Sond be me Nûh jî ji qewmê wî re (wek pêxember) şand û gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin, ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Bi rastî ez ji bo we ji ezabê rojeke mezin ditirsim.”
Giregirên qewmê wî, jê re gotibûn: “Bi rastî em te di nava şaşîtîyeke eşkere de dibînin.”
(Nûh jî) gotibû: “Gelî qewmê min! Di min de qet tu şaşîtî/xerifîtî tune. Lê ez qasidek im ji hêla/alîyê Rabbê aleman ve (ji hêla/ji alîyê Allah ve hatime şandin).”
“Ez wehîya/rîsaleta Rabbê xwe radigihînim û şîretê li we dikim. Û tiştên ku hûn pê nizanin ez bi wê ya (bi wehîya ku ji min re) ji Allah tê, dizanim.”
Ma hûn heyirîne ku ji bo hûn bitirsin û xwe biparêzin û merhamet li we bê kirin, ji nava we zilamek bi zikrekî/bi bîrxistinekî ku we pê hişyar dike, hatîye?
Wî derewandin. Me jî wî û ew ên bi wî re di keştîyê de bûn xelas kirin û ew ên ayetên me înkar dikirin jî xeniqandin. (Lewre) ew qewmekî kor bûn (heqîqetê nedidîtin).
Ma ji wan re agahîyên qewmên berîya wan, qewmên Nûh û Âd û Semûd û Îbrahîm û ehlê Medyen û Mu’tefîkat (ku warên wan hatibû serûbin kirin) nehatîye? Rasûlên wan ji wan re bi delîlên eşkere hatibûn. Allah li wan zilim nekir, lê wan li nefsa xwe zilim dikirin.
Ji wan re xebera Nûh bixwîne. Bi bîr bîne ku wî ji qewmê xwe re (wiha) gotibû: “Gelî qewmê min! Eger mayîna min di nav we de û şîreta min a bi ayetên Allah bi we giran bê, bizanibin ku min xwe sipartîye Allah. Êdî hûn û şirîkên xwe li hev bicivin û (der heqê min de) qerara xwe bidin. (Karên ku hûn der heqê min de bikin) bila ji we re nebe derd. Paşê qet nesekinin û qerara xwe li ser min tetbîq bikin/çav li min venekin.”
“Eger hûn rû vegerînin, min ji bo vê (dawetê) ji we qet tu heqekî nexwestîye. Dê heqê min bi tenê Allah bide û ez bi bûyîna ji muslîman (ew evdên şirkê diterikînin û bi aqîda tewhîdê berê xwe didin Allah) hatime emirkirin.”
Wî derewandin/tekzîb kirin. Me jî ew û ew ên bi wî re di keştîyê de bûn xelas kirin û ew (li ser rûyê erdê) kirin xelîfe. Me ew ên ayetên me derewandin jî di avê de xeniqand. De binêre ka aqûbeta wan ên hatine hişyarkirin çawa bûye!
Sond be, me ji qewmê wî re Nûh şand. (Gotibû:) “Bêguman ez ji bo we hişyarkerekî eşkere me.”
“Ji Allah pê ve ji tu kesî re îbadet nekin. Bêguman ez ji bo we, ji ezabê rojeke biêş û jan ditirsim.”
Giregirên kafir ên ji qewmê wî gotibûn: “Em te jî bes mirovekî wekî xwe (ji rêzê) dibînin. Em bi vê bawer in ku ji kesên kêmaqil û pêxwas pê ve ji me kesî nedaye pey te. (Her wiha) em ne bawer in ku (hûn ehlê heq in û) li hemberî me tu serdestîya we hebe. Berevajî/bilekîs, em zen dikin ku hûn ji derewkaran in.”
Gotibû: “Gelî qewmê min! Hûn çi difikirin? (Ka bibêjin!) Eger ez ji cem Rabbê xwe li ser delîlekî bim û wî jî ji bal xwe ve rahmetek (wehîy) dabe min û ew ji we re veşartî mabe (çavên ku hûn vê heqîyê bibînin nedabe we) digel ku hûn naxwazin jî em ê wê bi zorê bi we bidin pejirandin?
“Gelî qewmê min! (Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we qet malekî naxwazim. Heqê min aîdê Allah e. Ez mumînan ji cem xwe naqewirînim. Bêguman ew ê derkevin hizûra Rabbê xwe. Lê ez dibînim/bawerim ku hûn qewmekî cahiltî dikin in.”
Gelî qewmê min! (Hesêbankî/feraza ez bi ya we bikim û) wan ji cem xwe biqewirînim (û Allah ezab li min bike), kî heye ku min ji (ezabê) Allah biparêze? Hûn şîret nagirin?
Ez ji we re nabêjim xezîneyên Allah li cem min in. Ez bi xeybê jî nizanim. Ez nabêjim ‘ez melâîket im’ jî. Wekî din (ji bo ku hûn ji min qayîl bibin) ez ji bo wan ên ku hûn di çavên xwe de bênirx/kêm dibinin jî nabêjim Allah qet xêrekî li wan nake. Allah çêtir bi tiştê di nefsan de dizane. (Eger ez van tiştan bibêjim) bêguman ez ê bibim ji zaliman.
Gotibûn: “Ya Nûh! Te bi me re pir nîqaş kir û tu di vê nîqaşê de pêş de jî çûyî. Eger tu rast dibêjî, ka ew (ezab) a ku te li me wead kiriye ji me re bîne (de em bibînin).”
Gotibû: “Eger Allah bixwaze dê wî (ezabê) di ser we de bîne û hûn qet nikarin wî aciz bihêlin!”
“Eger Allah daxwaz kiribe ku we bixerifîne, ez bixwazim şîretan li we bikim jî şîretên min bi kêrî we nayên. Ew Rabbê we ye û hûn ê li wî bêne vegerandin.”
Qey ew dibêjin: “Wî, ew ji ber xwe ve lihev anîye?” Bibêje: “Eger min ew ji ber xwe li hev anîbe, gunehê wê ji min re ye. Û ez ji wan sucên ku hûn dikin dûr im/berî me.”
Ji Nûh re wiha hate wehîykirin: “Ji qewmê we, ji ew ên îmân anîne pê ve wê tu kes bawer neke. (Her wiha) ji ber kar û kirinên wan ve xemgîn nebe.”
“Li ber çavê me û (di rehberîya) wehîya me de keştîyê çêke. Di heqê zilimkaran de ji min re tiştekî nebêje. Lewre (hukmê der heqê wan de vebirî ye) wê ew bixeniqin.”
(Li ser emrê Allah) keştîyê çêdikir. Her cara ku giregirên qewmê wî serî lê didan tinazên xwe pê dikirin. Got: “Eger hûn tinazên xwe bi me bikin çawa ku hûn tinazên xwe bi me dikin em ê jî tinazên xwe bi we bikin.”
Di nêzîk de hûn ê bizanibin/fêm bikin ku ew ezabê nizmker û riswaker wê bi ser kî ve bê û ezabê ebedî wê di ser kî bigire.”
Axir, dema emrê me hat û tenûr kelîya (dema kanî fûrîyan û av ji erdê bilind bû) me got: “Ji her çeşîdî (heywanan) cotecot li keştîyê bar bike. Ew ên di aleyha wan de (der heqê helakbûna wan de) hukim hatîye vebirîn ne tê de, malbata xwe û mumînan jî li keştîyê siwar bike.” Jixwe ew ên ku pê îmân anîbûn, pir hindik bûn.
Got: “Lê siwar bibin. Çûyîna wê jî sekina wê jî bi navê Allah e. Bêguman Rabbê min (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ew (keştî), ew di nava pêlên weke çiyan (bilind) de dibir. Nûh, gazî kurê xwe yê ku bi tenê mabû kir û got: “Hê kurê min! Bi me re (li keştîyê) siwar be. Nebe ku tu bibî hevalê kafiran.”
Got: “Ez ê hilkişim sere çiyayekî ku ew min ji avê (ji tofanê) biparêze.” Got: “Ji xeynî ew ên ku Allah rehma xwe li wan kiriye îro parêzvan tunin.” Pêl kete navbera wan û ew jî bû ji wan ên xeniqandî.
Hate gotin: “Hê erd! Ava xwe bikişîne. Û hê esman! Tu jî ava xwe bigire.” Av hilkişîya û îş qedîya. (Keştî) li ser (çiyayê) Cûdî danî û ma sekinî. Ji qewmê zalim re jî hate gotin: “Bila (ji rahmeta Allah) dûr bibin.”
Nûh, gazî Rabbê xwe kir (û got:) “Rabbê min! Muheqeq kurê min jî ji malbata min e. Û bêguman weada te heq e. Û tu (ew ê ku hukmê herî rast û zexm dide) Ahkemu’l Hakimîn î.
Got: “Ya Nûh! Bêguman ew ne ji malbata te ye. Ew, ne amelekî salih e. Tiştê ku tu pê nizanî ji min nexwaze. Ji bo ku tu nebî ji cahilan ez van şîretan li te dikim.”
(Nûh) got: “Rabbê min! Ji ber tiştên ku zanîna min pê tûne, ez xwe bi te diparêzim. Rabbê min! Eger tu mexfîret û rehmê li min nekî ez ê bibim ji zîyandaran.”
Hate gotin: “Ya Nûh! Bi silav û bereketa me ya li ser te û li ser ûmmetên bi te re ne, (Ji keştîyê) dakeve. Em ê hin ûmmetan jî sûdmend/feydedar bikin. Paşê wê ji me ezabekî biêş û jan bigihîje wan.”
Evana ji xeberên xeybê ne ku em ji te re wehîy dikin. Berê ne te û ne jî qewmê te (bi van agahîyan) dizanîbûn. (Nexwe) sebir bike! Bêguman aqûbet bes ji Mutteqîyan re ye.
“Gelî qewmê min! Neyartîya we/rêveqetandina we ya ji min, bila tiştekî weke ku hatibû serê qewmê Nûh û qewmê Hûd û qewmê Salih neyîne serê we jî. Ji xeynî vê, qewmê Lût jî ji we ne dûr e.”
Erê ma agahîya yên berîya we (jîyîne) yên qewmê Nûh û Ad û Semûd û yên di pey wan de ji we re nehat? Ji Allah pê ve kes bi wan nizane. Pêxemberên wan bi delîlên eşkere ji wan re hatibûn. (Ji bo dengê pêxemberan bibirin) destên xwe dibirin ser devên xwe û digotin: “Bêguman tiştên ji we re hatine em înkar dikin. Û bêşik der heqê ew tiştê ku hûn me gazî dikinê de jî em di nava gumanbarîyeke bêaramî de ne.”
Eger te biderewînin bêşik berîya wan qewmê Nûh û Âdem û Semûd jî derewandibûn.
Sond be, me Nûh ji qewmê wî re şand. “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Hûn (ji Allah) natirsin?”
Giregirên qewmê wî yên kafir gotibûn: “Ev ê ha, enceq mirovekî wekî we ye. (Bi wê îdîaya pêxembertîyê jî) dixwaze ku xwe serdestî we bigire. Eger Allah bixwesta wê melâîketan daxistana. Me ji bavûkalên xwe yên berê jî van (gotinan) nebihîstîye/seh nekiriye.”
“Ew (hebe nebe) zilamek e ku (bi cina ketîye) û pê re dînîtî heye. Hetanî demekî çavnêrîya wî bikin (ka wê dawîya vê karê bigihîje ku derê).”
Got: “Rabbê min! Li hemberî derewandina wan ve alîkarîya min bike.”
Me jî jê re wiha wehîy kir: “Di bin nezareta me de û li gorî wehîya me keştîyê çêke. Dema fermana me hat û tenûr kelîya (tufan dest pê kir) ji her cot (a cureya heywanan) du heban û ji xeynî ew ên di eleyha wan de hikum (ê ezabê) hatîye danîn, malbata xwe jî siwar bike. Der heqê zaliman de nebe muxetebê min. Lewre wê ew bixeniqin.”
Dema tu û ew ên bi te re derketin ser keştîyê û bicih bûn, bibêje: “Hamd ji wî Allahê re ku em ji qewmê zalim xelas kir.”
Bibêje: “Rabbê min! Min li warekî pîroz/bibereket bicih bike. Tu yî bixêrtirê bicihkeran.”
Bêguman di van (jîyînan) de ayet (ên ku îbret ji wan bên wergirtin) hene. Û bêşik em, teqez îmtîhan dikin.
Dema ku qewmê Nûh pêxemberên xwe derewandin, me wan (di tofanê de) xeniqand û me wan ji bo însanan kir ayetek (da ku jê îbret bigirin). Me ji bo zaliman ezabekî biêş û jan amade kiriye.
Qewmê Nûh jî pêxemberên şandî înkar kirin.
Wê demê birayê wan Nûh ji wan re got: “Hûn (ji Allah) natirsin û xwe naparêzin.”
“Bêguman ez ji bo we pêxemberekî ewledar/emîn im.”
Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.
“(Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we tu heqekî naxwazim. Heqê min li ser (Allah e ku ew) Rabbê aleman e.
Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.
Gotibûn: “Ligel ku kêmketîyên qewmê te dane pey te, em ê çawa îman bi te bînin?”
Got: “Der heqê amelên wan de zanîna min tune (ez nikarim wan bidarizînim/mehkeme bikim).”
“Eger hûn bîrewer in (divê hûn vê bizanibin ku), hisabê wan aîdê Rabbê min e.”
“Ez ne ew im ku mumînan biqewirînim.”
“Ez bitenê hişyarkerekî vikîvekirî me.”
Gotin: “Ya Nûh, eger tu dev ji vê karê xwe bernedî, teqez tu yê bibî ji wan ên ku tên kevirkirin û qewirandin.”
Got: “Rabbê min! Bêşik qewmê min ez derewandim.”
“Navbera min û wan (bi hukmê xwe) bifesilîne. Min û mumînên bi min re xelas bike.”
Me jî ew û yên ligel wî, di keştîyeke tije de xelas kir.
Paşê me ew ên mayîn xeniqandin.
Bêguman di vê de (li ser mijara ku wê Allah alîkarîya dostên xwe bike û dijminên xwe jî helak bike) ayetek heye. Jixwe pirên wan ne mumîn in.
Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Sond be me Nûh ji qewmê wî re şand. Ew pêncî kêm hezar sal di nav wan de ma. Dema ku wan zilimkarîya xwe didomandin tofan bi wan girt.
Me ew û ehlê keştîyê xelas kirin. Û me wê (keştîyê) ji aleman re kir ayetek (da ku îbret bigirin).
Berîya wan qewmê Nûh û qewmê Ad û Firewn yê ku xwedîyê singan/sekeyan (ordîyên mezin) jî derewandin.
Berîya wan de qewmê Nûh û paşê jî komên (ji bo neyartîya pêxember hatine cem hev) derewandin. Her ummetek xwestin ku pêxemberên xwe (hepis bikin an jî bikujin). (Wan) xwestin ku (di oxira) batil de (û bi rêbazên batil) têbikoşin û lingê heqîyê bişemitînin (ji holê rakin). Min ew (bi ezab) girtin. (De binêre) ka çawaye cezakirina min?
“(Ez ji encamekî) hewşêweya qewmê Nûh û Ad û Semûd û yên li pey wan de hatine, ditirsim. Allah ji bo evdên xwe neheqî/zilim naxwaze.”
Berîya wan qewmê Nûh û xelkê Ress û (qewmê) Semûd jî derewandibûn.
Berî vêga me qewmê Nûh jî (helak kiribû). Bêguman ew, qewmekî fasiq bûn.
Qewmê Nûh jî ku hê berê de (hebûn)… Lewre ew yên herî zilimkar û hartir bûn.
Berîya wan qewmê Nûh jî derewandibû. Evdê me derewandibûn û gotibûn: “Ew, dîn e.” (Nûh, ji vegotina tewhîdê) hatibû girtin, astengkirin.
(Nûh) ji Rabbê xwe re dûa kir: “Bêguman ez, têkçûm, (alîkarîya min bike û ji wan) heyfa min hilîne.”
Me jî derîyên esman bi aveke “bênavber û wek tavî dibare” vekir.
Me ji erdê jî çavkanîyan pejiqand. (Ava erd û esman) li ser karekî teqdîrkirî gihîştin hev.
Me (Nûh jî) li ser (keştîyeke) ji depan/texteyan û mixan/bizmaran (çêkirî) kişand.
Li ber çavên me diherikî û diçû. (Ev, ji Nûh) a ku nankorî (li wî) hatibû kirin re xelatek bû.
Sond be me, ew wek ayetek (hewceye ku îbret jê bê girtin) danî. Kesê ku îbret bigire heye gelo?
Ka çawaye ezabê min û hişyarîya min?