Zilim ve Kesên Zilimkar
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Bi bîr bînin) Dema Rabbê wî, Îbrahîm bi hinek kelîmeyan/bi bûyeran îmtîhan kiribû û ew jî (di îmtîhanan de) muweffeq bibû. (Allah) got: “Ez ê te ji însanan re bikim îmam/rehber.” (Îbrahîm) got: “Zurîyeta min jî (bike ji pêşîyan/ji îmaman).” (Allah) Got: “Ehda min nagihîje zaliman.”
Ma te wî kesî nedît ji ber ku Allah milk/hikumdarî dabûyê, rabû der heqê Rabbê wî de bi Îbrahîm re ketibû nîqaşê? Dema ku Îbrahîm jê re got: “Rabbê min ew e ku hem dimirîne û hem jî sax dike/vedijîne.” Wî jî gotibû: “Ez jî dikujim û sax dikim/divejînim.” (Li ser vê) Îbrahîm got: “Allah, Rojê/Tavê ji rojhilat ve tîne, de ka tu jî wê ji rojava bîne (em binêrin).” (Li hember vê huccetê) ew kafir şaş/behitî ma. Allah koma zaliman nagihîne hîdayetê.
Bêguman Allah ne mexfîretê li kafir û zaliman dike û ne jî wan digihîne rêya rast.
(Rêya ku wan bigihîne, bitenê) rêya cehennemê ye ku wê tê de bêdawî bimînin. Û ev ji Allah re pir hêsan e.
Me di wê (Tewratê) de ji wan re wiha ferz kiribû: “Nefs berhemberê nefs e û çav bi çav e û poz bi poz e û gûh bi gûh e û diran bi diran e û di birînan de jî qisas heye. Lê kî vêya (heqê qisasê) wek sedeqe bibexşîne ew ji (gunehên) wî re kefaret e. Kî bi tiştên ku Allah nazil kiriye hikum neke; ew ên ha zalim bixwe ne.
Ma ji wî kesî ku bi lihevanîna derewan bêbextîya li Allah dike û ayetên wî diderewîne zalimtir kî heye? Bêguman ji wan ên zilimkar re felah/xelasî tune.
Bi vî awayî ji ber (xerabî û guneh) ên ku kirine, em hinên zalim li ser hinên din dikin welî/dost û rêveber/tabî.
Bibêje: “Gelî qewmê min! Çi ji we tê bikin/texsîr nekin. Çi ji destê min tê ez ê jî bikim/texsîr nakim. Di pir nêz de aqûbeta (xweşik) aîdê kî ye, hûn ê bizanibin/fêhm bikin. Bêguman zilimkar tu carî nagihîjin xelasîyê.”
Ehlê cennetê, bang/gazî li cehennemîyan dikin: “Tiştê ku Rabbê me ji me re wead kiribû me heq/rast dît. Ma tiştê (ew ezaba) ku Rabbê we ji we re wead kiribû we jî rast dît?” (Ew) dibêjin: “Belê/Erê.” (Li ser vêya) bangvanek di navbera wan de wiha dike gazî: “Laneta Allah li ser zaliman be!”
Erê, ma ew kesê ku rikna avahîya/mizgefta xwe li ser teqwa û rizaya Allah çêkiriye bixêr e; an jî ew ê avahîya xwe di kevîya kortalekî de çêkiriye û bi wî re gêrî agirê cehennemê dibe (bixêrtir e)? Allah civaka zaliman hîdayet nake.
Ji wî kesê ku li ser Allah derewan lihev tîne û bêbextîya dike zalimtir kî heye? Evana wê ji Rabbê xwe re bên rapêşkirin. Wê şahid jî bibêjin: “Ew ên ku li hemberî Rabbê xwe derew lihev dianîn ha ev in.” (Û dibêjin:) “Baldar bin/Dîqat bikin! Laneta Allah li ser zaliman e.”
Me, li wan zilim nekir; lê wan li xwe bixwe zilim dikirin. Dema emrê Rabbê te (bi helaka wan) hatibû, qet tu feydeya îlâhên ku wan dev ji Allah berda bûn û ji wan re lavayî dikirin çênebû. (Belê) ji wan re ji zerarê pê ve tiştek li wan zêde nekirin.
Dema Rabbê te bi welatên zilimkar bigire, (as) wiha pê digire. Bêguman girtina wî pir bi jan û dijwar e.
Jina (Ezîz) ku Yûsuf di mala wê de bû jê (miraz) xwestibû û hemû derîyan li ser hevdu girt û got: “Min xwe ji bo te amade kiriye, de heydê were.” (Yûsuf) got: “Ez xwe diparêzim Allah. Lewre ew (malxweyê te) efendîyê min e û qedrê min baş girtîye. Bêguman zilimkar (kesên di muqabilê qencî de xerabî bikin) tu carî îflah nabin.
Allah, mumînan di jiyana dinyayê de jî û di axîretê de jî bi gotineke zexm (Lâilâheillallah) payidar dike. Allah zaliman dixerifîne û Allah çi daxwaz bike wê dike.
Hûn di cihê ew ên ku li xwe zilim kiribûn (û helak bibûn) de bi cih bibûn. Me çi bi wan kiribû ji we re eşkere bû. Me (li ser rewşa wan) mîsalan jî dabû we. (Digel vê, we bi axîretê îmân neanî û roja ji nû ve vejînê jî înkar kiribû.)
Eger hemû tiştên li ser rûyê erdê û bi qasî wê jî ji zilimkaran re hebûya, ji ber xerabîya ezaba roja qiyametê (xelas bibin) wê feda bikirana. (Lewre ew roj) ya ku qet hisab nedikirin ji hêla/ji alîyê Allah ve tê eşkere kirin.
Berdêla xerabîyê, bi qasî wê xerabîyê ye. Kî jî (digel neheqî lê hatîye kirin) efû bike û isleh bike, xelata wî aîdê Allah e. Bêguman ew, ji zaliman hez nake.
Bibêje: “Ramana we/Fikrê we çiye? (Ka bibêjin?) Eger (ew Qur'an) ji îndallah be û we jî ew înkar kiribe; şahidekî ji Benî Îsraîl li ser menendê/mislê wê şahidî kiribe û îman anîbe û hûn jî bi sêhrê ketibin (di vê rewşê de ji we rêşaştir kî heye)?” Bêguman Allah, qewmê zilimkar hîdayet nake.