn bigihîjin xelasîyê.

2

Bakara

Ayet: 194Rûpel: 29

Here Ayetê

Meha heram, di berdêla meha heram de ye. Rêzgirtin/maf/destnedayînî (ku çavdêrîtîya wan pêwist e, ew) jî berhemberê hev in. Kî li dij we ji hedê xwe bibore û êrîşî we bike hûn jî êrîşî wî bikin û misil bi misil berdêl bidin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Û bizanibin ku Allah, bi Mutteqîyan re ye.

3

Bakara

Ayet: 217Rûpel: 33

Here Ayetê

Der heqê şerkirina di Şehru’l Heramê (Mehên Heram) de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan mehan de şer, gunehekî mezin e. (Lê belê) menkirina însanan ji rêya Allah û înkarkirina wî (Allah) û (bê hurmetîya) Mescîdu’l Heramê û nefiykirina ehlê wê derê, li cem Allah gunehekî (ji şera di mehên heram de) herî mezintir e. Fitne/şirk ji qetlê mezintir e.” Eger ew karibin, heta we ji dînê we vegerînin wê bi we re şer bikin. Ji we kî ji dînê xwe vegere û li ser kufrê bimire; ew, êdî hemû xebata wan li dinya û axîretê pûç û betal dibe. Ew, ehlê agir in û dê li wir ebedî bimînin.

4

Mâide

Ayet: 2Rûpel: 105

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Hûn ji nîşanên/ji şîarên Allah û ji meha heram û ji heywanên wek xelat ji Beytullah re teqdîm bûne û (qurbanên îşaretkirî ku) sitûyên wan bi gerden in û ji ew (însan) ên li lutf û îhsan û razîbûna Rabbê xwe digerin û ber bi Beytu'l Heram ve tên re (bi binpêkirina hûrmetê) rêznezanîyê nekin. Dema hûn ji îhramê derketin, dikarin nêçîrê bikin. Ji ber ku hûn ji Mescîdu'l Heram manî kiribûn, li hemberî qewmekî rika/kîna we bila we sewqî bêedaletîyê neke. Li ser qencî û teqwayê alîkarîya hevdu bikin. Di guneh û dijminatîyê de ji hev re nebin alîkar. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah ew e ku ezabê wî pir dijwar e.

5

Mâide

Ayet: 97Rûpel: 123

Here Ayetê

Allah, Kâ'beya bi navê Beytu’l Heram, mala bi rêz û mehên heram/rûmetdar û qurbanê û ew (qurban) ên sitûyên wan bi gerdeniyan (bi nîşan) in ji bo însanan (ji bo serûberkirina karûbarên dînî û dinyewî) kiriye cihê qiyamê/sipartekê. Ev ji bo wê yekê ye ku hûn bizanibin Allah zanayê hemû tiştên li erd û esmanan e û Allah xwedîyê agahîya her tiştî ye.

6

En'âm

Ayet: 96Rûpel: 139

Here Ayetê

Ew ê (tarîtîyan diqelêşe û ji navê) sibehê derdixîne (jî ew e). Şev (ji bo ku hûn bêhna xwe bidin û rihet bibin) kiriye sikûn û roj û hîv jî kir pîvana hesibandinê. Ev, teqdîra (wî Allah ê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm e.

7

Yûnus

Ayet: 5Rûpel: 207

Here Ayetê

Ew ê ku roj kiriye ronîker û hîv kiriye ronahî û ji bo ku hûn hejmarên salan û hisaban bizanibin ji hîvê re menzil/qonax tayin kiriye ew e. Allah, ev hemû (ji bo elameta hebûn û yekbûn û qudreta xwe) bi heqîyê xuliqandîye. Ew ji bo qewmeke zana re ayetên xwe wisa bi teferûet beyan dike.

8

Tevbe

Ayet: 5Rûpel: 186

Here Ayetê

Dema mehên birûmet/mehên heram derketin/borîn, êdî hûn muşrîkan li ku derê bibînin bikujin. Wan bigirin û dor li wan bipêçin û li ser her çavnêrîgehê ji bo wan rûnên (û çavnêrîya wan bikin). Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin êdî rê li wan vekin. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

9

Tevbe

Ayet: 36Rûpel: 191

Here Ayetê

Bêguman ji roja ku erd û esman xuliqandîye pê ve li gorî Kitêba Allah, hejmara mehan li îndallah/li cem Allah dozdeh in. Çar ji wan mehên heram in (ku di wan de şer qedexeye). Ha dînê rasterast ev e. Êdî di wan mehan de (bi binpêkirina hudûdullah) zilmê li xwe nekin. Çawa ku muşrîk tev bi hev re bi we re şer dikin, hûn jî bi muşrîkan re bi tevahî şer bikin. Bizanibin ku Allah bi Mutteqîyan re ye.

10

Nahl

Ayet: 12Rûpel: 267

Here Ayetê

Şev û roj û tav û hîv ji bo (xizmeta) we amade kiriye. Stêrk jî bi emrê wî (ji însanan re) stuxwar in. Bêguman di vê de ji bo qewmekî aqilmend re ayet hene.

11

İsrâ

Ayet: 12Rûpel: 282

Here Ayetê

Me şev û roj (ji bo delaleta qudret û ezameta Allah) kiriye du ayet. Me ayeta şevê jêbir/vemirand û rojê xûya kir da ku hûn ji lutf û îhsana Rabbê xwe bigerin. (Wekî din, da ku) hûn hejmara salan û hisabê bizanibin. Me, bi vê awayê her tişt bi teferûet/bi kitekit beyan kir.

12

Hac

Ayet: 47Rûpel: 337

Here Ayetê

Ew ji te bi lez ezab dixwazin. (Lê belê) Allah ji weada xwe qethîyen nazivire/venagere. Bi rastî rojeke li cem Rabbê te bi qasî hezar salên hûn dijmêrin e.

13

Rûm

Ayet: 4Rûpel: 403

Here Ayetê

Di nava çend salan de... Berî (mexlûbîyeta Rûman) de jî û paşê jî emir/raye aîdê Allah e. Ew roj (a ku wê Rûm serkevin), wê mumîn kêfxweş/dilşad bibin.

14

Secde

Ayet: 5Rûpel: 414

Here Ayetê

Ji esman hetanî erdê, hemû karê, ew birêve dibe û sererast dike. Paşê li gorî hejmartina we bi qasî hezar salî de (karûbar) derdikevin cem wî.

15

Meâric

Ayet: 4Rûpel: 567

Here Ayetê

Melaîket û Rûh, di rojekê de (bi bal Allah ve) hildikişin/bilind dibin ku mudeta wê pêncî hezar sal e.