Îradeya Allah (ac)
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Meha Remezanêye ya ku Qur’an tê de nazil bûye. Ew (Qur’an) a ku ji bo însanan hîdayet û rehber e û delîlên heq û batilê ji hev vediqetîne. Ji we kî bigihîje wê mehê bila rojî bigire. Kî jî nexweş be an jî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bila di hinek rojên din de bigire. Allah ji bo we hêsanîyê/rihetîyê dixwaze, zorahîyê/zehmetîyê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo vê yê ku hûn wan rojên bi hejmar temam bikin û ji ber ku we hîdayet kiriye hûn Allah tekbîr/berz bikin û hûn şikur bikin.
Ew pêxemberên (ji hêla/alîyê Allah ve hatine şandin) me hinek ji wan di ser hinekên din re girtine. Allah bi hinekan re axivîye û dereceya hinekan jî bilind kiriye. Me delîlên dane Îsayê kurê Meryem û me bi Rûhu’l Qudus (Cibrîl) piştevanîya wî kir. Eger Allah bixwesta ew ên ku piştî (wan rasûlân û) delîlên eşkere ji wan re hatibûn wê şerê hev nekiribana. Lê bi hev ketin. Hinek ji wan bûn mumîn û hinek ji wan jî bûn kafir. Eger Allah bixwesta şerê hev nedikirin. Lê Allah her çi bivê (wê) dike.
Allah, (bi mûweffeqkirina tobê yê) dixwaze tobeyên we qebûl bike. Ew ên li pey şehweta xwe diçin jî dixwazin ku hûn bi rêşaşî ve ji rêya heq derkevin.
Allah, dixwaze (barê we) sivik bike. Lewre însan zeîf hatîye xuliqandin.
Gelî ew ên îmân anîne! Girêdayîyê peymanên xwe bimînin (ahdên xwe bi cih bînin). Bi şertê ku hûn di îhramê de nêçîrê li xwe helal nekin, ji xeynî ew ên ku wê ji we re bên xwendin goştê heywanan bi tevahî ji we re hate helalkirin. Bêguman Allah li gorî daxwaza xwe hikum dike.
Gelî ew ên îmân anîne! Dema hûn rabûn nimêjê rûyên xwe û heta enîşkan/ligel enîşkan destên xwe bişon. Serê xwe mesh bikin û heta her du panîyên xwe, pîyên xwe jî (bişon). Eger hûn cinûb bin xwe (bi xuslê) paqij bikin. Lê hûn nexweş bin an rêwî bin an jî ji we yek ji avrêjê hatibe yan jî we dest dabe jinan û (di vê rewşê de) we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemmûm bikin. Bi wê (axê) rûyên xwe û destên xwe mesh bikin. Allah, (di mijara dîn de) naxwaze ji we re zorahî derxîne/we bide zorê. Lê Allah, ji bo hûn şikur bikin dixwaze we paqij bike û nîmetên xwe li ser we temam bike.
Ya Rasûl! Ew ên di kufrê de pêşbazîyê dikin bila te xemgîn nekin! Ew in ku bi devê xwe dibêjin: “Me îmân anîye”. (Hal ev e ku) wan bi qelbê xwe îmân ne anîne. Ji wan Cihûyan hin kes gûh didin derewan. Ew ên nayên cem te (ji bo ku ji Cihûyan re gotinan bigerînin) gûh didin te. Piştî ku Allah kelîmeyan di cihên xwe de bi cih kirine, ew diguherînin û texrîf dikin. Dibêjin: “Eger (tiştên ku we texrîf kiriye û guherandîye) ji we re bê dayîn bistînin, eger neyê dayîn xwe jê biparêzin!” Kesê ku Allah ji bo wî fitne daxwaz bike tu nikarî li hemberî Allah tiştekî jê re bikî. Evana ew kes in ku, Allah paqijîya qelbên wan nexwestîye. Ji wan re di dinyayê de rezîlî û li axîretê jî ezabeke mezin heye.
Di navbera wan de bi tiştên ku Allah nazil kiriye hikum bike. Nede pey hewesên wan. Xwe ji wan biparêze da ku ew ji hinek wehîya ku Allah ji te re nazil kiriye te jê nexin fitnê/te jê nevegerînin. Eger ew berê xwe ji (hukmê) te biguherînin, tu bizanibe ku Allah dixwaze ji ber gunehên ku kirine wan ceza bike. Bêguman pirên însanan fasiq in.
Allah, bixwaze kî bigihîne hîdayetê (ji bo pejirandina wî) singa wî/qelbê wî (li îslâmê) fireh dike. Bixwaze kî bixerifîne jî wekî ku ber bi asîmanan ve bilind dibe singa wî teng dike û dişidîne. Herwiha Allah, wî kesê ku îmân neanîye wiha mehkûmê ricsê/gemarê/ezabê dike. (An jî ricsê li ser kesên îmân neanîne kom dike.)
Eger Allah zerarekê bîne serê te, ji wî pê ve kes tune ku wê zerarê ji ser te rake. Ji bo te xêrek daxwaz bike, kes tune ku rê li ber lutfa wî bigire. Ew ji kîjan evdê xwe re bixwaze (lutf û kerema xwe) digihîjînê wî. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
“Eger Allah daxwaz kiribe ku we bixerifîne, ez bixwazim şîretan li we bikim jî şîretên min bi kêrî we nayên. Ew Rabbê we ye û hûn ê li wî bêne vegerandin.”
Dema ew roj hat, beyî emrê wî tu kes nikare bipeyive. Ji wan hin kes bedbext in (bextreş in û dê bikevin cehennemê) û hin ji wan jî dilşad in (bextîyar in û dê bikevin cennetê).
Ew ên bedbext di agir de ne. Ji bo wan li wê derê (wekî ku dixeniqin) nefes sitendineke bi xirexir û bi jan heye.
Hetanî erd û esman li pîya bin/hebin wê li wê derê bêdawî bimînin. Daxwaza Rabbê te ne tê de/mustesna. Bêşik Rabbê te ya ku daxwaz bike, dike.
Bi emrê Allah ji bo her kesî (melâîket) ên ku di pêş wî de û di paş wî de çavdêrê wî ne û wî diparêzin hene. Bêguman heta ku qewmek rewşa xwe neguherîne, bêguman Allah rewşa (ser û berê) tu qewmî naguherîne. Dema Allah ji qewmekî re xerabîyekê daxwaz bike, êdî tu kes nikare wî paş de vegerîne. Ji wan re jê (ji Allah) pê ve parêzvan/rêveber tune.
Bêguman Allah ew ên îman anîne û amelên salih kirine dixe cennetên ku di binî de çem diherikin. Bêşik Allah, her çi bivê wê dike.
Çi kesê guman bike ku Allah li dinya û li axîretê wê alîkarîya wî (pêxember) neke bila bi amrazekê/bi navgînekê bigire û bi bal asîman ve hilkişe, paşê bila (alîkarîya ku ji asîman ve tê) bibire. (Piştre) bila binêre, gelo ev çareserîya ku dîtîye hêrsa wî ya (ji îslâm û pêxember re) ji holê radike?
Herwiha me ev Qur'an bi ayetên eşkere nazil kiriye. Bêguman Allah kî bixwaze wî hîdayet dike.
Em daxwaz dikin ku li ser rûyê erdê qencîyê bi qelsan (bi mustezefan) bikin û wan bikin rêber (ên peyrevîtî li wan tên kirin) û wan (li ser rûyê erdê) bikin waris.
Û em (dixwazin) wan li ser rûyê erdê bikin xwedî hêz/desthilatdar. Tiştên ku xwe jê diparastin em (dixwazin) nîşanî Firewn û Haman û leşkerên wan bidin.
Bibêje: “Eger Allah ji bo we xerabîyê an jî rahmetê daxwaz bike, kî dikare we li hemberî wî biparêze (an jî ji rahmeta wî re bibe asteng)? Ew ji bo xwe ji Allah pê ve nikarin ne dostekî û ne jî alîkarekî bibînin.”
Di malên/di xanîyên xwe de bimekinin/rûnin. Hûn jî weke jinên dewra cahilîya pêşîn nekin ku wan (ji bo nîşandayîna xwe) xeml û zînetên xwe vedikirin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û îtaeta Allah û Rasûlê wî bikin. Ya Ehlê Beyt! Allah, dixwaze ku qirêj (ên manewî) ji we bibe û we têrpaqij bike.
“Erê ma ez ê ji xeynî Allah hin îlâhên din bigirim? Eger Rahmân ji bo min zerarekî daxwaz bike, şefaeta wan qet tu feyde nade û nikarin min xelas jî bikin.”
Dema ku tiştekî bixwaze, fermana wî ev e ku jê re bibêje: “Bibe!” Ew jî hema çêdibe.
Eger Allah daxwaz bikira ku ji xwe re zarok bigire, ji mexluqatên xwe kîjan bixwesta wê ji xwe re hilbijartiba. Ew, ji hemû kêmasîyan munezzeh e. Ew, (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar e.
Allah, her kî hîdayet bike, tu kes nikare wî bixerifîne. Allah, ne ew e ku xwedî îzzet û zuntîqam/heyfsitên e?
Bitenê ji bo ku îbadet li min bikin, min cin û însan xuliqandin.
Ez tu rizqekî ji wan naxwazim û ez ji wan têrkirina xwe jî naxwazim.
Me ji melaîketan pê ve tu kesî nekiriye muhafizên cehennemê. Me jimara wan, ji bo kafiran kiriye fitneyek. Heta ku ehlê kitêb li ser yeqînê îman bînin û îmana mûmînan zêdetir bibe û ew ên ehlê kitêb û kesên mûmîn nekevin gumanê. (Û ji bo) ew di qelbên wan de nexweşî hene wiha bibêjin: “Bi vê mînakê meqseda Allah çi bû/xwest ku çi bêje?” Ha Allah, kî bixwaze wî dixerifîne û kî jî bixwaze wî digihîne hîdayetê. Ji wî pê ve tu kes bi artêşên/bi ordîyên Rabbê te nizane. Ew, ji bo însanan enceq şîretek e.