Bakara
Ayet: 88Rûpel: 12
Gotin: “Qelbên me (li dijî vegotinên te) nuxamtî/perdekirî ye.” (Na, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan, Allah lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) pir kêm îman tînin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 88Rûpel: 12
Gotin: “Qelbên me (li dijî vegotinên te) nuxamtî/perdekirî ye.” (Na, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan, Allah lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) pir kêm îman tînin.
Ayet: 89Rûpel: 13
Çi dema ji wan re, ji îndallah Kitêbeke ya li cem wan (Tewrat) tesdîq dike tê -Hal ev e ku wan demên borî de li dijî kafiran (bi vê Kitêbê) ji Allah serkeftinê hêvî dikirin- ew înkar kirin. Laneta Allah li ser wan kafiran be.
Ayet: 159Rûpel: 23
Bêguman piştî ku me di Kitêbê de ji însanan re beyan kir pê ve ew kesên delîlên eşkere û hîdayeta ku me nazil kiriye vedişêrin (hene!), Allah lanetê li wan dike û hemû lanetkar jî lanetê li wan dikin.
Ayet: 161Rûpel: 23
Muheqeq ew ên kafir in û li ser kufrê mirine (hene!), laneta Allah û melaîketan û hemû însanan li ser yên wisan in.
Ayet: 162Rûpel: 23
Êdî ew ê (di nava lanetê de) wê bêdawî bimînin. Ezab li ser wan sivik nabe û qîmet/rûmet ji wan re tune/ezabê wan paşde nayê avêtin.
Ayet: 61Rûpel: 56
Piştî ilim ji te re hat, her kî di wê mijarê de bi te re bikeve nîqaşê, tu bibêje: “De werin em gazî zarokên xwe û zarokên we û jinên xwe û jinên we û nefsên xwe û nefsên we bikin. Paşê em bi hev re mûlaane/nifiran bikin û em wiha bibêjin: ‘Laneta Allah li ser derewkeran be.’ ”
Ayet: 87Rûpel: 60
(Ew ên ha hîdayetê heq nakin.) Cezayên wan ev e: Laneta Allah û melâîketan û hemû însanan li ser wan e.
Ayet: 88Rûpel: 60
Wê di vê (lanetê de) ebedî bimînin. Ezabê wan jî nayê sivikkirin û ji wan re qet rûmet tune/ji wan re muhlet nayê dayîn.
Ayet: 46Rûpel: 85
Hin kes ji Cihûyan, kelîmeyan ji cihê wan diguherînin û (ji xeynî maneyê wan bikar tînin û) texrîf dikin. Dev û lêvên xwe xwaromaro dikin û davêjin dîn û dibêjin: ‘Me bihîst û me îsyan kir!’ û ‘Me bibihîze, ku tu qet nebihîzî!’ û ‘Râîna! (me bajo!). Eger wan bigota: ‘Me seh kir û me îtaet kir.’ û ‘Unzurnâ! (li me gûhdar be û li me binêre!)’ wê ji bo wan herî çêtir û rasttir bûna. Lê belê Allah, ji ber kufra wan lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) ew pir kêm îman tînin.
Ayet: 47Rûpel: 85
Gelî ew ên Kitêb ji wan re hatîye dayin! Berîya ku em hinek rûyan ripîrast bikin û paş ve vegerînin an jî weke ku me lanet li Ashabu’s Sebt/ehlê şemîyê kiribû li wan jî lanet nekiriye, bi (Qur'an) a ku ya li cem we tesdîq dike îmân bînin. Bi rastî emrê Allah hatîye cih/wê bê cih.
Ayet: 52Rûpel: 86
Evana ew kes in ku Allah lanetê li wan kiriye. Allah lanetê li kî bike êdî tu alîkarek ji bo wî nabînî.
Ayet: 93Rûpel: 92
Kî bi qestî/muteammîden mumînekî bikuje, cezayê wî cehennem e ku tê de bêdawî dimîne. Allah li kesê wiha hatîye xezebê û lanet lê kiriye û ji bo wî ezabekî mezin amade kiriye.
Ayet: 118Rûpel: 96
Allah lanet li wî (şeytanê) bike/kiriye. Got: “(Qesem bibe ku) ez ê ji evdên te parekî diyarkirî bistînim.”
Ayet: 155Rûpel: 102
Ji ber ku soza xwe xera kirin û li dij ayetên Allah bûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn û (ji sedema vê gotina xwe ku gotin:) “Qelbên me (li dij heq û heqîqetê) nuxamtî ye!” (me wan ceza kiribû). (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan Allah qelbê wan mohr kiriye. (Ji ber vê) ji hindikî wan pê ve ew îmân naynin.
Ayet: 156Rûpel: 102
Dîsa ji ber kufra wan û bi sebebê bêbextîya li Meryem kirine (jî me wan ceza kiribû).
Ayet: 157Rûpel: 102
Bi sedema ku digotin “Me pêxemberê Allah, Îsa Mesîhê kurê Meryem kuştîye” (me ji bo vê jî wan ceza kiribû). (Hal ev e ku) wan ew ne kuştîye û ne jî wan ew li çarmixê daye, (ew ê ku daleqandin ji wan re weke Îsa) hate şibandin. Bi rastî ew ên (der heqê Îsa de) nîqaş dikin, ji ber wê di gumanê de ne. Ji zenne pê ve ne xwedî agahîyekî ne. Qethîyen ew nekuştine.
Ayet: 13Rûpel: 108
Ji bo ku peymana xwe xera kiribûn, me lanet li wan kir û qelbê wan hişk kir. Wan cihê kelîmeyan diguherînin û texrîf dikin. (Wekî din) para xwe ya ji (amel) ên ku pê hatibûn emirkirin terk kirin. (Digel vê) wan efû bike û xweş bibîne. (Lewre) Allah, ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 60Rûpel: 117
Bibêje: “Ez agahîya wî kesê bidim we ku cezayê wî li cem Allah ji vê xerabtir e? Ew kes in ku Allah lanetê li wan kiriye û li wan hatîye xezebê û ji wan meymûn û beraz û taxûtperest derxistîye. Ha evana (li îndallah) cihê wan herî xerab û ji rêya rast xerifî ne.
Ayet: 64Rûpel: 117
Cihûyan gotin: “Destê Allah girtîye (dest lê nagere).” Ji ber vê (gotina kirêt) destê wan şeht bû û bûn ji lanetîyan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, her du destên Allah jî vekirî ne û çawa bixwaze wisa serf dike. Sond be ya ku ji Rabbê te ji te re nazil bûye (ev Qur'an) wê kufr û harîtîya wan zêdetir bike. Me jî hetanî roja qiyametê kîn û neyartîyek bênavber xistîye navbeyna wan. Çi dema ku wan ji bo şer agirek pêxistibin Allah agirê wan vemirandîye. Ew li ser rûyê erdê ji bo tevdanê/ji bo îfsadê dixebitin. Allah ji mufsîdan/ji wan ên tevdanê derdixin hez nake.
Ayet: 44Rûpel: 155
Ehlê cennetê, bang/gazî li cehennemîyan dikin: “Tiştê ku Rabbê me ji me re wead kiribû me heq/rast dît. Ma tiştê (ew ezaba) ku Rabbê we ji we re wead kiribû we jî rast dît?” (Ew) dibêjin: “Belê/Erê.” (Li ser vêya) bangvanek di navbera wan de wiha dike gazî: “Laneta Allah li ser zaliman be!”
Ayet: 68Rûpel: 196
Allah, ji munafiqên mêr û jin û ji hemû kafiran re agirê cehennemê ku wê di wir de ebedî bimînin wead kiriye. Ew, ji wan re bes e. Allah lanetê li wan kiriye. Û ji bo wan ezabekî bêdawî heye.
Ayet: 18Rûpel: 222
Ji wî kesê ku li ser Allah derewan lihev tîne û bêbextîya dike zalimtir kî heye? Evana wê ji Rabbê xwe re bên rapêşkirin. Wê şahid jî bibêjin: “Ew ên ku li hemberî Rabbê xwe derew lihev dianîn ha ev in.” (Û dibêjin:) “Baldar bin/Dîqat bikin! Laneta Allah li ser zaliman e.”
Ayet: 25Rûpel: 251
Ew ên ku piştî peymana zexm dane Allah (ehda li ser tewhîdê) xera kirine û ew ên ku, ew pêwendîyên Allah emir kiriye diqetînin û li ser rûyê erdê fesadê dertînin (hene); lanet ji bo wan e. Aqûbeta warê (axîretê) ya herî xerab jî ji wan re ye.
Ayet: 34Rûpel: 263
Got: “Ji wir derkeve! Bêguman tu yekî qewirandî/recimandî yî.”
Ayet: 35Rûpel: 263
“Heta yewmud’dîn/roja qiyametê lanet li ser te ye.”
Ayet: 57Rûpel: 425
Heçî ew ên ezîyetê li Allah û Rasûlê wî dikin (hene), Allah li vê dinyayê û li axîretê lanet li ser wan anîye û ji bo wan ezabekî riswaker amade kiriye.
Ayet: 61Rûpel: 425
Wek mel’ûnan… Li ku derê bên dîtin têne girtin û (hetanî koka wan biqele) têne kuştin.
Ayet: 23Rûpel: 508
Evana ew in ku; Allah, lanet li wan kiriye û guhê wan ker û çavên wan jî kor kiriye.
Ayet: 6Rûpel: 510
(Wekî din) ji bo ku (Allah) mêr û jinên munafiq û mêr û jinên muşrîk bide ber ezabê. (Ew in ku,) der heqê Allah de zena xerab dikin. Çerxa xerabîyê bi ser wan de bê/xerabî ji ser wan kêm nebe. Allah li wan hatîye xezebê û lanet li wan kiriye û ji bo wan cehennem amade kiriye. Ew, çi cihlêvegereke xerab e.
Ayet: 25Rûpel: 586
Ew, ne peyva şeytanê qewirandî/recimandî ye.