Daxwazkarîya Bexişandina Allah (ac)
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ji bo lutf û îhsana Allah bi dest bixin (di bazirganîya dema heccê de) li ser we tu guneh tune. Dema hûn ji Arafatê daketin, li Meş’arê Heram (li Muzdelifê) Allah zikir bikin. Weke ku we hîdayet kiriye hûn jî wî zikir bikin. Çendî berê (berîya ku we hîdayet bike) hûn ji rêşaşan bûn. (Vêya ji bîr nekin.)
Paşê ji cihên ku însan hemû jê diherikin hûn jî biherikin û ji Allah mexfîretê bixwazin. Bêguman Allah (ew ê gunehên wan dibexşîne û disitrîne û evdên xwe ji aqubeta gunehên xerab mihafeza dike) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Pêxember, bi wehîya ku ji cem Rabbê wî jê re daxistîye îmân anî. Mumînan jî (îman anîn). Hemûyan bi Allah û bi melâiketên wî û bi Kitêbên wî û bi pêxemberên wî îman anîn (û gotin:) “Em cudahî naxin navbera pêxemberên wî.” Gotin: “Me bihîst/seh kir û me îtaet kir. Rabbê me! Em efûya te dixwazin. Veger bi bal te ve ye.
Allah, tu kesî bi barekî ji quweta wî zêdetir binbar nake. Qezenca (xêra) her kesekî jê re ye û amel (guneh) ên wî jî di aleyha wî de ye. Rabbê me! Eger em ji bîr bikin an jî em xeta/şaşî bikin, li me negire. Rabbê me! Her wekî ku te barê giran li yên berîya me kiribû (weke wê) me jî bi barê giran binbar neke. Me efû bike. Me mexfîret bike. Bi rehma xwe bi me re bike. Tu Mewlayê/Dostê me yî. Li hemberî qewmên kafir tu alîkarîya me bike.
Bi saya rehma Allah tu ji wan re rûnerm bûyî. Eger tu mirovekî xebertehl û dilhişk bûyayî, wê ew ji derdora te belav bibûna û biçûna. Wan efû bike û ji bo wan mexfîretê bixwaze û di îş û karên xwe de bi wan re bişêwire. Dema ku te (di mijarekî de) qerar da êdî xwe bispêre Allah. (Û pêk bîne, lewre) Allah, ji ew ên mutewekkîl hez dike.
“Rabbê me! Me, gazîkerê/bangvanê îmanê ku digot: “Îman bi Allah bînin!” seh kir û me hema pê îmân anî. Rabbê me! Tu gunehê me efû bike, neqencîyên me binixumîne û me digel Ebraran (ew ên ku pir qencîyê dikin) re bimirîne.”
Ji Allah mexfîretê bixwaze! Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ji bo wexta ku me danîbû Mûsa ji qewmê xwe heftê zilam hilbijartibû. (Ji bo vê gotina wan “Heta em Allah bi eşkerehî nebînin em îmân bi te naynin” wek ceza) erdhêja dijwar bi wan girt, (Mûsa) got: “Rabbê min! Eger te bixwesta tu yê min û wan hêj berê de helak bikirana. Ma tu yê a niha ji ber çend heb sefîhên/kêmaqilên di nava me de, tu yê me helak bikî? Lê ev bûyer/hadîse ji îmtîhana te pê ve ne tiştekî din e. Bi vê tu kî bixwazî dixerifînî û kî jî bixwazî digihînî hîdayetê. Dostê me/Welîyê me tu yî. Êdî me efû bike û rahme li me bike. Tu bixêrtirê Xafûran/Efûkaran î.”
“Gelî qewmê min! Ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazin. Paşê ji wî re tobe bikin ku bila ji asîman di ser we de rahmetê (baranê) bibarîne û hêz li ser hêza we zêde bike. Hûn wek mucrîmên gunehkar rû nevegerînin.”
Me ji qewmê Semûd re jî birayên wan Salih (wek pêxember şand). (Salih ji qewmê xwe re) gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Wî hûn ji erdê (ji axê) xuliqandin û ji ber ku hûn wê derê îmar bikin û heyata xwe bidomînin hûn li wir daye jiyandin. Ji wî mexfîretê bixwazin, paşê jê re tobe bikin. Lewre Rabbê min (ew ê nêzîkî evdên xwe) Qarîb û (îcabetî dûayan û daxwazan dike) Mucîb e.
“Ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazin paşê ji wî re tobe bikin. Bêguman Rabbê min (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm û (ew ê hez evdên xwe dike û evdên wî jî hez jê dikin û di dilan de hezkirinê dixûliqîne) Wedûd e.
(Berê xwe da wî û got:) “Ya Yûsuf! Tu dev jê berde (li pey vê tiştê nekeve)!” (Ji jina xwe re jî got:) “Ji ber gunehên xwe mexfîretê bixwaze. Lewre tu bûyî ji gunehkaran.”
Got: "Îro ji we re şermezarî/lewm tune. Allah dê gunehên we efû bike. Bêguman ew, rahîmê rahîman/erhamu’r-rahîmîn e.”
Gotin: “Hê bavê me! Tu efûkirina gunehên me (ji Allah) bixwaze. Bêguman em di xeletîyê de bûn.”
Got: “Ez ê ji bo we ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazim. Bêguman ew (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm bixwe ye.”
“Rabbê me! Di roja hisab dîtinê de min û dê û bavê min û hemû mumînan efû bike.”
Mumîn ew kes in ku; îman bi Allah û bi pêxemberê wî tînin û dema ku li ser kareke komelî (ya cemaeta îslâmê eleqedar dike) de ligel wî ne, berîya ku destûrê jê bixwazin jê naveqetin û naçin. Bêguman ew ên ku ji te destûr dixwazin, ew ên ku îman bi Allah û bi pêxemberê wî anîne ew in. Dema ku ew ji bo hin karên xwe destûr ji te bixwazin êdî tu ji kîjanî re dixwazî destûrê bidê û ji bo wan ji Allah mexfîretê bixwaze. Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Gotibûn: “Rabbê min! Min mexfîret bike û hukimdarîyeke wisan bide min ku piştî min tu kes negihîje wê. Bêguman tu, (ew ê ku bê gerew/bê dêl dide evdên xwe) Wehhab î.”
Ew ên erşê hildigirin û li dora wê ne, Rabbê xwe bi hemd tesbîh dikin û îman pê tînin û ji bo mûmînan daxwaza bexişandinê dikin: “Rabbê me! Te bi rahmet û ilma xwe her tiştî dorpêç kiriye. Tu wan ên tobe kirine û didin pey rêya te mexfîret bike û wan ji ezabê cehennemê biparêze.”
Bibêje: “Ez, enceq weke we mirovek im. Ji min re tê wehîykirin ku îlâhê we yek îlâhek tenê ye. (Herwiha) berê xwe bidin wî û jê mexfîret bixwazin. Weyl li wan muşrîkan…”
Tu jî bizanibe ku bêguman ji Allah pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ji bo gunehên xwe û ji bo (gunehên) mêr û jinên mûmîn mexfîretê bixwaze. Allah, bi cihê gera we jî û cihê vehewîna we jî dizane.
Ji wan bedewîyên ku di paş de hatine hiştin wê ji te re bibêjin: “Mal û ehlên me em mijul kirin. (Ji derketina şer re bûne asteng). Ji bo me daxwaza mexfîretê bike.” Tiştê ku di qelbên wan de tune ye bi zimanên xwe dibêjin. Bibêje: “Eger Allah ji bo we zerarek an jî feydeyek teqdîr bike, li dij Allah kî dikare we biparêze? (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, Allah ji karên we agahdar e.
Ew ên piştî wan (Muhacir û Ensarîyan) hatine wiha dibêjin: “Rabbê me! Me û birayên me yên berî me, ên îman anîne mexfîret bike û di qelbên me de ji bo mûmînan kînekê nehêle. Rabbê me! Bêguman tu, li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm î.
Rabbê me! Me ji bo kafiran neke fitne û (gunehên) me mexfîret bike, Rabbê me! Bêguman tu, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm bixwe yî.
Gelî ew ên îman anîne! Ji Allah re bi tobeyeke nasuh (bi ezma carekî din lênevegera gunehan) tobe bikin. Hêvî heye ku Rabbê we qisûrên we binixumîne û we bêxe cennetên di bin wan de çem diherikin. Wê rojê Allah, pêxemberê xwe û mûmînên ligel wî riswa nake. Nûra wan di pêşîya wan de dibeze (û diberiqe). Ji milê xwe yê rastê (defterên xwe yên amelê sitendine.) Dibêjin: “Rabbê me! Nûra me temam bike û gunehên me bibexşîne. Lewre tu, li ser her tiştan qadir î.”
“Min got: “Ji Rabbê xwe mexfîret daxwaz bikin. Lewre ew (yê ku gunehan pirzêde mexfîret dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xaffar e.
“Rabbê min! Min û dê û bavên min û ji mûmînan kesê ku dikeve mala min û mêr û jinên mûmîn mexfîret bike. Heçî zilimkaran jî bitenê helaka wan zêde bike.”