Teblîx

DÎN - RÊYA RAST - ÎSTÎQAMET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

21ayet hatin dîtin
Teblîx
1

Âl-i İmrân

Ayet: 20Rûpel: 51

Here Ayetê

Eger (der heqê îslâmê de) bi te re bikevin nîqaşê (ji wan re) bibêje: “Ez û yên bûne tabiê min, (me bi xaliskirina dîn ji Allah re û bi îbadetkirina jê re) rûyê xwe teslîmî Allah kir.” Ji yên Kitêb ji wan re hatine û muşrîkên nexwende re jî bibêje: “Ma hûn jî teslîm bûn?” Eger ew jî teslîm bibin, bêguman wê bigihîjin hîdayetê. Lê eger rû vegerînin li ser te enceq teblîxkirin (a îslâmê) heye. Allah, evdên xwe dibîne.

2

Mâide

Ayet: 67Rûpel: 118

Here Ayetê

Ya Rasûl! Tiştê ku Rabbê te ji te re nazil kiriye (ji însanan re) teblîx bike. Eger tu vêya nekî êdî te wezîfeya (hinarîya) rîsalet (a Allah) teblîx nekiriye/pêk neanîye. Allah, wê te ji însanan biparêze. Bêguman Allah, hîdayet li qewmekî kafir nake.

3

Mâide

Ayet: 92Rûpel: 122

Here Ayetê

Îtaetî Allah bikin û îtaetî Rasûl (ê wî) bikin û xwe (ji dijberîyê) biparêzin. Eger hûn rû vegerînin, bizanibin ku li ser pêxemberê me enceq teblîxeke vikîvekirî heye.

4

Mâide

Ayet: 99Rûpel: 123

Here Ayetê

Ji teblîxkirinê pê ve li ser pêxember tiştek tune. Allah bi tiştên hûn eşkere dikin jî û yên hûn vedişêrin jî dizane.

5

A'râf

Ayet: 68Rûpel: 158

Here Ayetê

“Ez wehîya/rîsaleta Rabbê xwe radigihînim û ez ji bo we şîretkarekî ewledar im.”

6

A'râf

Ayet: 69Rûpel: 158

Here Ayetê

“Ma hûn heyirîne ku ji bo hûn bitirsin û xwe biparêzin ji nava we zilamek bi zikrekî/bi bîrxistinekî ku we pê hişyar dike, hatîye? Bi bîr bînin! Piştî qewmê Nûh, (Allah) di şûna wan de (li ser rûyê erdê) hûn kirin xelîfe û di xuliqandinê de firehî (qam û qilafet û hêz) dabû we. Nexwe nîmetê Rabbê xwe bi bîr bînin da ku hûn bigihîjin rizgarîyê/xelasîyê.”

7

A'râf

Ayet: 93Rûpel: 161

Here Ayetê

Ji wan rû vegerand û gotibû: “Gelî qewmê min! Sond be min rîsaleta/hinarîya Rabbê xwe ragihande we û şîret li we kir. Ma ez ê çawa li ber qewmê kafir bikevim/xemgîn bibim?”

8

Hûd

Ayet: 57Rûpel: 227

Here Ayetê

“Eger hûn rû vegerînin, ew hinarîya ku ez pê hatime şandin min ew ji we re teblîx kiriye. Rabbê min di şûna we de qewmekî din tîne û hûn qet nikarin bi tiştekî zîyanê bidin wî. Bi rastî Rabbê min li ser her tiştî Hafîz (parêzvan) e.”

9

Ra'd

Ayet: 40Rûpel: 253

Here Ayetê

Eger em qismekî weada (ezaba) xwe nîşanî te bidin an jî (qet nîşan nedin û) te bimirînin jî (ferq nake), wezîfa te bi tenê teblîxkirin e. Hisab dîtin li ser me/karê me ye.

10

Nahl

Ayet: 35Rûpel: 270

Here Ayetê

Ew ên şirîk çêdikirin gotin: “Eger Allah daxwaz bikira me û kalanên xwe ji wî pê ve ji tiştekî din re îbadet nedikir û me ji xeynî emrê wî tiştek heram nedikir.” Ew ên berî wan jî wiha kiribûn. Wezîfa pêxemberan, qey ji teblîxa eşkere pê ve tiştekî din e?

11

Nahl

Ayet: 36Rûpel: 270

Here Ayetê

Sond be, me ji her ummetê re ji bo ku bibêjin (teblîx bikin): “Ji Allah re îbadet/evdîtî bikin û xwe ji taxût biparêzin.” pêxemberek şand. Bi vî awayî Allah hinekên wan hîdayet kir û li ser hinek ji wan jî rêşaşîtî heq bû. Li ser rûyê erdê bigerin û aqûbeta derewkaran/mukezziban çawa bûye bibînin.

12

Nahl

Ayet: 82Rûpel: 275

Here Ayetê

Eger ew rû vegerînin êdî tiştê li te dikeve tenê teblîxeke eşkere ye.

13

Ankebût

Ayet: 18Rûpel: 397

Here Ayetê

“Eger hûn biderewînin, bêguman qewmên berîya we jî derewandin. Wezîfa pêxember, enceq teblîxeke vikîvekirî ye.”

14

Ahzâb

Ayet: 39Rûpel: 422

Here Ayetê

Ew (pêxember in ku), rîsaleta Allah (ji însanan re) teblîx dikin û ji wî ditirsin û ji Allah pê ve qet ji tu kesî din natirsin. Ji hisab dîtinê re Allah bes e.

15

Yâsîn

Ayet: 17Rûpel: 440

Here Ayetê

“Wezîfeya me bitenê teblîxeke vikîvekirî ye.”

16

Şûrâ

Ayet: 48Rûpel: 487

Here Ayetê

Eger rû vegerînin, me tu li ser wan nekiriye çavdêr (ku amelên wan qeyd bikî). Wezîfeya te bitenê teblîx e. Bêguman em, dema ku ji alî xwe ve rahmetekê bi însan ditamînin ji ber vê yekê kêfxweş dibe û rû digire. Lê dema ji ber (amelên keda) destê wî xerabîyek tê serê wî, bi rastî însan dibe ji nankoran.

17

Ahkâf

Ayet: 23Rûpel: 504

Here Ayetê

Got: “Agahî (ya li ser dema hatina ezabê) li îndallah/li cem Allah e. Ez ew (heqîqet) ên ku pê hatime şandin ji we re radigihînim/teblîx dikim. Lê belê ez we, wek qewmekî ku xwe li cahiltîyê datînin, dibînim.”

18

Ahkâf

Ayet: 35Rûpel: 505

Here Ayetê

Tu jî wekî wan pêxemberên Ulu’l-Azm sebir bike! Ji bo (ku ji wan re ezab were) nelezîne. Roja ew (ezab) a ku pê hatibûn tehdîtkirin dibînin, ji wan weye ku ew tenê bi qasî seatekî rojê (li dinyayê) mane. (Ev,) teblîxek e/dazanînek e. Erê ma ji qewmekî fasiq pê ve kes tê helakkirin?

19

Teğabûn

Ayet: 12Rûpel: 556

Here Ayetê

Îtaetî Allah bikin û îtaetî pêxember bikin. Eger hûn rû vegerînin, wezîfeya pêxemberê me bitenê teblîxeke vikîvekirî ye.

20

Cin

Ayet: 23Rûpel: 572

Here Ayetê

(Peywira/Wezîfeya min,) teblîxa ya ku ji Allah e û hinareyên/peyamên wî ne. (Ji ezabê wî enceq bi vê awayê bikaribim xelas bibim.) Kî jî ji Allah û rasûlê wî re serî rake/îsyan bike, ji bo wî cehennem heye ku wê tê de ebedî bimîne.”

21

Cin

Ayet: 28Rûpel: 572

Here Ayetê

Heta bizanibe ku wan, hinareyên/peyamên ji Rabbê xwe (bê kêmasî û parastî) teblîx kirine. (Allah,) wê (agahî) ya li cem wan dorpêç kiriye û her tiştî (yek bi yek) xistîye bin qeydê.