Muşrîk
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ji Allah re îbadetê bikin û qet tiştekî ji wî re nekin şirîk. Li dê û bav û eqrebayan û li sêwî û belengazan û li cîranên xwe yên nêz û dûr û li hevalên cem xwe û li rêwîyên di rê de mane û li ew ên li ber destê we ne (kole û carîye) re qencîyê bikin. Bêguman Allah ji wan kesên mezinayî û quretîyê dikin hez nake.
Bêguman Allah tu carî şirîkatîya ku jê re bê kirin efû nake. Lê tiştên ji xeynî vê (şirkê), ji bo kî bixwaze efû dike. Kî jî ji Allah re şirîk çêbike ew ketîye nava xerifîyeke dûr (ku vegera jê pir zor e).
Bibêje: "Ma hûn ji Allah pê ve ji heyînên ku feyde û zerara wan nagihîje we re îbadet dikin? Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.”
Bibêje: “Werin ez tiştên ku Rabbê we ji we re heram kiriye bixwînim. Qet tu tiştekî jê re nekin şirîk, li dê û bavê xwe qencîyê bikin, ji tirsa feqîrtîyê zarokên xwe nekujin -em we jî û wan jî dirizqînin-. Dizî dibe eşkere dibe nêzî fuhşîyatê nebin. Bi neheqî canê ku Allah (kuştina wî) heram kiriye nekujin.” (Allah) van li we ferman kiriye da ku hûn têbigihîjin/aqil bikin.
Bibêje: “Rabbê erd û esmanan kî ye?” Bibêje: “Allah e!” Bibêje: “(Madem Rabbê erd û esmanan ew e, hûn dîsa) dev ji Allah berdidin û wan heyînên ku ne dikarin feydeyekî bi dest bixin û ne jî dikarin zerarekî ji xwe dûr bikin ji xwe re dikin welî/dost?” Bibêje: “Kor û bînende qet dibin weke hev? An jî zulûmat/tarîti û ronahî dibin weke hev? Nexwe ew şirîkên ku ji Allah re tayîn kirine (wekî Allah) xuliqandine (û xuliqandina Allah û) xuliqandina (şirîkên wan) ji wan re bi hev şibîyane (li ser mijara ‘kî îlâhe’ de serê wan tevlîhev bû)? Bibêje: “Allah xaliqê her tiştî ye. Û ew (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar e.”
Ma ji wî (Allah) ê ku li ser kesba her nefsî çavdêr e (re şirîk çêdikin)? Lê wan ji Allah re şirîkan tayîn kirin. Bibêje: “De (wan şirîkan) binavînin (em binêrin).” (Allah, ne raye daye van heyînan û ne jî evana wek şirîk girtîye.) Nexwe, qey hûn agahîyên tiştên ku Allah pê nizane didin wî? An jî ev (navên hanê) peyvên gotinî yên pûç û vala ne? (Nexêr, ne wisan e!) Bilekîs kemînên wan kafiran ji wan re xemilandî hate xûya kirin û ji rêya (rasterast) hatin menkirin. Allah, her kî bixerifîne êdî kesê ku wî bigihîne hîdayetê tune.
Ew ên şirîk çêdikirin gotin: “Eger Allah daxwaz bikira me û kalanên xwe ji wî pê ve ji tiştekî din re îbadet nedikir û me ji xeynî emrê wî tiştek heram nedikir.” Ew ên berî wan jî wiha kiribûn. Wezîfa pêxemberan, qey ji teblîxa eşkere pê ve tiştekî din e?
Rabbê te (bi vê pêwistîyê) hukim verbirîyê ku; ji wî pê ve ji kesî re îbadet nekin û ji dê û bavê xwe re qencîyê bikin. Eger ji wan yek an jî her du li cem te pîr bibin ji wan re nebêjin “Of” jî. Wan ne azirîne û gotina xweş ji wan re bibêje.
Ha ev, ew hikmet in ku Rabbê te ji te re wehîy kirine. Digel Allah îlâhekî din negire/danehêne! Nexwe tu yê wek zemkirî û qewirandî bi cehennemê ve bêyî avêtin.
Ji wî re qet tu şirîk çênekin û (bi terikandina her cureyên wê) bi henîftî (evana bikin). Kî jî ji Allah re şirîk çêke her wekî wî kesê ye ku ew ji asîman ketîye xwarê û ew hêj li hewayê teyr xwe lê bidin (û parçe parçe bikin) an jî ba wî bi cihekî xewle û dûr ve berhewa bike.
(Ji bo ku hûn tewhîd û şirkê fêm bikin) ji nefsa we bixwe mîsalek da we: Di nav wan koleyên we de; yên di rizqê ku em didin we de hevpar in an wekî ku ji hevdu ditirsin hûn ji wan ditirsin an jî ên ku bi we re wekhev in, hene gelo? Ha bi vê awayê em ayetan ji bo qewmekî aqilmend re rave dikin.
(Nexêr, ne wisan e!) Ew ên zilimkar, beyî sipartina qet tu agahîyê didin pey hewayên/hewesên xwe. Kesê ku Allah ew xerifandibe kî dikare wî bigihîjîne hîdayetê? Qet tu alîkarên wan jî tunin.
Hûn bibin ji munîban/ji wan ên ku berê xwe dane wî (Allah). Jê bitirsin û xwe biparêzin. Nimêja xwe rasterast bikin û nebin ji muşrîkan.
(Ew muşrîk in ku) dînê xwe kirine parçe û ew bixwe jî kom bi kom ji hev veqetîyane. Her komek bi ya li cem xwe re kêfxweş dibe û pesnê xwe dide.
Dema ku Luqman şîret dida kurê xwe wiha gotibû: “Kurê min! Ji Allah re şirîkan çêneke! Bêguman şirk, zilmeke mezin e.”
Wê bibêjin: “Em te tenzîh dikin. Dostê me/welîyê me tu yî, ne ew in. (Nexêr, ne wisan e!) Rastîya vê karê, wan îbadetê cinan dikirin. Û pirên wan, bi cinan (bi gotinên “Melaîket, qîzên Allah in.”, “Evana hûn nêzî Allah dikin.” yên batil re) îman dianîn.
Gotin: “Eger Rahmân daxwaz bikirana me îbadet (li pûtan) nedikir.” Li ser vê mijarê qet tu agahîya wan tune. Ew bi tenê li ser texmînan in.
Nexwe, kitêbeke ku berê de me dabû wan heye û ew xwe bi wê têr şidandî digirin?
Dema ku me mîsala (Îsa yê) kurê Meryem da, qewmê te hema dest bi qarewarê kirin.
Gotin: “Gelo îlâhên me bixêrtir in an ew?” Wan ew, ji bo ku bi te re nîqaşê bikin kirin mînak. Berevajî ew, qewmekî (di nîqaşê de ji hedê xwe diborin û) di dijminahîyê de zêde pê de diçin in.
Ew, bitenê evdek e. Me nîmet da wî û ew, ji bo Benî Îsraîl kir mînakek/mîsalek.
Ma te nedît, ew ê ku hewayê xwe ji xwe re kiriye îlâh û Allah li ser ilmekî ew xerifandîye û gûh û dilê wî mohr kiriye û perde avêtîye ser çavên wî? (Niha) ji Allah pê ve kî dikare ew hîdayet bike? Hûn şîret nagirin?
Ma ew kesê ku dev ji Allah berdide û dûayê wan tiştan dike ku heta qiyametê wê nikaribin îcabetî (dûayên) wî bikin jê rêşaştir kî heye? Ew (ên ku dûa li wan tên kirin) ji wan dûayan bêxeber in.