Âl-i İmrân
Ayet: 134Rûpel: 66
Ew (mutteqî ne) ku; di tengezarîyê û di firehîyê de fîsebîlîllah înfaq dikin. Hêrsa xwe diqurtînin û qusûrê însanan efû dikin. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 134Rûpel: 66
Ew (mutteqî ne) ku; di tengezarîyê û di firehîyê de fîsebîlîllah înfaq dikin. Hêrsa xwe diqurtînin û qusûrê însanan efû dikin. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 135Rûpel: 66
Û ew (mutteqî ne) ku; dema xerabîyekî dikin an jî (bi gunehkarîyê) li nefsa xwe zilmê bikin, hema Allah tînin bîra xwe û daxwaza efûkirina gunehên xwe dikin. Ma ji Allah pê ve kî dikare gunehan efû bike? Û ew li ser amelên xwe (yên xerab) de bi zanebûn israr nakin.
Ayet: 159Rûpel: 70
Bi saya rehma Allah tu ji wan re rûnerm bûyî. Eger tu mirovekî xebertehl û dilhişk bûyayî, wê ew ji derdora te belav bibûna û biçûna. Wan efû bike û ji bo wan mexfîretê bixwaze û di îş û karên xwe de bi wan re bişêwire. Dema ku te (di mijarekî de) qerar da êdî xwe bispêre Allah. (Û pêk bîne, lewre) Allah, ji ew ên mutewekkîl hez dike.
Ayet: 17Rûpel: 79
Ew tobeya ku Allah (ji bo qebilandina wê soz daye û) li ser xwe girtîye tobeya wan kesane ku bi nezanîn gunehan dikin û paşê ji gunehên xwe vedigerin. Allah tobeya wan qebûl dike. Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 27Rûpel: 111
(Wekî din) ji wan re qiseya her du kurên Âdem a heq bixwîne. Dema ku wan qurbanek teqdîm kiribûn û (qurbana) yekî hatibû pejirandin û ji ya din nehatibû qebûlkirin. (Ew ê qurbana wî nehatibû qebûlkirin) ji yê din re gotibû: “Muheqeq ez ê te bikujim.” (Birayê wî) got: “Allah bitenê ji wan ên mutteqî qebûl dike.”
Ayet: 79Rûpel: 120
Wan, xerabîyên ku dikirin hevdu jê men ne dikirin. Tiştên ku dikin çiqas xerab e.
Ayet: 53Rûpel: 183
Ev, ji ber vê ye: Heta qewmek nîmeta ku Allah daye wan ew bixwe neguherînin, (Allah) nîmeta li ser wan naguherîne. Bêguman Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 58Rûpel: 183
Çi dema tu ji xîyaneta qewmekî bitirsî, tu jî weke wan (peymana wan) bavêje ser wan û wan agahdar bike. Bêguman Allah, hez xayînan nake.
Ayet: 76Rûpel: 315
Cennetên Adn ku wê tê de ebedî bimînin û di binê wan de çem diherikin... Xelata wî kesê ku pak/paqij e ev e.
Ayet: 21Rûpel: 351
Gelî ew ên îmân anîne! Nedin pey pêgavên şeytan. Kî bide pey pêgavên şeytan bêguman ew, emrê fuhşîyat û munkeratê dike. Eger fezl û rahmeta Allah li ser we nebûna ji nav we tu kes ebedîyen pak û paqij nedibû. Lê Allah kî bixwaze wî pak û paqij dike. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 22Rûpel: 351
Ji nav we ew ên xwedî fezîlet û dewlemend in, bila sond nexwin ku wê (ji malên xwe) nedin eqrebayên xwe û miskînan/hewcedaran û xîzanan û kesên fîsebîlîllah hîcretê kirine. Bila efû bikin û xweş bibînin (karên ku kirine li nedîtinê deynin). Qey hûn naxwazin ku Allah we efû bike? Allah (ew ê gunehên wan dibexşîne û disitirîne û evdên xwe ji aqubeta gunehên xerab mihafeza dike) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 23Rûpel: 351
Ew ên bêbextîyan davêjin ser jinên mumîne û bi îffet/bi namûs li dinyayê jî û li axîretê jî têne lanet kirin. Ji bo wan ezabekî mezin heye.
Ayet: 24Rûpel: 351
Wê rojê, zimanên wan û destên wan û lingên wan li ser wan amelên ku kirine di aleyha wan de şahidî dikin.
Ayet: 25Rûpel: 351
Wê rojê Allah cezaya/berdêla ku wan heq kiriye bi awayekî bêkêmasî dide wan. Û wê bizanibin ku Allah (çavkanîya heq û heqîqetê) Haq û (delîlên hebûn û wehdanîyeta wî eşkere û ji evdên xwe re beyan dike û masûmîyeta kesên bêbextî li wan bûyî derdixe holê) Mubîn e.
Ayet: 26Rûpel: 351
Jinên xerab ji bo zilamên xerab in; zilamên xerab jî ji bo jinên xerab in; jinên qenc/paqij ji bo zilamên tahir/paqij in û zilamên tahir/paqij jî ji bo jinên paqij in (çêtir lêhatîyê hevdu ne). Evana, ji wan gotinên wan dûr in/berî ne. Ji wan re bexişandin/mexfîret û rizqekî bi rûmet heye.
Ayet: 27Rûpel: 351
Gelî ew ên îmân anîne! Ji xeynî mala xwe heta ku hûn destûrê nexwazin û silavê nedin ehlê malê nekevin hûndir. Ev, ji bo we herî bixêrtir e. Hêvî heye ku hûn şîret bigirin.
Ayet: 28Rûpel: 352
Eger hûn li wê (malê) kesî nebînin heta destûr li we neyê dayîn nekevin hûndir (ê malan). Eger (digel xwestina we destûr nedin we û) ji we re bê gotin: “Vegerin!” hûn jî vegerin. (Li ber derî nesekinin. Veger) ji bo we herî paqijtir (û bi xêrtir) e. Allah, bi kar û kirinên we dizane.
Ayet: 29Rûpel: 352
Li ser we tu guneh tune ku hûn têkevin xanîyên ku tu kes tê de rûnanê û di wan de metaên we/tiştên bifeyda we hene. Allah bi ya ku hûn eşkere dikin jî û bi ya ku hûn vedişêrin jî dizane.
Ayet: 30Rûpel: 352
Ji zilamên mumîn re bibêje: “(Bila) çavên xwe (ji heramîyê) bigirin û îffetên xwe biparêzin.” Ev, ji bo wan herî bixêrtir/paqijtir e. Bêguman Allah, bi kar û kirinên we dizane.
Ayet: 31Rûpel: 352
Ji jinên mumînê re jî bibêje: “(Bila) çavên xwe (ji heramîyê) bigirin û îffetên xwe biparêzin.” Ew ên jiber xwe ve derdikevin ne tê de bila zînetên xwe jî dernexin/nîşan nedin. Bila terhîyên/çarikên serê xwe (bi awayê ku ser û sitû û singên wan binuxmîne) di ser berstûka/berqirika xwe de berdin. Bila zînetên xwe ji xeynî mêrên xwe û ji bavên xwe û ji xezûrên xwe û ji zaroyên xwe û ji kurên mêrên xwe (yên ji jinekî din welidî ne) û ji birayên xwe û ji birazîyên xwe û ji xwarzîyên xwe û ji jinên ji mala xwe û ji qerwaşên xwe (yên li ber destê wan in) û ji xizmetkarên xwe yên zilam (ku qet tu hewes û pêdivîya wan bi jinan nemaye) û ji zarokên xwe yên ku hêj bi awreta jinan tênagihîjin pê ve nîşanî tu kesî nedin. Ji bo ku zînetên wan ên veşartî fêm bibe/bê zanîn bila lingên xwe li erdê nedin. Gelî mûmînan! Hûn hemû bi hev re tobe bikin da ku hûn bigihîjin rizgarîyê/felahê.
Ayet: 18Rûpel: 435
Qet tu gunehkarek gunehê kesekî din hilnagire. Kesê ku barê wî (yê gunehan) giran e, ji bo (barê wî) hilgire gazî yekî din bike eqrebayê wî be jî gunehê wî lê nayê barkirin. Tu bitenê ew ên (digel ku nabînin an jî tu kes wan nabîne) di xeybê de ji Rabbê xwe ditirsin û nimêja xwe rasterast dikin hişyar dikî. Kî jî xwe pak bike, enceq ji bo xwe paqij dibe. Veger bitenê bi bal Allah ve ye.
Ayet: 2Rûpel: 552
Ew ê ku ji nav ummîyan Rasûlekî ji wan re şand û (ew pêxember) ji wan re ayetên (Allah) dixwîne û wan paqij dike û Kitêb û hikmet hînî wan dike, ew e. Ew, berîya vê di rêşaşîyeke vikîvekirî de bûn.
Ayet: 4Rûpel: 563
Û bêguman, tu li ser exlaqekî mezin/berz î.
Ayet: 1Rûpel: 584
Mehdê xwe kir û pişta xwe zivirand.
Ayet: 2Rûpel: 584
Dema ku ew ê kor (Abdullah b. Ummu Mektum) hat.
Ayet: 3Rûpel: 584
Tu çi dizanî, belkî xwe paqij bikira?
Ayet: 4Rûpel: 584
An jî (ji ayetên guhdar dike) wê şîret bigire û ev şîret wê feyde bidana wî.
Ayet: 5Rûpel: 584
Lê ew kesê (di helwestekî wekî ku hewcedarîya wî ji Allah û ji dînê wî re tune be) xwe mustexnî/ne hewce dibîne (jî),
Ayet: 6Rûpel: 584
Tu berê xwe didî wî (dixwazî ku tesîrê lê bikî).
Ayet: 7Rûpel: 584
Hal ev e ku, ji nepaqijîya wî (ya ji şirkê) ji bo te berpirsîyarîyek tune.
Ayet: 8Rûpel: 584
Lê belê ew kesê ku (ji bo hînbûna dînê xwe bi awayê daxwazker) bi lez tê cem te;
Ayet: 9Rûpel: 584
Ku ew, (ji Allah) ditirse.
Ayet: 10Rûpel: 584
Lê belê tu dev jê berdidî û (bi tiştên din) meşxul dibî.
Ayet: 11Rûpel: 584
Qet/Tu Car (wisan neke!) Qet tu guman tune ew, şîretek/bibîrxistinek e.
Ayet: 7Rûpel: 594
Bi nefsê û bi yê ku ew sererast kiriye,
Ayet: 8Rûpel: 594
Bi wî ya ku îlhama xerabîyê û teqwayê lê kiriye (sond bi van hemûyan be ku),
Ayet: 9Rûpel: 594
Ew ê (nefsa) xwe paqij dike, teqez ew gihiştîye rizgarîyê.
Ayet: 10Rûpel: 594
Ew ê (bi kufr û masîyetê) nuxamtîye jî teqez zerar kiriye.
Ayet: 18Rûpel: 595
Ew e ku; xwe bi dayîna malê xwe paqij dike.