Erş
KÂÎNAT Û XÛLIQANDINA WÊAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bêguman Rabbê we, ew Allah e ku erd û asîmân di şeş rojan de xuliqandîye û paşê îstîwayê arşê kiriye.1 Rojê, bi şeva ku tim dide pey dinixûmîne. Roj û hîv û stêrk ji emrê wî re sitûxwar in. Baldar bin/Dîqat bikin! Xuliqandin jî emir jî aîdê Allah e.2 Ew Allahê Rabbê aleman e, çi qas berz e/bilind e.
Eger ew rûyê xwe vegerînin, bibêje: “Allah ji min re bes e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Min xwe sipartîye wî/tewekkulê wî kiriye. Ew, Rabbê arşê azîm e.”
Bêguman Rabbê we, ew Allah e ku; erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û paşê îstîwayî erşê kiriye û hemû karan îdare dike. Heta ew destûrê nede tu şefaetwan nikare şefaetê bike. Ha, Rabbê we Allah ev e. (Nexwe) ji wî re îbadet bikin. Hûn şîret nagirin?
Ji bona ku we îmtîhan bike/derêxe holê ka hûn kîjan amelên xweşik dikin, ew ê erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye ew (Allah) e. Wê demê arş li ser avê bû. Bi rastî eger tu ji wan re bibêjî, hûn ê jî piştî mirinê dîsa bên vejandin, wê kafir wiha bêjin: “Ev sêhreke vikîvekirî ye”.
Allah ew e ku; asîman bê sitûn bilind kiriye. Hûn wî dibînin. Paşê îstîwayê erşê kir. Roj û heyv kiriye bin emrê xwe. Her yek ji wan heta demeke diyarkirî (di rêgeha xwe de) diherike û diçe. Her karê xwe bi rê ve dibe. Ji bo hûn li ser yeqînê bawer bikin ku hûn ê pêşberî Rabbê xwe bibin (Allah) ayetên xwe bi kitekit/bi teferûet eşkere dike.
Rahmân îstîwayê erşê kir.
Eger (li erd û esmanan) ji Allah pê ve hin îlâhên din hebûna wê (pergala wan) xera bibûna. Ji ber sifetên ku lêhatîyê/nîsbetê wî dikin, Allahê ku Rabbê arşê ye ji wan munezzeh e.
Bibêje: “Rabbê heft asîman û erşê azîm kî ye?”
Ew Allahê (hakimîyetê/serwerîyê û yê ku di milkê xwe de wekî daxwaza xwe teserûfê dike) Melîk û ( heq û heqîqetê) Haq, (ji zenên wiha yên batil çi qas) berz e/bilind e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew Rabbê arşê kerîm e.
Ew (Allah) ê ku erd û asîman û tiştên di navbera wan de hene di şeş rojan xuliqandîye û paşê îstîwayê erşê kiriye. (Ew,) Rahmân e. Wî ji yekî zane bipirse.
“Allah... Ji wî pê ve qet tu îlâh (ên ku îbadetê heq dikin) tune. Rabbê erşê ezîm e.”
Allah, erd û esman û tiştên di navbera wan de di şeş rojan de xuliqand û paşê îstîwayê erşê kiriye. Ji wî pê ve ji bo we qet tu welî û şefaetvan tune. Hûn şîret nagirin?
Tu dibînî ku melaîketan (bi awayê) dorpêçkirina hawîrdorê erşê, Rabbê xwe bi hamd tesbîh dikin. Di navbera wan de hukim hatîye dayîn û wiha hatîye gotin: “Hamd ji Allahê Rabbê aleman re be.”
(Allah) ew e ku dereceyan bilind dike û xedîyê erşê ye. Ji bo hişyarkirina (însanan ya) roja gihîştinê ji kîjan evdê xwe re bixwaze, rûhê (wehîyê) bi emrê xwe dişîne ser (qelbê) wî.
Rabbê erd û asîman û Rabbê erşê (Allah), ji sifetên ku jê re lihev tînin munezzeh e/berî ye.
Ew ê ku erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û piştre li ser arşê îstîwa kiriye ew e. Ew, bi ya ku dikeve erdê û bi ya ku jê derdikeve û bi ya ku ji esman tê xwarê û bi ya ku hildikişe esman jî dizane. Hûn li ku derê bin ew, ligel we ye. Allah, li ser karûkirinên we bîner e.
Ew (ezab), ji Allahê xwedîyê esmanan e.
Melaîket û Rûh, di rojekê de (bi bal Allah ve) hildikişin/bilind dibin ku mudeta wê pêncî hezar sal e.
Xwedîyê erşê ye. (Îhsana wê pir û bi rûmet û hertim tê pesinandin) El-Mecîd e.