Cinan
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Digel ku Allah wan cinan xuliqandîye (girtin û) cin ji Allah re kirin şirîk. (Bi vê jî têr nekirin û) bi cahilî (û nezanî) keçan û lawan nisbetê Allah kirin. Ew (Allah) ji wan wesfên ku ew jê re lêtînin munezzeh û berz/bilind e.
Her wiha me ji her pêxemberî re şeytanên ji cin û însanan kirine dijmin. Ji bo ku hev bixapînin gotinên xemilandî telqîn dikin/pistepistê dikin. Eger Rabbê te bixwesta nikaribûn ev bikirana. (Nexwe) tu wan û bêbextîyên ji ber xwe lihev anîne bi serê xwe bihêle.
Roja ku wan bi tevahî (vedijîne û hemûyan) dicivîne (wê wiha gazî wan bike): “Gelî civaka cinan! (Ji bo ku wan ji rêya heq vegerînin) we pirên însanan averê kirin. Dostên wan ên ji însanan jî wê bibêjin: “Rabbê me! Em ji hevdu sûdmend bûn û em gihîştin wexta ku te ji me re danîbû (ecelê xwe).” (Allah) dibêje: “Ji ew ên Allah xwestîye pê ve cihê we agir e û hûn ê di wir de ebedî bimînin.” Bêguman Rabbê te (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.
(Dema ku Allah roja qiyametê dibêje:) “Gelî civaka cin û însanan! Ma ji nava we pêxemberên ku ji we re ayetên min dixwendin û hûn bi vê roja ku hûn leqayî wê hatine hişyar dikirin nehatibûn?” (Ew jî wiha dibêjin:) “Em di aleyha nefsên xwe de şahid in.” Heyata dinyayê ew xapandin û li kafirtîya xwe bixwe şahidî kirin.
(Allah ji wan re) dibêje: “Hûn jî bi ummetên berî xwe re, tevî cin û însanan bikevin nava agir.” Dema ku dikevin agir, lanetê li birayê xwe (li rêhevalên xwe yên weke wî rêşaş in) dike. Heta ku ew hemû li pey hev di agir de kom dibin; ew ên paşîn der heqê yên pêşîn de dibêjin: “Rabbê me! Ha ew ên ku me xapandibûn/xerifandibûn ev in. Ji ber vê, di agir de qat bi qat zêde ezab bide wan.” (Allah) dibêje: “Ji bo we hemûyan qat bi qat (ezab) heye. Lê hûn pê nizanin.”
Ew ên Rabbê te li wan hatîye rahmê ne tê de. Jixwe (Rabbê te) ew ji bo vêya xuliqandine. Ev gotina/hukmê Rabbê te: “Sond be, ez ê cehennemê bi cin û însanan tije bikim” hate vebirandin.
Me cinan jî (berîya xuliqandina însan) ji agireke (ku tesîra hindurê mirov dike û) bijehr xuliqandin.
Dema ku me ji melâîketan re gotibû: “Ji Âdem re herin secdê” ji xeynî Îblîs hemûyan secde kiribûn. Ew (Îblîs) ji cinan bû û ji emrê Rabbê xwe derketibû. Erê ma digel ku ew neyarê we ye hûn ê dev ji min berdin û xwe bi dostanîya wî û zurîyeta wî ve bigirin? Ev (tiştê bi dostanîya Allah) veguhertin çi qas xerab e.
(Demekê) artêşên ji cin û ji însan û ji teyran pêk hatî, di hizûra Suleyman de civîyan. Ew, (ji terefê Suleyman ve) dihatin sewq û îdarekirin.
Ji cinan îfrîtekî got: “Berîya ku tu ji cihê xwe rabî, ez ê bikaribim wê ji te re bînim. Bêguman bi qasî ku bikaribim (vî karî pêk bînim) ez yekî bi hêz û ewledar im.”
Bayê jî (me da) Suleyman. Serê sibê çûna wê mehek û êvarê dagerîna wê mehek e. (Di rojekî de mesafeya du mehan diqedîne.) Me jê re sifirê/paxirê helandî weke lehîyê herikand. Komek cin jî bi emrê Rabbê te di pêşîya wî de dixebitin. Ji wan her kî ji emrê me rû vegerîne, em ezabê agirê har ku alavên bi erjeng direşîne bi wan didin tamkirin.
Dema ku me hukmê mirina (Suleyman) dabû, ji xeynî kurmekî ku gopalê wî xwaribû, tu kesî xebera mirina wî neda wan. Dema ku (Suleyman) ket erdê fêm bû ku; eger cinan xeybê bizanibûna (bi zena jîyîna Suleyman) ew di nava ezabekî riswaker de wiha nediman.
Wê bibêjin: “Em te tenzîh dikin. Dostê me/welîyê me tu yî, ne ew in. (Nexêr, ne wisan e!) Rastîya vê karê, wan îbadetê cinan dikirin. Û pirên wan, bi cinan (bi gotinên “Melaîket, qîzên Allah in.”, “Evana hûn nêzî Allah dikin.” yên batil re) îman dianîn.
Wan di navbera wî û cinan de pêwendîya nesebê danîne. Sond be, cin jî dizanin ku ew (ji bo hisabê) wê bên amadekirin.
Û hemû şeytanên noqavîyê dikin û hostayên avahîyan in jî (me xist bin emrê wî.)
(Hinek şeytan) ên din ku li qeydan xistî ne jî (me xist bin emrê wî).
Ji bo wan hevalên xerab çêkirin (ku bênavber bihevre ne). Tiştê li pêşîya wan (Bawerîya tunebûna axîretê) û ya li pişt wan (ramana ji heyata dinyayê pê ve tiştekî din tune) ji wan re xemilandî nîşan dan. Çawa ku (hukmê ezabê) li ser cin û însanên ji qewmên berê heq bibû, li ser van jî heq bû. Lewre ew, bûne ji wan ên li ber xusranê ketine.
Evana ew kes in; wekî ku ji nava cin û însanan ummetên berîya wan, ezab li ser wan jî heq bûye. Bêşik ew, bi xusranê ketine.
Wê demê me berê komek cin dabû te û wan li Qur‘anê guhdarî dikirin. Dema ku hatin (nav cîvata ku Qur'an) tê xwendin (ji hev re) gotin: “Hiş bin!” Dema ku (xwendina wê) qedîya, ew bi hişyarkerî bi bal qewmê xwe ve vegerîyan.
Gotin: “Gelî qewmê me! Bi rastî me li kitêbekê guhdarî kir ku ew; piştî Mûsa hatîye daxistin û kitêbên berîya xwe tesdîq dike û gazî heqîyê û rêya rasterast dike.”
Bitenê ji bo ku îbadet li min bikin, min cin û însan xuliqandin.
Cinan jî ji agirê bê dû xuliqand.
Gelî civaka însan û cinan! Eger,ji derketina sînorên erd û esmanan re quweta we bigihîjê, derkevin. Lê belê hêz û otorîteyeke we ya (herî mezin) nebe hûn nikarin vê bikin.
Bi ser we herduyan de jî alavê agir û dû tê şandin. Hûn nikarin (jê re) bibin asteng jî.
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Dema asîman diqelişe û bibe wekî sorguleke mîsala rûnê helîyayî.
(Di vê rewşê de) ma hûn ê kîjan nîmetên Rabbê xwe biderewînin?
Ew roj ne însan û ne jî cin ji gunehê xwe tê pirsîn.
Bibêje: “Ji min re ev hate wehîykirin: Komek ji cinan guhdarî (ya Qur'anê) kirin û wiha gotin: ‘Bêguman me, Qur'aneke (bi belexat û hinareyên/peyamên xwe) hejmetkar guhdarî kir.’ ”
“Ew, bi ya herî rast ve hîdayet dike. Me jî îman pê anîye. Em ji Rabbê xwe re qet tu tiştî şirîk çênakin.”
“Bêşik qudret û ezameta Rabbê me pir berz/bilind e. Wî ne hevjîn û ne jî zarok girtîye.”
“Bêguman ew (Îblîs) ê sefîhê me, der heqê Allah de tiştên zilim û derew in gotîye.”
“(Lê) bi rastî me qet hizir nedikir ku wê însan û cin der heqê Allah de derewan bikin. (Dema ku me guhdarîya Qur'anê kir me dît/me fêm kir ku hevjîn û zarokên Allah tunin û cinan û însanan derew kirine.)”
“Qet guman tune ji însanan hin kes xwe disipartin hin kesên ji cinan, (sipartina însanan ya bi cinan) harîtîya/bitirtîya wan (cinan) zêdetir dikir.”
“Bêguman, wekî ku hûn jî guman dikin, wan zen dikir ku wê Allah nikaribe kesekî bivejîne.”