Hûn alîkarîya wî (Rasûlî) nekin, bêguman Allah alîkarîya wî kiriye. Wê dema kafiran ew (ji Mekkeyê) derxistin ku ew ji du heban yek bû. Wê dema her du di şikeftê de bûn ji hevalê xwe (Ebû Bekir) re gotibû: “Xemgîn nebe, bêguman Allah bi me re ye.” Allah sekînet (ewlehî û aramîya ku qelbê wî hedand/kemijand) bi ser de daxist û piştgirêya wî kir û peyva kafiran (banga wan a şirkê) herî çepel/binpê kir. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Di nava wan de hin hene ku li pêxember ezîyetê dikin û wiha dibêjin: “Ew guhek e (ku guhê xwe dide her tiştî).” Bibêje: “Ew ji bo we guhekî bixêr e. Bi Allah îmân tîne/dihêne û ji mumînan bawer dike. Û ew mumînên ji we ne, ji bo wan rahmet e. Ji wan kesên ku ezîyet li Rasûlullah dikin re ezabekî biêş û jan heye.”
Sond be, me heft ayetên têne dubarekirin/sebu’l mesanî (Sûreya Fatîhe) û Qur'ana azîm/mezin da te.
(Bi wê Qur'ana ji te re nazil bûye têr bike/qîma xwe bîne.) Nebe tu çavên xwe berdî ew tiştên ji bo sûdwergirtinê me daye wan (kafiran). Li ser wan xemgîn nebe û mumînan jî têxe bin baskên (şefqeta) xwe.
Bibêje: “Bêşik ez, (belê) ez her hişyarkerekî vikîvekirî me.”
Tiştê ku tu pê hatî emirkirin (tewhîdê), êdî bi eşkerehî têxe holê û ji muşrîkan rû vegerîne.
Em li dij wan kesên ku tinazê xwe bi te dikin, besî te ne.
Sond be, em dizanin ku ji ber gotinên wan (pir aciz dibî) singa te teng dibe.
(Ji bo ku tu ji vê tengezarîyê xelas bibî) Rabbê xwe bi hemd tesbîh bike û bibe ji secdebiran.
Heta yeqîn (mirin) ji te re tê ji Rabbê xwe re îbadet/evdîtî bike!
Ji bo hinek ayetên xwe nîşanî wî bide ew (Allah) ê ku ji sifetên kêm munezzeh e/berî ye, evdê xwe di şevekê de ji Mescîdu'l Heram bire Mescîdu'l Aqsayê ku hawîrdora wê pîroz kiriye. Ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Gotin: “Hetanî tu ji me re ji erdê kanîyan dernexînî em îmân bi te naynin.”
“An jî ji bo te bostanekî xurme û rezekî tirî hebin û divê ku tu ji nav wan çeman derxînî.”
“An jî wekî ku tu îdîa dikî asîman parçe parçe di ser me de bînî xwarê an jî wê tu Allah û melâîketan (bi awayê ku bi çavan bên dîtin) bînî pêşberî me.”
“An jî divê ji zêran xanîyekî te hebûya an jî tu hilkişî/bifirî esmana. Lê heta tu ji esmana ji me re Kitêbeke ku em bixwînin neynî em bi hilkişîna te ya esman jî bawerî naynin.” Bibêje: “Ez Rabbê xwe tenzîh dikim. Ma ez ji pêxemberekî beşer pê ve tiştekî din im?”
Me berîya te her çiqas rasûl û nebîyên şandine dema dest bi xwendina (Kitabullah) kiriye muheqeq şeytan her hewl daye/daxwaz kiriye ku hin tiştan tevlî xwendina wî bike. Lê Allah, tişt (weswese û guman) ên wî (şeytan) daxwaz kiriye ku tevlî wê bike, pûç dike/diborîne û piştre ayetên xwe muhkem/zexm dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Îtaeta kafiran neke! Û bi wê (Qur'anê) li dij wan cîhadeke mezin bike.
(Her wiha) xwe bispêre Allah! Qet guman tune, tu li ser heqîyeke eşkere yî.
Bêguman tu nikarî bi (wan kafiran ku dişibin) mirîyan bidî sehkirin. Dema ku ew pişt bidinê û herin, êdî tu dawetê ji wan ên (li dij heqê) ker in re nikarî bidî sehkirin.
Tu nikarî ew ên kor (li dij heqîyê çavên xwe girtine) jî ji rêşaşîtîyê (xelas bikî û) bigihînî hîdayetê. Tu enceq bi kesên îman bi ayetên me anîne û teslîm bûne re bikaribî (vê dawetê) bidî sehkirin.
Nebî, ji mumînan re ji nefsa wan herî nêzîktir/herî pêştir e. Hevjînên wî jî dêyên/dayîkên wan in. Li gorî Kitêba Allah ew kesên eqreba ne ji wan mumînên din û ji muhaciran zehftir nêzîkî hev in. Lê hûn qencîyekî li dostên xwe bikin ne tê de. Ev, di Kitêbê de hatîye nivîsandin.
Di tiştên ku Allah ji bo wî ferz kiriye de, li ser pêxember guneh tune. (Ev,) di nava qewmên berê de jî sunnetullah/qanûna Allah ya rewacdar bû. Emrê Allah qadereke dîyarkirî ye.
Ew (pêxember in ku), rîsaleta Allah (ji însanan re) teblîx dikin û ji wî ditirsin û ji Allah pê ve qet ji tu kesî din natirsin. Ji hisab dîtinê re Allah bes e.
Ey Nebî! Ew hevjînên ku te mehra wan daye û carîyeyên ku Allah wek xenîmet dane te û ji yên ku bi te re hîcret kirine, dotmamên te û keçmetên te û keçxaletên te mehrkirina wan me ji te re helal kiriye. (Wekî din) ew jina ku xwe bexşî pêxember kiriye û pêxember jî xwestîye wê bistîne jî -mumînên din ne tê de, bi taybetî ji bo te tenê- me helal kiriye. Me ji mumînan re der heqê jinên wan û carîyeyên bin destê wan de çi ferz kiriye em dizanin. (Me wiha kir ku) ji bo te nebe tengasî. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ji wan (jinên xwe) kîjanê bixwazî tu dikarî paş de bihêlî (berdî) û kîjanê jî bixwazî dikarî li cem xwe bihêlî. Ji wan hevjînên xwe yên ku te berdane (dema tu lê vegerî), ji bo te gunehek tune. Ev (hukim), ji bo çavên wan ronî be û xemgîn nebin û bi tiştê ku te daye wan hemû pê qayîl bin herî munasib e. Allah, tiştên di qelbên we de dizane. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
Eger li xweşa te here jî ji niha pê ve di şûna hevjînên xwe de (zewaca te ya) bi hinek jinên din ji bo te ne helal e. Lê (stendin an guhartina) carîye ne tê de. Allah, li ser her tiştî çavnêr e.
Gelî ew ên îman anîne! Berîya ku destûr bê dayîn nekevin mala pêxember. (Çaxê hûn ketin mala wî jî) li hêvîya dema xwarinê nemînin. Lê eger hûn ji bo xwarinê bêne gazîkirin herin û piştî xwarinê jî derkevin/belav bibin. Ji bo suhbetê rûnenin. Bêguman ev tiştê ku hûn dikin ezîyetê dide pêxember, lê ew fedî/şerm dike (ku vêya ji we re bêje). Allah ji gotina heqîyê şerm nake. Dema ku hûn ê tiştekî (ji jinên pêxember) bipirsin, li pişt perdê bipirsin. Ev, hem ji bo qelbên we û hem jî ji bo qelbên wan herî paqijtir e. Ji we re ebedîyen ne helal e ku hûn ezîyetê li Rasûlullah bikin û pişt wî de jinên wî li xwe mehr bikin. Bêguman ev li îndallah/li cem Allah tiştekî pir mezin e.
Allah û melaîketên wî li ser pêxember selawatê tînin. Gelî ew ên îman anîne! Hûn jî selawat û silavê lê bînin.
Ya Nebî! Ji jinên xwe re û ji qîzên xwe re û ji jinên mumînan re bibêje: “Bila çarikên xwe (ya ku hemû bedena wan dinixûmîne) li xwe bikin. Ev, ji bo (danasîna wan wek azad û afîfe, lê wek xerab) neyên naskirin û ezîyetê nebînin ya herî lêhatî ye. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Sond be ew ên munafiq û yên di qelbê wan de nexweşî hene û ew ên li Medîneyê xeberên bêbinî belav dikin, eger dev ji vê (kirinên xwe) bernedin em ê te muselletê serê wan bikin. Paşê wê ew demekî pir hindik bikaribin cîrantîya te bikin.
Sebir bike! Weada Allah heq e. Dixwazî qismek (ezab) a ku me li wan wead kiriye em nîşanî te bidin an jî berîya (tu bibînî) em te bimirînin (ferq nake). Ew ê bi bal me ve bên vegerandin (wê ezaba ku pê hatine tehdîdkirin bitamînin).
Sond be me berîya te jî pêxemberan şand. Me ji te re behsa hinekan kir û behsa hinekan jî nekiriye. Heta destûra Allah nebe, tu pêxember nikare ayetek/mucîzeyek bîne. Dema ku emrê Allah bê, bi heq hukim tê dayîn û ehlê batil li wê derê dixisirin.
Ji bo ku li ser hemû dînan serdest bigire, yê ku pêxemberê xwe bi hîdayet û bi dînê heq şandîye ew e. Wek şahid Allah bes e.
Muhammed, Rasûlê Allah e. Ew ên pê re ne li dij kafiran dijwar in û di navbera xwe de dilbirehim in. Tu wan; di nav rukûvanan û secdebiran de û di daxwazîya bi dest xistina ji lutf û razîbûna Allah de dibînî. Elameta wan ev e ku, di rûyên wan de dewsa secdê heye. Ev wesfê wan a di Tewratê de ye. Wesfên wan ên di Încîlê de jî wiha ne ku; ew, weke çandek in ku zîl daye û xurt û sitûr bûye û xwe li ser koka xwe girtîye ku ev jî li xweşa cotkaran diçe. (Mîsala xurt bûn û belav bûna wan a wekî çandekî) ji bo ku kafir pê hêrs bibin hatîye dayîn. Allah, ji nav wan ew ên ku îman anîne û amelên salih kirine re mexfîret û xelateke herî mezin wead kiriye.
Gelî ew ên îman anîne! Nekevin pêşîya Allah û Rasûlê wî. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin! Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Gelî ew ên îman anîne! Dengê xwe bi ser dengê pêxember nexin. Wekî ku hûn bi dengê bilind li hev diqîrin, wisa bi wî neqîrin. Nexwe, bêyî ku haya we jê çêbe wê amelên we pûç/betal bibe.
Qet tu guman tune, ew ên ku li cem Rasûlullah dengê xwe kêm dikin; ew in ku Allah (dilsozîya qelbên wan dît û wan kir ji muxlîsan û) qelbên wan ji bo teqwayê îmtîhan kiriye. Ji wan re mexfîret û xelateke mezin heye.
Bi rastî ew ên di pişt xurfeyan/odeyan de gazî te dikin, pirên wan fehm nakin.
Eger heta tu derketayî cem wan sebir bikirana wê ji wan re bixêrtir bûya. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên we pir bi merhamet) Rahîm e.
Ew fey a ku Allah ji wan (sitend û) da pêxemberê xwe, ji bo bi dest xistina wê (feyê), we ne hespek û ne jî deveyek ajotibû. Lê belê Allah, kî bivê dê li dijî wan pêxemberê xwe muselletê wan bike. Allah, li ser her tiştî qadir e.
Fey ên ku Allah ji welatên (fetihkirî) ji pêxemberê xwe re (îhsan kiriye); ji bo Allah û Rasûlê wî û eqrebayên nêz û sêwîyan û feqîrên miskîn/hewcedar û rêwingên di rê de mayî ne. Bi vî awayî bila (malê xenîmetê) nebe malekî ku bitenê di destê dewlemendan de digere (û ew ên maldar jî bi vî awayî li ser xîzanan serdestîyeke daîmî bi dest nexin). Pêxember, her çi bide ber we pê bigirin û ji bo we her çi qedexe kiribe jî hûn dev jê berdin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Qet guman tune Allah ew e ku, cezadayina wî dijwar e.
Ya Nebî! Ji ber çi ya ku Allah ji te re helal kiriye, ji bo qayîlkirina hevjînên xwe tu ji xwe re heram dikî? Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Muheqeq Allah, rêya kefareta sondên we ji we re rave kiriye. Allah, mewlayê we ye. Ew, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Demekê Nebî, sirrekî dabû ji hevjînên xwe yekê re û wê jî agahîya vê (sirê) dabû (hevjînên din). Dema ku Allah (vê rewşê ji Nebî re) eşkere kir (pêxember, ji hevjîna xwe ya ku sirrên wî eşkere kiribû re) qismekî gotibû û qismekî din jî (negot û) rû vegerandibû. Gava (hevjîna xwe) agahdar kir, wê jî wiha got: “Kî agahîya vê da te?” (Pêxember) got: “Ew (Allah) ê (zanayê her tiştî) Alîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr xebera daye min.”
Eger hûn (herdu) tobe bikin (ji bo we ya herî bixêrtir ev e). Lewre qelbên we averê bûye. Eger hûn li dijî (pêxember) alîkarîya hevdu bikin qet tu guman tune ku Allah û Cibrîl û mûmînên salih dostê wî ne. Piştî van melaîket jî piştevanê wî ne.
Eger ew we berde, hêvî heye ku Rabbê wî di şûna we de hinek jinên ji we bixêrtir ên bakîre û jinebî îhsanî wî bike ku ew; muslîmê ne û mûmîne ne û ji dilûcan û herûdaîm itaatkâr in û tobedar in û abîde ne/îbadetkar in û rojîgir in.
Ya ew (pêxember) ê nuxamtî/barê (nûbûwetê) hilgirtîye!
Ji xeynî hindikî pê ve (ku tu tê de îstirahet bikî) di şevê de rabe!
Bi qasî nîvê wê an jî hinek kêm bike,
An jî hinek lê zêde bike. Qur'anê (ji bo qenc hewisînê û fikirîneke bi kûrahî) li ser tertîlê (lib û lib, giran giran) bixwîne.
Bêguman, em ê peyveke (berpirsîyarîya wê) giran bi ser te de wehîy bikin.
Qet guman tune îbadeta şevê (di alema te ya hestê de) herî bandortir û ji hêla peyvê ve jî bihêztir e.
(Şeva xwe bi îbadet biborîne.) Bêşik bi rojê ji bo te (ku tu tê de biarimî û rakevî) demeke dirêj heye.
Navê Rabbê xwe zikir bike (dev ji her tiştî berde) û bi awayekî kâmil berê xwe bide wî.
(Ew) Rabbê rojhilat û rojava ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. (Herwiha tu) wî wekîl bigire.
Bêguman Rabbê te dizane ku tu û hinek mûmînên ligel te, di sêyeka şevê nêzî du paran de, di nîvê wê de û di sêyeka wê de (ji bo nimêjê) radibin. Yê ku şev û rojê teqdîr dike Allah e. Wî zanîye ku hûn nikarin (bi dirêjahîya şevê nimêj) bikin. (Li ser vê) tobeyên we qebûl kir. Ji Quranê ya ku ji we re hêsane bixwînin. Wî zanîye ku dê ji nav we yên nexweş bikevin çêbin û yên din jî dê li ser rûyê erdê li lutfa Allah digerin û hinekî din jî dê di rêya Allah de şer bikin. (Herwiha) Ji Quranê ya ku ji we re hêsane bixwînin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û qerzê hesen/deynekî xweşik bidin Allah. We ji bo xwe wek xêr her çi teqdîm kiribe hûn ê wê li cem Allah herî bixêrtir û wek xelatekî mezintir bibînin. Lewre Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Rabbê te terka te nekiriye û ji te nexeyîdîye.
Bêguman ji bo te axîret ji dinyayê herî bixêrtir e.
Helbet Rabbê te wê bide te û tu yê jî razî bibî.
Ma dema ku tu sêwî bûyî, wî tu nedît û nehewand?
Ma dema te (bi Kitêb û îmanê) nizanîbû wî rêya rast nîşanî te neda?
Ma dema ku tu feqîr bûyî, wî tu dewlemend nekir?
Di wê rewşê de, tu kesê sêwî neqehirîne/kêm nebîne!
Û tu kesên daxwazker neazirîne/erzê wan neşikêne!
Û nîmetên Rabbê xwe vebibêje.