Şahidîya Allah
ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Bi bîr bînin!) Dema Allah ji pêxemberan peyman girtibû (û gotibû): “Dema min Kitêb û hikmet da we; paşê ji we re Rasûlekî ku ya li ba we tesdîq bike were, îmân pê bînin û jê re bibin alîkar.” Got: “Ma we ev qebûl kir û we giranîya vê peyvê hilgirt?” Gotin: “Em îqrar/qebûl dikin.” (Allah) got: “Şahid bin! Ez jî bi we re ji şahidan im.”
Bibêje: “Gelî Ehlê Kitêb! Digel Allah li ser tiştên ku hûn dikin şahid e, herwiha çima hûn ayetên Allah înkar dikin?”
Çi qencîya ku bigihîje te ew ji cem Allah e. Lê her xerabîyeke tê serê te, ji te bixwe ye. Me tu, bi pêxemberî ji însanan re şand. Ji şahidîyê re Allah bes e (ku tu pêxemberê heq î).
(Ew ên Cihû dibêjin: “Ji pêxembertîya te re tu agahîya me tune ku em şahidî bidin.) Lê belê Allah bi (Qur'an) a ji te re nazil kiriye şahidî dike ku, wî ev bi îlmê xwe nazil kiriye. Melâiket jî şahidî dikin. Wek şahid Allah bes e.
“Min ji wan re, ji tiştên ku te li min emir kiribû pê ve tiştekî din negotîye. (Ew jî ev ferman e): “Ji wî îlâhê ku Rabbê min e û Rabbê we ye re îbadet bikin. Heta ku ez di nava wan de bûm, li ser (kirinên) wan şahid bûm. Dema te ez rakirim cem xwe/ez teweffa kirim (êdî ne mimkûn e ku ez bi gotin û amelên wan bizanibim.) Li ser wan raqîb/çavnêr tu yî. Tu li ser her tiştî şahid î.”
Bibêje: “Ma şahidîya kî herî mezin e?” Bibêje: “Di navbera min û we de Allah şahid e. Ev Qur'ana ji min re hatîye wehîykirin ku ez we û kesên deng bigihîje wan, pê hişyar bikim. Nexwe hûn şahidî dikin ku ji xeynî Allah hin îlâhên din hene?” Bibêje: "Ez tu carî şahidî li vêya nakim.” Bibêje: “Bêguman ew yek îlâhekî bi tenê ye. Ez ji tiştên ku hûn jê re dikin şirîk, berî me.”
Ew ên ku ji bo zerar dayînê û (zêdekirina) kufrê û bi parvekerîya di nav mumînan de û ji bo bibe qerargeha wan ên ku berê de li dij Allah û Rasûlê wî şer kiribûn re mizgeftek (Mescîdu’d Dirar) ava kirin û li ser navê Allah sond dixwarin û digotin: “Ji qencîyê/ji xêrê pê ve qesta me ne tiştekî din e” (hene)! Allah şahidî dide ku ew derewkar/viroker bixwe ne.
Em ê wê rojê hemûyan li hev bicivînin. Em ê ji yên şirîkatî dikirin re bibêjin: “Hûn û şirîkên xwe di cihê xwe de bisekinin/ji cihê xwe nelebitin.” Em wan ji hevdû vediqetînin. Ew ên ku (wan) şirîk çêdikirin (wiha) dibêjin: “We ji me re îbadet nedikir.”
“Niha di navbera me û we de wek şahid Allah bes e. Bêguman em ji îbadeta we bê xeber bûn.”
(Eger em bixwazin, ew (ezab) ê ku me ji wan re wead kiriye em ê qismekî jê nîşanî te bidin an jî em ê te bimirînin (dîtina te wê bimîne axîretê). (Di her halukarî de) vegera wan bi bal me ve ye. Paşê Allah li ser ya ku ew dikin şahid e.
Em ê ji te re enceq vêya bibêjin: “Hinek îlâhên me xenîmî te bûne.” Got: “Allah şahidê min e û hûn jî şahidê min bin ku ez ji wan tiştên hûn pê şirîkatîyê dikin, dûr im.”
Ew ên kafir dibêjin: “Tu ne pêxemberekî mursel î/şandî yî.” Ji wan re bibêje: “Di navbera min û we de ji şahidîyê re Allah û ew ên agahîya Kitêbê li cem wan hene (wek şahid) bes in!”
Bibêje: “Di navbera min û we de wek şahid Allah bes e. Bêguman ew li ser evdên xwe (agahdarê her tiştî) Xabîr û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Dawûd û Suleyman jî (bi bîr bîne)! Wê dema der barê çandinîya ku pez ketibûyê de hukim didan. Em li ser hukmê wan şahid bûn.
Bibêje: “Di navbera min û we de wek şahid Allah bes e. Çi tiştên li erd û esmanan hebe bi hemûyan dizane. Ew ên bawerî bi batil tînin û ji Allah re dibin kafir, yên ku xisirîne ha ew bixwe ne.
Ji bo (wan jinên pêxember) ku ew (bê perde) li cem bavê xwe û kurên xwe û birayên xwe û birazîyên/xwarzîyên xwe û bi jinên ji wan (ên mumîne) û carîyeyên/koleyên xwe (di axaftina bi wan re de) qet tu mehzûr tune. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah li ser her tiştî şahid e.
Bibêje: “(Di muqabilê daweta/teblîxa xwe de) destheqekî ku ez ji we dixwazim hebe bila ew jî ji we re be. Destheqê min aîdê Allah e. Ew, li ser her tiştî şahid e.”
Em ê ayetên xwe hem di ufûqê de hem jî di nefsa wan de nîşanî wan bidin da ku bi awayekî teqez ji wan re diyar bibe ku ew (Qur'an) heq e. Şahidbûna Rabbê te ya li ser her tiştî ne bes e?
Nexwe wiha dibêjin: “Wî bi lihevanîna wê (Qur'an) îftîra (li Allah) kiriye?” Bibêje: “Eger min ew lihev anîbe wê çaxê (li dij ezaba ku wê ji min re bê) qet tu feydeya we nagihîje min. Ew, bi zêde pê de çûnên we ku hûn dikin çêtir dizane. Di navbera min û we de wek şahid ew bes e. Ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Gava ew ên munafiq tên cem te dibêjin: “Em şahidî dikin ku tu Rasûlullah î. Allah jî pirbaş dizane ku tu pêxemberê wî yî. Allah şahidî dike ku munafiq derewkar bixwe ne.
Ew (Allah) e ku hakimîyeta/serwerîya erd û esmanan bitenê aîdê wî ye. Allah, şahidê her tiştî ye.