Malbat/Aîle

MALBAT

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

26ayet hatin dîtin
Malbat/Aîle
1

Bakara

Ayet: 215Rûpel: 32

Here Ayetê

Ji te dipirsin ka (di rêya Allah de) bila çi înfaq bikin? Ji wan re bibêje: “Xêra ku hûn didin; ew ji bo dê û bav û eqrebeyan û sêwî û xîzan û rêwîyên di rê de mane re (bidin). Hûn çi xêrê bikin bêguman Allah pê dizane.”

2

Nisâ

Ayet: 36Rûpel: 83

Here Ayetê

Ji Allah re îbadetê bikin û qet tiştekî ji wî re nekin şirîk. Li dê û bav û eqrebayan û li sêwî û belengazan û li cîranên xwe yên nêz û dûr û li hevalên cem xwe û li rêwîyên di rê de mane û li ew ên li ber destê we ne (kole û carîye) re qencîyê bikin. Bêguman Allah ji wan kesên mezinayî û quretîyê dikin hez nake.

3

En'âm

Ayet: 151Rûpel: 147

Here Ayetê

Bibêje: “Werin ez tiştên ku Rabbê we ji we re heram kiriye bixwînim. Qet tu tiştekî jê re nekin şirîk, li dê û bavê xwe qencîyê bikin, ji tirsa feqîrtîyê zarokên xwe nekujin -em we jî û wan jî dirizqînin-. Dizî dibe eşkere dibe nêzî fuhşîyatê nebin. Bi neheqî canê ku Allah (kuştina wî) heram kiriye nekujin.” (Allah) van li we ferman kiriye da ku hûn têbigihîjin/aqil bikin.

4

Enfâl

Ayet: 75Rûpel: 185

Here Ayetê

Ew ên piştî ve îmân anîne û hîcret kirine û ligel we cîhad kirine... Ev ên ha jî ji we ne. (Ligel pêwendîya îmanê) ew ên eqreba ne, li gorî Kitêba Allah (di mijara mîrasê de) herî çêtir nêzî hevdu ne. Bêguman Allah bi her tiştî dizane

5

Ra'd

Ayet: 38Rûpel: 253

Here Ayetê

Sond be me berîya te jî pêxember şandine û me jin û zarok dane wan. Beyî destûra Allah qet tu pêxember nikare ayetekî bîne. Ji bo her Kitêb (a ku Allah nazil kiriye) re demeke diyarkirî heye.

6

Nahl

Ayet: 90Rûpel: 276

Here Ayetê

Bêguman Allah edaletê û qencîyê û alîkarîya ji bo eqrebeyan emir dike. Ji fuhşîyatê û ji munkerê û ji zêdegavîyê (ji binpêkirina heqên mirovên din) men dike. Ji bo ku hûn bi bîr bînin û bifikirin şîretan li we dike.

7

İsrâ

Ayet: 23Rûpel: 283

Here Ayetê

Rabbê te (bi vê pêwistîyê) hukim verbirîyê ku; ji wî pê ve ji kesî re îbadet nekin û ji dê û bavê xwe re qencîyê bikin. Eger ji wan yek an jî her du li cem te pîr bibin ji wan re nebêjin “Of” jî. Wan ne azirîne û gotina xweş ji wan re bibêje.

8

İsrâ

Ayet: 24Rûpel: 283

Here Ayetê

Ji wan re bi hestên dilovanî tevbigere û dilnizm be (wan têxe bin baskên xwe yê merhamet û dildarîyê) û bibêje: “Rabbê min! Çawa ku wan min mezin kirin û gihandin tu jî bi rehma xwe bi wan re bike.”

9

İsrâ

Ayet: 26Rûpel: 283

Here Ayetê

Heqê eqrebayan û miskînan/xîzanên muhtac û rêwîyên di rê de mane bidin wan, lê bi vir de wir de nereşîne/belav neke.

10

Furkân

Ayet: 54Rûpel: 363

Here Ayetê

Ew ê ku ji avê însan xuliqandîye û ew kiriye xwedî neseb/nîjad û bi sixrîyetê/bi rêya nîkahê (pêwendîya eqrebatîyê) pêk anîye ew e. Rabbê te (yê ku hêza wî digihîje her tiştî û xwedî qudreta mutleq) Qadîr e.

11

Ankebût

Ayet: 8Rûpel: 396

Here Ayetê

Me şîret li însan kir da ku bi xweşikahî muamele bi dê û bavê xwe re bike. Eger ew herdu bixwazin tiştekî ku zanîna te pê tune ji min re bikî şirîk, êdî tu îtaeta wan neke. Vegera we her bi bal min ve ye û ez ê we ji kar û kirinên we agahdar bikim.

12

Ankebût

Ayet: 32Rûpel: 399

Here Ayetê

Got: “Di nav wî (bajarî) de Lût jî heye! Gotin: “Em pir baş dizanin kî di navê de heye. Muheqeq em ê wî û malbata wî xelas bikin, lê jina wî ne têde. Wê (jina wî) bibe ji yên li paşmayîyan.”

13

Ankebût

Ayet: 33Rûpel: 399

Here Ayetê

Dema qasidên me/melâîket hatin cem Lût, ji ber wan xemgîn û dilteng bû û rêderekî nedît. Gotin: “Netirse û xemgîn jî nebe! Bêşik, jina te ne têde em ê te û malbata te xelas bikin. (Lê jina te) wê bibe ji yên li paşmayîyan.”

14

Lokmân

Ayet: 14Rûpel: 411

Here Ayetê

Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hildigire û veqetana wî (ji şîr jî) di nav du salan de ye. Ji min re û ji dê û bavê xwe re şikur bikin. Veger bi bal min ve ye.

15

Ahzâb

Ayet: 4Rûpel: 417

Here Ayetê

Allah, di nava tu zilamî de du heb qelb nexuliqandîye. Wan jinên we yên ku we (bi wê gotina ‘tu ji bona min weke pişta dêya min î û tu ji min re heram î’) “zihar” li wan kiriye (Allah, li ser vê gotina we wan ji bo we) di şûna dêya we nagire. (Allah) Nevîsîyên/Kurmarîyên we jî nekiriye zarokên we. Ev, gotin in ku hûn bi devên xwe dibêjin. Allah, ya heq dibêje û digihîjîne ser rê (ya rasterast).

16

Ahzâb

Ayet: 6Rûpel: 417

Here Ayetê

Nebî, ji mumînan re ji nefsa wan herî nêzîktir/herî pêştir e. Hevjînên wî jî dêyên/dayîkên wan in. Li gorî Kitêba Allah ew kesên eqreba ne ji wan mumînên din û ji muhaciran zehftir nêzîkî hev in. Lê hûn qencîyekî li dostên xwe bikin ne tê de. Ev, di Kitêbê de hatîye nivîsandin.

17

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 8Rûpel: 467

Here Ayetê

“Rabbê me! Tu wan bêxe cennetên Adn ku te li wan wead kiriye. Û wan û bavên wan û hevjînên wan û ji zurîyeta wan kesên salih jî (bêxe cennetên Adn). Bêguman tu, yê ku (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm î.”

18

Şûrâ

Ayet: 23Rûpel: 485

Here Ayetê

Ya ku Allah ji evdên xwe yên îman anîne û amelên salih dikin re mizgînîya wê dide ev e. Bibêje: “Ez ji xeynî pêwendîya/hiqûqa (biçavkanîya) eqrebatîyê pê ve tu heqekî ji we naxwazim/yek daxwaza min çavnêrîya we ya eqrebatîyê ye. Her kî xweşikîyekî/qencîyekî bi dest bixe, em xweşikîya wî/qencîya wî zêde dikin. Lewre Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (ew ê sipasîyê li evdên xwe dike û mikafata şikurdaran bi zêdehî dide) Şekûr e.”

19

Ahkâf

Ayet: 15Rûpel: 503

Here Ayetê

Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hilgirt û ew bi meşeqet welidand. Hilgirtina wî (ya hemîletîyê de) û veqetana wî (ya ji şîr) sî meh/heyv e. Axir dema ku gihîya û bû çil salî got: “Rabbê min! Îlhamê bide/min muwefeq bike ku ez ji wan nîmetên te daye min û dê û bavê min re şikur bikim. Zurîyeta min jî ji bo min isleh bike. Bêşik min ji te re tobe kir û ez ji muslîman im/ji evdên ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah (yek ji wan) im.”

20

Ahkâf

Ayet: 16Rûpel: 503

Here Ayetê

Ha evana kesên wisan in ku, em amelên wan ên xweşik qebûl dikin û gunehên wan dibexşînin û ew di nava ehlê cennetê de ne. (Ev,) ehda/soza rastîyê ya ku ji wan re hatibû weadkirin e.

21

Ahkâf

Ayet: 17Rûpel: 503

Here Ayetê

Ew kesê ku ji dê û bavê xwe re dibêje: “Of ji we re! Digel ku berîya min gelek nifş/nesil hatine û çûne (û tu kes ji wan ji gorê dernehatine) ma hûn bi (vejandin û) derketina ji gorê min tehdît dikin? (Dê û bavê wî) alîkarî ji Allah xwestin û gotin: “Xwelî li serê te be, îman bîne. Bêguman weada Allah heq e.” Lê wî wiha got: “Ev, bitenê çîrokên pêşîyan e.”

22

Tûr

Ayet: 21Rûpel: 523

Here Ayetê

Ew ên îman anîne û zurîyeta wan jî li ser îmanê bûne tabiê wan, me zurîyeta wan jî daxilê wan kir û me ji amelên wan qet tu tiştî kêm nekir. Her kes di muqabilê amelê xwe de rehîn e. (Amelên ku kiriye wê aqubeta wî diyar bike.)

23

Teğabûn

Ayet: 14Rûpel: 556

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Bêguman jinên we û zarokên we (yên ku we ji hicretê men dikin) her yekî ji bo we neyarek in. Xwe ji wan biparêzin. (Lê belê) hûn efû bikin û xweş bibînin û bibexşînin bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

24

Teğabûn

Ayet: 15Rûpel: 556

Here Ayetê

Malên we û ewladên we her yek ji bo we enceq fitneyek in. Allah ew e ku xelata herî mezin li cem wî ye.

25

İnşikâk

Ayet: 9Rûpel: 588

Here Ayetê

Û wê bi kêfxweşî vegere cem malbata xwe.

26

İnşikâk

Ayet: 13Rûpel: 588

Here Ayetê

Hal ev e ku ew, (li dinyayê) di nav malbata xwe de kêfxweş bû.