Tabibûna Emrê Allah (ac)
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Dema ku evdên min, pirsa min ji te bikin, bêguman ez nêzî wan im. Ez îcabetî dûaya kesê dûaxwaz dikim. (Herwiha) bila ew jî îcabetî daweta/vexwendina min bikin û îmân bi min bînin û bibin ji ehle rûşdê ku ( aqil û rastî û kemâlê ne).
Bibêje: “Îtaeta Allah û Rasûlê wî bikin.” Eger ew (ji vê) rû vegerînin bi rastî Allah ji kafiran hez nake.
Gelî ew ên îmân anîne! Faîz/Riba ya ku (nisbetên wê) qat bi qat zêdekirî nexwin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin da ku hûn bigihîjin xelasîyê.
Ji wê agirê ku ji bo kafiran hatîye amadekirin bitirsin û xwe jê biparêzin.
Îtaetî Allah û Rasûl (ê wî) bikin da ku rehm li we bê kirin.
Ev (hukmên mîrasê) hudûdullah (sînorên Allah) in. Kî îtaetî Allah û Rasûlê wî bike, ew wan dixe cennetên ku tê de ebedî dimînin û çem di bin wan re diherikin. Ev xelasîyeke/serkeftineke mezin e.
Gelî ew ên îmân anîne! Îtaetî Allah bikin û îtaetî Rasûl bikin. Û (îtaetî) ulu’emrên ji xwe/rêveberên ji xwe (yên muslîm ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah) bikin. Li ser mijarekî ku hûn li hev nakin de, eger hûn bi Allah û bi roja axîretê îmân tînin (ji bo wê meseleyê çareser bikin) wê bibin cem Allah û Rasûlê wî. Ev, herî bixêrtir e û ji hêla encamê ve jî herî xweşiktir e.
Her kî îtaetî Allah û Rasûl bike ew, dibin hevalên pêxemberan û siddîqan û şehîdan û salihan ku Allah nîmet li wan kiriye. Ew çi hevalên xweşik in!
Ev lutfeke ji Allah e. Wek zana ku bi her tiştî dizane Allah bes e.
Kî îtaetî Rasûl bike, qet bêguman wî îtaetî Allah kiriye. Kî jî jê rû vegerîne me tu ji wan re bi parêzkarî neşandîye!
Pirsa xenîmetan ji te dikin. Bibêje: “(Der heqê hukimdayîna) xenîmetan (de raye) aîdê Allah û Rasûlê wî ye. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û navbera xwe bisilhînin. Eger hûn mumîn in îtaetî Allah û Rasûlê wî bikin.”
Gelî ew ên îmân anîne! Ji Allah û ji pêxemberê wî re îtaetê bikin. Piştî ku we seh kir pê de jê rû nevegerînin.
Nebin wekî wan kesên digel nebihîstine jî dibêjin: “Me bihîst.”
Gelî ew ên îmân anîne! Dema ji bo tiştên ku heyatê dide we hûn hatin gazîkirinê, îcabetî Allah û Rasûlê wî bikin û bizanibin ku bi rastî Allah dikeve navbera mirov û (fikr û ramanên) qelbê wî. Muheqeq hûn ê (bên vejandin û) di hizûra wî de bên civandin.
Mêrên mumîn û jinên mumîne dostên hevdu ne. Emrê bi’l marûf/emrê qencîyê dikin û ji munkerê/ji xerabîyê jî men dikin. Nimêja xwe dikin û zekâtê didin û îtaetî Allah û Rasûlê wî dikin. Allah wê rahmetê li wan bike. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Kî jî îtaetê Allah û Rasûlê wî bike û ji Allah (bi rêzdarî) bitirse û (ji ezabê wî) xwe biparêze, yên kesbdar/biqezenc in, ew bixwe ne.
Bibêje: “Îtaeta Allah bikin! Îtaeta pêxember bikin! Eger hûn rû vegerînin berpirsîyarîya/mesûlîyeta wî (teblîxkirin) li ser wî ye û pêkanîna berpirsîyarîya we jî (îtaet) li ser we ye. (Herkes ji xwe bixwe mesûl e.) Eger hûn îtaeta wî bikin, hûn ê bigihîjin hîdayetê. Wezîfeya pêxember ji teblîxeke eşkere pê ve ne tiştekî din e.
Nimêjê rasterast bikin û zekâtê bidin û îtaeta pêxember bikin da ku merhamet li we bê kirin.
Di malên/di xanîyên xwe de bimekinin/rûnin. Hûn jî weke jinên dewra cahilîya pêşîn nekin ku wan (ji bo nîşandayîna xwe) xeml û zînetên xwe vedikirin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û îtaeta Allah û Rasûlê wî bikin. Ya Ehlê Beyt! Allah, dixwaze ku qirêj (ên manewî) ji we bibe û we têrpaqij bike.
Gelî ew ên îman anîne! Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û gotina rast/zexm/adil bibêjin.
(Da ku Allah jî di muqabilê vê de) amelên we bisilhîne û gunehên we bibexşîne. Kî jî îtaeta Allah û Rasûlê wî bike, bêguman wî qezenc û xelasîyeke mezin bi dest xwe xistîye.
Ew in ku; ji gunehên mezin û ji fuhşîyatê xwe diparêzin û dema hêrs dibin jî efû dikin.
Ew, îcabetî vexwendina Rabbê xwe (îman û amelê salih) dikin û nimêjê rasterast dikin. Karên wan, di navbera wan de bi şêwr e. Ji rizqên ku em didin wan înfaq dikin.
(Bi sedema hukmê daye), berîya hatina wê roja ku vegerandina wê ya ji Allah ne mimkûn e, îcabetî vexwendina Rabbê xwe (îman û amelê salih) bikin. Wê rojê ji bo we ne sitargehek û ne jî cihekî xweveşartinê heye.
“Gelî qewmê me! Îcabetî dawetvanê Allah bikin û îman pê bînin da ku gunehên we bibexşîne û we ji ezabê biêş û jan biparêze.”
“Kî jî îcabetî dawetvanê Allah neke ew, dê nikaribe li ser rûyê erdê (Allah) aciz bihêle. Û ji bo wî ji xeynî Allah welî/dost jî tunin. Evana di nava rêşaşîtîyeke vikîvekirî de ne.”
Ji yê kor re guneh tune û ji yê qop/seqet re guneh tune û ji yê nexweş re jî guneh tune (ku ji şer paş ve dimînin/beşdarî şer nabin). Kî îtaetî Allah û Rasûlê wî bike, dê wî bixe cennetên di binî de çêm diherikin. Kî jî (ji îtaetê) rû vegerîne wê (bi ezabekî) biêş û jan wî bide ber ezabê.
Bedewîyan gotin: “Me îman anîye.” Bibêje: “We îman neanîye. Lê bibêjin ‘em teslîm bûn.’ ” (Lewre) îman hêj neketîye qelbên we. Eger hûn îtaetî Allah û Rasûlê wî bikin (Allah) ji amelên we qet tu tiştî kêm nake. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên we pir bi merhamet) Rahîm e.
Ma qey berîya axaftinên xwe yên bi dizî hûn ji dayîna sedeqeyan tirsîyan? Madem we nekir, Allah toba we qebûl kir. (Di wê rewşê de) nimêja xwe bikin û zekâtê bidin û îtaetî Allah û Rasûlê wî bikin. Allah, ji karûkirinên we agahdar e.