Dûv Ketina Hewa û Hewesê

EXLAQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

33ayet hatin dîtin
Dûv Ketina Hewa û Hewesê
1

Bakara

Ayet: 78Rûpel: 11

Here Ayetê

Ji nav wan hinek jî ûmmî/nexwende hene. (Der heqê) Kitêbê de di hin emanîyyê/wasewasê/gumreşîyê de ne û hemû jî guman/zen dikin.

2

Bakara

Ayet: 85Rûpel: 12

Here Ayetê

Piştî vê (digel soza we dabû, dîsa) hûn hevdu dikujin û hin ji we yên din ji warên wan derdixin û hûn li hemberî wan di gunehkarî û di dijminahîyê de alîkarîya hev dikin. Dema (hemdîn ên/hemol ên we) bi êsîrî/bi dîlî werin cem we û digel ku derxistina ji warên wan li ser we hatîye heramkirin jî hûn (di muqabilê azadîya wan de) fidye ji wan distînin. Nexwe hûn bi qismekî Kitêbê îmân tînin û qismekî jî înkar dikin? Ji we her kî wisan bike cezayê wî di heyata dinyayê de rezîlî û riswatî ye û roja qiyametê jî wê bi bal ezabê herî dijwar ve bên vegerandin. Allah, ji amelên we ne xafil e.

3

Nisâ

Ayet: 135Rûpel: 99

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Di aleyha we û dê û bavê we û eqrebayên we de be jî edaletê bê kêmasî pêk bînin û ji bo Allah şahidîya (bi edalet) bikin. (Ew ê hûn ji bo wan şahidî dikin) dewlemend bin an jî feqîr bin (ne li gorî zengînî û feqîrîyê binirxînin) Allah nêziktirê her duyan e. Nedin pey hewayên xwe û bi edaletîyê nekin. Eger hûn gotinê li ser zimanê xwe bigilgilînin an jî (ji edaletê) rû vegerînin bêguman Allah, li ser amelên we (ji tiştên ku hûn dikin agahdar) Xabîr e.

4

Mâide

Ayet: 48Rûpel: 115

Here Ayetê

Me ji te re ji bo ku Kitêba berîya xwe tesdîq bike û li ser wê venihêr e (vê) Kitêbê (Qur'anê) bi heqî nazil kir. Di navbera wan de bi ya ku Allah daxistîye hukim bike. Şûna heqîya ku ji te re hatîye nede dûv hewesên wan (yên ku wê te bixerifînin). Me, ji bo her yek (ummetek) ji we re şerîetek û rêbazek danîye. Eger Allah bixwesta wê hûn bikirana yek ummetek (ku şerîet û rêbaza wan yek e). Lê tiştê daye we ji bo îmtîhanê/ji bo ceribandinê ye. Nexwe di xêran de pêşbazîyê bikin. Vegera we hemûyan bi bal Allah ve ye. (Allah,) xebera ew tiştên ku hûn li ser wan ketibûn îxtîlafê dê bide we.

5

Mâide

Ayet: 49Rûpel: 115

Here Ayetê

Di navbera wan de bi tiştên ku Allah nazil kiriye hikum bike. Nede pey hewesên wan. Xwe ji wan biparêze da ku ew ji hinek wehîya ku Allah ji te re nazil kiriye te jê nexin fitnê/te jê nevegerînin. Eger ew berê xwe ji (hukmê) te biguherînin, tu bizanibe ku Allah dixwaze ji ber gunehên ku kirine wan ceza bike. Bêguman pirên însanan fasiq in.

6

Mâide

Ayet: 70Rûpel: 118

Here Ayetê

Sond be, me ji Benî Îsraîl soz sitend û me ji wan re gelek pêxember şandin. Her çi dema pêxemberekî ku bi tiştên ne li gorî hewayên/hewesên wan re hatibe, qismekî ji wan derewandin û qismekî jî kuştin.

7

Mâide

Ayet: 77Rûpel: 120

Here Ayetê

Bibêje: "Gelî Ehlê Kitêb! Hûn bi neheqî di dînê xwe de piroletî/aşirîtî nekin. Nedin pey hewayê wan ên ku berî vê xerifîne û gelek kes jî bixwe re xerifandine û ji rêya rasterast jî dûr ketine.”

8

En'âm

Ayet: 66Rûpel: 134

Here Ayetê

Ew (Qur'an), digel ku heq bû jî qewmê te ew derewandin. Bibêje: “Ez li ser we ne (ew ê ku îş/kar ên we hewaleyê wî dibin an jî li ser xweşkirina heqê we) wekîl im.”

9

En'âm

Ayet: 71Rûpel: 135

Here Ayetê

Bibêje: “Piştî ku Allah em bi (tewhîdê) hîdayet kiriye, ma em ê ji xeynî Allah ji wan (pût û tirbe û zîyaret) ên ku ne dikarin feyde bidin û ne jî dikarin zerarê bidin re îbadet bikin? Wekî wî kesî ku şeytanan ew xerifandîye û di çolê de berdaye û hevalê wî jî ew gazî rêya rast dikin û dibêjin: ‘Were hîdayetê!’, ma em ê jî wekî wî mirovê şaş li ser panîya xwe (bi bal kufrê ve) berepaş bên vegerandin?” Bibêje: “Bêguman hîdayeta heqîqî, hîdayeta Allah e. Û ferman li me hatîye kirin ku em teslîmî Rabbê aleman bibin.”

10

En'âm

Ayet: 119Rûpel: 142

Here Ayetê

Ma çi bûye ji we hûn ji ew (heywan) ên ku navê Allah li ser hatîye zikirkirin, naxwin? -Ew ên hûn ji bêçareyî dixwin ne tê de- wî (Allah) tiştên ku ji bo we heram in bi eşkerehî beyan kiriye. Bi rastî pirên wan bi nezanî û li gorî hewayên xwe (însanan) dixerifînin. Bêguman Rabbê te bi yên ji hedê xwe borîne çêtir dizane.

11

En'âm

Ayet: 150Rûpel: 147

Here Ayetê

Bibêje: “De heydê şahidên xwe yên wê şahidî bikin ku Allah ev heram kiriye bînin (em bibînin).” Eger şahidî bikin tu bi wan re şahidî neke. Nede dûv hewayên/hewesên wan kesên ku ayetên me înkar dikin û (wan kesên) îmân bi roja axîretê naynin. (Ka wê tu yê çawa bidî pey wan?) Ew, hin heyînan bi Rabbê xwe re yek/wekhev digirin.

12

A'râf

Ayet: 175Rûpel: 172

Here Ayetê

Ji wan re, behsa wî kesê bike ku me ayetên xwe dabûyê. Wî xwe ji ayetên me xeritand/aritand û şeytan wî kiribû peyrevê xwe û (di encamê de) bibû ji yên har (û bitir) bûyî.

13

A'râf

Ayet: 176Rûpel: 172

Here Ayetê

Eger me bixwesta (bi ilim û delîlên ku me danê) me yê ew herî bilind bikira. Lê wî meylî dinyayê kir û da pey hewayê/hewesê xwe. Mîsala wî, wekî mesela wî kuçikî ye ku, tu bi ser de herî zimanê xwe derdixe û dihelike û dev jê berdî jî dîsa zimanê xwe derdixîne û dihelike. Ha rewşa civaka ku ayetên me tekzîb kirine a wiha ye. Ji bo ku baş bifikirin ji wan re behsa qiseyan bike.

14

Tâhâ

Ayet: 15Rûpel: 312

Here Ayetê

“Wê qiyamet were/rabe. Ji bo ku her nefs berginda/muqabela amelên xwe bistîne hema hema (ez ê wê ji xwe jî) biveşêrim.”

15

Tâhâ

Ayet: 16Rûpel: 312

Here Ayetê

“Nebe ew ê ku îman pê neanîye û dide pey hewayê xwe te jî (ji îman anîna wê) nede paş. Ne xwe tu yê helak bibî.”

16

Mu'minûn

Ayet: 71Rûpel: 345

Here Ayetê

Eger heqî bida pey hewayên/hewesên wan muheqeq wê erd û esman û tiştên di navbera wan de xerab bibûna. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî me zikra wan (Kitêba ku wan dinasîne û digihîjînê îzzetê) daye wan. (Lê) ew ji zikra xwe rû vedigerînin.

17

Furkân

Ayet: 43Rûpel: 362

Here Ayetê

Ma te ew kesê ku hewayê xwe/hewesa xwe ji xwe re kiriye îlâh dît? Erê ma vêga tu yê jê re bibî wekîl?

18

Furkân

Ayet: 44Rûpel: 363

Here Ayetê

Tu zen dikî ku pirên wan gûh didin/seh dikin û aqil digirin? Ew, bes mîna heywanan in. Nexêr, ew ji wan jî rêşaştir in.

19

Kasas

Ayet: 49Rûpel: 390

Here Ayetê

Bibêje: “Eger hûn rastbêj in, ji îndallah Kitêbekê ku ji herduyan (ji Tewrat û Qur'anê) herî rasttir bînin da ku ez jî bidim pey wê!”

20

Kasas

Ayet: 50Rûpel: 390

Here Ayetê

Eger ew bersivê nedin te bizanibe ku; ew didin pey hewayên/hewesên xwe. Qey ji wî kesî kî rêşaştir e ku beyî hîdayetekî/spartekekî dide pey hewayê xwe? Bêguman Allah qewmê zilimkar hîdayet nake.

21

Rûm

Ayet: 29Rûpel: 406

Here Ayetê

(Nexêr, ne wisan e!) Ew ên zilimkar, beyî sipartina qet tu agahîyê didin pey hewayên/hewesên xwe. Kesê ku Allah ew xerifandibe kî dikare wî bigihîjîne hîdayetê? Qet tu alîkarên wan jî tunin.

22

Câsiye

Ayet: 18Rûpel: 499

Here Ayetê

Piştre bi siparteya emr (ê îlâhî) me tu kir xwedî şerîetek. Bibe tabiê wî. Nede pey hewayên/hewesên nezanan.

23

Câsiye

Ayet: 23Rûpel: 500

Here Ayetê

Ma te nedît, ew ê ku hewayê xwe ji xwe re kiriye îlâh û Allah li ser ilmekî ew xerifandîye û gûh û dilê wî mohr kiriye û perde avêtîye ser çavên wî? (Niha) ji Allah pê ve kî dikare ew hîdayet bike? Hûn şîret nagirin?

24

Muhammed

Ayet: 14Rûpel: 507

Here Ayetê

Ew kesê ku li ser delîlek ji Rabbê xwe be, qet dibe wekî wî kesî ku amelê wî yê xerab jê re hatîye xemilandin û didin pey hewayên/hewesên xwe?

25

Muhammed

Ayet: 16Rûpel: 507

Here Ayetê

Ji wan hin jî li te guhdarî dikin. Dema ji cem te derdikevin jî ji wan ên xwedî ilim re wiha dibêjin: “Wî, berî niha çi got?” Evana, ew kes in ku Allah qelbê wan mohr kiriye û ew tabiê hewayên/hewesên xwe dibin.

26

Necm

Ayet: 2Rûpel: 525

Here Ayetê

Hevalê we nexerifîye û bitir/xawî nebûye.

27

Necm

Ayet: 3Rûpel: 525

Here Ayetê

Ew, ji hewayê napeyive.

28

Necm

Ayet: 4Rûpel: 525

Here Ayetê

(Axaftinên wî,) ji wehîya ku jê re tê wehîykirin pê ve ne tiştekî din e.

29

Necm

Ayet: 23Rûpel: 525

Here Ayetê

Ew (navên wekî Lat, Menat, Uzza) navên wisan in ku dê û bavên we danîne û Allah der heqê wan de qet tu delîl danexistîye . Ew bi tenê didin dûv zen û hewayên nefsên xwe. Sond be ji wan re, ji Rabbê wan hîdayet hatibû.

30

Kamer

Ayet: 2Rûpel: 527

Here Ayetê

Eger ew ayetek/mucîzeyek bibînin rû vedigerînin û wiha dibêjin: “Ev, sêhreke ku rêya xwe didomîne/mehkûmê tunebûnê ye”.

31

Kamer

Ayet: 3Rûpel: 527

Here Ayetê

Derewandin û dane pey hewayên/hewesên xwe. Her îş/kar, (bi kiryarê xwe) cihê xwe digire. (Karên xêrê bi ehlê xêrê re û karên xerab jî bi ehlê xerabîyê re qayîm e.)

32

Kamer

Ayet: 4Rûpel: 527

Here Ayetê

Sond be ji wan re, agahîyên (qewmên berê ku wan ji derewandin û tabîbûna hewesên wan) bigire hat.

33

Nâziât

Ayet: 40Rûpel: 583

Here Ayetê

Kî jî ji meqamê Rabbê xwe bitirse û ji daxwazên nefsa xwe (yên ne meşru re) bibe asteng,