Îbrahîm (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Bi bîr bînin) Dema Rabbê wî, Îbrahîm bi hinek kelîmeyan/bi bûyeran îmtîhan kiribû û ew jî (di îmtîhanan de) muweffeq bibû. (Allah) got: “Ez ê te ji însanan re bikim îmam/rehber.” (Îbrahîm) got: “Zurîyeta min jî (bike ji pêşîyan/ji îmaman).” (Allah) Got: “Ehda min nagihîje zaliman.”
(Bi bîr bînin) Dema me Beytê/Kâ’beyê ji însanan re kir cihê civînê û herêmeke emîn/ewledar. Û me ji wan re wiha emir kir: “Hûn meqamê Îbrahîm ji xwe re bikin nimêjgeh (da ku hûn tê de nimêj bikin). Me wiha ferman dabû Îbrahîm û Îsmaîl: “Hûn Beyta min ji bo tewafkaran û îtîkafkaran û rukûvanan û secdebiran re paqij bikin.”
(Bi bîr bînin) Dema Îbrahîm got: “Rabbê min! Tu vê derê bike cihekî emîn û ehlê wê yên ku bi Allah û axîretê îmân tînin, bi fêkîyên curbicur birizqîne.” (Allah) got: “Ez ê yên kafir jî demeke hindik xweş bijînim û paşê di tehemûla li dij ezabê agir de wê neçar bimînin.” Ew (cehennem a ku ezabê agir dihêwirîne) çi cihwareke xerab e.”
(Bi bîr bînin!) Dema ku Îbrahîm û Îsmaîl ruknê Beytê bilind dikirin û (ji alîyekî ve jî dûa dikirin) digotin: “Rabbê me! Tu vê amelê ji me qebûl bike. Bêşik tu (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm î.
“Rabbê me! Me bike du evdên ku teslîmî te bûne û ji zurîyeta me jî bike ummeteke ku bitenê teslîmî te bûne! Hînî me bike ka em ê îbadeta xwe/hecca xwe çawa bikin! Tobeyên me qebûl bike. Bêşik tu (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm î.
“Rabbê me! Pêxemberekî ji nava wan ji wan re bişîne ku; ayetên te ji wan re bixwîne û Kitêb û hikmetê hînî wan bike û wan paqij bike. Bêşik tu (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm î.
Ma ji wî kesê sefîh (hişsivik/kêmaqil) pê ve ji dînê/ji milletê Îbrahîm kî rû vedigerîne? Bi sond me ew li dinyayê hilbijartîye û ew muheqeq li axîretê jî ji salihan e.
Rabbê wî jê re got: “Teslîm bibe.” Wî jî got: “Ez teslîmî (Allahê) Rabbê aleman bûm.”
Îbrahîm (îslâmê) ji zarokên xwe re wesîyet kir. Yaqûb jî wiha kir (û got:) “Zarokên min! Allah ji bo we ev dîn (ê îslâmê) hilbijartîye! Û bitenê wek muslîm (ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah) bimirin!”
Ma qey dema ku mirin bi ser Yaqûb de hatibû hûn li cem wî bûn? Wî ji zarokên xwe re gotibû: “Hûn ê di pey min de ji çi re îbadetê bikin?” Wan jî gotin: “Em ê ji îlâhê te re, ji îlâhê bapîrê te Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq re; ku ew îlâhekî bitenê ye û em jê re teslîm bûne.”
Gotin: “Bibin Cihû an Fille da ku hûn bigihîjin hîdayetê.” Nexêr (Ne wisan e!) Berevajî, (hîdayet esil) rêya Îbrahîmê henîf e. Ew ne ji muşrikan jî bû.
Bibêjin: “Me bi Allah û bi ya ku ji me re nazil bûye û bi ya ji Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîyên wan re nazil bûne û bi yên ji Mûsa û Îsa û yên hemû Nebîyan ku Rabbê wan daye wan re jî îmân anîye. Em (îmân bi hemûyan tînin û) tu ferqê naxin navbera yekî ji wan. Û em ew in ku bitenê teslîmî Allah bûne.”
Ma hûn dibêjin ku Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîyên wan Cihû an jî Fille bûn? Bibêje: “Ma hûn çêtir dizanin an Allah? Digel ku li cem wî ji îndallah (agahîyek heye) ji wî kesê ku şahidîyê vedişêre zalimtir kî heye? Allah ji amelên we ne xafil e.
Ma te wî kesî nedît ji ber ku Allah milk/hikumdarî dabûyê, rabû der heqê Rabbê wî de bi Îbrahîm re ketibû nîqaşê? Dema ku Îbrahîm jê re got: “Rabbê min ew e ku hem dimirîne û hem jî sax dike/vedijîne.” Wî jî gotibû: “Ez jî dikujim û sax dikim/divejînim.” (Li ser vê) Îbrahîm got: “Allah, Rojê/Tavê ji rojhilat ve tîne, de ka tu jî wê ji rojava bîne (em binêrin).” (Li hember vê huccetê) ew kafir şaş/behitî ma. Allah koma zaliman nagihîne hîdayetê.
(Bi bîr bînin!) Demekî Îbrahîm gotibû: “Rabbê min! Tu mirîyan çawa divejînî/çawa sax dikî nîşanî min bide.” (Allah) gotibû: “Qey tu bawer nakî?” Gotibû: “Nexêr! Helbet ez bawer dikim. Lê ez (daxwaz) dikim ku qelbê min mutmeîn bibe/dilê min li ser rûnê.” (Allah) gotibû: “Çar heb teyr bigire. Wan hînî xwe bike. Paşê li ser her çiyayekî parçeyek ji wan deynê. Piştre gazî wan bike, wê bi lezûbez werin cem te. Bizanibe ku Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Muheqeq Allah Âdem û Nûh û malbata Îbrahîm û malbata Îmran hilbijartîye û di ser aleman re girtîye.
Gelî Ehlê Kitêb! Digel ku Tewrat û Încîl di pey wî de nazil bûne ma hûn der heqê Îbrahîm de (li ser mijara “Gelo ew Cihû bû an Fille bû?”) çima dikevin nîqaşê? Ma hûn fêm nakin?
Nîqaşa we ya li ser mijarên ku hûn der heqê wê de xwedî agahî ne fêm dibe. Lê tiştên ku zanîna we pê tuneye çima der heqê wê de hûn nîqaşê dikin. Allah dizane, hûn nizanin.
Îbrahîm, ne Cihû bû. Ne Fille jî bû. Ew muslîmekî henîf bû. Ew ne ji muşrîkan jî bû.
Bi rastî ji însanan yên herî nêzîkî Îbrahîm in; ew ên (li ser rêya tewhîdê) dane pey wî û ev pêxember (Muhammed) û ew ên mumîn in. Allah jî welîyê/dostê mumînan e.
Bibêje: “Me bi Allah û bi ya ku li ser me nazil bûne û bi tiştê ji Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û zarokên wî re nazil bûye û bi tiştê ji Mûsa û Îsâ û pêxemberên din re ji alî Rabbê wan ve (wehîya) hatîye dayîn, îmân anîye. Em qet cudakarîyê naxin navbera yekî ji wan. Û em teslîmî Allah bûne.
Bibêje: “Allah rast qotîye. Bidin pey dînê Îbrahîm ê henîf/muwahhîd. Ew ne ji muşrîkan bû.
Di navê de nîşanên eşkere û meqamê Îbrahîm heye. Kî bikeve wê derê di ewlehîyê de ye. Eger rêya xwe lê bibînin (û bikaribin herin) çûna heccê (wek heqê Allah) li ser wan kesan ferz e. Kî vêya înkar bike, bila bizanibe ku bi rastî Allah ne muhtacê aleman e.
(Bi bîr bînin!) Dema Îbrahîm ji bavê xwe Azer re gotibû: “Ma qey tu pûtan ji xwe re îlâh digirî? Bêşik ez, te û qewmê te di nava xerifîyeke vikîvekirî de dibînim”
Ji bo ku bi îlmekî yeqîn bawer bike, me melekûtîya (delîlên ku însan li dij wan heyirî dimîne) erd û esmanan nîşanî Îbrahîm dabû.
Ha ev delîlên/huccetên me ne ku me ew li hember qewmê wî dane Îbrahîm. Em ji kî re bivên, dereceyên wî bilind dikin. Bêguman Rabbê te, (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Dema tirs ji Îbrahîm çû û mizgînî jê re hat, der heqê qewmê Lût de bi me re kete nîqaşê.
Lewre Îbrahîm yekî (pir axênî dikir û dilbikul û hestîyar) ewwah/dilzîz û mûnîb (berê xwe dida Allah) bû.
(Qasidên me gotin:) “Ya Îbrahîm! Dev ji nîqaşa (der heqê wê qewmê de) berde. Lewre (der heqê wan de) hukmê Rabbê te hatîye. Û bêguman ji wan re wê ezabekî ku nayê vegerandin bê.”
“Bi vî awayî wê Rabbê te, dê te hilbijêre û ravekirina gotinan/xewnan hînî te bike û wê (nîmeta xwe) wekî ku di berê de li her du kalikên te Îbrahîm û Îshaq temam kiribû wê nîmeta xwe li ser te û li ser malbata Yaqûb jî temam bike. Bêguman Rabbê te (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
“Min da pey dînê bavên xwe Îbrahîm û Îshaq û Yaqûb. Ji me re nabe ku em bi tiştekî ji Allah re şirîkan çêbikin. Ev hem ji me re hem jî ji însanan re lutf û îhsana Allah e. Lê pirên însanan şikur nakin.”
Tu agahîya mêvanên Îbrahîm jî bide wan.
Bêguman Îbrahîm bi serê xwe ummetek bû. Ji dil îtaetî Allah dikir û henîf (ew ê şirkê terk dike û bi îxlâs berê xwe dide Allah) bû. Ne ji muşrîkan bû/nebû ji muşrîkan.
Ji nîmetên wî (Allah) re şikur dikir. (Allah) ew hilbijart û wî gihande rêya rast.
Me li dinyayê xweşî dayê. Bêşik ew, li axîretê jî ji salihan e.
Paşê me wehîy li te kir û got: “Tu wek henîf tabiê mîlletê Îbrahîm bibe!” Ew ne ji muşrîkan bû.
Bi bîr bîne, me ji pêxemberan; ji te û ji Nûh û ji Îbrahîm û ji Mûsa û ji Îsayê kurê Meryem ehd stendibû. Me ji wan sozekî zexm û xurtkirî stendibû.
Îbrahîm û Îshaq û Yaqûb jî bi bîr bîne ku ew; ji evdên me yên bi hêz û bi besîret bûn.
Ji bo ku hûn dîn (bi tewhîdê) li ser pîyan bigirin û hûn tê de nekevin îxtîlafê tiştê ji Nûh re emir kiriye û ya ku me li te wehîy kiriye û ya ku me li Îbrahîm û li Mûsa û li Îsa emir kiriye me ji bo we kir şerîet. Lê ew (tewhîd) a tu wan gazî dikî ji muşrîkan re giran hat. Allah kîjan evdê xwe bixwaze (ji bo tewhîdê û dîneke yekpare) hildibijêre û wan ên ku berê xwe didine wî, digihîjîne hîdayetê.
Sond be ku me Nûh û Îbrahîm jî şand û pêxemberîtî û Kitêb dabû zurîyetên her duyan. Ji wan hinek ehlê hîdayetê ne. Pirên wan jî fasiq in.
Ji we re di Îbrahîm û (mûmîn/rasûl) ên ligel wî de nimûnetîyeke xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: “Em, ji we û ji wan ên ku hûn ji xeynî Allah îbadetê li wan dikin dûr in/berî ne. Em we tekfir dikin (em we û rêya ku hûn li ser in red dikin). Heta ku hûn îman bi Allah tenê bînin di navbera me û we de kîn û neyartîyeke bêdawî dest pê kiriye.” Lê ew peyv ne tê de, ku Îbrahîm ji bavê xwe re (wiha) gotibû: “Bêşik ez ê ji bo te ji Allah daxwaza mexfîretê bikim. (Lê) li dij Allah qet tu feyda/sûda min nagihîje te.” Rabbê me! Me bitenê tewekkulê te kiriye û me berê xwe daye te û vegera me jî bitenê ji te re ye.