Nisâ
Ayet: 51Rûpel: 85
Ma tu wan kesên ji Kitêbê parek ji wan re hatîye dayîn nabînî ku îmân bi cibt û taxût tînin û ji kafiran re dibêjin: “Evana ji mumînan rasterêtir in.”
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 51Rûpel: 85
Ma tu wan kesên ji Kitêbê parek ji wan re hatîye dayîn nabînî ku îmân bi cibt û taxût tînin û ji kafiran re dibêjin: “Evana ji mumînan rasterêtir in.”
Ayet: 116Rûpel: 96
Bêguman Allah tu carî şirîkatîya ku jê re bê kirin efû nake. Lê tiştên ji xeynî vê (şirkê), ji bo kî bixwaze efû dike. Kî jî ji Allah re şirîk çêbike ew ketîye nava xerifîyeke dûr (ku vegera jê pir zor e).
Ayet: 60Rûpel: 117
Bibêje: “Ez agahîya wî kesê bidim we ku cezayê wî li cem Allah ji vê xerabtir e? Ew kes in ku Allah lanetê li wan kiriye û li wan hatîye xezebê û ji wan meymûn û beraz û taxûtperest derxistîye. Ha evana (li îndallah) cihê wan herî xerab û ji rêya rast xerifî ne.
Ayet: 71Rûpel: 135
Bibêje: “Piştî ku Allah em bi (tewhîdê) hîdayet kiriye, ma em ê ji xeynî Allah ji wan (pût û tirbe û zîyaret) ên ku ne dikarin feyde bidin û ne jî dikarin zerarê bidin re îbadet bikin? Wekî wî kesî ku şeytanan ew xerifandîye û di çolê de berdaye û hevalê wî jî ew gazî rêya rast dikin û dibêjin: ‘Were hîdayetê!’, ma em ê jî wekî wî mirovê şaş li ser panîya xwe (bi bal kufrê ve) berepaş bên vegerandin?” Bibêje: “Bêguman hîdayeta heqîqî, hîdayeta Allah e. Û ferman li me hatîye kirin ku em teslîmî Rabbê aleman bibin.”
Ayet: 37Rûpel: 153
Ma ji wî kesê ku bi lihevanîna derewan bêbextî li Allah dike an jî ayetên wî diderewîne zalimtir kî heye? Nesîbê wan ê di Kitêbê de (xêr û şer a ji bo wan hatîye teqdîr kirin) digihîje wan. Dema ji bo can stendinê qasidên me tên cem wan dibêjin: “Kanê ew ên we ji Allah pê ve ji wan re dûa/lavahî dikirin?” Dibêjin: “Wan em (terk kirin û) winda bûn, çûn.” Û di aleyha nefsa xwe de şahidî dan ku kafir bixwe ne.
Ayet: 190Rûpel: 174
Wextê (Allah) zarokekî salih da wan, rabûn bi tiştê ku (Allah) dabû wan jê re şirîk çêkirin. Allah, ji tiştê ku pê şirîkatîyê dikin herî bilindtir/berztir e.
Ayet: 191Rûpel: 174
Nexwe ew, wan heyînên tiştekî nexuliqandine û ew bixwe hatine xuliqandin (ji Allah re) şirîk çêdikin?
Ayet: 192Rûpel: 174
(Lê belê) ew heyînên hanê ne dikarin alîkarîya wan (perestkarên xwe) û ne jî alîkarîya xwe bixwe bikin.
Ayet: 193Rûpel: 174
Eger hûn wan gazî hîdayetê bikin ew li dûv we nayên. Jixwe hûn wan dawet jî bikin û sikût jî bikin ji wan re yek e (îman naynin).
Ayet: 194Rûpel: 174
Ew heyînên ku hûn ji xeynî Allah ji wan re îbadet dikin jî weke we evd (ên Allah) in. Eger hûn di gotina xwe de rast in, ka gazî wan bikin bila bersivê bidin we.
Ayet: 195Rûpel: 174
Ma qey lingên wan ên pê dimeşin an destên wan ên pê digirin an jî guhên wan ên pê dibihîzin hene (ku bersivê bidin banga we)? Bibêje: “Gazî şirîkên xwe bi tevahî bikin. Paşê ji min re kemîn a ku ji destê we tê deynin û qet nehêlin ku ez çavê xwe vekim.”
Ayet: 196Rûpel: 175
“Bêguman welîyê min/dostê min Allah e ku (wî) Kitêb nazil kiriye. Ew, salihan (ji bo xwe) welî digire.”
Ayet: 197Rûpel: 175
Ew heyînên ji xeynî wî hûn ji wan re dûa dikin jî ne dikarin alîkarîya wan (perestkarên xwe) û ne jî alîkarîya xwe bixwe bikin.
Ayet: 198Rûpel: 175
Hûn wan gazî hîdayetê bikin jî nabihîzin. Tu dibêjî qey li te dinêrin, lê ew te nabînin jî.
Ayet: 56Rûpel: 272
Ji rizqê ku me daye wan, ji wan (îlâhên sexte) ku bi tiştekî nizanin re jî parekî vediqetînin. Sond bi navê Allah be, ji wan îftîrayên ku we lihev anîye hûn ê hisab bidin/bên pirsyarkirin.
Ayet: 86Rûpel: 275
Kesên muşrîk dema şirîkên xwe dibînin, dibêjin: “Rabbê me! Ew ên ku me ji xeynî te (ji te re şirîk çêdikirin û) wan dihebandin ha ev in.” Ew (şirîk) jî axaftina wan li wan vedigerînin û dibêjin: “Bi rastî hûn derewker in.”
Ayet: 56Rûpel: 286
Bibêje: “De heydê gazî wan ên ku we der heqê wan de hêvîya (şefaetê û rayeya teserûfa di kaînatê de û nêzbûna Allah) dikirin, bikin (em binêrin)! Ew ne dikarin zerarekî ji ser we rakin û ne jî dikarin (hêza wan tune ku) rewşa we biguherînin.”
Ayet: 57Rûpel: 286
Ew (heyîn) ên ku ji wan re dûa dikin bixwe jî ji bo ku nêzî Rabbê xwe bibin li wesîleyan digerin û rahmeta wî dixwazin û ji ezaba wî ditirsin. Lewre ezaba Allah, pêwiste ku jê bê parastin.
Ayet: 102Rûpel: 303
Ma qey ew ên kafir zen dikin ku wê dev ji min berdin û evdên min ji xwe re bikin welî/dost (û ez ê jî vê şirka wan bê ceza bihêlim)? Bi rastî me cehennem ji bo kafiran kiriye wargehek.
Ayet: 81Rûpel: 310
Ji bo ku ji wan re bibe rûmet/serdestî/çavkanîya hêzê, ji xeynî Allah ji xwe re îlâhan girtin!
Ayet: 82Rûpel: 310
Nexêr! (Roja qiyametê) wê îbadetên wan înkar bikin û wê li hemberî wan (wek dijmin) cih bigirin.
Ayet: 12Rûpel: 332
Ew dev ji Allah berdide û ji wî yê ku ne dikare zerarekî an jî feydeyekî bide wî re dûa/lavahî dike. Xerifîya kûr ev bixwe ye.
Ayet: 13Rûpel: 332
Ew, lavahîya wî (tiştê) dike ku zerara wî ji feydeya wî nêzîktir e. Ew, çi dostekî xerab û çi hevalekî nebaş e.
Ayet: 73Rûpel: 340
Gelî însanan! Ji we re mîsalek hatîye dayîn (bi dîqat) guhdar bin. Ew ên hûn ji xeynî Allah ji wan re îbadet dikin hemû werin cem hev nikarin mêşekî jî bixuliqînin. Eger mêş tiştekî ji wan bikişîne û bigire, nikarin wê (ji destê mêşê) xelas bikin. Yê ku dixwaze jî aciz e û yê jê tê xwestin jî...
Ayet: 3Rûpel: 359
(Digel vê) dev jê berdan û ji xwe re hinek îlâhên din girtin ku ewana qet tu tişt nexuliqandine lê ew bixwe hatine xuliqandin û tu feyde û zerara wan nagihîje wan û li ser mirin û jiyan û vejîna ji nû ve jî be xwedî hêz in.
Ayet: 25Rûpel: 398
Got: “We dev ji Allah berda û ji bo ku dilê we ji hev re germ bike/di navbera we de hezkirinê pêk bîne, we di heyata dinyayê de pûtan ji xwe re (îlâh) girt. Paşê roja qiyametê (hezkirin li alîyekî) hin ji we dê hinên din înkar bikin û hin ji we jî wê qedal/lanet li hinên din bikin. Hêwîrgeha we agir e. Qet tu alîkarê we jî tune.”
Ayet: 13Rûpel: 435
Şevê dixe ser rojê û rojê jî dixe ser şevê. Roj û heyv jî stûxwar kiriye. Her yek ji wan heta demeke diyarkirî di rêgeha xwe de diherike diçe. Ha ev, Rabbê we Allah e. Hikumranî/Serwerî bitenê aîdê wî ye. Ew ên ku hûn ji xeynî wî dûayê li wan dikin, bi qasî mûyekî jî ne xwedîyê tiştekî ne.
Ayet: 14Rûpel: 435
Hûn ji wan re dûa bikin, dûayen we nabihîzin. Bibihîzin jî nikarin bersivê bidin we. Roja qiyametê şirka we red dikin. Tu kes wekî wî yê ku (agahdarê her tiştî) Xabîr e, nikare agahîyê bide te.
Ayet: 40Rûpel: 438
Bibêje: “Ka bibêjin, ew îlâhên ji xeynî Allah ku we ji wan re îbadet dikirin çi xuliqandine? Ka nîşanî min bidin, li ser rûyê erdê çi xuliqandine?” Nexwe li erd û esman şirîkatîya wan heye? An jî me kitêb daye wan û ew li ser belgeyekî/wesîqeyekî ne? (Nexêr, ne wisan e!) berevajî ew ên zilimkar, ji xapandinê pê ve tu tiştekî weadê hevdu nakin.
Ayet: 74Rûpel: 444
Bi hêvîya ku alîkarî li wan bê kirin, ji bo xwe ji xeynî Allah hin îlâhên din girtin.
Ayet: 75Rûpel: 444
(Ew ên ku ji xwe re îlâh girtine) nikarin alîkarîya wan bikin. Lê ew (muşrîk bixwe), ji bo ku îlâh girtine leşkerên amadekirî ne.
Ayet: 19Rûpel: 525
Erê ma we Lat û Uzza dîtin? (Ew Allahê ku qudreta wî bêdawî ye/herherî ye li ku û pûtên ji xwe bixwe re qet tu feyda wan tune li ku derê?)
Ayet: 23Rûpel: 570
“Û gotin: ‘Nebe ku hûn dev ji îlâhên xwe berdin. Dev ji Wedd û Suwa û Yexûs û Yeûq û Nesrê bernedin.’ ”