Bakara
Ayet: 42Rûpel: 6
Digel zanebûna xwe heq û batil tevlîhev nekin (û bi vê awayê) heqîyê neveşêrin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 42Rûpel: 6
Digel zanebûna xwe heq û batil tevlîhev nekin (û bi vê awayê) heqîyê neveşêrin.
Ayet: 185Rûpel: 27
Meha Remezanêye ya ku Qur’an tê de nazil bûye. Ew (Qur’an) a ku ji bo însanan hîdayet û rehber e û delîlên heq û batilê ji hev vediqetîne. Ji we kî bigihîje wê mehê bila rojî bigire. Kî jî nexweş be an jî rêwî be (û rojîya xwe xwaribe) bila di hinek rojên din de bigire. Allah ji bo we hêsanîyê/rihetîyê dixwaze, zorahîyê/zehmetîyê naxwaze. (Ev hêsanî) ji bo vê yê ku hûn wan rojên bi hejmar temam bikin û ji ber ku we hîdayet kiriye hûn Allah tekbîr/berz bikin û hûn şikur bikin.
Ayet: 71Rûpel: 58
Gelî Ehlê Kitêb! Digel bi zanebûna xwe hûn çima heq û batil tevlîhev dikin û hûn çima heqîyê vedişêrin?
Ayet: 173Rûpel: 172
An jî ji bo ku hûn nebêjin: “Bavûkalên me hêj pêşî de (ji Allah re) şirîk çêkiribûn. Em jî nifşeke/nesleke li pey wan de ne (û em peyrevê wan in). Ma qey tu yê ji ber kar û kirinên ehlê batil, me helak bikî?”
Ayet: 8Rûpel: 176
Gunehkarên mucrîm nexwazin jî (Allah dixwest ku) heqîyê (timûdaîm) serdest bike û batil jî ji holê rake.
Ayet: 41Rûpel: 181
Eger bi Allah û bi roja furqanê (ku heq û batil ji hev qetîyaye) tiştê (Qur'an a ku) me ji evdê xwe re (roja Bedirê) nazil kiriye û (bi wê) roja ku her du kom rastî hev hatine we bawerî anîbe; bizanibin ku xenîmetên we bi dest xwe xistine ji pêncan yek aîdê Allah û Rasûlê wî (û aîdê) eqrebayên wî (pêxember) û sêwîyan û feqîran û rêwîyan e. Allah li ser her tiştî qadir e.
Ayet: 17Rûpel: 250
Ji esman av daxistîye. Newal bi qasî qeysa/tijebûna xwe bû lehî. Lehî jî çû û kefa ku derkete ser avê hilgirt. Zînetek de an jî di çêkirina ew tiştên bikêr tên di agir de têne helandin de jî weke vêya kefek bi ser dikeve. Allah ji heq û batilê re wiha mîsal dide. Kef tê avêtin û diçe (batil jî weke vê mîsâlê tê avêtin). Ya ku feyde dide însanan (heq) jî li ser rûyê erdê dimîne. Allah mîsalan wiha dide.
Ayet: 72Rûpel: 273
Allah ji bo we, ji nefsên we hevalan (jinan) xuliqand. Ji hevjînên we jî zarokan û nevîyan xuliqand. We bi tiştên xweşik da riziqandin. (Her ku rewş ev e) ma ew hêj jî bi batilê îmân tînin û nîmetên Allah înkar dikin?
Ayet: 81Rûpel: 289
Bibêje: “Heq hat. Batil zail/winda bû. Bêguman batil mehkûmê windabûnê/tunebûnê ye.
Ayet: 56Rûpel: 299
Em pêxemberan (ne ku ji bo îcabetî daxwazên wan bikin,) bitenê wek mizgînvan û hişyarker dişînin. Lê ew ên kafir (li dij heqê) bi batil têdikoşin û dixwazin heq tune bikin/pîyê wî bişemitînin. Ew henekên xwe bi ayetên min û tiştên ku pê hatibûn hişyarkirin dikin.
Ayet: 18Rûpel: 322
(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, em heqîyê davêjin ser batilê û ew jî mêjîyê wî digire û parçe dike. (Tu dinêrî ku) batil tune bûye. Ji ber ew sifetên ku hûn lê tînin/nîsbetê wî (Allah) dikin xwelî li serê we be!
Ayet: 62Rûpel: 338
Ev wiha ye... Lewre Allah (çavkanîya/menbaa heq û heqîqetê) Heq bixwe ye. Tiştê ku ji xeynî wî lavayî/dûayê li wan dikin jî batil in. Bêguman Allah (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.
Ayet: 48Rûpel: 401
Tu berê de ne xwendevanê Kitêb bûyî. Bi rastî te bi destê xwe yê rastê jî nedinivîsand. (Eger wisan bûya) wê ehlê batil wê demê biketibana gumanê.
Ayet: 52Rûpel: 401
Bibêje: “Di navbera min û we de wek şahid Allah bes e. Çi tiştên li erd û esmanan hebe bi hemûyan dizane. Ew ên bawerî bi batil tînin û ji Allah re dibin kafir, yên ku xisirîne ha ew bixwe ne.
Ayet: 67Rûpel: 403
Ma qey ew nabînin digel ku însanên li derdora wan (bi çûr û talanê) tên birin û pê ve diçin jî me ew der (Mekkeyê) kiriye cihekî pîroz û ewledar? Hê jî bi batilê îman tînin û nîmetên Allah înkar dikin?
Ayet: 49Rûpel: 433
Bibêje: “Heq hat. Batil, ne dikare dest bi tiştekî bike û biafirîne û ne jî paşve bîne.”
Ayet: 5Rûpel: 466
Berîya wan de qewmê Nûh û paşê jî komên (ji bo neyartîya pêxember hatine cem hev) derewandin. Her ummetek xwestin ku pêxemberên xwe (hepis bikin an jî bikujin). (Wan) xwestin ku (di oxira) batil de (û bi rêbazên batil) têbikoşin û lingê heqîyê bişemitînin (ji holê rakin). Min ew (bi ezab) girtin. (De binêre) ka çawaye cezakirina min?
Ayet: 42Rûpel: 480
Ne ji pêş ve û ne ji paş ve batil nikare nêzî wê bibe. Ji hêla/ji alîyê (Allahê ku xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd ve hatîye daxistin.
Ayet: 24Rûpel: 485
Nexwe ew wiha dibêjin: “Derew lihev anî û bêbextî li Allah kir.” Eger Allah bixwaze wê qelbê te (bi sebir û yeqîn) mohr bike (bêbextî û raberizîna wan tu zerar nade te). Allah, batilê jê dibe û tune dike. Heçî heqîyê jî bi kelîmeyên xwe (yên ku ji pêxember re wehîy kirine) qaîm dike/li pîya dihêle. Lewre ew, bi ya di singan de veşartî ne dizane.
Ayet: 40Rûpel: 497
Qet tê de guman tune ku Yewmu’l Fesl/Roja Veqetandinê, dema (vejandina) wan e.
Ayet: 27Rûpel: 500
Serwerîya/hukimranîya erd û esmanan aîdê Allah e. Roja ku qiyamet rabe, ha wê demê ehlê batil wê bi xusranê bikevin.
Ayet: 3Rûpel: 506
Bu, kâfirlerin batıla uyması, iman edenlerin ise Rabblerinden gelen hakka uyması nedeniyledir. İşte Allah insanlara, kendilerine ait örnekleri böyle açıklar.