Edalet û Hukimdayna Bi Dadwerî

EXLAQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

25ayet hatin dîtin
Edalet û Hukimdayna Bi Dadwerî
1

Bakara

Ayet: 282Rûpel: 47

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Dema we tiştek heta wexteke navlêkirî/demeke bellî bi deyn da hevdu, wî binivîsin. Bila katibek/nivîsvanek ji nav we bi edalet binivîse. Ew katib weke ku Allah pê daye zanîn xwe ji nivîsê nede paş û bila binivîse. Bila deyndar jî deynê xwe bide nivîsandin û ji Allahê ku Rabbê wî ye bitirse û qet tu tiştekî ji wî (deynê) kêm neke. Eger deyndar aqilsivik be an (ji alî bedena xwe ve) zeîf be an jî ew bixwe nikaribe binivîse, bila welîyê wî bi edalet bide nivîsandin. Ji zilamên ku ji we ne du şahid bigirin. Eger hûn du zilam nebînin, ji şahidên ku hûn ji wan qayîl in, zilamek û du jin bila şahidîyê bikin. (Hikmeta ku du jin dikeve şûna zilamekî de ev e) eger yek ji wan ji bîr bike jî da ku ya din bi bîra wê bîne. Dema şahid ji bo şahidîyê hatin gazîkirin bila xwe nedin paş. Biçûk an mezin (deynên xwe) hetanî qewlê wî ji bo nivîsandinê sistahîyê nekin. (Nivîsandina we ya her cureyê deynan) li îndallah/li cem Allah şahidîya herî dadwer/adil û xurttir û ji bo ku hûn nekevin gumanê ya herî munasib e. Lê belê eger hûn di navbera xwe de (weke esnafî û gerokerî û bazarên mihela) danûstendinekî daîmî (pêşîn) bikin û vêya nenivîsin ji we re guneh tune. Dema danûstendinê de şahidan ji xwe re bigirin. Bila neheqî li nivîsvan/katib û şahidan neyê kirin. Eger (ji ber nivîsvanî an şahidî hûn zerarê bidin van însanan) ev ji bo we fisq/guneh e. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Allah, hînî we dike. Allah zanayê her tiştî ye.

2

Âl-i İmrân

Ayet: 21Rûpel: 51

Here Ayetê

Bêguman ew kesên ku ayetên Allah înkar dikin û pêxemberan bi neheqî dikujin û yên ku daxwaza edaletê dikin dikujin, tu mizgîna ezabekî biêş û jan bide wan.

3

Âl-i İmrân

Ayet: 22Rûpel: 51

Here Ayetê

Ewana ew kes in ku amelên wan li dinya û axîretê pûç (û betal) bûne û ji wan re, tu alîkar jî tune.

4

Âl-i İmrân

Ayet: 23Rûpel: 52

Here Ayetê

Ma qey te (rewşa) wan kesên ku parek ji Kitêbê ji wan re hatîye dayîn nedît? Ji bo ku di navbera wan de hukim bide ew bi bal Kitêba Allah ve têne gazîkirin, paşê hinek ji wan bi pozbilindî pişta xwe didin (vê bangê).

5

Âl-i İmrân

Ayet: 24Rûpel: 52

Here Ayetê

(Sebebê vê rêşaşîtîya wan ev) gotina wan e: “Ji çend rojên bijimar pê ve agir bi me nakeve.” Ev bêbextîya (ku li ser navê Allah bi nezanîn) lihev anîne, der heqê dînê wan de, ew xapandin.

6

Âl-i İmrân

Ayet: 25Rûpel: 52

Here Ayetê

Gelo di wê roja ku (pêk hatina wê) bêgumane de, dema ku em wan dicivînin wê (rewşa wan) çawa çêbe? Paşê her nefs, çi bi dest xwe xistibe wê bê kêmasî jê re bê dayîn; neheqî jî li wan nayê kirin?

7

Nisâ

Ayet: 3Rûpel: 76

Here Ayetê

Eger der heqê sêwîyan de hûn bitirsin ku hûn ê nikaribin edaletê pêk bînin, wê gavê ji jinên ku (ne yetîm in û) ji we re helal in du heb an sê heb an çar heb (jin) li xwe mehr bikin. Lê hûn bitirsin ku hûn ê nikaribin (di nav wan de) edaletê pêk bînin; qîma xwe bi yekê tenê an jî bi carîyeyên xwe bînin. Ev, ji bo ku hûn neheqîyê nekin ya herî munasîb e.

8

Nisâ

Ayet: 58Rûpel: 86

Here Ayetê

Bêşik Allah emrê we dike ku hûn emanetan bidin ehlê wan û dema we di nava însanan de hikum kir, bi edaletê hikum bikin. Allah bi vêya çi şîretên xweş li we dike! Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

9

Nisâ

Ayet: 105Rûpel: 94

Here Ayetê

Ji bo tu di navbera însanan de wekî ku Allah nîşanî te daye hikum bikî me Kitêb ji te re nazil kiriye. Ji xayînan re ne be alîgir/parêzvan.

10

Nisâ

Ayet: 135Rûpel: 99

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Di aleyha we û dê û bavê we û eqrebayên we de be jî edaletê bê kêmasî pêk bînin û ji bo Allah şahidîya (bi edalet) bikin. (Ew ê hûn ji bo wan şahidî dikin) dewlemend bin an jî feqîr bin (ne li gorî zengînî û feqîrîyê binirxînin) Allah nêziktirê her duyan e. Nedin pey hewayên xwe û bi edaletîyê nekin. Eger hûn gotinê li ser zimanê xwe bigilgilînin an jî (ji edaletê) rû vegerînin bêguman Allah, li ser amelên we (ji tiştên ku hûn dikin agahdar) Xabîr e.

11

Mâide

Ayet: 8Rûpel: 107

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Ji bo Allah bi şahidîyeke adil heqîyê qaîm bikin (rakin pîya). Buxza/kîna we ya li hemberî qewmekî bila we ji edaletê nevegerîne. Dadwer bin/Adil bin! Lewre ev (adilbûn) nêzîktirê teqwayê ye. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah, ji amelên ku hûn dikin agahdar e.

12

Mâide

Ayet: 42Rûpel: 114

Here Ayetê

Ew, guhdarîya derewan dikin û bertil/heram dixwin. Eger werin cem te tu dixwazi di navbera wan de hikum bide û dixwazi jî ji wan rû vegerîne. Eger tu ji wan rû vegerînî qet nikarin zerarekî bidin te. Heke tu di navbera wan de hikum bikî bi edalet hikum bike. Bêguman Allah ji mirovên adil/dadwer hez dike.

13

A'râf

Ayet: 29Rûpel: 152

Here Ayetê

(Dîsa) bibêje: “Rabbê min edaletê emir kiriye. Di her çûna cihê sicûdê/mescîdê de berê xwe bidin wî û dînê xwe bitenê ji bo wî xalis bikin û ji wî re dûa bikin. Çawa ku wî hûn cara pêşîn xuliqandibû (hûn ê dîsa bi bal wî ve) vegerin.

14

A'râf

Ayet: 159Rûpel: 169

Here Ayetê

Civatek ji qewmê Mûsa heye ku bi heqî rêya rast dîtine û bi heqîyê hukim dikin.

15

A'râf

Ayet: 181Rûpel: 173

Here Ayetê

Ji mexluqên me civatek heye ku ji heqîyê re rehberîyê dikin û bi heqîyê hukim didin (an jî bi heq/bi wehîyê rehberî dikin û pê edaletê pêk tînin).

16

Nahl

Ayet: 76Rûpel: 274

Here Ayetê

Allah ev herdû zilam jî wek mîsal dide. Yek ji wan lal e û hêza wî li ser tiştekî tune û ew li ser xwedîyê xwe bar e. Xwedîyê wî, ew bi ku ve bişîne tu qencîyekî nayne (wê îşê edim dike/diherimîne). Ma ev û ew ê ku ew bixwe li ser rêyekî rast be û bi edalet emir dike dibin weke hev?

17

Nahl

Ayet: 90Rûpel: 276

Here Ayetê

Bêguman Allah edaletê û qencîyê û alîkarîya ji bo eqrebeyan emir dike. Ji fuhşîyatê û ji munkerê û ji zêdegavîyê (ji binpêkirina heqên mirovên din) men dike. Ji bo ku hûn bi bîr bînin û bifikirin şîretan li we dike.

18

İsrâ

Ayet: 33Rûpel: 284

Here Ayetê

Canê ku Allah (kuştina wê) heram kiriye, ne li ser heqîyê (ya ku li gorî şerîetê heq) be nekujin. Kî jî wek mezlum bê kuştin, bêşik me raye (ya qisasê) daye /welîyê wî. Nexwe bila ew jî di qisasê de/di kuştinê de bêpîvanî/zêdegavî neke. Lewre alîkarîya wî hatîye kirin.

19

Enbiyâ

Ayet: 47Rûpel: 325

Here Ayetê

Em roja qiyametê mêzênên/terazîyên edaletê datînin. Li tu kesî neheqî nayê kirin. Eger bi qasî giranîya heba xerdelê (tiştekî bê qîmet) be jî em ê wê bînin. Ji hisab dîtine re em bes in.

20

Ahzâb

Ayet: 5Rûpel: 417

Here Ayetê

Hûn bi navê bavên wan gazî wan (nevîsîyan/kurmarîyan) bikin. Ev, li îndallah/li cem Allah herî çêtir lêhatîyê edaletê ye. Eger hûn bi bavên wan nizanibin, êdi ew di dîn de birayên we û dostên we ne. Di tiştên ku we bi xeletî kiribe de li ser we guneh tune. Lê (guneh), ew tişte ku we bihemdê xwe/biqestî kiriye. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

21

Sâd

Ayet: 26Rûpel: 453

Here Ayetê

Ya Dawûd! Me tu li ser rûyê erdê kir xelîfe. (Nexwe) di nav însanan de bi heq hukim bike. Nebe tabiê hewayê/hewesê, nexwe wê te ji rêya Allah bixerifîne. Bêguman, ji wan ên ku ji rêya Allah xerifîne re, ji ber ku roja hisabê ji bîr kirine ezabekî dijwar heye.

22

Şûrâ

Ayet: 15Rûpel: 483

Here Ayetê

Tu (bi bal tewhîdê ve) bivexwîne/dawet bike. Wekî ku tu pê hatî fermankirin rasterast be. Nebe tabiê hewayên/hewesên wan. Û bibêje: “Min, bi her Kitêba ku Allah daxistîye îman anî. Ez di navbera we de bi (hukimdayîna li ser) edaletê hatime emirkirin. Allah, Rabbê me û Rabbê we ye jî. Amelên me ji me re û amelên we jî ji we re ne. Di navbera me û we de huccet (delîl anîna wek bi berhemberî û nîqaş) nîne. (Lewre heq, vikîvekirî li holê ye.) Allah, wê me hemûyan li cem hev bicivîne. Veger jê re ye.

23

Rahmân

Ayet: 7Rûpel: 530

Here Ayetê

Me esman bilind kir û mîzan (edaletê di nav însanan de wek pîvan) danî.

24

Hadîd

Ayet: 25Rûpel: 540

Here Ayetê

Sond be me rasûlên xwe (bi delîlên) eşkere şandin. Ji bo ku însan edaletê qayîm bikin me ligel wan Kitêb û mîzan (pîvana edaletê) daxist. (Wekî din) me hesin jî daxist ku tê de hêzek mezin û ji bo însanan gelek feyde hene. Heta ku Allah, di xiyabê de (digel ku tu kes wan nabîne) ew ên alîkarîya Allah û rasûlên wî dikin derxîne holê û wan veqetîne. Bêguman Allah, (yê xwedî hêz û quwwet) Qawîy û (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e.

25

Mumtehine

Ayet: 8Rûpel: 549

Here Ayetê

Allah, hûn ji qencîkarî û edaleta wan ên ku ji ber dînê we bi we re şer nekirine û hûn ji welatê we dernexistine men/nehiy nake. Lewre Allah, ji kesên dadwer/adil hez dike.