Resûl û Îteata Resûl

PÊXEMBER (ASS)

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

37ayet hatin dîtin
Resûl û Îteata Resûl
1

Bakara

Ayet: 108Rûpel: 16

Here Ayetê

Weke ku berê de ji Mûsa (pirsên binaveroka şûbhe û înkarê) hatibû pirsîn, hûn jî dixwazin ji pêxemberê xwe (pirsên wiha) bipirsin? Her kî îmanê bi kufrê biguherîne/kufrê tercîhê îmânê bike, êdî wî rêya rast winda kiriye.

2

Bakara

Ayet: 143Rûpel: 21

Here Ayetê

Ji bo ku hûn li ser însanan bibin şahid û pêxember jî li ser we bibe şahid me hûn kirin ummeteke wasat/bijare/bixêr. Sebebê ku me berê qible (ya nû ji Mescîdu’l Aqsa bal bi Kâ’beyê ve) tayîn kiriye ev e da ku yên didin pey pêxember û yên li ser panîya xwe berepaş vedigerin ji hevdû bên veqetandin. Ev (guherandina qibleyê) ji xeynî yên ku Allah hîdayet daye wan, ji kesên din re (fêmkirin û pejirandina wê) giran tê. (Eger hûn wan kesên berî ku ayeta qiblê nazil bibe berê xwe dabin qibla berê nimêj kiribin û miribin meraq dikin) Allah, îmâna we (nimêjên we) winda/pûç nake. Allah, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

3

Bakara

Ayet: 150Rûpel: 22

Here Ayetê

Tu ji ku derê derketibî jî berê xwe bide bi alîyê Mescîdu’l Haram ve. Hûn jî her li ku derê dibin bibin, berê xwe bidin bi bal Mescîdu'l Heram ve. (Wisan bikin ku) bila ji însanên zilimkar pê ve delîlên tu kesî di aleyhê we de nemîne. Ji wan netirsin. Bitenê ji min bitirsin da ku nîmetên xwe yê li ser we temam bikim. (Herwiha) hûn bigihîjin hîdayetê.

4

A'râf

Ayet: 158Rûpel: 169

Here Ayetê

Bibêje: “Gelî însanan! Bêguman ez Rasûlê Allah im ku ji we hemûyan re hatime (şandin). Ew (Allahê ku) serwerîya/hakimîyeta erd û esmanan aîdê wî ye. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew vedijîne/sax dike û dimirîne. Werin, bi Allah û bi Nebîyê ummî ku Rasûlê wî ye îmân bînin. Ew (Nebî) îmân bi Allah û bi kelîmeyên wî anîye. Bidin pey wî/tabiê wî bibin ku hûn bigihîjin hîdayetê.”

5

Tevbe

Ayet: 29Rûpel: 190

Here Ayetê

Hûn, ew ên ji Ehlê Kitêb in û yên îmân bi Allah û bi roja axîretê neanîne û yên tiştên ku Allah û Rasûlê wî heram kirine wek heram napejirînin û dînê heq (îslâm) ji xwe re nekirine dîn, heta ew bi destê xwe bi kêmrûmetî/biçûkketî cîzyeyê nedin we, bi wan re şer bikin.

6

Tevbe

Ayet: 32Rûpel: 191

Here Ayetê

Ew dixwazin ku nûra Allah bi devê xwe bitefînin/vemirînin. Allah jî ji xeynî ku nûra xwe temam bike tiştekî din navê. Welew kafir nexwazin jî...

7

Ahzâb

Ayet: 29Rûpel: 420

Here Ayetê

Na eger hûn Allah û Rasûlê wî û warê axîretê daxwaz dikin, bêguman Allah ji we ji kesên muhsîn/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin re xelatekî mezin amade kiriye.

8

Ahzâb

Ayet: 31Rûpel: 421

Here Ayetê

(Ligel vê yekê) kî ji we ji dilûcan û bêdawî îtaeta Allah û Rasûlê wî bike û amelên salih bike, em ê jî mikafata wî du car bidinê. Û me ji bo wî rizqeke pir qîmetdar amade kiriye.

9

Ahzâb

Ayet: 33Rûpel: 421

Here Ayetê

Di malên/di xanîyên xwe de bimekinin/rûnin. Hûn jî weke jinên dewra cahilîya pêşîn nekin ku wan (ji bo nîşandayîna xwe) xeml û zînetên xwe vedikirin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâtê bidin û îtaeta Allah û Rasûlê wî bikin. Ya Ehlê Beyt! Allah, dixwaze ku qirêj (ên manewî) ji we bibe û we têrpaqij bike.

10

Ahzâb

Ayet: 40Rûpel: 422

Here Ayetê

Muhammed, ji zilamên we ne bavê tu kesî ji we ye. Ew, Rasûlullah e û dûmahîya/xatemu’l Enbîya ye. Allah, bi her tiştî dizane.

11

Ahzâb

Ayet: 57Rûpel: 425

Here Ayetê

Heçî ew ên ezîyetê li Allah û Rasûlê wî dikin (hene), Allah li vê dinyayê û li axîretê lanet li ser wan anîye û ji bo wan ezabekî riswaker amade kiriye.

12

Muhammed

Ayet: 32Rûpel: 509

Here Ayetê

Bêguman ew ên bûne kafir û ji rêya Allah men dikin û piştî ku hîdayet ji wan re vikîvekirî diyar bûye û dijraberîya pêxember kirine/di nav sefa dij de cih girtine, qet nikarin zerar bidin Allah. (Allah) amelên wan pûç/betal dike.

13

Muhammed

Ayet: 33Rûpel: 509

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Îtaetî Allah bikin. Îtaetî Rasûlê wî bikin û amelên xwe pûç/betal dernexin.

14

Fetih

Ayet: 9Rûpel: 510

Here Ayetê

Ji bo ku îman bi Allah û bi pêxemberê wî bînin û piştgirîya wî bikin û rêzdarî/hurmet nîşanî wî bidin û hûn sibeh û êvar (Allah) tesbîh bikin.

15

Fetih

Ayet: 12Rûpel: 511

Here Ayetê

(Nexêr!) Bi rastî we guman dikir ku pêxember û mûmînan, wê tu carî bi bal ehlê xwe ve nevegerin. Ev (raman), di qelbên we de hat xemilandin û we bi zena xerab zen kir û axir hûn bûne qewmekî mehkûmê tunebûnê û helak bûyî.

16

Fetih

Ayet: 17Rûpel: 512

Here Ayetê

Ji yê kor re guneh tune û ji yê qop/seqet re guneh tune û ji yê nexweş re jî guneh tune (ku ji şer paş ve dimînin/beşdarî şer nabin). Kî îtaetî Allah û Rasûlê wî bike, dê wî bixe cennetên di binî de çêm diherikin. Kî jî (ji îtaetê) rû vegerîne wê (bi ezabekî) biêş û jan wî bide ber ezabê.

17

Fetih

Ayet: 27Rûpel: 513

Here Ayetê

Qesem be, Allah xewna ku nîşanî pêxemberê xwe dabû rast deranî. Biîznillah muheqeq hin ji we por tiraşkirî an jî hin ji we por qusandî û di nava ewlehîyê de hûn ê bikevin Mescîdu'l Haramê. Tiştê ku we pê nizanîbû (Allah) dizane û berîya vê fetheke nêz (peymana Hudeybîye) teqdîr kir.

18

Fetih

Ayet: 28Rûpel: 513

Here Ayetê

Ji bo ku li ser hemû dînan serdest bigire, yê ku pêxemberê xwe bi hîdayet û bi dînê heq şandîye ew e. Wek şahid Allah bes e.

19

Fetih

Ayet: 29Rûpel: 514

Here Ayetê

Muhammed, Rasûlê Allah e. Ew ên pê re ne li dij kafiran dijwar in û di navbera xwe de dilbirehim in. Tu wan; di nav rukûvanan û secdebiran de û di daxwazîya bi dest xistina ji lutf û razîbûna Allah de dibînî. Elameta wan ev e ku, di rûyên wan de dewsa secdê heye. Ev wesfê wan a di Tewratê de ye. Wesfên wan ên di Încîlê de jî wiha ne ku; ew, weke çandek in ku zîl daye û xurt û sitûr bûye û xwe li ser koka xwe girtîye ku ev jî li xweşa cotkaran diçe. (Mîsala xurt bûn û belav bûna wan a wekî çandekî) ji bo ku kafir pê hêrs bibin hatîye dayîn. Allah, ji nav wan ew ên ku îman anîne û amelên salih kirine re mexfîret û xelateke herî mezin wead kiriye.

20

Hucurât

Ayet: 1Rûpel: 514

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Nekevin pêşîya Allah û Rasûlê wî. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin! Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

21

Hucurât

Ayet: 2Rûpel: 514

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Dengê xwe bi ser dengê pêxember nexin. Wekî ku hûn bi dengê bilind li hev diqîrin, wisa bi wî neqîrin. Nexwe, bêyî ku haya we jê çêbe wê amelên we pûç/betal bibe.

22

Hucurât

Ayet: 3Rûpel: 514

Here Ayetê

Qet tu guman tune, ew ên ku li cem Rasûlullah dengê xwe kêm dikin; ew in ku Allah (dilsozîya qelbên wan dît û wan kir ji muxlîsan û) qelbên wan ji bo teqwayê îmtîhan kiriye. Ji wan re mexfîret û xelateke mezin heye.

23

Hucurât

Ayet: 4Rûpel: 514

Here Ayetê

Bi rastî ew ên di pişt xurfeyan/odeyan de gazî te dikin, pirên wan fehm nakin.

24

Hucurât

Ayet: 7Rûpel: 515

Here Ayetê

Û bizanibin ku di navbera we de Rasûlullah heye. Eger ew, di gelek karan de îtaetî we bikira, (pêwistîya her agahîya ku hûn didin wî pêk bianîya) hûn ê biketina tengasîyê. Lê belê Allah îman bi we daye hezkirin û ew di qelbên we de xemilandîye. Kufr û fisq û îsyan jî ji we re kirêt/nebaş nîşan daye. Ew ên ku rêya rûşdê/kemilînê dîtine jî ha ev in.

25

Mucadele

Ayet: 5Rûpel: 541

Here Ayetê

Ew ên (sînor û qanûnên wan nas nakin û bi danîna hin sînor û qanûnên din) bi Allah û bi rasûlê wî re dijberîyê dikin; yên berîya wan çawa kêmxistî û riswa bûne ew ê jî wê wekî wan bên kêmxistin û riswakirin. Muheqeq me, ayetên eşkere daxistîye. Ji bo kafiran ezabekî riswaker heye.

26

Mucadele

Ayet: 9Rûpel: 542

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Dema ku hûn pistepistê bikin, li ser gunehkarîyê û dijminahîyê û di îsyana pêxember de pistepistê nekin. (Eger hûn pistepist/kûlîs bikin jî) li ser teqwayê biaxivin. Ji wî Allahê ku hûn ê di hizûra wî de (bên vejandin û) bicivin bitirsin û xwe biparêzin.

27

Mucadele

Ayet: 12Rûpel: 543

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Dema ku hûn bi dizî/wek xafî (pirsgirêkekî xwe bibin cem) pêxember, berîya ku hûn biaxivin sedeqe bidin. Ev, ji bo we herî bixêrtir û paqijtir e. Eger hûn (ji bo dayînê sedeqeyekî) nebînin, bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

28

Mucadele

Ayet: 21Rûpel: 543

Here Ayetê

Allah wiha nivîsandîye: “Sond be ez ê bi ser bikevim û wê rasûlên min jî (bi ser bikevin).” Bêguman Allah, (yê xwedî hêz û quwwet) Qawîy û (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e.

29

Mucadele

Ayet: 22Rûpel: 544

Here Ayetê

Qewmekî ku bi Allah û bi roja axîretê îman anîbe; tu nabînî ku ew hezkirinê didin wan kesên dijminantiya Allah û Rasûlê wî dikin, welew ku ew bavên wan an zaroyên wan an xwişk û birayên wan an eşîra wan bin jî. Evana, (ew kes in ku Allah) di qelbên wan de îman nivîsandîye û bi rûhekî piştgirîya wan kiriye. Wê wan bêxe wê cennetê ku di bin de çem diherikin û tê de ebedî dimînin. Allah ji wan qayîl bûye. Ew jî (ji Allah) qayîl bûne. Evana alîgirên Allah in. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman ew ên bi ser dikevin alîgirê Allah in.

30

Haşr

Ayet: 4Rûpel: 545

Here Ayetê

Ev, ji ber vê ye ku wan li dij Allah û Rasûlê wî re serî hildane û di sefên li hemberê wan de cih girtine. Her kî ji Allah re serî rake/di sefên li dij de cih bigire bêguman Allah, yê ku cezayê wî pir dijwar e.

31

Haşr

Ayet: 7Rûpel: 545

Here Ayetê

Fey ên ku Allah ji welatên (fetihkirî) ji pêxemberê xwe re (îhsan kiriye); ji bo Allah û Rasûlê wî û eqrebayên nêz û sêwîyan û feqîrên miskîn/hewcedar û rêwingên di rê de mayî ne. Bi vî awayî bila (malê xenîmetê) nebe malekî ku bitenê di destê dewlemendan de digere (û ew ên maldar jî bi vî awayî li ser xîzanan serdestîyeke daîmî bi dest nexin). Pêxember, her çi bide ber we pê bigirin û ji bo we her çi qedexe kiribe jî hûn dev jê berdin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Qet guman tune Allah ew e ku, cezadayina wî dijwar e.

32

Haşr

Ayet: 8Rûpel: 545

Here Ayetê

(Wekî din fey,) ji feqîrên muhaciran ku ji welatên xwe hatine derxistin û malên wan jî (ji dest wan hatîye sitendin) û ew ên li lutf û razîbûna Rabbê xwe digerin û alîkarîya Allah û rasûlê wî dikin re ye. Ha ewana yên sadiq/rast bixwe ne.

33

Mumtehine

Ayet: 1Rûpel: 548

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Hûn, kesên dijminê min û yê we ne ji xwe re nekin dost/welî. Digel ku ew, heqîya ji we re hatîye înkar dikin jî hûn ji wan re rapêşîya hezkirinê dikin (agahî û sirrên mûmînan digihînin wan). (Hal ev e ku wan,) ji ber ku we îman bi Allahê ku Rabbê we ye anîbû, pêxember û hûn (ji Mekkeyê) derxistibûn. Eger hûn bi armanca cîhada di rêya min de û bi dest xistina razîbûna min derketibin (rê), ma (çawa dibe) ku hûn (di dilê xwe de) ji wan re hezkirineke bi dizî bihewînin. Ez bi ya ku hûn vedişêrin jî û bi ya ku hûn eşkere dikin jî dizanim. Ji we kî vêya bike (hez wan bike û agahîyên mûmînan bigihîne wan) bêguman, ew ji rêya rasterast averê bûye.

34

Saff

Ayet: 9Rûpel: 551

Here Ayetê

Welew ew ên muşrîk nerazî/nexoşnûd bin jî ji bo bi ser hemû dînan bikeve yê ku pêxemberê xwe bi heqî û bi hîdayetê şandîye ew e.

35

Cuma

Ayet: 2Rûpel: 552

Here Ayetê

Ew ê ku ji nav ummîyan Rasûlekî ji wan re şand û (ew pêxember) ji wan re ayetên (Allah) dixwîne û wan paqij dike û Kitêb û hikmet hînî wan dike, ew e. Ew, berîya vê di rêşaşîyeke vikîvekirî de bûn.

36

Teğabûn

Ayet: 8Rûpel: 555

Here Ayetê

Îman bi Allah û bi pêxemberê wî û bi nûra ku me daxistîye bînin. Allah, ji karên we agahdar e.

37

Talak

Ayet: 8Rûpel: 558

Here Ayetê

Gelek (xelkê) beldeyan, li dij emrê Rabbê xwe û pêxemberên xwe derketin. Me ewana kişande hisabekî dijwar û bi ezabekî ku berê de nehatîye dîtin ezab li wan kir.