(Bi bîr bînin!) Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: “Gelî qewmê min! We bi (îlâh) girtina golikê zilim li nefsa xwe kir. Ji xaliqê xwe re tobe bikin û nefsên xwe bikujin. Ev, ji bo we li cem xaliqê we çêtir e.” Piştre (Allah) we ji tobê re muweffeq kir/tobeyên we qebûl kir. Bêguman ew (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
(Bi bîr bînin!) Wê demê we wiha gotibû: “Ya Mûsa! Heta em Allah bi eşkerehî/li ber çavan nebînin em bi te îmân naynin.” (Li ser vê yekê) ligel ku we bêhişane dinert ji nîşka ve birûsk li we dabû.
Paşê ji bo ku hûn şikur bikin, piştî mirina we/bêhiş ketina we (ya ji ber birûskê) me hûn ji nû ve sax kir.
Me, ewr li ser we kiribû sîwan û gezo û goştê susikê/qarîtkê (wek xwarin) ji we re daxistibû. Ji rizqên paqij ku me daye we bixwin. Bi rastî wan (bi hed borandinê) zilim li me nekiribûn. Lê wan zilim li nefsa xwe bixwe dikirin.
(Bi bîr bînin ku) me gotibû: “Têkevin vê bajarê. Û hûn ji ku dixwazin ji wê derê bi zêdeyî bixwin. Bi secdebirî di derî de bikevinê û bibêjin: “Hittatun/Gunehên me biweşîne.” Da ku em jî (di muqabilê îtaeta we de) gunehên we efû bikin. (Ev jî heye ku;) em ê bexşandina/qencîya li ser muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin zêde bikin.
Lê ew ên zilimkar peyva ji wan re hatibû gotin, bi yeke din re (Peyva ‘Hittatun’ ku tê ser maneya ‘Gunehên me biweşîne’ bi peyva ‘Hintatun’ ya ku tê ser maneya ‘Genim’ re) guherandin. Ji ber ku fasiqî kiribûn, me jî li ser wan zaliman de ji asîmân ezabek daxistibû.
(Bi bîr bînin!) Dema ku Mûsa ji bo qewmê xwe av xwestibû. Me got: “Gopalê xwe li kevir bide!” (Gopal çawa li kevir ket) di cih de av derket û duwazdeh kanî herikîn. Her nifşek ji wê derê cihê av vexwarina xwe pêzanîbûn. Ji rizqê ku Allah daye we bixwin û vexwin û li ser rûyê erdê fesadê/alozîyê/bêpergalîyê dernexin.
(Bi bîr bînin!) Wê demê we got: “Ya Mûsa! Semaxa me bi xwarineke tenê (bi xwarina gezo û goştê susikê/qarîtkê) nayê. Ji bo me ji Rabbê xwe re dûa bike bila ji me re tiştên ku ji erdê derdikevin/hêşîn dibin baqle û xiyar û sîr û nîsk û pîvaz derîne.” (Mûsa) got: “Ma hûn dixwazin tiştên kêmbiha bi tiştên giranbiha re biguherînin. Nexwe dakevin herin bajêr, li wê derê tiştên hûn dixwazin hene.” (Piştî vê nankorîya kirin) mohra zillet û xîzanîyê li wan ket û xezeba Allah li wan xist. Ev (ceza), ji ber ku li dij ayetên Allah bibûn kafir û bi neheqî pêxemberên xwe kuştibûn hate serê wan. Ev (ceza) ji bo ku îsyan kiribûn û ji hedê xwe derketin/serxwe re çûn hate serê wan.
Bêguman ji ew ên îmân anîne û ji Cihûyan û ji Filleyan û ji Sabiîyan her kî bi Allah û bi roja axîretê îmân anîbe û amelên salih kiribe, li cem Rabbê wan ji wan re xelat heye. Ji wan re qet tirs tune û ew xemgîn jî nabin.
(Bi bîr bînin!) Wê dema me peymaneke zexim ji we stendibû û çiyayê Tûr li ser serê we rakiribû. (Û me gotibû): “Bi wê (Kitêb) a ku me daye we zexim bigirin û (şîret) ên di navê de bi bîr bînin da ku hûn xwe biparêzin.
Piştî vê (soza xwe) we (dîsa) rû vegerand. Eger li ser we fedl û rehma Allah nebûna, hûn ê bibûna ji ehlê xusranê.
Sond be we dizanîbû me çi anîye serê wan ên di roja sebtê/şemîyê de ji hedê xwe borîbûn/zêdegavî kiribûn. Me ji wan re got: “Bibin meymûnên riswa/sernewq.”
Me ev (ceza), hem ji bo yên pêşîn û hem ji bo yên paşîn re kir cezayeke bi îbret û ji bo Mutteqîyan jî kire şîret.
(Bi bîr bînin!) Wê dema ku Mûsa ji qewmê xwe re got: “Allah, emrê serjêkirina çêlekekê li we dike.” Gotin: “Tu tinazên xwe bi me dikî?” (Mûsa) got: “Ez ji bûyîna ji cahilan xwe bi Allah diparêzim.”
Gotin: “Ji bo me ji Rabbê xwe re dûa bike, de bila ji me re beyan bike ka ew çêlekeke çawa ye.” Wî jî got: “(Allah) dibêje: Ew ne pîr e û ne jî sawa/nûza ye, çêlekeke navsere ye.” (Êdî li ser van îzahan) tîştê ku hûn pê hatine emirkirin bikin.”
Gotin: “Ji bo me ji Rabbê xwe re dûa bike, de bila rengê wê ji me re beyan bike.” Wî jî got: “(Allah) dibêje: ‘Ew çêlekeke wisan e ku ew (dilrihetî dide) lênêrên xwe û rengê wê beriqî û zipîzer e.’ ”
Gotin: “De ji bo me ji Rabbê xwe re dûa bike, da ku ji me re mahîyeta wê çêlekê beyan bike. (Ji ber vegotinên te yên heta niha) çêlek, serê me tevlîhev kir. Eger Allah daxwaz bike (di mijara dîtina wê çêlekê de) helbet em ê ya rast pêk bînin.”
Got: “Allah wiha dibêje: “Ew çêlekek e ku; ne ketîye binê nîr de û ne cot kiriye û ne jî zevî av daye. Ew bê qisûr e û tê de belekîyek tune. Gotin: “Te niha rast got” û wê çêlekê serjê kirin. Lê hindik mabû ku vêya nekirana.
(Bi bîr bînin!) Dema we mirovek kuşt û we hevdu sûcdar dikir. Lê Allah, ya ku hûn vedişêrin derdixe holê.
Me wiha emir kir: “Bi perçeyekî ji wê heywanê li cesedê bidin.” (Ew jî bi zar û ziman bû û navê kujerê/qatilê xwe got.) Allah bi vê awayê mirîyan vedijîne û ayetên xwe nîşanî we dide da ku hûn aqil bigirin.
Piştî vê bûyerê qelbên we hişk bû. Qelbên we bûye weke kevir û heta ji kevir jî hişktir e. Lê kevirên wisan hene ku çem jê diherikin û yên wisan jî hene ku dibin şeq û av jê der dibe û yên wisan jî hene ku ji tirsa Allah gêr dibin/digindirin. Allah ji karên we ne xafil e.
Digel ku komek ji nav wan gûh didin kelâmullah û qenc fêm dikin û bi zanebûn ew texrîf dikirin, ma hûn hêvî dikin ku wê bawerî bi we bînin?
Dema ku ew leqayî mumînan tên, dibêjin: “Me jî îmân anîye.” Lê dema tenê bi serê xwe dimînin dibêjin: “Ji bo çi ew sirrên ku Allah ji we re vekirîye hûn ji wan re dibêjin? Ji bo ku li cem Rabbê we di aleyha we de bikin delîl (hûn dibêjin)? Hûn aqil nagirin?
(Qey ew) nizanin ku Allah bi tiştên ew vedişêrin û yên ku bi eşkerehî dikin dizane?
Ji nav wan hinek jî ûmmî/nexwende hene. (Der heqê) Kitêbê de di hin emanîyyê/wasewasê/gumreşîyê de ne û hemû jî guman/zen dikin.
Xwelî li serê wan kesan be ku bi destê xwe Kitêb dinivîsin û paşê ji bo ku bi bihayekî erzan bifroşin, dibêjin: “Ev ji cem Allah nazil bûye!” Ji ber (Kitêbên lihev anîne û gotina wan ya ‘Vêya Allah daye nivîsandin’ û) qezenca ku bi dest xwe xistine jî xwelî li serê wan be.
Gotin: “Ji çend rojên bijimar pê ve agir bi me nakeve.” Bibêje: “Ma qey we (li ser vê mijarê) ji Allah peyman sitendîye?” (Eger wisan be) Allah ji ehda xwe nazivire. Nexwe hûn der heqê Allah de tiştên ku hûn pê nizanin dibêjin?”
(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, kî gunehekî bike û gunehê wî ji her alîyê ve dor lê bipêçe; êdî ew ehlê cehennemê ne û ew di wir de ebedî dimînin.
Ew ên îmân anîne û amelên salih dikin jî; ha ewana ehlê cennetê ne û wê di wir de ebedî bimînin.
(Bi bîr bînin!) Me ji Benî Îsraîl soz sitendibû û me gotibû: “Hûn ji Allah pê ve ji kesî re îbadet nekin û li dê û bavê xwe û merivên xwe û sêwîyan û miskînên/xîzanên hewcedar re qencîyê bikin. Ji însanan re gotinên xweş bibêjin. Nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin.” Piştre ji xeynî pir hindik kesan (pirên we) ji ehda xwe zivirîn û hê jî rû vedigerînin.
(Bi bîr bînin!) Dema me ji we wiha soz sitendibû: “Hûn ê xwîna hev nerjînin û hûn ê hevdu ji warê hev dernexin.” Paşê we (ew soza dabû) qebûl/îqrar kir û hûn hê jî (li ser soza xwe) şahidîyê dikin.
Piştî vê (digel soza we dabû, dîsa) hûn hevdu dikujin û hin ji we yên din ji warên wan derdixin û hûn li hemberî wan di gunehkarî û di dijminahîyê de alîkarîya hev dikin. Dema (hemdîn ên/hemol ên we) bi êsîrî/bi dîlî werin cem we û digel ku derxistina ji warên wan li ser we hatîye heramkirin jî hûn (di muqabilê azadîya wan de) fidye ji wan distînin. Nexwe hûn bi qismekî Kitêbê îmân tînin û qismekî jî înkar dikin? Ji we her kî wisan bike cezayê wî di heyata dinyayê de rezîlî û riswatî ye û roja qiyametê jî wê bi bal ezabê herî dijwar ve bên vegerandin. Allah, ji amelên we ne xafil e.
Ewana kesên wisan in ku axîreta xwe di muqabilê heyata dinyayê de firotine. Ezab li ser wan sivik nabe û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Sond be me Kitêb dabû Mûsa û me di pey wî re pêxemberan li pey hevdu şand. Me mûcîze dan Îsayê kurê Meryem û me bi Rûhu’l Qudûs (Cibrîl) jî piştgirîya wî kir. Êdî pêxember çi dema bi tiştên ku qîma we pê nayê ji we re hatibe; hûn ê li hemberî wî quretîyê bikin û hûn ê qismek ji wan (pêxemberan) biderewînin û hinekan jî bikûjin?
Gotin: “Qelbên me (li dijî vegotinên te) nuxamtî/perdekirî ye.” (Na, ne wisan e!) Berevajî, ji ber kufra wan, Allah lanet li wan kiriye. (Ji ber vê yekê) pir kêm îman tînin.
Çi dema ji wan re, ji îndallah Kitêbeke ya li cem wan (Tewrat) tesdîq dike tê -Hal ev e ku wan demên borî de li dijî kafiran (bi vê Kitêbê) ji Allah serkeftinê hêvî dikirin- ew înkar kirin. Laneta Allah li ser wan kafiran be.
Ji ber ku Allah ji fezl (û kerem) a xwe Kitêb ji evdê xwe ya ku jê re daxwaz kiribe daxistîye bi hesûdî/bi zêdepêdeçûn înkar kirina wan, ji bo wan sitendineke çiqas xerab e! (Bi vê karên xwe) xezeb li ser xezebê ketin. (Li axîretê jî) ji bo kafiran ezabekî riswaker heye.
Dema ji wan re tê gotin: “Îman bi wê ya ku Allah nazil kiriye bînin.” Wiha dibêjin: “Em tenê bi tiştê ji me re nazil bûye îmân tînin.” Digel ku ya li cem wan tesdîq dike û heq e jî ya di pey wê re hatîye (Qur'an) înkar dikin. Bibêje: “Madem hûn mumîn bûn, nexwe çima berî niha we pêxemberên Allah dikuştin?”
Sond be Mûsa bi delîlên eşkere ji we re hatibû. Lê we piştî ew golik ji xwe re (wek îlâh) girt. Ha hûn zilimkarên wisan in.
(Bi Bîr Bînin!) Dema ku me soz ji we wergirt û Çiyayê Tûr bi ser we de rakir û me got: “Bi (Kitêb) a me daye we zexim bigirin û gûh bidinê.” Gotin: “Me bihîst lê em guhdarî nakin.” Ji ber înkarkirina wan, hezkirina golikê di qelbê wan de hatibû dagirtin/hezkirina golikê ji dilê wan ve hatibû vexwarin. Bibêje: “Eger hûn mumîn in, îmâna we çi tiştên xerab emrê we dike?”
Bibêje: “Eger li îndallah/li cem Allah, heyata axîretê ne ji însanan re ji bo we tenê be û hûn jî di vê îdîaya xwe de rast bin, de ka mirinê daxwaz bikin (em binêrin).”
Ew ji ber (kirinên) ku teqdîm kirine, tu carî mirinê daxwaz nakin. Allah bi zaliman dizane.
Sond be; tu yê wan bibînî ku ji hemû însanan pirtir azwerê/dilxwazê hayata dinyayê ne. (Wisan ku) ji muşrîkan jî hê zêdetir dildayîyê heyata dinyayê ne. Ji wan her yek dixwaze ku hezar salî bijî. Dayîna jiyana ew qas jê re, wî ji ezabê rizgar nake. Allah, tiştên ku ew dikin dibîne.
Bibêje: “Kî ji Cibrîl re dijmintî bike; (bila bizanibe ku) wî, ew (Qur’an) a ku (Kitêbên) berî xwe tesdîq dike û ji bo mumînan hîdayet û mizgîn e biîznîllah nazilê ser qelbê te kiriye.”
Kî jî dijminê Allah û melaîketên wî û pêxemberên wî û Cebraîl û Mîkaîl be (bila bizanibe ku) bêguman Allah, dijminê kafiran e.
Ma te piştî Mûsa wan giregirên Benî Îsraîl nedît? Ji pêxemberê xwe re gotibûn: “Fermandarekî ji me re bişîne ku em (di bin fermandarîya wî de) di rêya Allah de şer bikin.” Wî jî gotibû: “Eger şer li ser we ferz bibe û paşê hûn şer nekin?” Gotin: “Wekî ku em ji welatê xwe hatine derxistin û ji zarokên xwe hatine dûrkirin, ma çi li me qewimîye ku em di rêya Allah de şer nekin?” Lê dema ku şer li ser wan hate ferzkirin ji kêm kesan pê ve (ji emrê Allah) rû vegerandin (û xwe dane paş). Allah, bi zaliman dizane.
Pêxemberê wan ji wan re got: “Nîşana rêvebertîya wî ew tabuta ku dê ji we re bê hatin e. Di nava wê (tabûtê) de ji we re ji bal Rabbê we sekînetek (ku tirs û xema însanan diborîne û wan rihet dike) û ji (eşyayên) malbata Mûsa û Harûn bermayî heye. Melaîket wê (tabûtê) hildigirin. Eger hûn mumîn bin, di vê de ji bo we ayetên (îbret girtinê) hene.”
(Ew ên) Ehlê Kitêb ji te dixwazin ku tu ji asîmanan Kitêbekê bi ser wan ve daxînî. (Ji ber vê daxwaza wan heyirî nemîne!) Bêguman ji Mûsa jî ya ji vêya mezintir xwestibûn. Gotin: “Allah bi eşkerehî (bi awayê ku em bi çavê tazî bibînin) nîşanî me bide.” Bi vî awayî ji ber zilimkarîya wan, birûsk li wan ketibû. Axir piştî ku delîlên eşkere ji wan re hatin, golik ji xwe re (wek îlâh) girtin. Me dîsa ew (gunehên wan jî) mexfîret kir. Û me delîleke eşkere da Mûsa.
Me hin pêxemberên din ku me behsa wan ji te re kiribû û hin pêxemberên me behsa wan ji te re nekiribû re jî (wehîy kir). Allah bi Mûsa re jî (bi awayekî qethî) peyivî/axivî.
(Bi bîr bînin!) Dema Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: “Gelî qewmê min! Nîmetên ku Allah daye we bînin bîra xwe. Wî ji nav we pêxemberan şandîye û we kiribû hikumdar û ji aleman tiştên (xêr û xweşîyên) ku nedabû tu kesî dabû we.”
“Gelî qewmê min! Têkevin wî erdê pîroz ku Allah ji we re nivîsandibû, (ji tirsa dijmin) li paş xwe nezivirin. (Nexwe) hûn ê bi xusran (destevala) vegerin.”
Gotin: “Ya Mûsa! Qewmekî pir bi hêz li wir heye. Hetanî ew dernekevin em tu carî nakevin wê derê. Eger derkevin helbet em ê jî têkevin wê derê.”
Du zilamên (ku ji Allah) ditirsîyan ên ku Allah nîmet dabû wan gotin: “Di derî de biavêjin ser wan. Eger hûn bikevin hundir, êdî hûn ê serkeftî bin. Eger hûn mumîn in tewekkulê Allah bikin.”
Gotin: “Ya Mûsa! Hetanî ew (qewmê bi hêz) li wir bin em tu carî nakevin wê derê. Tu û Rabbê xwe herin û şer bikin. Em ê li vê derê li hêvîya we bimînin.”
Got: “Ya Rabbî! Ez ji xwe û birayê xwe pê ve bi tu kesî nikarim/ji me herduyan mesûl im. Êdî tu navbera me û qewmê fasiq veqetîne.”
Got: “Bêguman ji wan re ew (erd) çil sal hatîye heramkirin. Ew ê li ser rûyê erdê wê şaşbûyî bigerin. Tu ji bo qewmê fasiq xemgîn nebe!”
Paşê di pey wan de me Mûsa bi ayetên xwe ji Firewn û giregirên wî re şand. Wan (bi înkar û tinazîyên bi ayetên me re) zilimkarî kirin. Aqubeta mufsîdan çawa bûye, binêre.
Mûsa (ji Firewn re) gotibû: “Hê Firewn, bêguman ez Rasûlekî ku ji terefê Rabbê alemê ve (şandî) me.”
(Gotibû:) “Heqê/deynê li ser min e ku ez der barê Allah de ji rastîyê pê ve tiştekî din nebêjim. Bêguman ez ji we re ji Rabbê we bi mucîzeyên vikîvekirî hatim. Êdî Benî Îsraîl bi min re bişîne.”
(Firewn) got: “Eger bi rastî tu bi mucîzeyek/bi ayetek hatibi û tu di gotina xwe de rastgo bî, de heydê wê bîne (em bibînin).”
(Li ser vê) Mûsa gopalê xwe avêt. (Ku çi bibîne!) Ji nîşka ve bû ejdeha/marekî mezin.
Û destê xwe (ji paşila xwe) derxist. (Ku çi bibîne!) Ji nîşka ve (ew) ji bo yên mêze dikir bû (destekî) sipspî/çilsipî.
(Li dêla vê de) çend giregirên ji qewmê Firewn gotibûn: “Bêguman ev sêhrbazekî zana/hosta ye.”
(Firewn got:) “(Bi vê sêhra xwe) dixwaze ku we ji warê we bajo/derxîne. Hûn çi dibêjin?”
(Giregiran) gotin: “(Cezayê ku tu bidî) wî û birayê wî bide paş. Û ji bajaran re jî civînkaran bişînin.”
“(Bila) sêhrbâzên zana/hosta bı tevahî (bicivînin û) ji te re bînin.”
Sêhrbazan tevde hatin cem Firewn (û gotin): “Eger em bi serkevin êdî tu yê xelatekî (baş) bidî me, ne wisan?”
(Fîrewn got:) “Erê, bêguman (eger hûn ser bikevin) hûn ê bibin ji (zilamên gûzîde) yên nêzîkî min.”
(Sêhrbazan) gotibûn: “Ya Mûsa! Tu yê pêşî bavêjî an em dest pê bikin. (Çi dibêjî?)”
(Mûsa ji wan re) got: “(Hûn) dest pê bikin.” Dema (halet û amrazên xwe) avêtin, sêhr li çavê însanan kirin û wan bi erjengê/bi dehşetê xistin û sêhreke mezin li holê danîn.
Me ji Mûsa re wehîy kir û got: “Tu jî gopalê xwe bavêje.” (Ku ew çi bibînin!) Ew, tiştên ku wan sêhrbazan lihevanîne bitevahî dadiqurtîne.
Êdî heqîqet derkete holê û karê (sêhrbazîya) ku wan dikir, pûç bû, çû.
Li wir derê têk çûn û bi kêmketin vegerîyan.
Ew sêhrbaz (li hember tiştên ku dîtin) çûn secdê.
Gotibûn: “Me îmân bi (Allahê) Rabbê aleman anî.”
Bi wî (Allahê ku) Rabbê Mûsa û Hârûn e.”
Firewn got: “Hêj min destûr nedayî, we îmân pê anî ha? Bêguman ev dafik/fend e, ji bo ku ehlê vî bajarî ji vir derxînin we (bi Mûsa re) ev kemîn danîye. Lê belê (wê çi bê serê we) hûn ê pir nêz de bibînin/fêm bikin.
“Bêguman ez ê dest û pîyên we çeprastî jêbikim û paşê ez ê we tevde daleqînim.”
Gotibûn: “Bêguman em ê vegerin cem bi Rabbê xwe ve.”
“Ji ber ku ayetên Rabbê me ji me re hatîye û me jî îmân bi wan anîye tu ji me heyf distînî. Rabbê me! Tu di ser me de sebrê bibarîne û me wek muslîm/ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah, rohê me bistîne.”
Giregirên ji qewmê Firewn gotibûn: “Qey ji bo ku li ser rûyê erdê berhevdanîyê bikin û dev ji te û îlâhên te berdin tu Mûsa û qewmê wî serbest dihêlî?” (Firewn ji bo wan teskîn bike) got: “Em ê zarokên wan ên kurîn bikujin û jinên wan sax bihêlin. Bi rastî em li ser wan xwedî hêzeke qehirker in.”
Mûsa ji qewmê xwe re (wiha) got: “Ji Allah alîkarîyê bixwazin û sebir bikin. Bêguman ser rûyê erdê/dinya aîdê Allah e. Ew ji evdên xwe ji bo kî bixwaze dide wî/dike waris. Aqûbet/dawîya xweş yê Mutteqîyan e.”
(Qewmê wî jê re) gotibû: “Berîya ku tu werî jî û piştî ku tu hatî jî me her ezîyet dît.” (Mûsa) got: “(Wisan nefikirin!) Hêvî heye ku Rabbê we dijminê we helak bike û we li ser rûyê erdê bike xelîfe (di şûna wan de we bike rêveber). Paşê wê çavnêrîya we bike ka hûn karên çawan dikin.”
Sond be! Ji bo ku şîretê bigirin û bifikirin me Firewn û malbata wî ber bi xelayê û kêmkirina fêkîyan ve xist.
Dema ku qencîyek bi ser wan de bihata (wiha) digotin: “Ev heqê me ye.” Lê dema mûsîbetek dihat serê wan (wiha) digotin: “Ev bêoxirîya Mûsa û yên pê re ne. Baldar bin/Dîqat bikin! Ew tiştên bêoxirî (hemû musîbetên wisan dinavînin û dihesibînin) ji îndallah e. Lê pirên wan bi vêya nizanin.”
Gotibûn: “Ji bo ku tu sêhr/efsûn li me bikî, tu ji me re çi ayetê/çi mûcîzeyê tînî bîne, em dîsa bi te îmân naynin.”
(Li ser vê yekê) me jî di ser wan de mucîzeyên/ayetên cur bi cur; weke tofan û kulî û mêşûmor/haşerat (sipih û kêç û kêzik) û beq û xwîn şand. Lê dîsa quretî kirin û bûn civakeke gunehkarên mucrîm.
Dema ku ezab bi ser wan de girt, gotibûn: “Ya Mûsa, tu bi xatirê wê ehda (ku Allah) daye te, ji bo me dûa ji Rabbê xwe re bike. Eger vê ezabê ji ser me rabikî, sond be em ê îmân bi te bînin û em ê Benî Îsraîl bi te re bişînin!”
(Ji bo ceribandinê ka wê girêdayîyê soza xwe bimînin an na) çi wextê, hetanî demekî me ew ezab ji ser wan rakir (lê tu çi bibînî), ew ji soza xwe vegerîyane jî.
(Li ser vê yekê) me heyf ji wan sitend. Ji ber ku ayetên me derewandin û li hember wan xafil bûn me ew di avê de xeniqand.
Ew qewmê mustezaf jî li şerq û li xerbê wê erdê ku bi bereketê xemilandî bû me kire waris. Ji ber ku sebir kiribûn Rabbê te weada xweşik ku dabû Benî Îsraîl, pêk hat. Tiştên (qesr û qonaxên) ku Firewn û qewmê wî çêkiribûn û bilind kiribûn jî me serûbinî hev kir.
Me Benî Îsraîl ji behrê derbas kir. Êdî gihîştine cem qewmekî ku ew bi parastina pûtên xwe meşxul bûn. (Gotin:) “Ya Mûsa! Çawa ku îlâhê wan heye, tu jî ji me re weke îlâhê wan îlâhekî çêke.” (Mûsa) got: “Bêşik hûn qewmekî (wisan in ku) cahiltîyê dikin.”
Rewşa wan (pûtperestên hûn dixwazin xwe bişibînin wan, rewşeke wiha ye ku) mehkûmê tunebûnê ye. Kar û kirinên wan (li îndallah) pûç û betal e.
Gotibû: “Digel ku wî (Allah) hûn li ser aleman re girtîye, hêj ez ê ji we re ji Allah pê ve li îlâhekî din bigerim?”
(Bi bîr bînin!) Me hûn ji malbata Firewn xelas kiribûn. Wan ezabekî pir mezin li we dikirin. Zilamên we dikuştin û jinên we sax dihiştin. Di vêya de ji we re ji Rabbê we îmtîhanek mezin hebû.
Me bi Mûsa re ji bo sî şevan peyman danî. Ji xeynî vê me deh rojên din jî lê zêde kir. Bi vî awayî wextê Rabbê te kifş kiribû bi çil şevî temam bû. Mûsa ji birayê xwe Hârûn re gotibû: “Di nava qewmê min de tu têkeve şûna min. Islah bike û nede pey rêya mufsîdan.”
Mûsa, hat cihê kifşkirî û dema Rabbê wî pê re axivî/peyivî (wiha) got: “Rabbê min! Xwe nîşanî min bide, ez te bibînim.” (Allah) got: “Tu nikarî min bibînî. Lê belê li vî çiyayî binêre. Eger ew di cihê xwe de bimîne tu yê min bibînî.” Dema Rabbê wî tecellîyê çiya kir ew parçe parçe bû û Mûsa xeriqî/jidilborî û tera bû. Dema hate ser hişê xwe wiha got: “Ez te (ji hemû kêmasîyan) tenzîh dikim. Ez ji te re tobe dikim û ez pêşîkê mumînan im.”
(Allah jê re) got: “Ya Mûsa! Bi rîsaleta ku min daye te û bi kelama (axaftina) xwe min tu di nav însanan de serdest/bijare girtîye. Tiştê ku min daye te bigire û bibe ji şikurdaran.
Me ji wî re di wan lewheyan de ji şîret û der barê her tiştî de agahîyên mufessel nivîsand. “Bi quwet, xwe bi van bigire û ji qewmê xwe re jî emir bike bila bi xweşikayî xwe pê bigirin. Ew fasiqên (ku hatibûn cezakirin) warê wan (ka ketîye çi halî) ez ê nîşanî we bidim.”
Ew kesên li ser rûyê erdê bi neheqî quretî û pozbilindî dikirin ez ê (wan) ji ayetên xwe vegerînim. (Wê bêpêwend/bêeleqe/guhnedêr bimînin û ew seh bikin jî fêm nakin.) Ew, hemû ayetan bibînin jî îmân naynin. Ew rêya rûşd/rast/avakirinê bibînin jî wê ji xwe re nakin rê (û pê de naçin). Lê ew rêya çewtîyê/şaşîtîyê/xerabîyê bibînin (di heman demê de dipejirînin û) ji xwe re wek rê digirin. Ev, ji ber ku ayetên me derewandibûn û ji wan xafil mabûn e.
Ew ên ayetên me û liqayî hatina axîretê derewandine; amelên wan pûç û betal bûye. (Qey li hêvîya çi bûn?) Ma wê ji amelên xwe pê ve bi tiştekî din bihatana cezakirin?
Qewmê Mûsa di pişt wî de ji zêr û zînetan peykerê golikekî çêkirin (ji ber hawa ya ku distand) orîn pê diket û ji xwe re kirin îlâh. Ma qey ewana nedidît ku ew (golik) bi wan re napeyive û qet rêya hîdayetê jî nîşanî wan nade? Ew ji xwe re kirin (îlâh) û bûn ji zaliman (bi îlâh girtina golikê bûn zalim/muşrîk).
Dema (li serê xwe xistin û) poşman bibûn û fêm kiribûn ku di xerifîyê/di rêşaşîyê de ne, gotibûn: “Eger Rabbê me li me neyê rahme û me efû neke, bi rastî em ê bibin ji zîyandaran.”
Dema Mûsa bi hêrs û xemgînî vegerîya cem qewmê xwe (ji wan re) gotibû: “We di pey min de çi karekî xerab kiriye? We (ji bo pêkanîna) emrê Rabbê xwe lezand (ne wisa)? Paşê lewheyan avêtibû û bi serê (bi pora) birayê xwe girt û bi xwe ve kişand. (Hârûn) gotibû: “Hê kurê dêya min! (Ne wekî zena te ye!) Vê civakê ez zeîf hiştim û hindik mabû ku ez bikuştama. Lê tu kêfa neyaran bi min neyne û min û vê civaka zalim yek negire.”
(Li ser vê) Mûsa gotibû: “Rabbê min! Min û birayê min efû bike û me têxe nava rahmeta xwe. Bi rastî Rahîmê Rahîman her tu yî.”
Bêguman ew ê golik ji xwe re (bi îlâhtî) hebandine hene, wê ji Rabbê wan xezebek û di jiyana dinyayê de jî zilletek bigihîje wan. Em (ew ên bi şirîk çêkirinê ji Allah re) bêbextîyê dikin ha wiha didin ezabê!
Ew ên amelên xerab kirine û piştre tobe kirine û îmân anîne jî; bêguman Rabbê te piştî vêya (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Dema hêrsa Mûsa danî rahişte/hilgirte wan lewha (yên ku avêtibû erdê). Di nusxeyekê wê de: “Ji bo yên ji Rabbê xwe ditirsin hîdayet û rahmet heye.” (nivîsî bû.)
Ji bo wexta ku me danîbû Mûsa ji qewmê xwe heftê zilam hilbijartibû. (Ji bo vê gotina wan “Heta em Allah bi eşkerehî nebînin em îmân bi te naynin” wek ceza) erdhêja dijwar bi wan girt, (Mûsa) got: “Rabbê min! Eger te bixwesta tu yê min û wan hêj berê de helak bikirana. Ma tu yê a niha ji ber çend heb sefîhên/kêmaqilên di nava me de, tu yê me helak bikî? Lê ev bûyer/hadîse ji îmtîhana te pê ve ne tiştekî din e. Bi vê tu kî bixwazî dixerifînî û kî jî bixwazî digihînî hîdayetê. Dostê me/Welîyê me tu yî. Êdî me efû bike û rahme li me bike. Tu bixêrtirê Xafûran/Efûkaran î.”
“Ji me re li vê dinyayê jî û li axîretê jî hasenatê/qencîyê binivîse. Bêguman (bi tobê û bi hêvîya hîdayetê) me berê xwe daye te.” (Allah) got: “Ez ezabê xwe ji kî re daxwaz bikim tînim serê wî. Lê rahmeta min her tiştî dorpêç kiriye. Ez ê wê (rahmetê) ji ew ên xwe diparêzin û zekâtê didin û bi ayetên me îmân tînin re binivîsim.”
“Ew in ku; didin pey wî Rasûl Nebîyê ummî ku hatina wî di Tewrat û Încîla li cem wan de nivîsandîye. Ew (pêxember) emrê qencîyê dike û ji xerabîyê jî men dike. Tiştên paqij helal û tiştên mirdar jî heram dike. Barên wan ên giran û qeyd û zincîrên wan radike. Ew ên bi wî îmân anîne û piştgirîya wî kirine û yên hurmet û rûmet dane wî û yên dane pey nûra (Qur'ana) ku jê re nazil bûye hene... Ha ew ên xelas bûne her ew bixe ne.”
Civatek ji qewmê Mûsa heye ku bi heqî rêya rast dîtine û bi heqîyê hukim dikin.
Me ew (Benî Îsraîl) li ser dozdeh êl/eşîr kom bi kom ji hev cihê kir. Dema qewmê wî jê av xwestibûn me ji Mûsa re wehîy kir û got: “Bi gopalê xwe li kevir bixe.” (Dema bi gopalê xwe li kevir xist) jê dozdeh kanî pijiqî/beliqî/dêr bû. Bi vî awayî her qebîle bi cihê vexwarina ava xwe zanîbû. Me di ser wan de bi ewran sîwan çêkiribû û me ji wan re helawa qudretê û goştê qarîtkê/sûsikê daxistibû. (Piştre me ji wan re got:) “Tiştên me we pê riziqandîye ji yên paqij bixwin.” Ewana zilim li me nekirin, lê (ji ber gunehên kiribûn) li nefsa xwe zilim dikirin.
Ji wan (Benî Îsraîl) re hate gotin: “Di vî bajarî de bi cih bibin û hûn ji ku derê dixwazin ji wê derê bixwin û bibêjin: ‘Hittatun/gunehên me bibexşîne.’ Dema hûn di derî de derbas dibin bi secdekirin derbas bibin ku em jî xetayên we efû bikin. Em ê xelata muhsînan/ew kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin zêde bikin.
Lê di nav wan de ew ên zilimkar, kelîmeya ku ji wan re hatîye gotin (ew kelîmeya ‘Hittatun’ ku tê ser maneya ‘gunehên me bibexşîne’ bi kelîmeya ku tê ser maneya ‘genim’ yanê bi ‘Hintatun’ re) guherandin. Me jî di muqabilê zilma wan de ji asîmanan ezabek şandibû ser wan.
Ji wan rewşa wî bajarê ku li perava/li kevîya behrê bû bipirse. Bi bîr bîne ku ewana di roja şemîyê/sebtê de (qedexekirina masîgirtinê binpê kiribûn û) ji hedê xwe borîbûn. Dema ku dibûn tabiê qedexeya roja şemîyê (ne diçûn masîya) masî ji wan re ji her alî ve dihatin. Lê dema qedexeya roja şemîyê binpê dikirin (masî ji wan re) nedihatin. Ji ber ku ji rê derketibûn; me ew a wiha îmtîhan dikirin.
Dema ku ji wan komekî gotin: “Hûn ji bo çi ji qewmekî wisa re şîretan dikin ku Allah dê wan helak bike an jî wê bi ezabekî dijwar wan bide ezabkirin? (Şîretkaran) gotibûn: “Ji bo ku li cem Rabbê we bibe mazeret û hêvî dibe ku xwe biparêzin”.
Çi wextê şîretên li wan hatine kirin ji bîr kirin, me jî ew ên nehîya ji munkerê/mena ji xerabîyê dikirin, xelas kirin û ji ber fasiqbûna wan me bi ezabekî dijwar bi wan girtibû.
Dema dev ji tiştên jê hatibûn menkirin bernedabûn; me jî ji wan re gotibû: “Bibin meymûnên çepel/rezîl!”
Wê gavê Rabbê te (vê heqîqetê) ragihande wan ku heta roja qiyametê hinek kesên ku îşkenceya/tehdehîya herî xerab li wan dike di ser wan de bişîne/muselletê wan bike. Bi rastî cezadayîna Rabbê te pir lezgîn e. Bêguman ew (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Me ewana li ser rûyê erdê bi rewşa civakan ji hev cihê kirin. Di nav wan de çawa ku kesên qenc hene yên ne wisa ne jî hene. Ji bo (hêvîya ku) vegerin (teqwa û qencîyê) me wan bi qencîyan û bi xerabîyan îmtîhan kirin.
Di pey wan de hin kesên (ne qenc) ji Kitêbê re bûne waris. Ewana malê dinyayê yên bêqîmet distendin/digirtin û wiha digotin: “Ji xwe (çawa be jî) wê gunehên me bên bexişandin!” (Qaşo/goya digel toba xwe) dema ku malê dinyayê yên bêqîmet ji wan re dihat, dîsa digirtin/distendin. Erê ma di Kitêbê de peyman ji wan nehatibû sitendin ku ew li ser (navê) Allah ji rastîyê pê ve tiştekî din nebêjin? Halbûkî ewana ew kes bûn ku tiştên di Kitêbê de bênavber dixwendin. Ji bo Mutteqîyan warê axîretê bixêrtir e. Ma hûn aqil nagirin?
Ew ên (bi her çar lepan) bi Kitêbê girtine û nimêjên xwe rasterast dikin hene! Bêguman em mikafata muslîhan/ehlê salahê winda nakin.
(Bi bîr bînin!) Demekî me çiya (yê Tûr) weke sîwanekî di ser wan de rakiribû û wan guman dikir ku wê di ser wan de bikeve. (Me ji wan re wiha şîret kir:) “Tiştên min daye we bi bîr bînin û zexm bigirin ku hûn xwe biparêzin.”
(Bi bîr bîne!) Dema ku Rabbê te ji pişta Âdem zurîyeta wan girtibû û ji nefsa wan re kiribû şahid (û ji wan re got:) “Ma ez ne Rabbê we me?” Hemûyan gotin: “Belê (Tu Rabbê me yî), em ji vêya re şahid in.” (Ev,) ji bo ku hûn roja qiyametê nebêjin: “Em ji vêya ne haydar bûn”.
An jî ji bo ku hûn nebêjin: “Bavûkalên me hêj pêşî de (ji Allah re) şirîk çêkiribûn. Em jî nifşeke/nesleke li pey wan de ne (û em peyrevê wan in). Ma qey tu yê ji ber kar û kirinên ehlê batil, me helak bikî?”
Paşê me piştî wan Mûsa û Hârûn bi ayetên xwe ji Firewn û giregirên wî re şandin. Lê ewana (li dij ayet û pêxemberên me) quretî kirin. Ew, qewmekî mucrîm û gunehkar bûn.
Dema ji wan re ji bal me ve heq hat, gotibûn: “Bêguman ev sêhreke eşkere ye.”
Mûsa jî gotibû: “Dema ku heq ji we re hat, hûn dibêjin ‘Ev sêhr e?’ Halbukî sêhrbaz nagihîjin felahê/xelasîyê.”
(Wan jî) gotibûn: “Qey ji bo ku ji wê rêya me bav û kalên xwe li serê dîtin tu me vegerînî û li ser rûyê erdê mezinayî/otorîte ji we herduyan tenê re be ji me re hatî? Em bi we herduyan jî îmân naynin.”
Firewn got: “Ji min re hemû sêhrbâzên zana bînin.”
Dema sêhrbaz hatin Mûsa got: “De bavêjin (em bibînin) ya ku hûn ê bavêjin.”
Dema wan (tiştên destê xwe de) avêtin, Mûsa got: “Ev tiştê ku hûn dikin sêhr e. Bêguman Allah dê wê sêhrê betal bike. (Lewre) Allah, karê mufsîdan islah nake/nabe serî.”
Gunehkarên mucrîm nexwazin jî Allah, bi kelîmeyên xwe wê heqîyê derêxe holê.
Di nav qewmê wî de ji komek xortan/ciwanan pê ve tu kes bi Mûsa îmân neanî. (Ewan xortan jî) ligel ditirsîyan ku Firewn û giregirên wî wê li wan tehdayî/îşkence bikin jî îmân anîbûn. Lewre Firewn li ser rûyê erdê despotekî pirzêde ser xwe de çûbû û qure bû.
Mûsa got: “Gelî qewmê min! Eger we bi Allah îmân anîbe û hûn ji dil teslîm bubin bi tenê tewekkulê wî bikin.”
(Li ser vêya wan jî) gotibûn: “Me tewekkulê Allah kir/me xwe sipartîye Allah.” “Rabbê me! Me ji bo qewmekî zalim neke fitne. (Eger serdestê me bibin wê zen bikin ku yê li ser rêya heqîyê ew in. Bi vê awayê em ê ji bo wan bibin fitne.)”
“Û me bi rahmeta xwe ji qewmê kafir xelas bike.”
Me ji Mûsa û ji birayê wî re wisa wehîy kiribû: “Ji bo qewmê xwe li Misrê malan amade bikin. Malên xwe bikin qiblegeh (ên ku di nava wan de nimêj tê kirin). Nimêja xwe rasterast bikin. Mizgînê bidin mumînan.”
Mûsa got: “Rabbê me! Te di heyata dinyayê de zînet û emwal (malên pir) da Firewn û giregirên wî. Rabbê me! Ma te ev ji bo ku ji rêya te vegerînin (daye wan)? Rabbê me! Malê wan tune bike û tengezarî bide qelbê wan ku; hetanî ezaba biêş û jan bibînin îmân neynin.”
(Allah) got: “Dûayên we her duyan jî qebûl bûn. Nexwe hûn rasterast bin û nedin pey nezanan.”
Mûsa, Benî Îsraîl ji behrê derbas kir. Firewn û leşkerên xwe bi harîtî û bi dijminahî ketin pey wan. Dema Firewn fêm kir ku wê bixeniqe (wiha) gotibû: “Min îmân anî ku ji xeynî wî îlâhê Benî Îsraîl pê îmân tînin pê ve qet tu îlâh tune. Û ez jî ji muslîman/ji wan evdên ku terka şirkê kirine û li ser tewhîdê berê xwe dane Allah im.”
Erê ma vêga (te îmân anî)? (Hal ev e ku) te berê îsyan dikir û ji mufsîdan bûyî.
Îro em ê laşe/termê te xelas bikin da ku tu ji yên pey xwe re bibî îbret. Bêguman pirên însanan ji ayetên me xafil in.
Sond be, me Benî Îsraîl li welatekî xwezî lê hatî bi cih kiribû û bi xwarinên paqij me ew riziqandibûn. Heta ku ji wan re ilm nehatibû neketin îxtîlafê. Bêguman roja qiyametê Rabbê te li ser mijarên ku tê de ketine îxtîlafê wê di navbera wan de hukmê xwe bide.
Sond be, me Mûsa bi ayetên xwe ya: “Qewmê xwe ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ve derxîne û rojên Allah bîne bîra wan.” şand. Bêguman di vêya de ji bo ew ên pir sebirvan û pirzêde şikurdar in re ayetên (bi îbret) hene.
(Bi bîr bînin!) Dema ku Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: “Nîmetên Allah yên ku li ser we ne bînin bîra xwe. Wî hûn ji malbata Firewn xelas kiribû. Wan îşkenceyên herî xerab li we dikirin û zarokên we yên kur serjê dikirin û qîzên we sax dihiştin. Di vêya de ji bo we îmtîhanek mezin a ji Rabbê we heye.”
(Dîsa bi bîr bînin ku) Rabbê we, wiha bi we dabû zanîn: "Sond be eger hûn şikur bikin ez ê muheqeq zêdetir bikim û eger hûn nankorî bikin (bizanibin ku) ezabê min pir dijwar e.”
Mûsa gotibû: “Eger hûn û ew ên li ser rûyê erdê hemû înkar bikin jî bêguman Allah (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
(Mûsa) got: “Rabbê min! Tu firehî/Înşîrâh bide singa min.
“Karê min hêsan bike.”
“Benda/girêya zimanê min vebike ku; ji gotinên min fêm bikin.”
Meala vê ayetê hê nehatiye zêdekirin.
“Ji malbata min wezîrekî/alîkarekî bide min.”
“Birayê min Hârûn.”
“Bi wî, hêza min qewî bike.
“Wî di wezîfa (daweta) min de bike şirîk.”
“Da ku em te zehf tesbîh bikin.”
“Pir zikir bikin.”
“Bêguman jixwe tu me dibînî.”
Got: “Tiştên ku te xwestinji te re hatin dayîn ya Mûsa!”
“Sond be, me carekî din jî qencî bi te kiribû.”
“Bi bîr bîne, (ji bo xelasîya te) wehîya ku hewce dikir me li dêya te wehîy kiribû.”
“(Me wiha wehîy kiribû: wî) bixe tabûtê/sindoqê û (paşê) bavêje çem. Bila av wî bavêje/derêxe beravê (qeraxê). Bila yekî hem dijminê wî û hem dijminê min wî bigire. Da ku tu di bin çavdêrîya min de perwerde bibî min ji cem xwe hezkirinek avête ser te (kesê ku te bibîne wê hez te bike).”
“Bi bîr bîne, dema xuşka te dimeşîya û wiha digot: ‘Ma ez yekî ku şîr bidê û baş li wî binêre nîşanî we bidim?’ Ji bo ku çavronî/dilxweş bibe û xemgîn nebe me tu li dayîka te vegerand. Te mirovek kuştibû û me te ji xema wê (kuştinê) xelas kir û me te bi fitneyan (îmtîhanan) îmtîhan kiribû. Tu di nava qewmê Medyenê de bi salan mayî û paşê bi qederekî (diyarkirî) tu hatî vê derê (Misrê) ya Mûsa!”
“Min te ji bo xwe (ji bo ku tu dawa rîsaletê hilgirî) hilbijart û gihandîye.
“Tu û birayê xwe bi ayetên min herin (cem Firewn) û zikirkirina min de sistîyê nekin.”
“Hûn herdu herin cem Firewn; lewre ew pir har/hêç bûye.”
“Jê re gotinên nerm bêjin. Hêvî heye ku şîret bigire an jî bitirse.”
Gotin: “Rabbê me! Bi rastî em ditirsin ku zêde pê de here û tuxyana xwe zêde bike.”
Got: “Netirsin! Bêguman ez bi we re me; dibînim û dibihîzim.”
“Herin cem wî û bibêjin: ‘Bêguman em, qasidê Rabbê te ne. Benî Îsraîl bi me re bişîne û êdî ezab li wan neke! Muheqeq em ji Rabbê te bi ayetan/bi mucîzeya hatin. Silav li ser wan ên ku tabiê hîdayetê ne.’ ”
“Bi rastî ji me re wiha hatîye wehîy kirin: ‘Ezab li ser wan kesan e ku diderewîn in û rû vedigerînin.’ ”
(Firewn) got: “Rabbê we kî ye, ya Mûsa?”
Got: “Rabbê me (bi lêhatîya cureyan) xulqîyeta hemû tiştan dide û paşê jî rêya rast nîşan dide.”
(Firewn) got: “Nexwe rewşa wan ên berê wê çawa bibe?”
Got: “Îlmê wan di Kitêbekê de li cem Rabbê min e. Rabbê min ne şaş dike û ne jî ji bîr dike.”
Sond be, hêj berê de Hârûn ji wan re got: “Gelî qewmê min! Hûn bi vê (golikê) bitenê ketin fitnê/hatin ceribandin. Bêguman Rabbê we Rahmân e. Nexwe bidine pey min û îtaeta emrê min bikin.”
Gotin: “Hetanî Mûsa vegere nav me, em ê rawestina xwe ya li ber serê wî bidomînin.”
Paşê di pey wan re me Mûsa û birayê wî Hârûn bi ayetên xwe û bi delîlên eşkere şandin.
Ji Firewn û i giregirên wî yên nêz re. Quretî kirin. Ew, qewmekî wisan bûn ku (bi kêmdîtina însanan) xwe serdest didîtin.
Gotin: “Erê ma bi du mirovên wekî xwe ku qewmê wan bixwe jî evdîtîya me dikin, em ê îman (bi wan) bînin?”
Wan derewandin û bûn ji wan ên helakbûyî.
Sond be, ji bo ku hîdayet bibin me Kitêb da Mûsa.
Bi bîr bîne ku Rabbê te gazî Mûsa kiribû: “Here cem qewmê zilimkar.”
“Qewmê Firewn... (Ji wan bipirse: Gelo ew ji şirîk çêkirina Allah û ji masîyetê) natirsin û xwe naparêzin?”
Gotibû: “Rabbê min! Bêguman ez ditirsim ku min biderewînin.”
“Dilê min teng dibe û zimanê min nagere. Wezîfeya rîsaletê (bi min re) bide Hârûn jî.”
“Sûcekî min jî heye, (dibe ku) ew (derxînin pêşîya min û) ditirsim ku min bikujin.”
Got: “Qet/Tu car! Bi ayetên min herin, em bi we re ne û em dibihîzin!”
“Herin cem Firewn û bibêjin: “Bêşik em qasidên Rabbê aleman (Allah) in.”
“Benî Îsraîl bi me re bişîne.”
(Firewn) got: “Dema tu zarok bûyî ma ne me tu gihandî? Te pirên salên xwe di navbera me de neborand?”
“Û te ew (kar) jî kiribû (mirovekî ji me kuştibû). Tu ji nankoran î.”
(Mûsa) got: “Dema ku min ew fiêl kir ez nezan (hê ji Allah wehîy nesitendî) bûm.”
“Ji ber tirsa we jî ez revîyam. (Piştre) Rabbê min hukim (nubûwet) da min û ez kirim ji wan pêxemberên hatine şandin.”
“Ew nîmetê ku tu li ser min dikî minnet jî ji ber ku te Benî Îsraîl ji xwe re kiriye kole ye!”
Firewn got: “Ma Rabbê aleman çi ye?”
Got: “Rabbê erd û esmanan û yên di navbera wan de ye. Eger hûn bi yeqînî pêbawer bin (wisan e).
(Firewn) ji wan ên hawîrdora xwe re got: “Ma hûn nabihîzin?”
(Mûsa) got: “Ew Rabbê we û bavûkalên berîya we ye jî.”
(Firewn) got: “Teqez ev pêxemberê ji we re hatîye şandin dîn e.”
(Mûsa) got: “Eger hûn aqil bigirin ew, Rabbê rojhilat û rojava û tiştên di navbera her duyan de ye.”
(Firewn) got: “Eger tu ji xeynî min îlâhekî din ji xwe re bigirî, bêşik ez ê te bavêjim zîndanê.”
(Mûsa) got: “Ma eger ku min ji te re tiştekî vikîvekirî anîbe jî?”
(Firewn) got: “Eger tu ji rastbêjan î ka wî bîne (em binêrin)!”
(Li ser vê) Mûsa gopalê xwe avêt. (Ji nîşkave dît ku) ew, bûye marekî vikîvekirî.
Destê xwe (ji paşila xwe) derxist. (Ji nîşkave dît ku) ew jî ji bo temaşevanan (bi qasî ku çavê wan biqemişîne) bû (destekî) sipspî.
(Firewn) ji bijarteyên/neqaneyên derdora xwe re (got:) “Ev sêhrbazekî zana ye/pispor e.”
(Got:) “Bi sêhra dike re dixwaze ku we ji welatê we derêxe. Ka hûn çi dibêjin?”
Gotin: “Wî û birayê wî bide paş. (Wan niha ceza neke!) Civyaran/Komkeran bişîne nav şaran/bajaran.”
“Bila hemû sêhrbâzên zana/pispor ji te re bînin.”
Hemû sêhrbaz di demeke roja diyarkirî de li hevdu civîyan.
Û ji însanan re jî hat gotin: “Ma hûn jî nacivin?”
(Gotin:) “Eger sêhrbaz bi ser bikevin em hêvî dikin ku em ê bidin pey wan.”
Sêhrbaz hatin cem Firewn û gotin: “Eger em (li dij Mûsa) bi ser bikevin êdî wê tu yê xelatekî (têrbaş) bidî me, ne wisan?”
“Erê, helbet (dema ku hûn bi ser bikevin) hûn ê bibin ji (zilamên berbiçav) yên nêzîkî min.”
Mûsa ji wan re gotibû: “De bavêjin, ka hûn ê çi bavêjin!”
Wan jî bênê xwe û gopalên xwe avêtin û gotin: “Sond bi izzeta Firewn be, teqez yê ku bi ser bikeve em in.”
Mûsa jî gopalê xwe avêt. (Lê çi bibînin!) Tiştên ku wan çêkirîye dadiqurtîne.
Hemû sêhrbaz çûne secdê.
Gotin: “Me îman bi Rabbê aleman (bi Allah) anî.”
“Bi Rabbê Mûsa û Hârûn.”
(Firewn) got: “Berîya ku min destûr daye we hûn îman pê tînin?” Bêguman ew mezinê we ye ku sêhr hînî we kiriye. Pir nêz de hûn ê bibînin/fêm bikin (Ka ez ê çi bînim serê we). Muheqeq ez ê dest û lingên we çeprastî jê bikim û ez ê we daleqînim.”
Gotin: “Qet ne muhîm e! Bêşik vegera me ji Rabbê me re ye.”
“Ji ber ku em mumînên pêşîn in, em hêvîya mexfîreta gunehên xwe ji Rabbê xwe dikin.”
Me ji Mûsa re wiha wehîy kir: “Bi evdên min re derkeve rê. Hûn ê bên taqibkirin.”
(Ji bo civandina leşkeran) Firewn, civyaran/komkeran şand bajaran.
(Wan wiha propaganda dikirin:) “Bêguman evana komeke hindik in/kêmjimar in.”
“Û bêguman li dij me bi hêrs in.”
“Lê em (li hember kesên wisan) civakeke hişyar û tedbîrgir in.”
Me, wan ji bexçeyan û ji kanîyan derxist.
Ji xezîneyan û qesrên hêja!
Herwiha me Benî Îsraîl (ji cihê ku me wan derxistî re) kir waris.
(Firewn û leşkerên xwe) bi serê sibê re bi pey wan ketin.
Dema her du koman hevdu dîtin, hevalên Mûsa wiha gotin: “Teqez em hatin girtin.”
(Mûsa) got: “Qet/Tu car! Rabbê min bi min re ye, teqez wê rê nîşanî min bide.”
Me ji Mûsa re wiha wehîy kiribû: “Gopalê xwe li behrê bixe!” (Gopalê xwe lê xist) û behr şeq bû. Her şeqeke wê weke çiyayekî mezin bû.
Me ew ên din (Firewn û leşkerên wî) jî nêzîkî wan kirin.
Me Mûsa û ew ên pê re bûn hemûyan xelas kirin.
Paşê me ew ên din (di behrê de) xeniqandin.
Bêguman di vê de (li ser mijara ku wê Allah alîkarîya dostên xwe bike û dijminên xwe jî helak bike) ayetek heye. Jixwe pirên wan ne mumîn in.
(Bi bîr bînin!) Dema ku Mûsa ji malbata xwe re gotibû: “Min agirek dît. Ez ê herîm ji we re agahîyekî an jî ji bo ku hûn xwe germ bikin bizotekî agir bînim.”
Wextê gihîşte wê derê lê hate gazîkirin: “Ew ên li cem agir û yên li hawîrdora wî pîrozkirî ne. Allahê Rabbê aleman ji hemû kêmasîyan munezzeh e.”
“Ya Mûsa! Ez, Allahê (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm im.”
“Gopalê xwe bavêje!” (Dema gopalê xwe avêt û) dît ku weke marekî dilive/tevdigere, li pey xwe nezivirî û revîya. “Ya Mûsa! Netirse! Bêguman ên pêxember li cem min natirsin.”
“Ew ên zilimkar ne tê de... Heçî ew ên piştî xerabîyê li qencîyê vedigerin, bêguman ez (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm im.”
“Destê xwe bêxe bin çengê xwe. Bê xerabî/bê nexweşî wê sipspî derkeve. (Ev,) ji nav neh mucîzeyan yek e ku ji Firewn û ji qewmê wî re hatîye şandin. Bêşik ew, qewmekî fasiq in.”
Çi dema ku ayetên me yên dûrebîn/bibesîret dikin ji wan hat, gotin: “Ev, sêhreke apaşkere ye.”
Digel ku di nefsa xwe de bawer dikin (ev ayet û mucîze rast in) jî ji ber zilm û quretîya xwe, ew derewandin. De binêre ka aqûbeta mufsîdan çawa dibe.
Em ji bo (talîm û perwerdehîya) qewmekî, qismek ji qiseya Mûsa û Firewn wek heq ji te re dixwînin.
Qet guman tune ku Firewn, li ser rûyê erdê çavdêrîya serdestîyê kir. Xelkê wê derê kom bi kom ji hevdu veqetandibû û qismek ji wan zeîf/qels dihişt; zaroyên wan ên kurîn serjê dikir û jinên wan sax dihişt. Lewre ew, ji mufsîdan bû.
Em daxwaz dikin ku li ser rûyê erdê qencîyê bi qelsan (bi mustezefan) bikin û wan bikin rêber (ên peyrevîtî li wan tên kirin) û wan (li ser rûyê erdê) bikin waris.
Û em (dixwazin) wan li ser rûyê erdê bikin xwedî hêz/desthilatdar. Tiştên ku xwe jê diparastin em (dixwazin) nîşanî Firewn û Haman û leşkerên wan bidin.
Me ji dêya Mûsa re wiha wehîy kir: “Wî şîr bide. Eger tu (ji Firewn û leşkerên wî) bitirsî, wî berde behrê. Netirse, xemgîn nebe! Bêguman em ê wî dîsa li te vegerînin û em ê wî bikin ji pêxemberên şandî.”
Firewn û malbata wî ew (bebek) a (di pêş de) ji wan re neyartî bike û bibe sebebê xemgînîyê girtin/xwedîtî lê kirin. Bêşik Firewn û Haman û leşkerên herduyan di xeletîyê de bûn.
Jina Firewn got: “Ev (zarokek e ku) ji bo min û te ronahîya çavan e. Wî nekujin. Dibe ku feydeyekî wî bigihîje me an jî em ê wî ji xwe re wek kurmarî bigirin.” Lê haya wan (ji tiştê ku bê serê wan) tune bû.
Dêya Mûsa bi dilxemî (ji ber ku endişe dikir bitenê bi fikara Mûsa bi bê hişî) gihîşte sibê. Eger ji bo ku bibe ji mumînan me qelbê wê qewî nekiriba hindik mabû ku wê ew (sirra Mûsa) eşkere bikira.
Ji xwişka wî (Mûsa) re got: “Wî bişopîne.” Bi vî awayî haya tu kesî jê tunebû ku wê ji rexekê ve ew dişopand.
Di berê de (berîya ku em wî (Mûsa) li dêya wî vegerînin) me dêşîran jê re heram kiribû. (Şîrê tu kesekê nedivexwar.) Xwişka wî got: “Ma ez maleke ku wî xweş xwedî bikin û ew lê guhdar bin nîşanî we bidim?”
Herwiha ji bo ku çavê wê ronahî/dilê wê xweş bibe û bila bizanibe ku weada Allah heq e, me ew (Mûsa) li dêya wî vegerand. Lê pirên wan nizanin.
Dema gihaştibû û giha kemala xwe, me hukim û ilim dayê. Em muhsînan/ew ên ku evdîtîya xwe herî xweşik pêk tînin wiha xelat dikin.
Di demekî de haya xelkê wê derê jê tunebû Mûsa ket nava bajêr. Li wê derê dît ku du zilam li hev dixin. Yek ji qewmê wî bû û yê din jî ji neyarên wî bû. Ew ê ji qewmê wî li dij wî (ji Mûsa) alîkarî xwest. Mûsa jî kulmek lê da û ew kuşt. Got: “Ev, ji karê şeytan e. Bêguman ew neyarekî rêşaşkerê vikîvekirî ye.
Got: “Rabbê min, min zilim li nefsa xwe kir. Min efû bike.” (Allah jî) ew efû kir. Lewre ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Got: “Rabbê min! Ji ber wê nîmeta (efûkirinê) ku te daye min êdî ez nabim alîkarê gunehkarên mucrîm/sûcdar.”
(Ji ber wê qetla ku kiribû) di bajêr de bi çavdêrîyeke bi tirs lê bû sibeh. (Bi carekî çi bibîne!) Ew kesê ku duh jê alîkarî dixwest, (dîsa) gazî wî dike û alîkarî dixwaze. Mûsa jê re got: “Tu bi eşkerehî mirovekî har î/bitir î.”
Çi dema xwest wî zilamê ku dijminê her duyan bû bigire, ji Mûsa re wiha got: “Ya Mûsa! Wekî ku te duh yekî kuştibû tu dixwazî îro jî min bikujî? Tu dixwazî li ser rûyê erdê bibî zordar, naxwazî bibî ji muslîhan/ji islahkeran.”
Axir ji rexê bajêr ya din zilamek bi bezdan hat. Got: “Ya Mûsa! Giregiran ji bo kuştina te civînekî danîne. Ji vê derê derkeve. (Ji bo ku qencîya te dixwazim, ez) şîret li te dikim.”
Ji wê derê bi tirs û bi çavdêrîya derdor derket. Got: “Rabbê min, tu min ji qewmê zaliman xelas bike.”
Dema berê xwe da bi Medyenê ve got: “Hêvî heye ku Rabbê min bigihîne rêya rasterast.”
Wextê gihîşt ser ava Medyenê, li ser avê komek însan dît ku wan heywanên xwe av didan. Ji xeynî wan du heb jî jin dît (ji bo heywanên wan tevlî ên din nebin) ji wan re dibûn asteng. Ji wan re got: “Ev çi rewşa we ye? (Hûn çima kerîyê xwe av nadin?)” Gotin: “Heta ew (şivanên din) kerîyên xwe av nedin em nikarin av bidin. (Eger tu pirsa wî dikî) bavê me jî pîremêr e/ixtîyar e.”
Ji bo wan kerîyê wan av da. Paşê hilkişîya bin sihekê û wiha got: “Rabbê min! Ez hewcedarê her cureya xêrê me ku tu ji min re daxînî.”
Ji wan herduyan yek, bi meşeke (bi edeb û) bi heya hate cem (Mûsa û) got: “Bavê min ji ber wê (qencî) ya avdanê ku te bi me re kiriye heqê te bide, gazî te dike.” Dema (Mûsa çû) cem bavê wan û serpêhatîyên xwe jê re qise kir, (wî jî) got: “Netirse! Tu ji qewmekî zilimkar xelas bûyî.”
Ji wan herduyan yekê wiha got: “Bavê min! Wî wek karker biheq bigire. Bixêrtirê karkerên ku tu bigirî, yê herî bi hêz û ewledar e.”
(Bavê wan) got: “Di muqabilê ku tu heşt salan ji min re wek karker bixebitî ez dixwazim ji van her du keçên xwe yekê li te mahr bikim. Eger tu deh salan temam bikî, ew jî qencîyekî ji te ye. Ez naxwazim zorahîyê ji te re derêxim. Înşaallah wê tu bibînî ku ez ji salihan im.”
(Mûsa) got: “Ev (peymaneke) di navbera min û te de ye. Ji van herdu qewlan kîjanî temam bikim êdî ji min re neyartî tune/ji min ne enire. Allah li ser van gotinên me wekîl e.”
Çaxê Mûsa qewlê xwe temam kir û bi malbata xwe re bi rê ket, li alîyê Tûr agirek dît. Ji ehlê xwe re got: “Hûn li vê derê bisekinin. Lewre min agirek dît. Dibe ku ez ji we re agahîyekî an jî bizotekî agir bînim.”
Dema hat (cem agir), ji alîyê rastê yê newala pîroz de ji darekê wiha lê hate gazîkirin: “Ya Mûsa! Bêşik ez (belê, ez) Allahê Rabbê aleman im.”
“Gopalê xwe bavêje!” (Gopalê xwe avêt.) Dema dît ku weke marekî dilive/tevdigere, li pişt xwe mêze nekir û dest bi revê kir. “Ya Mûsa! Vegere û netirse! Lewre tu ji yên emîn/ewledar î.”
Destê xwe têxe paşila xwe. Wê bi spîtîyekî bê xerabûn/bê nexweşî derkeve. Milên xwe (yên ji ber tirsê vebûne) ber bi xwe ve bikişîne (wê tirsa te bibore). Ev her du (gopal û destê spî) ji Rabbê te ji bo Firewn û ji bo giregirên wî du heb delîl in (ku di van de qet tu guman tunin). Bêguman ew, qewmekî fasiq in.”
Got: “Rabbê min, min mirovek ji wan kuştibû. (Ji ber vê yekê) ez ditirsim ku min bikujin.”
“Birayê min Hârûn, ji min çêtir diaxive/zimanê wî fesihtir e. Wî jî wek alîkar bi min re bişîne da ku ew min birastîne. Lewre ez ditirsim ku ew min biderewînin.”
Got: “Em ê hêza te/bazûya te bi piştgirîya birayê te qayîm û xurt bikin. Em ê huccetekî wisan bidin we ku; ji ber ayetên/mucîzeyên me wê nikaribin têkilî we bibin/zerarê bidin we. Hûn û yên ku li pey we tên (herûdaîm) wê bi ser bikevin.”
Dema Mûsa bi ayetên me yên eşkere ji wan re hat, gotin: “Ev, ji sêhra lihevanînî pê ve ne tiştekî din e. Me tiştekî wiha ji bav û kalên xwe yên pêşîn nebihîstîye.”
Mûsa got: “Rabbê min çêtir dizane ka kî ji cem wî bi hîdayetê hatîye û aqubeta (xweşik) ka ji kî re ye. Muheqeq ew ên zilimkar nagihêjin xelasîyê.”
Firewn got: “Gelî giregiran! Ez ji bo we ji xwe pê ve îlâhekî din nas nakim. Ya Haman! Rabe li ser herîyê ji bo min agir pêxe û ji min re bircekî ava bike. Hêvî dikim ku ez (derkevim ser û) xwe bigihînim îlâhê Mûsa! Lewre ez bawer im ku ew teqez ji derewkaran e.”
Ew û leşkerên xwe li ser rûyê erdê bi neheqî quretîyê kirin. Û ji wan we ye ku wê li me nevegerin.
Me jî ew û leşkerên wî girt û avêtin behrê. Tu binêre ka aqubeta zaliman çawa bûye!
Me ew kirin ji wan rehberan/serokan ku wan gazî agir dikin. Wê roja qiyametê jî alîkarî li wan neyê kirin.
Me li dinyayê lanet xiste dû wan. (Kesên mumîn çiqas wan bi bîr bînin lanetê li wan dikin û) roja qiyametê jî (li rûyên wan nayê mêzandin û di rewşeke kerixî de) kirêtkirî ne.
Sond be piştî ku me neslên ewwil helak kirin, me ji însanan re Kitêbeke dûrebînan/besîretan dihewîne û hîdayet û rahmet e da Mûsa. Hêvî heye ku şîret bigirin.
Dema me (wezîfeya pêxemberîyê dayê û) me kar/îş qedand, (tu) ne li alîyê rojavayê (Çiyayê Tûr) bûyî; (herwiha) tu ne ji şahidan jî bûyî.
Lê me gelek neslan heyî kir û di ser wan de gelek ûmrê dirêj bihûrî. Tu di nava xelkê Medyenê de nebûyî û te ji wan re ayetên me jî nedixwend. Lê belê me (pêxemberan) dişandin.
Dema ku me gazî (Mûsa) kir jî tu ne li cem Tûr bûyî. Lê bi rahmeteke Rabbê te (em van ji te re wehîy dikin ku) qewmê berî te ku qet hişyarker ji wan re nehatine tu wan hişyar bikî. Hêvî heye ku şîret bigirin.
Eger dema ji ber tişt (amel) ên teqdîm kirine musîbetek tê serê wan wiha negotibana: “Rabbê me! Te ji me re pêxemberek bişandiba da ku me bida pey ayetên te û em bibûna ji mumînan.” (Berîya ku em ji wan re pêxember bişînin me yê wan ceza bikirana).
Çaxê ji cem me ji wan (ehlê Mekkeyê) re heqî (ya me şandî) hat, gotin: “De bila (mucîze) ya ji Mûsa re hatibû, ji wî re jî bihatiba dayîn?” Ma ne ew bûn ku berê de ya ji Mûsa re hatibû dayîn jî înkar kiribûn? Gotibûn: “Du sêhrên ku piştevanê hevdû ne!” û gotin: “Bêşik, em hemûyan înkar dikin.”
Bêguman Qarûn, ji qewmê Mûsa bû. (Lê belê) li dij wan ji hedê xwe borîbû û har/bitir bibû. Me xezîneyê/gencîneyê wisan (zêde) dabû wî, heta ku miftên wan jî ji civakeke bihêz/qelebalix re giran dihat. Qewmê wî jê re wiha gotibû: “Bifir/şaqiz nebe û nenepixe. Lewre Allah ji rûgirtîyan û ji ew ên dinepixin hez nake.”
Sond be, me qencîyê li Mûsa û Harûn jî kiribû.
Me ew her duyan û qewmê wan ji derdekî/ji tengasîyekî mezin rizgar kiribû.
Me alîkarîya wan kiribû. (Herwiha) ew serkeftî bûn.
Me Kitêbeke ku vikîvekirî ye da her duyan
Me her duyan li ser rêya rasterast hîdayet kir.
Me navê wî di navbera wan ên pey de tên re (ji bo ku wî bixêr bi bîr bînin me dengekî xweşik) danî/berda.
Silav li ser Mûsa û Harûn be.
Bêguman em, muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin, ha wiha xelat dikin.
Ew herdu ji evdên me yên mûmîn bûn.
Sond be, me Mûsa bi ayetên xwe û bi delîleke vikîvekirî şand.
Ji Fîrewn û Haman û Qarûn re… Gotin: “Sêhrbazekî pirzêde derewker e.”
Çi dema ku ji cem me heqîyê ji wan re anîbû gotin: “Ew ên ku pê re îman anîne kurên wan bikujin, lê kêçên wan sax bihêlin.” Hîleya kafiran muheqeq wê pûç derkeve.
Firewn got: “Hûn min berdin da ku ez Mûsa bikujim. Ew jî (ji bo alîkarîyê) bila gazî Rabbê xwe bike. Ez ji vê ditirsim ku (Mûsa) dînê we biguherîne an jî li ser rûyê erdê fesadê derxîne.”
Mûsa got: “Bêguman, ji her kesê qure ku bawerî bi roja hisabê nayne ez xwe dispêrim (Allah) ê ku Rabbê min û Rabbê we ye.”
Ji malbata Firewn zilamekî ku îmâna xwe vedişart wiha got: “Ji bo ku dibêje ‘Rabbê min Allah e.’ hûn ê zilamekî bikujin? Bêguman ji Rabbê we bi delîlên vikîvekirî ji we re hatîye. Eger mirovekî derewkar be, derewa wî di eleyha wî de ye. Na eger rast dibêje, qismek ji (ezab) a ku we pê tehdîd dike wê bê serê we. Bêşik Allah, kesê ku pirzêde derewan dike û ji hedê xwe dibore hîdayet nake.”
“Gelî qewmê min! Îro li ser rûyê erdê wek serdest, milk aîdê we ye. (Eger) ji hêla/ji alîyê Allah ve tengezarîyek were serê me, ka wê kî alîkarîya me bike?” Firewn got: “Ez bi tenê fikr û ramana xwe dibêjim û ez we enceq radigihînim ser rêya rast.”
Kesê ku îman anîbû wiha got: “Gelî qewmê min! Ez ji bo we ji rojeke weke roja ehzab/koman (ku helak bibûn) ditirsim.”
“(Ez ji encamekî) hewşêweya qewmê Nûh û Ad û Semûd û yên li pey wan de hatine, ditirsim. Allah ji bo evdên xwe neheqî/zilim naxwaze.”
“Gelî qewmê min! Bêguman ez, ji bo we ji roja hewar û qêrînê ditirsim.”
“Wê rojê hûn ê bi pişt xwe ve vegerin û birevin. Tu kesê parêzkar ku we ji Allah biparêze wê tune be. Allah kî xerifandibe, qet tu kesekî ku wî hîdayet bike tune.”
Sond be, berê de Yûsuf jî bi delîlên vikîvekirî ji we re hatibû. Wê gavê hûn der heqê wan (delîlan) de ketibûn gumanê. Dema ew wefat kir we gotibû: “Allah, wê di pey wî de pêxemberekî neşîne.” Allah, wan kesên gumandar û ji hedê xwe borîne ha wisan dixerifîne.
Ew in ku; digel ji wan re qet tu delîl nehatîye jî der heqê ayetên Allah de nîqaş dikin. Hêrsa li îndallah û li cem mûmînan (ji ber van amelên wan) mezin e. Allah, qelbê ew ê zordar û qure ha wisan mohr dike.
Firewn got: “Ya Haman, ji bo min bircekî ava bike. Hêvî heye ku ez ê bigihîjim rêyan.”
“Ez ê (bigihîjim) rêyên esmanan da ku bi ser îlâhê Mûsa ve bibim! Bi rastî ez zen dikim ku ew derewkar e.” Bi vî awayî amelê wî yê xerab pê xemilandî hate xuyakirin û ji rê (ya rasterast) hate girtin. Hîleya Firewn mehkûmê tunebûnê û xusranê ye.
Ew ê îman anîbû wiha got: “Gelî qewmê min! Tabiê min bibin da ku ez we bigihînim rêya rast.”
“Gelî qewmê min! Ev jiyana dinyayê bitenê sûd wergirtinek (bihorbar) e. Lê esil cihwarê lêmayînê axîret e.”
“Kî xerabîyekî bike, bi qasî ya ku kiriye wê berdêlê bibîne. Mêr dibe jin dibe kî jî wek mûmîn amelê salih bike evana, wê bikevin cennetê û di wir de bêhisab tên riziqandin.”
“Gelî qewmê min! Çi dibe ku; ez we vedixwînim xelasîyê lê hûn min gazî agir dikin?”
“Hûn, min gazî înkarkirina Allah û şirîk çêkirina bi tiştên ku der heqê wan de qet tu agahîya min tune dikin. Hal ev e ku ez, we gazî (Allah) ê ku (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku gunehan pirzêde mexfîret dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xaffar e dikim.
“Çare nîne! Ew tiştê hûn min gazî dikinê ne li dinyayê û ne jî li axîretê qet tu rûmet û gerewa wan tune. Vegera me bi bal Allah ve ye. Yên ji hedê xwe borîne, ewana ehlê agir in.”
“(Ev) a ku ez ji we re dibêjim hûn ê (di demeke nêz de) bi bîr bînin. Ez, karê xwe dispêrim Allah. Bêşik Allah, li ser evdên xwe basîr e/bînende ye.”
Allah, ew ji kemînên ku danîbûn parast û Firewn û malbata wî bi ezabê herî xerab dorpêç kir.
(Ezaba herî xerab ew e ku) sibeh û êvarê ew ji agir re têne rapêşkirin. Roja ku qiyamet radibe (wiha tê gotin:) “Malbata Firewn têxin ezaba herî dijwar.”
Sond be me hîdayet da Mûsa û me Benî Îsraîl jî kirin miratgirê Kitêbê.
Gotin: “Ya sêhrbaz! Ji bo me bi xatirê wê ehda daye te (ku wê dûayê te qebûl bike) ji Rabbê xwe re dûa bike. (Ger ezabê biborîne) bêşik em ê bibin ehlê hîdayetê.”
Dema me ezab ji ser wan rakir, hema ehda xwe xera kirin.
Fîrewn li qewmê xwe gazî kir û got: “Gelî qewmê min! Ma milkê/serwerîya Misrê û çemên di binê min de diherikin ne aîdê min in? Ma hûn nabînin?”
“Nexwe ez ji vî însanê ji rêzê ku nikare merama/meqseda xwe vebibêje ne bixêrtir im.”
“Ma ne pêwist/hewce bû ku bazinên zêrîn li ser wî bihatana avêtin? An jî ma ne divêt ku ligel wî melaîket jî bihatana?”
Herwiha qewmê xwe sivik dît/bêrûmet kir/keregêjî kir û wan jî îtaet kirin. Bêguman ew, qewmekî fasiq bûn.
Dema ku ewana em hêrs kirin, me jî ji wan tol/heyf sitend û me ew hemû (di behrê de) xeniqandin.
Bi vî awayî me ew, ji yên ku di pey wan de tên re kirin mîsalekî raborî û honawerî/îbret.
Sond be, me berîya wan de qewmê Fîrewn îmtîhan kiribû. Û ji wan re pêxemberekî birûmet hatibû.
(Gotibû:) “Wan evdên Allah (Benî Îsraîlîyan) bidin min. Bêguman ez, ji bo we pêxemberekî ewledar im.”
“Li dij Allah fortên mezinahîyê nekin. Birastî min ji we re delîleke vikîvekirî anî.”
“Û ji ber (dibetîya/îhtîmala) recimandin û qewirandina we, min xwe sipartîye wî Allahê ku Rabbê min û Rabbê we ye.”
“Eger hûn îman bi min naynin, ji min dûr bibin.”
Ji Rabbê xwe re dûa kir: “Bêguman evana, civakekî mucrîm/sûcdar û gunehkar in.”
(Allah got:) “Bi evdên min re bi şev bi rê bikeve. Hûn ê bên taqîpkirin.”
“Behrê jî vekirî bihêle. (Ew ên dane pey we) wê di rewşa artêşê de bixeniqin.”
Wan gelek bexçe û kanîyan terikandin.
Çandinî û qesrên hêja…
Û jiyaneke ku bi kêf û xweşî didomandin…
Herwiha me wan, wek mîras/pêmayî dane qewmekî din.
Ne esman û ne jî erd li ser wan girîyan û muhlet jî li wan nehate dayîn.
Sond be me, Benî Îsraîl ji ezabekî riswaker rizgar kir.
Ji Fîrewn… Bêşik ew, zordarekî fortanîya serdestîyê dikir û ji hedê xwe borî bû.
Sond be me wan, li ser ilmê ji aleman re serdest girtibû.
Û me ayetên ku di nava wan de îmtîhaneke eşkere hebû da wan.
Bêguman evana dibêjin ku…
“Ev bitenê mirina me ya pêşîn/ewil e û em tu car nayên vejandin.”
“Eger hûn rast dibêjin de ka bavên me (yên mirî) bînin (em bibînin).”
Di (qiseya) Mûsa de (jî ayetên ku îbret jê bên girtin hene). Me ew bi delîleke vikîvekirî bi bal Fîrewn de şandibû.
Wî bi hemû hêza xwe rû vegerand û wiha got: “(Ew) sêhrbaz an jî dîn e.”
Me bi wî û artêşa/ordîya wî girt û avête behrê. Ew, mirovekî lomekirî bû.
(Bi bîr bînin!) dema ku Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: “Gelî qewmê min! Hûn dizanin ku ez pêxemberekî ji alî Allah ve ji we re (şandî) me, digel vê hûn çima min diêşînin?” Dema ku ew xerifîn, Allah jî qelbên wan averê kir. Allah, qewmê fasiqan hîdayet nake.