Bakara
Ayet: 51Rûpel: 7
(Bi bîr bînin!) Dema ku me (ji bo hevdîtina li Tûrê) peymana çil şevî dabû Mûsa. Lê piştî wî (Mûsa) we golik ji xwe re (wek îlâh) girtibû. Û hûn (bi vê awayê) bibûn ji zaliman.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 51Rûpel: 7
(Bi bîr bînin!) Dema ku me (ji bo hevdîtina li Tûrê) peymana çil şevî dabû Mûsa. Lê piştî wî (Mûsa) we golik ji xwe re (wek îlâh) girtibû. Û hûn (bi vê awayê) bibûn ji zaliman.
Ayet: 53Rûpel: 7
(Bi bîr bînin!) Ji bo ku hûn bigihîjin hîdayetê me Kitêb û Furqan dabû Mûsa.
Ayet: 84Rûpel: 60
Bibêje: “Me bi Allah û bi ya ku li ser me nazil bûne û bi tiştê ji Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û zarokên wî re nazil bûye û bi tiştê ji Mûsa û Îsâ û pêxemberên din re ji alî Rabbê wan ve (wehîya) hatîye dayîn, îmân anîye. Em qet cudakarîyê naxin navbera yekî ji wan. Û em teslîmî Allah bûne.
Ayet: 84Rûpel: 137
Me Îshaq û Yaqûb wek diyarî da Îbrahîm. Me hemûyan hîdayet kir. Berê jî me Nûh û ji zurîyeta wî Suleyman û Eyyûb û Yûsuf û Mûsa û Hârûn jî hîdayet kiribû. Ha em xelatên muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin wiha didin (wan).
Ayet: 91Rûpel: 138
Dema ku gotin: “Allah ji tu beşerî re qet tiştekî nazil nekiriye” ewana qedrê Allah bi heqî teqdîr nekirin/rêzdarîya wî negirtin. Bibêje: “(Nexwe ka bibêjin!) Ma ew Kitêb a Mûsa anîye ku ji însanan re nûr û ronahî ye û hûn wê parçe parçe li ser kaxizan dinivîsin û qismekî eşkere dikin û pirên wî jî vedişêrin û (bi wê Kitêbê) tiştên ku we û bavûkalên we pê nizanibûn hîn bûn, kî ji we re nazil kiriye?” (Eger cewab bidin te pir baş e! Lê eger sikût bikin ji wan re) bibêje: “Allah e!” Paşê tu dev ji wan berde, bila di batilên xwe de bileyzin û bigevizin.
Ayet: 154Rûpel: 148
Paşê ji bo ku em (nîmetên xwe yên) li ser kesên qencîkar temam bikin û her tiştî beyan/tafsîl bikin û bigihînin hîdayet û rehmetê me Kitêb (Tewrat) dabû Mûsa. Hêvî dibe ku ew bi derketina hizûra Rabbê xwe îmân bînin.
Ayet: 75Rûpel: 216
Paşê me piştî wan Mûsa û Hârûn bi ayetên xwe ji Firewn û giregirên wî re şandin. Lê ewana (li dij ayet û pêxemberên me) quretî kirin. Ew, qewmekî mucrîm û gunehkar bûn.
Ayet: 96Rûpel: 231
Sond be, me Mûsa bi ayetên xwe û bi delîlên (xurt û) eşkere şand.
Ayet: 110Rûpel: 233
Sond be me Kitêb da Mûsa. Paşê di wê de ketin îxtîlafê. Eger di berê de peymaneke Rabbê te tunebûya muheqeq wê di nava wan de hukim bihata danîn. Bi rastî ew di heqê wê (Tewratê) de di nava gumanbarîyeke bêaramî de ne.
Ayet: 2Rûpel: 281
Me Kitêb da Mûsa û me ew (Kitêb) ji bo Benî Îsraîl kir rehberê hîdayetê da ku ji min pê ve ji xwe re tu kesî (ji bo hûn karên xwe bispêrnê û lê tewekkul bikin) nekin wekîl.
Ayet: 101Rûpel: 291
Sond be me neh ayetên/mucîzeyên eşkere dane Mûsa. Bipirse ji Benî Îsraîlîyan! Dema Mûsa ji wan re hatibû, Firewn jê re got: “Ya Mûsa! Ez bawer im ku tu muheqeq mirovekî sêhrkirî yî.”
Ayet: 51Rûpel: 307
Di Kitêbê de Mûsa jî bi bîr bîne! Bêguman ew, nebîyekî rasûl û muxlas/pir bi îxlâs/pakkirî bû.
Ayet: 52Rûpel: 308
Ji alîyê rastê ya Tûrê ve me deng lê kir û ji bo axaftineke bi dizî, me ew nêz kir.
Ayet: 53Rûpel: 308
Me ji rahmeta xwe birayê wî Hârûn jî bi pêxembertî ew xelat kir.
Ayet: 48Rûpel: 325
Sond be, ji bo ku ji Mutteqîyan re bibe ronahî û şîret me Furqan (Tewrat) da Mûsa û Hârûn.
Ayet: 35Rûpel: 362
Sond be, me Kitêb da Mûsa û birayê wî Hârûn jî jê re kiribû alîkar.
Ayet: 39Rûpel: 400
(Me) Qarûn û Firewn û Haman jî (helak kir). Sond be Mûsa ji wan re delîlên vikîvekirî anî. Li ser rûyê erdê quretî kirin. Lê ew nikarin bikevin pêşîya (ezabê) me (nikaribûn jê re bibin asteng).
Ayet: 23Rûpel: 416
Sond be ku me Kitêb dabû Mûsa. Tu ji leqayîhatina wî nekeve gumanê. Me ew, ji bo Benî Îsraîl kir hîdayet.
Ayet: 7Rûpel: 418
Bi bîr bîne, me ji pêxemberan; ji te û ji Nûh û ji Îbrahîm û ji Mûsa û ji Îsayê kurê Meryem ehd stendibû. Me ji wan sozekî zexm û xurtkirî stendibû.
Ayet: 69Rûpel: 426
Gelî ew ên îman anîne! Nebin wekî wan ên ku ezîyetê li Mûsa dikirin. Allah, ew ji wî (tişt) ên ku digotin paqij kir. Ew, li îndallah/li cem Allah yekî bijare bû.
Ayet: 45Rûpel: 480
Sond be, me Kitêb da Mûsa. Li ser wê ketin îxtîlafê. Eger ji Rabbê te sozêke di berê de nebûya, helbet wê der heqê wan de hukim bihata dayîn. Bêguman ew, (li dij Kitêbê) di nava gumanekî de ne ku bêaramîtî dide wan.
Ayet: 13Rûpel: 483
Ji bo ku hûn dîn (bi tewhîdê) li ser pîyan bigirin û hûn tê de nekevin îxtîlafê tiştê ji Nûh re emir kiriye û ya ku me li te wehîy kiriye û ya ku me li Îbrahîm û li Mûsa û li Îsa emir kiriye me ji bo we kir şerîet. Lê ew (tewhîd) a tu wan gazî dikî ji muşrîkan re giran hat. Allah kîjan evdê xwe bixwaze (ji bo tewhîdê û dîneke yekpare) hildibijêre û wan ên ku berê xwe didine wî, digihîjîne hîdayetê.