Hîdayet û Dalâlet

DÎN - RÊYA RAST - ÎSTÎQAMET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

30ayet hatin dîtin
Hîdayet û Dalâlet
1

Bakara

Ayet: 175Rûpel: 25

Here Ayetê

Evana ew kes in ku hîdayet bi dalaletê û mexfîret jî bi ezabê guherandine. Li hemberî agirê cehennemê çi qas sebirvan/qewîn in!

2

Âl-i İmrân

Ayet: 73Rûpel: 58

Here Ayetê

(Û gotin:) “Bitenê bi yên ku dane pey dînê we bawerî bînin û bi wan ewle bin.” Bibêje: “Hîdayeta esil, hîdayeta Allah e.” (Ev tirsa we) gelo ji ber wê ye ku, ya ji we re hatîye dayîn bînanîyeke/menendeke wê ji kesekî din re neyê dayîn an jî ji ber ku li cem Rabbê we dibe ku bi we re nîqaş bikin e?” Bibêje: “Fezîlet di destê Allah de ye û ji kî re bixwaze dide wî. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

3

En'âm

Ayet: 125Rûpel: 143

Here Ayetê

Allah, bixwaze kî bigihîne hîdayetê (ji bo pejirandina wî) singa wî/qelbê wî (li îslâmê) fireh dike. Bixwaze kî bixerifîne jî wekî ku ber bi asîmanan ve bilind dibe singa wî teng dike û dişidîne. Herwiha Allah, wî kesê ku îmân neanîye wiha mehkûmê ricsê/gemarê/ezabê dike. (An jî ricsê li ser kesên îmân neanîne kom dike.)

4

A'râf

Ayet: 30Rûpel: 152

Here Ayetê

(Wî) hîdayet daye hinekan û hinek jî rêşaşîtî li ser wan bûye heq. (Lewre) ewana dev ji Allah berdan û şeytanan ji xwe re kirin dost û digel vê zen dikin ku ew li ser heqîyê ne.

5

A'râf

Ayet: 178Rûpel: 172

Here Ayetê

Allah, her kî hîdayet kiribe wî, hîdayet dîtîye. Kî jî bixerifîne êdî ew ên bi xusranê ketine ew bixwe ne.

6

A'râf

Ayet: 186Rûpel: 173

Here Ayetê

Allah her kî bixerifîne êdî yê ku wî hîdayet bike tune. Wan di nava tuxyanê de bi şaşîtî dihêle.

7

Yûnus

Ayet: 108Rûpel: 220

Here Ayetê

Bibêje: “Gelî însanan! Muheqeq ji we re ji Rabbê we heq hatîye. Her kî hîdayet bibîne (bide pey heqîyê) ji bo xwe hîdayet dîtîye. Her kî jî (bi rû vegerandina heqîyê) bixerife di aleyha xwe de xerifîyê. Ez li ser we ne wekîl im (ku we bi zorahî ji rêşaşîtîyê biparêzim û berê we bidim bal bi heqîyê ve).

8

Ra'd

Ayet: 27Rûpel: 251

Here Ayetê

Ew ên kafir dibêjin: “Ma ne hewce bû ku ji Rabbê wî ayetek/mucîzeyek jê re bihata daxistin?” Bibêje: “Allah, her kî bivê dixerifîne û ew ê ku bifetile heqîyê jî digihîne hîdayetê.”

9

Ra'd

Ayet: 33Rûpel: 252

Here Ayetê

Ma ji wî (Allah) ê ku li ser kesba her nefsî çavdêr e (re şirîk çêdikin)? Lê wan ji Allah re şirîkan tayîn kirin. Bibêje: “De (wan şirîkan) binavînin (em binêrin).” (Allah, ne raye daye van heyînan û ne jî evana wek şirîk girtîye.) Nexwe, qey hûn agahîyên tiştên ku Allah pê nizane didin wî? An jî ev (navên hanê) peyvên gotinî yên pûç û vala ne? (Nexêr, ne wisan e!) Bilekîs kemînên wan kafiran ji wan re xemilandî hate xûya kirin û ji rêya (rasterast) hatin menkirin. Allah, her kî bixerifîne êdî kesê ku wî bigihîne hîdayetê tune.

10

İbrâhîm

Ayet: 4Rûpel: 254

Here Ayetê

Me her pêxemberî bi zimanê qewmê wî şand da ku bi zimanê wan teblîx/beyan bike. Allah, kî bixwaze dixerifîne û kî jî bixwaze digihîne hîdayetê. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

11

Nahl

Ayet: 36Rûpel: 270

Here Ayetê

Sond be, me ji her ummetê re ji bo ku bibêjin (teblîx bikin): “Ji Allah re îbadet/evdîtî bikin û xwe ji taxût biparêzin.” pêxemberek şand. Bi vî awayî Allah hinekên wan hîdayet kir û li ser hinek ji wan jî rêşaşîtî heq bû. Li ser rûyê erdê bigerin û aqûbeta derewkaran/mukezziban çawa bûye bibînin.

12

Nahl

Ayet: 37Rûpel: 270

Here Ayetê

Tu çi qas hîdayeta wan bixwazî jî Allah tu car kesên ku xerifandîye nagihîne hîdayetê. Alîkarê wan jî tunin.

13

İsrâ

Ayet: 15Rûpel: 282

Here Ayetê

Kî bigihîje hîdayetê ew ji bo xwe gihîştîye hîdayetê. Kî jî bixerife di eleyha xwe de dixerife. Qet tu gunehkarek gunehê kesekî din hilnagire. Em heta pêxemberekî neşînin (li civakekî) ezab nakin.

14

İsrâ

Ayet: 97Rûpel: 291

Here Ayetê

Allah her kî hîdayet bike, wî rêya rast dîtîye. Kî jî bixerifîne, êdî tu ji wî pê ve ji wan re welîyan/dostan nabînî. Roja qiyametê em ê wan deverû/serdevkî, wek kor û lal û ker heşr bikin. Sitargeha wan cehennem e. Çi dema ku agirê wê kêm dibe, alavên bi erjeng/bi dehşet em ji bo wan zêde dikin.

15

Kehf

Ayet: 17Rûpel: 294

Here Ayetê

Dema roj dertê tu dibînî ku tîrêja tavê li rexê rastê dikeve, dema diçe ava jî li kêleka çepê dixist û diçû. Ew bixwe jî (di şikeftê de) di qada fireh de bûn. Ev jî ji ayetên Allah in (ku delaleta qudret û ezameta wî dike). Allah her kî hîdayet bike wî rêya rast dîtîye. Kî jî bixerifîne êdî tu ji bo wî dostekî ku wî rasterê bike nabînî.

16

Meryem

Ayet: 76Rûpel: 309

Here Ayetê

Allah, hîdayeta ehlê hîdayetê zêdetir dike. Amelên salih ên mayînde ew in ku li cem Rabbê te bi mukâfat û bi aqûbetî herî bixêrtir e.

17

Neml

Ayet: 92Rûpel: 384

Here Ayetê

“Û bi xwendina Qur'anê (hatime emirkirin). Kî bigihîje hîdayetê, ew ji bo xwe gihîştîye hîdayetê. Kî jî xerifîbe (tu wiha) bibêje: ‘Ez bitenê hişyarkerek im.’ ”

18

Kasas

Ayet: 50Rûpel: 390

Here Ayetê

Eger ew bersivê nedin te bizanibe ku; ew didin pey hewayên/hewesên xwe. Qey ji wî kesî kî rêşaştir e ku beyî hîdayetekî/spartekekî dide pey hewayê xwe? Bêguman Allah qewmê zilimkar hîdayet nake.

19

Kasas

Ayet: 56Rûpel: 391

Here Ayetê

Tu nikarî hezkirîyê xwe bigihînî hîdayetê, lê Allah kî bivê wî tîne ser hîdayetê. Ew herî çêtir dizane ka kî ji hîdayetê ra0 (lêhatî) ye.

20

Kasas

Ayet: 85Rûpel: 395

Here Ayetê

Bêguman ew Allahê ku vê (Qur'anê) li ser te (bi xwendin û bi jîyîn û bi cîhada pê û bi gazîkirina lê) ferz kiriye, wê te dîsa vegerîne cihê vegerê (Mekkeyê). Bibêje: “Rabbê min herî çêtir dizane ka kî li ser hîdayetê hatîye û kî jî di nav rêşaşîyeke vikîvekirî de ye.”

21

Rûm

Ayet: 29Rûpel: 406

Here Ayetê

(Nexêr, ne wisan e!) Ew ên zilimkar, beyî sipartina qet tu agahîyê didin pey hewayên/hewesên xwe. Kesê ku Allah ew xerifandibe kî dikare wî bigihîjîne hîdayetê? Qet tu alîkarên wan jî tunin.

22

Sebe'

Ayet: 24Rûpel: 430

Here Ayetê

Bibêje: “Ji erd û asîman yê ku riziq dide we kî ye?” Bibêje: “Allah e! Em an jî hûn yek ji me an li ser rêya rast e an jî di nava rêşaşîtîyeke eşkere de ye. (Eger yek ji me li ser rêya rast be yê din teqez divê di nava xerifîyê de be. Li gorî ku ez ji cem Rabbê xwe li ser hîdayetê me, li paş vebijêrkek tenê dimîne.)”

23

Sebe'

Ayet: 50Rûpel: 433

Here Ayetê

Bibêje: “Eger ez bixerifim, di aleyha xwe de dixerifim. Hîdayetê bibînim ev, bi ya ku Rabbê min li min wehîy kiriye pêk tê. Bêguman ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (ew ê nêzîkî evdên xwe) Qarîb e.”

24

Fâtır

Ayet: 8Rûpel: 434

Here Ayetê

Ma ew kesê ku amelê wî yê xerab jê re xemilandî xuya bibe û ew jî xweşik dibîne (qet dibe wekî wî kesê ku Allah ew hîdayet kiriye)? Bêşik Allah, kî bixwaze dixerifîne û kî jî bixwaze hîdayet dike. (Nexwe ji ber ku îman naynin) tu ji bo wan xwe xemgîn neke. Bêguman Allah bi karûkirinên wan dizane.

25

Zumer

Ayet: 23Rûpel: 460

Here Ayetê

Allah, herî xweşiktirê peyvan (Qur'an) wek Kitêb daxistîye ku hin ji wan (ayetan) dişibin hevdu û hin (ayet) jî dubare dibin. Ji ber vê, ew ên ji Rabbê xwe ditirsin çermê wan direcife/mûyê canê wan digijgije. Paşê qelbên wan û çermên wan ji zikra Allah re aram/nerm dibe. Ha ev, hîdayeta Allah e. Ji kî re bixwaze bi wê hîdayet dike. Allah her kî averê kiribe, êdî qet tu kesekî ku rêya rast nîşanî wî bide tune.

26

Zumer

Ayet: 37Rûpel: 461

Here Ayetê

Allah, her kî hîdayet bike, tu kes nikare wî bixerifîne. Allah, ne ew e ku xwedî îzzet û zuntîqam/heyfsitên e?

27

Zumer

Ayet: 38Rûpel: 461

Here Ayetê

Eger tu ji wan bipirsî “Kî erd û esman xuliqandîye?” bêguman wê bibêjin: “Allah!”. Bibêje: “Ew ên ji xeynî Allah ku we ji wan re dûa dikirin, we ew dîtin? Eger Allah ji bo min zerarekî daxwaz bike, ma ew ê zerara wî dê ji ser min rakin? An jî eger ji bo min rahmetekî daxwaz bike ma ew ê ji rahmeta wî re wê bibin asteng?” Bibêje: “Allah besî min e. Ew ên tewekkul dikin, bila bitenê tewekkulê wî bikin.”

28

Zumer

Ayet: 41Rûpel: 462

Here Ayetê

Bêguman me ev Kitêb ji bo însanan ji te re bi heqî daxist. Her kî hîdayet bibîne (bide pey heqîyê) ji bo xwe hîdayet dîtîye. Her kî jî (bi rû vegerandina heqîyê) bixerife di aleyha xwe de xerifîye. Tu, li ser wan ne wekîl î.

29

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 33Rûpel: 469

Here Ayetê

“Wê rojê hûn ê bi pişt xwe ve vegerin û birevin. Tu kesê parêzkar ku we ji Allah biparêze wê tune be. Allah kî xerifandibe, qet tu kesekî ku wî hîdayet bike tune.”

30

Kalem

Ayet: 7Rûpel: 563

Here Ayetê

Bêguman Rabbê te, yên ji rêya wî averê bûne û yên li ser hîdayetê ne jî herî çêtir dizane.