A'râf
Ayet: 42Rûpel: 154
Heçî ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî em tu nefsî bi barekî ji quweta wî zêdetir binbar nakin. Evana, ehlê cennetê ne û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 42Rûpel: 154
Heçî ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî em tu nefsî bi barekî ji quweta wî zêdetir binbar nakin. Evana, ehlê cennetê ne û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayet: 43Rûpel: 154
Me di singa wan de ji kînê/ji kerbê/ji xezebê her çi hebe bitevahî derxistîye/sitendîye. Di binê wan de çem diherikin. (Û wiha) dibêjin: “Hemd ji wî Allahê re be ku em gihandine vê. Eger Allah me negihîştandiba van (nîmetan) ji ber xwe ve gihîştina me (ya van nîmetan) ne mimkûn bû. Sond be Rasûlên Allah bi heq ji me re hatin.” Wê li wan wiha bê bangkirin: “Ji ber amelên we (yên salih) ew cenneta hûn jê re bûne waris, ev e.”
Ayet: 44Rûpel: 155
Ehlê cennetê, bang/gazî li cehennemîyan dikin: “Tiştê ku Rabbê me ji me re wead kiribû me heq/rast dît. Ma tiştê (ew ezaba) ku Rabbê we ji we re wead kiribû we jî rast dît?” (Ew) dibêjin: “Belê/Erê.” (Li ser vêya) bangvanek di navbera wan de wiha dike gazî: “Laneta Allah li ser zaliman be!”
Ayet: 46Rûpel: 155
Di navbera wan de perdeyek heye. Li A’rafê zilamên rawestî hene. Ew her kesî ji rûyên wan nas dikin. Ji wan ên ehlê (ku dê bikevin) cennetê re wiha dibêjin: “Silav li we!” Ev ên ku pir dilxwazê wê ne û hêvîdar in lê hêj neketine (cennetê).
Ayet: 47Rûpel: 155
Dema berê wan bi hêla ehlê cehennemê ve tê vegerandin (wiha) dibêjin: “Rabbê me! Me bi qewmê zalim re ligel hev negire!”
Ayet: 48Rûpel: 155
Ew ên li A’rafê gazî hinek zilamên ku ji sîmayên wan nas dikin re wiha deng dikin: “Ne komkirina (hêz û serweta) we û ne jî quretîya we (li hember ezaba Allah) qet tu feyde da we.”
Ayet: 49Rûpel: 155
Ew kesên ku we sond dixwar û digot: “Rahmeta Allah qet nagihîje wan?” ev in? Têkevin cennete! Ji we re tirs jî tune û hûn xemgîn jî nabin.”
Ayet: 50Rûpel: 155
Ew ên cehennemî bangî cennetîyan dikin û dibêjin: “Hinek av an jî ji rizqê ku Allah daye we tiştekî bidin me/bi alî me ve biherikînin.” (Cennetî jî wiha) dibêjin: “Bi rastî Allah her du jî ji kafiran re heram/qedexe kiriye.”
Ayet: 26Rûpel: 211
Jî muhsînan/qencîkaran (ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik teqdîm dikin) re El-Husna (cennet) û hê zêdetir (rûyetullah/dîtina Allah) heye. Ne rûreşî bi wan digire û ne jî zillet. (Rûyên wan ronahî ye.) Evana ehlê cennetê ne û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayet: 23Rûpel: 223
Bêguman ew ên îmân anîne û amelên salih kirine û bi axbet (bi sitûxwarî û bi dilhedanî) girêdayîyê Rabbê xwe ne, ehlê cennetê ne û wê di wir de ebedî bimînin.
Ayet: 24Rûpel: 223
Mîsala wan her du firqeyan (ku qismek cennetî ne û qismek jî cehennemî ne) weke mîsala (ew koma) kor û ker û (ew koma) dibînin û dibihîzin e. (Ev her du kom) wek mîsal qet dibin weke hev? Hûn qet şîret nagirin?
Ayet: 108Rûpel: 232
Ew ên bextîyar jî; hetanî erd û esman li pîya bin/hebin wê bêdawî di cennetê de bin. Daxwaza Rabbê te ne tê de/mustesna. (Ev) xelateke bêdawî ye ku qutbûn jê re tune.
Ayet: 45Rûpel: 263
Bêguman kesên mutteqî, di cennetan de û li ser kanîyan e.
Ayet: 32Rûpel: 269
Ew in ku; dema melâîket bi xweşî canê wan distînin dibêjin: “Silav li ser we be! Ji ber kar û kirinên xwe bikevin cennetê.”
Ayet: 23Rûpel: 333
Bêguman Allah, wan ên îmân anîne û amelên salih kirine jî dixe cennetên di binî de çem diherikin. Li wir bi bazinên ji zêr û ji durr/ji lûlû dixemilin û libasên wan jî ji hevrîşim e.
Ayet: 40Rûpel: 446
Evdên Allah yên ku muxlas/dilpak/xwedî îxlâs in, ne tê de.
Ayet: 41Rûpel: 446
Ji bo wan rizqekî têzanîn heye.
Ayet: 42Rûpel: 446
Fêkîyan… Ew yên îkrambûyî ne.
Ayet: 43Rûpel: 446
Di cennetên Naîm (bihiştên nîmetan) de ne.
Ayet: 44Rûpel: 446
Li pêşberî hev, li ser textan (paldayî) ne.
Ayet: 45Rûpel: 446
Bi qedehên ku ji kanîyê hatine tijekirin li derdora wan tên gerandin.
Ayet: 46Rûpel: 446
(Di nava wan qedehan de) vexwarineke spî ku lezzetê dide vexwaran heye.
Ayet: 47Rûpel: 446
Di wê vexwarinê de ne serêşek (dikşînin) û ne jî serxweş dibin.
Ayet: 48Rûpel: 446
Li cem wan, hevjînên çavxezal hene ku rênîna wan tenê li ser mêrê wan in
Ayet: 49Rûpel: 446
Tu dibêjî qey ew durrên veşartî ne.
Ayet: 50Rûpel: 446
Berê xwe didin hev/li ser hev difitilin û berhemberê hev lêpirsînê dikin,
Ayet: 51Rûpel: 446
Ji nav wan peyvdarek wiha dibêje: “Birastî hevalekî min hebû.”
Ayet: 52Rûpel: 447
Digot: “Ma tu jî ji wan kesan î ku (jiyana axîretê) tesdîq dikin?”
Ayet: 53Rûpel: 447
“Ma dema em bimirin û bibin ax û hestî, em ê berdêla amelên xwe bistînin?”
Ayet: 54Rûpel: 447
“Hûn jî dixwazin bibînin (ka ew di çi rewşê de ye)?”
Ayet: 55Rûpel: 447
Lê nihêrt û wî di nîvê agir de dît.
Ayet: 56Rûpel: 447
Got: “Sond bi Allah be ku, hindik mabû te min jî bixistana (cihê ku tu tê de yî).”
Ayet: 57Rûpel: 447
Eger nîmetên Rabbê min (li ser min) nebûya, teqez ez jî dibûm ji wan amadekirî (yên cehennemê).”
Ayet: 58Rûpel: 447
“Nexwe em ê careke din nemirin, ne wisan?”
Ayet: 59Rûpel: 447
“Em ê careke tenê bimirin û em êdî nayên ezabdayînê jî ne wisan?”
Ayet: 60Rûpel: 447
Bêguman ev, (ha ev bixwe) qezencek û rizgarîyeke mezin e.
Ayet: 61Rûpel: 447
Ew ên wê bişixulin bila ji bo vê bixebitin.
Ayet: 62Rûpel: 447
(Aniha bibêjin:) Ezimandineke/mêvandarîyeke wiha bixêrtir e an jî dara zequmê?
Ayet: 63Rûpel: 447
Me ew, ji bo zilimkaran re kiriye fitne.
Ayet: 73Rûpel: 465
Ew ên ji Rabbê xwe ditirsin û xwe biparêzin wê zumre ber bi cennetê ve bên ajotin. Dema ku têne cem wê derî li wan vedibin û notirvanên wê (cennetê) ji wan re dibêjin: “Silav li ser we be, hûn pîrûpak hatin. Êdî wek mayîndarên ebedî têkevin wê derê.”
Ayet: 74Rûpel: 465
Dibêjin: “Hamd ji wî Allahê re ku ji weada xwe sadiq ma û em kirin warisê erzê (cennetê) da ku li wê derê em li gor daxwaza xwe tevbigerin. Xelata xebatkaran çi qas xweşik e.”
Ayet: 30Rûpel: 479
Bêguman ew ên dibêjin: “Rabbê me Allah e” û paşê li ser îstîqametê ne, di ser wan de melaîket dadikevin (û dibêjin): “Netirsin, xemgîn jî nebin û bi wê cenneta ku li we hatîye weadkirin re kêfxweş bibin.”
Ayet: 31Rûpel: 479
“Em di jiyana dinyayê de jî û li axîretê jî dostên we ne. Li wê derê dilê we her çi bixwaze ji we re ye û hûn li wê derê her çi daxwaz bikin jî yê we ye.”
Ayet: 32Rûpel: 479
“Wek ezimandineke/îkrameke ji (Allahê) Xafûr û Rahîm (bikevin wê derê).”
Ayet: 68Rûpel: 493
Ya îbadên min! Îro ji we re tirs tune û hûn xemgîn jî nabin.
Ayet: 69Rûpel: 493
Ew in ku; îman bi ayetên me anîne û teslîm bûne.
Ayet: 70Rûpel: 493
Hûn û hevjînên xwe wek (ji alî Allah ve) tên ezimandin bikevin cennetê.
Ayet: 71Rûpel: 493
Li ber wan tebeq û qedehên zêrîn tên gerandin. Li wê derê hemû tiştên ku dilên wan dixwaze û çavên wan pê xweş dibe, heye. Hûn ê di wir de bêdawî bimînin.
Ayet: 72Rûpel: 493
Ew cenneta di berdêla amelên we ku hûn jê re bûne waris, ev e.
Ayet: 73Rûpel: 493
Li wê derê, ji bo we gelek fêkîyên ku hûn ê ji wan bixwin hene.
Ayet: 51Rûpel: 497
Bi rastî ew ên mutteqî, di meqamên ewledar de ne.
Ayet: 52Rûpel: 497
Di nava cennetan de û li ser kanîyan.
Ayet: 53Rûpel: 497
Ji libasên hevrîşim ên tenik û sitûr li xwe dikin û bi berhemberî rûdinin.
Ayet: 54Rûpel: 497
Ha wisan… Me wan bi horîyên çavgir (çavxezal) re zewicandin.
Ayet: 55Rûpel: 497
Li wir, di nava ewlehîyê de ji her cureyên fêkîyan dixwazin.
Ayet: 56Rûpel: 497
Li wir, ji mirina pêşîn pê ve ew mirineke din tam nakin. Û (Allah,) wan ji ezabê cehennemê parastîye.
Ayet: 57Rûpel: 497
Wek lutf û îhsaneke ji Rabbê te… Ha ev, rizgarîya/qezenca herî mezin bixwe ye.
Ayet: 13Rûpel: 502
Bêguman, ew ên piştî ku gotine: “Rabbê me Allah e” û li ser îstîqametê sebat kirine, ji wan re tirs tune û ew xemgîn jî nabin.
Ayet: 14Rûpel: 502
Ew, ehlê cennetê ne û wek berdêla amelên xwe wê di wir de ebedî dimînin.
Ayet: 15Rûpel: 503
Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hilgirt û ew bi meşeqet welidand. Hilgirtina wî (ya hemîletîyê de) û veqetana wî (ya ji şîr) sî meh/heyv e. Axir dema ku gihîya û bû çil salî got: “Rabbê min! Îlhamê bide/min muwefeq bike ku ez ji wan nîmetên te daye min û dê û bavê min re şikur bikim. Zurîyeta min jî ji bo min isleh bike. Bêşik min ji te re tobe kir û ez ji muslîman im/ji evdên ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah (yek ji wan) im.”
Ayet: 16Rûpel: 503
Ha evana kesên wisan in ku, em amelên wan ên xweşik qebûl dikin û gunehên wan dibexşînin û ew di nava ehlê cennetê de ne. (Ev,) ehda/soza rastîyê ya ku ji wan re hatibû weadkirin e.
Ayet: 5Rûpel: 577
Bi rastî ew ên Ebrar (pirzêde qencî dikin,) ji qedehekî (bêhnxweş û hênikker) ku têkelê wê kafûr e vedixwin.
Ayet: 6Rûpel: 578
Çavkanîyeke wisan e ku evdên Allah jê vedixwin û (bi devera dixwazin ve) bi xurexur diherikînin.
Ayet: 7Rûpel: 578
Nezrên xwe bicih tînin û ji rojeke ku xerabîya/şerra wê belavbûyîye ditirsin.
Ayet: 8Rûpel: 578
Digel ku jê hez dikin/dilê wan diçê jî xwarin bi kesê miskîn/feqîrê hewcedar û bi sêwî û bi dîl/êsîr didin xwarin.
Ayet: 9Rûpel: 578
“Em bitenê ji bo razîbûna Allah bi we didin xwarin. Em ji we ne xelatek û ne jî spasîyek dixwazin.”
Ayet: 10Rûpel: 578
“Lewre em (ji ber wê) roja mirûzdayî û dirêj û dijwar ji Rabbê xwe ditirsin.”
Ayet: 11Rûpel: 578
Allah, (bi saya îtaeta wan a li dinyayê) wan ji şerra vê rojê parastîye û rûgeşî û şahî daye wan.
Ayet: 12Rûpel: 578
Di muqabilê sebra wan de bi cennet û hevrîşimê tên xelatkirin.
Ayet: 13Rûpel: 578
Li wê derê li ser textan paldayî ne. Li wir ne (germa) tavê û ne jî (sermaya) zemherîyê/çileyê reş dibînin.
Ayet: 14Rûpel: 578
Sî (yên daran ji wan re) nêzkirî ye û (fêkîyên wan) ên quraftinê jî bi dahelînandinekî dahelandî ne (ku gihîştina wan hêsankirî ye).
Ayet: 15Rûpel: 578
Li derdora wan firaqên zîvî û qedehên belûr tên gerandin.
Ayet: 16Rûpel: 578
Firaqên belûr ên ji zîvê, di pîvana (li gorî dilên wan) de ye.
Ayet: 17Rûpel: 578
Ji wan re li wê derê ji vexwarineke ku têkelê wê zencefil e tê vexwartin.
Ayet: 18Rûpel: 578
Ji kanîyeke (wisan) ku, li wir bi navê selsebil tê navandin.
Ayet: 19Rûpel: 578
Li der dora wan ciwanên nemir/ebedî digerin. Dema tu wan dibînî tu zen dikî ku ew durên belavbûyî ne.
Ayet: 20Rûpel: 578
Tu (çi çax û bi ku ve) binêrî, tu yê nîmetan û seltenatekî/serwerîyekî mezin bibînî.
Ayet: 21Rûpel: 578
Li ser wan ji hevrîşmê tenik û stûr cilên kesk hene. Bi bazinên zîvî xemilandî ne. Rabbê wan şerabeke têrpaqij bi wan dide vexwarin.
Ayet: 22Rûpel: 578
Ev, xelateke ji bo we (amadekirî) ye. Û xebata we (ya li dinyayê) jî hatîye şekirandin (berdêla wê qat bi qat hatîye zêdekirin).
Ayet: 38Rûpel: 585
Ew roj (hinek) rû ronî ne/rûgeş in.
Ayet: 39Rûpel: 585
(Rûyên wan) bi ken û bi kêf in.