Kesên Allah (ac) Hez Wan Nake

ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

21ayet hatin dîtin
Kesên Allah (ac) Hez Wan Nake
1

Bakara

Ayet: 190Rûpel: 28

Here Ayetê

Hûn jî bi wan ên ku bi we re şer dikin re di rêya Allah de şer bikin. Hûn zêdegavîyê nekin. (Lewre) Allah ji wan ên ku ji hedê xwe diborin hez nake.

2

Bakara

Ayet: 204Rûpel: 31

Here Ayetê

Ji însanan hin kes hene ku gotinên wan ên der heqê dinyayê de bi xweşa te diçe/bi gotina xwe tesîr li te dike û ew li ser tiştên di dilê xwe de (qencî û xweşikahî û isleh) Allah dike şahid. Lê belê ew dijminên herî dijwar in.

3

Bakara

Ayet: 205Rûpel: 31

Here Ayetê

Dema (ku li ser karekî dibin rêveber an jî) ji cem we vedigerin û diçin, ji bo ku li ser rûyê erdê fesadîyê derxînin û çandinî û nesil/nifş helak bikin dixebitin. (Lê) Allah hez fesadê/xerakirinê nake.

4

Âl-i İmrân

Ayet: 32Rûpel: 53

Here Ayetê

Bibêje: “Îtaeta Allah û Rasûlê wî bikin.” Eger ew (ji vê) rû vegerînin bi rastî Allah ji kafiran hez nake.

5

Âl-i İmrân

Ayet: 57Rûpel: 56

Here Ayetê

“Ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî; wê (Allah) xelatên wan bê kêmasî bide wan. Allah, ji zaliman hez nake.”

6

Âl-i İmrân

Ayet: 140Rûpel: 66

Here Ayetê

Eger birînek bi we ketibe, bêguman birîndarî bi koma (dijmin ve) jî girtîye. (Xalibê mutleq û daîmî Allah e. Heçî însan jî) em van rojan di navbera însanan de digerînin. Ji bo ku Allah wan ên îmân anîne derxîne rastê û ji we şahidan/şehîdan çêbike (wiha dike). Allah ji zaliman hez nake.

7

Nisâ

Ayet: 36Rûpel: 83

Here Ayetê

Ji Allah re îbadetê bikin û qet tiştekî ji wî re nekin şirîk. Li dê û bav û eqrebayan û li sêwî û belengazan û li cîranên xwe yên nêz û dûr û li hevalên cem xwe û li rêwîyên di rê de mane û li ew ên li ber destê we ne (kole û carîye) re qencîyê bikin. Bêguman Allah ji wan kesên mezinayî û quretîyê dikin hez nake.

8

Nisâ

Ayet: 107Rûpel: 95

Here Ayetê

(Bi kirina dizîyê) ew ên ku li nefsa xwe îxanet kirine tu wan neparêze. Bêguman Allah ji wan gunehkarên ku di xayîntîyê de pêş de çûne hez nake.

9

Mâide

Ayet: 64Rûpel: 117

Here Ayetê

Cihûyan gotin: “Destê Allah girtîye (dest lê nagere).” Ji ber vê (gotina kirêt) destê wan şeht bû û bûn ji lanetîyan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, her du destên Allah jî vekirî ne û çawa bixwaze wisa serf dike. Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya wan zêdetir bike. Me jî hetanî roja qiyametê kîn û neyartîyek bênavber xistîye navbeyna wan. Çi dema ku wan ji bo şer agirek pêxistibin Allah agirê wan vemirandîye. Ew li ser rûyê erdê ji bo tevdanê/ji bo îfsadê dixebitin. Allah ji mufsîdan/ji wan ên tevdanê derdixin hez nake.

10

Mâide

Ayet: 87Rûpel: 121

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Tiştên ku Allah ji we re helal kiriye, yên xweş û paqij ji xwe re heram nekin û zêdegavîyê jî nekin. Bêguman Allah ji kesên ku ji hedê xwe diborin hez nake.

11

En'âm

Ayet: 141Rûpel: 145

Here Ayetê

Ew ê bexçeyên bi çardax û bêçardax û darxurme û çandinîyên ku mêweyên wan rengereng in û zeytûn û hinarên hin wekhev in û hin jî ji hev cuda ne xuliqandîye ew e. Dema ku fêkî didin ji fêkîyên wan bixwin. Dema çinandinê (xeritandinê) heqqê wan (zekât/sedeqe) bidin. Îsraf nekin. Lewre ew (Allah), ji musrîfan hez nake.

12

A'râf

Ayet: 55Rûpel: 156

Here Ayetê

Ji Rabbê xwe re ji dil (bi lavêlav) û bi dizî (ji nav û dil) dûa bikin. Bêguman ew (Allah), kesên ku (di dûayê de) ji hedê xwe borîye hez nake.

13

Nahl

Ayet: 23Rûpel: 268

Here Ayetê

Çare tune! Bêguman Allah tiştên ku vedişêrin û eşkere dikin jî dizane. Bêşik ew, ji kesên qure hez nake.

14

Hac

Ayet: 38Rûpel: 335

Here Ayetê

Bizanibin ku Allah mumînan diparêze/mudafea dike. Bêşik Allah ji tu kesên xayîn û nankor hez nake.

15

Kasas

Ayet: 76Rûpel: 393

Here Ayetê

Bêguman Qarûn, ji qewmê Mûsa bû. (Lê belê) li dij wan ji hedê xwe borîbû û har/bitir bibû. Me xezîneyê/gencîneyê wisan (zêde) dabû wî, heta ku miftên wan jî ji civakeke bihêz/qelebalix re giran dihat. Qewmê wî jê re wiha gotibû: “Bifir/şaqiz nebe û nenepixe. Lewre Allah ji rûgirtîyan û ji ew ên dinepixin hez nake.”

16

Kasas

Ayet: 77Rûpel: 393

Here Ayetê

(Gotibû:) “Tu bi wan tiştên ku Allah daye te, ji bo bi dest xistina warê axîretê bixebite û nesîbê xwe yê li dinyayê jî ji bîr neke. Çawa ku Allah lutûf li te kiriye tu jî qencîyê bike. Li ser rûyê erdê daxwaza fesadîyê neke. Lewre Allah hez mufsîdan nake.”

17

Rûm

Ayet: 44Rûpel: 408

Here Ayetê

Her kî berê xwe bide kufrê, di aleyha wî de ye. Kî jî amelê salih bike, êdî ew xwe ji bo (cihên xwe yê cennetê) amade dikin.

18

Rûm

Ayet: 45Rûpel: 408

Here Ayetê

(Ev) ji bo ku (Allah) ji lutf û kerema xwe kesên îman anîne û amelên salih kirine sûdmend bike (wiha ye). Lewre Allah hez kafiran nake.

19

Lokmân

Ayet: 18Rûpel: 411

Here Ayetê

“Rûyê xwe ji însanan nevegerîne! Li ser rûyê erdê bi qurebûn/bi nepixîn nemeşe. Lewre Allah ji wî kesê ku dinepixe û quretîyê dike hez nake.”

20

Şûrâ

Ayet: 40Rûpel: 486

Here Ayetê

Berdêla xerabîyê, bi qasî wê xerabîyê ye. Kî jî (digel neheqî lê hatîye kirin) efû bike û isleh bike, xelata wî aîdê Allah e. Bêguman ew, ji zaliman hez nake.

21

Hadîd

Ayet: 23Rûpel: 539

Here Ayetê

(Nivîsandina her tiştê di Lewhê Mehfûz de) ji bo vê ye ku; bi ya ji destê we derket hûn pê xemgîn nebin û bi ya ku ji we re hate dayîn jî hûn (bi wê) bi ser xwe de neçin. Allah, hez wan kesên qure û yê xwe dinepixînin nake.