Allah (ac) Her Tiştî Dibihîze (Semî)

ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

33ayet hatin dîtin
Allah (ac) Her Tiştî Dibihîze (Semî)
1

Bakara

Ayet: 127Rûpel: 19

Here Ayetê

(Bi bîr bînin!) Dema ku Îbrahîm û Îsmaîl ruknê Beytê bilind dikirin û (ji alîyekî ve jî dûa dikirin) digotin: “Rabbê me! Tu vê amelê ji me qebûl bike. Bêşik tu (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm î.

2

Bakara

Ayet: 137Rûpel: 20

Here Ayetê

Eger ew jî wekî ku we îmân anîye îmân bînin, wê bigihîjin hîdayetê. Eger ew rû vegerînin, bêşik ew di nava cudahîyê de ne. Li hemberî wan Allah ji te re bes e. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

3

Bakara

Ayet: 181Rûpel: 26

Here Ayetê

Her kî piştî ku vê (wesîyetê) bihîst û wê biguherîne, gunehê wê di sitûyê wan ên guherandine de ye. Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

4

Bakara

Ayet: 224Rûpel: 34

Here Ayetê

Sondên ku hûn bi (ser navê) Allah dixwin, ji qencîkarîyê re û ji teqwadarîyê re û ji lihevanîna xelkê re nekin asteng/manî. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

5

Bakara

Ayet: 227Rûpel: 35

Here Ayetê

Eger (venegerin û) qerara berdanê bidin, bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

6

Bakara

Ayet: 244Rûpel: 38

Here Ayetê

Di rêya Allah de şer bikin û bizanibin ku Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

7

Bakara

Ayet: 256Rûpel: 41

Here Ayetê

Di dîn de kotekî/zorî tune. Rêya heq ji rêya batil (bi awayekî qethî) veqetîyaye. Kî (bi awayê înkar kirin û tekfir kirin û jê dûr ketin) taxût înkar bike û îmân bi Allah bîne; wî, xwe bi qulpeke zexim ya ku qetandin jê re tune (bi kelîmeya tewhîdê ve) girtîye (û ketîye dînê îslâmê). Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

8

Âl-i İmrân

Ayet: 34Rûpel: 53

Here Ayetê

Evana nesleke ji hevdu (zêde bûyî) ne. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

9

Âl-i İmrân

Ayet: 35Rûpel: 53

Here Ayetê

(Bi bîr bînin!) Dema jina Îmran got: “Rabbê min! Ez ev (zarok) ê di zikê xwe de bi azadî (ku ji te pê ve ji kesekî re evdîtîyê neke) ji te re nezir dikim. (Nezira min) ji min qebûl bike. Bêşik tu, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm î.

10

Âl-i İmrân

Ayet: 38Rûpel: 54

Here Ayetê

Zekerîya (dema ku wan rizqên awarte/fewqelâde yên li ber Meryemê dît, ji rehma Allah hêvî kir û) li wê derê ji Rabbê xwe re dûa kir, got: “Rabbê min! Ji bal xwe ve zurîyeteke pakîpaqij îhsanî min bike. Bêşik tu dûayan seh dikî/îcabet dikî.”

11

Âl-i İmrân

Ayet: 121Rûpel: 64

Here Ayetê

(Bi bîr bîne!) Dema sibehê zû, tu ji cem malbata xwe derketî da ku mumînan di çeperên herbê de bi cih bikî û wan ji bo şer amade bikî. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

12

Nisâ

Ayet: 58Rûpel: 86

Here Ayetê

Bêşik Allah emrê we dike ku hûn emanetan bidin ehlê wan û dema we di nava însanan de hikum kir, bi edaletê hikum bikin. Allah bi vêya çi şîretên xweş li we dike! Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

13

Nisâ

Ayet: 134Rûpel: 98

Here Ayetê

Kî xêr û xelata dinyayê dixwaze, bêguman xêr û xelata dinya û axîretê li cem Allah e. Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

14

Nisâ

Ayet: 148Rûpel: 101

Here Ayetê

Allah ji gotinên xerab ên eşkere hez nake. Lê ew ên zilim lê hatîye kirin ne tê de. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

15

En'âm

Ayet: 13Rûpel: 128

Here Ayetê

Hemû tiştên di şev û rojê de ne, yê wî ne. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.”

16

En'âm

Ayet: 115Rûpel: 141

Here Ayetê

Kelîmeya Rabbê te (Qur'an), ji hêla rastî û edaletê ve tekûzbûyî/kamilbûyî ye. Kesê ku bikaribe peyvên wî biguherîne nîne. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.”

17

A'râf

Ayet: 200Rûpel: 175

Here Ayetê

Çi dema ji şeytan wasewasek/dilxuşûşîyek bigihîje te, xwe bispêre Allah. Bêguman ew (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

18

Enfâl

Ayet: 61Rûpel: 183

Here Ayetê

Eger ew ber bi sulhê ve hatin tu jî meyl (a sulhê) bike û xwe bispêre Allah. Bêguman Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

19

Yûnus

Ayet: 65Rûpel: 215

Here Ayetê

Gotinên muşrîkan (ya ji bo derewandin û tinazkirin û kêmxistina te dibêjin) bila te xemgîn neke. Bêguman hemû îzzet aîdê Allah e. Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

20

Yûsuf

Ayet: 34Rûpel: 238

Here Ayetê

Rabbê wî jî dûayên wî qebûl kiribû û pîlanên wan (jinan) ji wî dûrxistibû. Bêguman ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

21

İbrâhîm

Ayet: 39Rûpel: 259

Here Ayetê

“Hemd ji Allah re ku di kalîtîya min de Îsmaîl û Îshaq dane min. Bêguman Rabbê min dûayan dibihîze/îcabetî dûayan dike.”

22

Enbiyâ

Ayet: 4Rûpel: 321

Here Ayetê

Got: “Rabbê min, bi hemû gotinên di erd û esmanan de (tên axaftin) dizane. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.”

23

Nûr

Ayet: 21Rûpel: 351

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Nedin pey pêgavên şeytan. Kî bide pey pêgavên şeytan bêguman ew, emrê fuhşîyat û munkeratê dike. Eger fezl û rahmeta Allah li ser we nebûna ji nav we tu kes ebedîyen pak û paqij nedibû. Lê Allah kî bixwaze wî pak û paqij dike. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

24

Nûr

Ayet: 60Rûpel: 357

Here Ayetê

Ew jinên ketî ku ji zewacê hêvî birîne, beyî ku zînetên xwe nîşan bidin ji ber derxistina libasên xwe yên der, ji wan re tu guneh tune. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

25

Şuarâ

Ayet: 220Rûpel: 375

Here Ayetê

Bêguman ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

26

Ankebût

Ayet: 5Rûpel: 395

Here Ayetê

Ew ê ku ji leqayîhatina Allah (û ji mikafata jê) hêvîdar e, bêguman ew dema ku Allah diyar kiriye wê were. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

27

Ankebût

Ayet: 60Rûpel: 402

Here Ayetê

Gelek jîndar/candar hene ku rizqê xwe nakişînin/hilnagirin. Ew ê ku we jî wan jî dirizqîne Allah e. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

28

Sebe'

Ayet: 50Rûpel: 433

Here Ayetê

Bibêje: “Eger ez bixerifim, di aleyha xwe de dixerifim. Hîdayetê bibînim ev, bi ya ku Rabbê min li min wehîy kiriye pêk tê. Bêguman ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (ew ê nêzîkî evdên xwe) Qarîb e.”

29

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 20Rûpel: 468

Here Ayetê

Allah, bi heq hukim dike. Lê ew ên ji xeynî Allah dûa li wan dikin nikarin li ser tu tiştî hukim bikin. Bêguman ew (belê ew), (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

30

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 56Rûpel: 472

Here Ayetê

Digel ku ji wan re tu delîl nehatîye jî ew ên der heqê ayetên Allah de nîqaş dikin (hene)! Di singa wan de quretîyek wisan heye ku ew tu car nagihîjin wê. (Nexwe) tu xwe bispêre Allah. Bêguman ew (belê ew), (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

31

Fussilet

Ayet: 36Rûpel: 479

Here Ayetê

Eger ji şeytan niçkek/weweseyek ji te re were, xwe bispêre Allah. Bêguman ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

32

Şûrâ

Ayet: 11Rûpel: 483

Here Ayetê

Xaliqê erd û esmanan e. Ji nefsên we bixwe ji we re hevjînan xuliqand. Ji dewaran jî cot bi cot xuliqandîye. We (bi vî awayî, bi xuliqandina wek mêr û jin) zêde dike û belav dike. Qet tu tişt jê re ne heval/menend/himkûf e. Ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

33

Mucadele

Ayet: 1Rûpel: 541

Here Ayetê

Muheqeq Allah, peyva wê jina ku der barê mêrê xwe de bi te re cidal/nîqaş dike û gilîyê xwe digihîne Allah seh kir. Allah, axaftina we ya berhemberê hevdu bihîst. Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e