Zikirkirina Allah (ac)

ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

21ayet hatin dîtin
Zikirkirina Allah (ac)
1

Bakara

Ayet: 152Rûpel: 22

Here Ayetê

(Di muqabilê nîmetên min de bitenê) min bi bîr bînin da ku ez jî we bi bîr bînim. Û ji min re şikur bikin, nankorîyê nekin.

2

Bakara

Ayet: 198Rûpel: 30

Here Ayetê

Ji bo lutf û îhsana Allah bi dest bixin (di bazirganîya dema heccê de) li ser we tu guneh tune. Dema hûn ji Arafatê daketin, li Meş’arê Heram (li Muzdelifê) Allah zikir bikin. Weke ku we hîdayet kiriye hûn jî wî zikir bikin. Çendî berê (berîya ku we hîdayet bike) hûn ji rêşaşan bûn. (Vêya ji bîr nekin.)

3

Bakara

Ayet: 200Rûpel: 30

Here Ayetê

Dema we îbadetên xwe (yên heccê) qedand, her wekî ku we (di cahilîyê de) bav û kalên xwe bi bîr dianî, yan jî jê hêjî zêdetir Allah zikir bikin/bi bîr bînin. Ji însanan hinek (dema ku dûa dikin wiha) dibêjin: “Ya Rabbî! Li dinyayê bide me.” Ji yên wiha re li axîretê tu parek tune.

4

Bakara

Ayet: 203Rûpel: 31

Here Ayetê

Di rojên hejmartî (2, 3 û 4’in rojên Îda Qurbanê) de Allah zikir bikin. Kî di du rojan de (di roja sêyemîna îdê de ji bo vegera ji Mînayê) bilezîne li ser wî guneh tune. Kesê ku ji Allah bitirse û xwe biparêze ji herdu rojên ewil şûnde texîr bike (heta roja dawî li Mînayê bimîne), jê re jî guneh tune. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û bizanibin ku hûn ê (bên vejandin û) di hizûra wî de heşir bibin.

5

Bakara

Ayet: 239Rûpel: 38

Here Ayetê

Eger hûn bitirsin peya an jî siwar (nimêjên xwe bikin). Dema ku (rewşa tirsê bihûrî û) hûn gihîştin ewlehîyê her wekî berê ku we pê nizanîbû wî nîşanî we dabû, Allah zikir bikin.

6

Âl-i İmrân

Ayet: 41Rûpel: 54

Here Ayetê

Got: “Rabbê min! Ji bo min elametekî bide.” Got: “Nîşana te ev e ku (bi jest û mîmîkan) ji îşaretkirinê pê ve heta sê rojan dê tu bi însanan re nikaribî bipeyivî. Rabbê xwe pir zikir bike û sibeh û êvaran wî tesbîh bike.”

7

Âl-i İmrân

Ayet: 135Rûpel: 66

Here Ayetê

Û ew (mutteqî ne) ku; dema xerabîyekî dikin an jî (bi gunehkarîyê) li nefsa xwe zilmê bikin, hema Allah tînin bîra xwe û daxwaza efûkirina gunehên xwe dikin. Ma ji Allah pê ve kî dikare gunehan efû bike? Û ew li ser amelên xwe (yên xerab) de bi zanebûn israr nakin.

8

Âl-i İmrân

Ayet: 191Rûpel: 74

Here Ayetê

Ew in ku; li pîyan û runiştî û li ser kêlekên xwe dirêjkirî Allah zikir dikin. Der heqê xuliqandina erd û esmanan difikirin (û dibêjin): “Rabbê me! Te ev bê sebep/beyhude ne xuliqandîye. Em te ji hemû kêmasîyan tenzîh dikin, tu me ji ezabê agir bisitirîne.”

9

Nisâ

Ayet: 103Rûpel: 94

Here Ayetê

Dema we nimêja xwe xelas kir, li pîyan û runiştî an jî li ser teniştên xwe (dirêjkirî) Allah zikir bikin. Dema ku (rewşa tirsê bihûrî û) hûn gihane hizûrê/aramîyê nimêja xwe bi temamî (wek mûqîm) bikin. Bêguman nimêj li ser mumînan ferzeke wextên wê diyarkirî ye.

10

Mâide

Ayet: 4Rûpel: 106

Here Ayetê

Ew ji te dipirsin ka ji wan re çi hatîye helalkirin. Bibêje: “Tiştên paqij hate helalkirin. Wekî ku Allah hînî we kiriye û we jî hînî heywanên nêçîrê kiriye ku (ew ajalên nêçîrê) ji we re nêçîrê dikin, tiştên ku ew digirin jî (ji we re helal in). (Nêçîrên) ku ji bo we girtine navê Allah li ser bixwînin û bixwin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah, yê ku hisab dîtina wî pir bi lez, Serîu’lhîsab e.”

11

A'râf

Ayet: 205Rûpel: 175

Here Ayetê

Bi lavelaveke ji dil û bi tirs û bi dengekî nizim/navincî sibeh û êvar Rabbê xwe zikir bike. Nebe tu bibî ji xafilan!

12

Enfâl

Ayet: 45Rûpel: 181

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Dema hûn (di qada şer de) rastî komekî hatin, sebatkar bin û Allah pirzêde zikir bikin da ku hûn bigihîjin rizgarîyê/xelasîyê.

13

Kehf

Ayet: 24Rûpel: 295

Here Ayetê

(Bibêje:) “Înşaallah/Allah daxwaz bike (ez ê bikim).” Dema ku te ji bîr kir jî Rabbê xwe zikir bike. Û bibêje: “Hêvî heye ku Rabbê min, ez bigihînime rûşdeke/gehîştineke ji vêya nêztir.”

14

Ahzâb

Ayet: 21Rûpel: 419

Here Ayetê

Sond be ji bo we di Rasûlullah de, ji ew ên ku hêvîya Allah û roja axîretê dikin û Allah pirzêde zikir dikin re nimûnetîyeke xweşik heye.

15

Ahzâb

Ayet: 41Rûpel: 422

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Allah pirzêde zikir bikin.

16

Cuma

Ayet: 9Rûpel: 553

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Dema ku roja înê ji bo nimêjê hate (bang dayîn) vexwendin, bi bal zikra Allah (bi nimêjê) ve bibezin û dev ji danûsitendinê berdin. Eger hûn bizanibin ev, ji bo we ya herî bixertir e.

17

Cuma

Ayet: 10Rûpel: 553

Here Ayetê

Dema ku nimêj qedîya êdî li ser rûyê erdê belav bibin. Ji lutf û îhsana Allah bigerin. Allah pirzêde zikir bikin da ku hûn bigihîjin xelasîyê.

18

Munâfikûn

Ayet: 9Rûpel: 554

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Bila mal û ewladên we, hûn ji zikra Allah paş ve nexin/men nekin. Kî jî wisan bike ha ew, yên ku bi xusranê ketine bixwe ne.

19

Muzzemmil

Ayet: 8Rûpel: 573

Here Ayetê

Navê Rabbê xwe zikir bike (dev ji her tiştî berde) û bi awayekî kâmil berê xwe bide wî.

20

İnsân

Ayet: 25Rûpel: 578

Here Ayetê

Û sibeh û êvar Rabbê xwe zikir bike.

21

A'lâ

Ayet: 15Rûpel: 591

Here Ayetê

Û ew ê bi zikirkirina navê Rabbê te nimêj dike.