Laîlaheîllallah
TEWHÎD Û HEWCETÎYÊN AQÎDA TEWHÎDEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Digel van heqîqeta dizanin jî) ji însanan hin kes hene ku ji xeynî Allah hin heyînên din ji Allah re hinkûf/şirîk çêdikin û bi qasî ji Allah hez dikin, ji wan jî hez dikin. Lê ew ên îmân anîne ji her tiştî zêdetir ji Allah hez dikin. Ew ên zilimkar dema ku ezabê dibînin wê fêm bikin ku hemû hêz/quwwet aîdê Allah e û Allah xwedî ezabeke şedîd e.
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Werin bal bi vê kelîmeya ku di navbera me û we de hevpar e/muşterek e: Em ê ji xeynî Allah ji tu kesî re îbadetê nekin û ji wî re qet tu tiştekî nekin şirîk û em ê (dev ji Allah bernedin û) hin kesên ji xwe ji hinekên din re nekin Rab. Eger rû vegerînin hûn jî (ji wan re) bibêjin: “Şahid bin ku em ji muslîman/ji evdên şirkê terk dikin û berê xwe bi tewhîdê didin Allah in.”
Bibêje: “Bêguman nimêja min û qurbana min û jiyana min û mirina min ji bo Allahê Rabbê aleman e.”
“Qet tu şirîkê wî tune. Ez bi vêya hatime emirkirin û ez ji muslîmên/ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah ya pêşîn im.”
Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û keşeyên xwe û Mesîhê kurê Meryem ji xwe re kirin Rab. (Lê belê) ew bi îbadeta yek îlâhekî bitenê re hatibûn emirkirin. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ew (Allah) ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berî ye/munezzeh e.
“Ew tiştên ku hûn ji xeynî wî ji wan re îbadet dikin, Allah der heqê wan de qet tu delîl neşandîye û ji hinek navên ku bavûkalên we li wan kiriye pê ve ne tiştek in. Hukim bitenê aîdê Allah e. Wî emir kiriye ku hûn evdîtîyê/îbadetê jê pê ve ji tu kesî re nekin. Ha ev e dînê rasterast. Lê pirên însanan nizanin.
Allah, mumînan di jiyana dinyayê de jî û di axîretê de jî bi gotineke zexm (Lâilâheillallah) payidar dike. Allah zaliman dixerifîne û Allah çi daxwaz bike wê dike.
Bibêje: “Allah dema mayîna wan herî çêtir dizane. Xeyba (agahîya) erd û esmanan aîdê wî ye. Ew, çi xweşik dibîne û çi xweşik dibihîze. Ji wan re ji xeynî wî dost tune. (Û ew) di hukmê xwe de qet tu şirîkatî napejirîne/qebûl nake (serwera yekane û qanûnçêker û diyarkera rastî û xeletî ew ê.)”
Bibêje: “Ez jî enceq wekî we beşerek im. Ji min re wiha tê wehîy kirin ku: ‘Îlâhê we enceq yek îlâh e.’ Êdî kî hêvî dike ku wê rastî Rabbê xwe bê (û mukâfatekê jê bistîne) bila amelên salih bike û qet tu tiştî ji Rabbê xwe re şirîk çêneke.”
Me berîya te tu pêxemberek ne şandîye ku me wiha lê wehîy nekiribe: “Bêguman ji min pê ve qet tu îlâh tune. Herwiha bi tenê îbadetê min/evdîtîya min bikin.”
Nexwe, hinek şirîkên wan hene ku tiştên Allah destûr nedaye ji xwe re kirine şerîet/qanûn? Eger (li ser paşvexistina/texîrkirina ezaba wan heta qiyametê) ehdeke qethî nebûya, helbet wê di navbera wan de hukim bihata vebirîn. Bêguman ji zilimkaran re ezabekî biêş û jan heye.
Wî (van peyvan) li pey wî (Îbrahîm) kir kelîmeyekî mayînde da ku însan lê vegerin.
Ma ew kesê ku dev ji Allah berdide û dûayê wan tiştan dike ku heta qiyametê wê nikaribin îcabetî (dûayên) wî bikin jê rêşaştir kî heye? Ew (ên ku dûa li wan tên kirin) ji wan dûayan bêxeber in.
Tu jî bizanibe ku bêguman ji Allah pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ji bo gunehên xwe û ji bo (gunehên) mêr û jinên mûmîn mexfîretê bixwaze. Allah, bi cihê gera we jî û cihê vehewîna we jî dizane.