Ceribandina Mumînan

MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

40ayet hatin dîtin
Ceribandina Mumînan
1

Bakara

Ayet: 155Rûpel: 23

Here Ayetê

Sond be em ê we hinek bi tirsê û hinek bi birçîbûnê û bi kêmkirina mal û can û semereyan/fêkîyan we biceribînin/îmtîhan bikin. Mizgînê bide sebirvanan.

2

Âl-i İmrân

Ayet: 140Rûpel: 66

Here Ayetê

Eger birînek bi we ketibe, bêguman birîndarî bi koma (dijmin ve) jî girtîye. (Xalibê mutleq û daîmî Allah e. Heçî însan jî) em van rojan di navbera însanan de digerînin. Ji bo ku Allah wan ên îmân anîne derxîne rastê û ji we şahidan/şehîdan çêbike (wiha dike). Allah ji zaliman hez nake.

3

Âl-i İmrân

Ayet: 141Rûpel: 67

Here Ayetê

(Ev, ji bo ku Allah), mumînan ji gunehên wan paqij bike û kafiran jî helak bike ye.

4

Âl-i İmrân

Ayet: 142Rûpel: 67

Here Ayetê

Heta Allah ji we yên ku cîhad kirine eşkere neke û yên sebir kirine dernexîne meydanê, ma hûn zen dikin ku hûn ê bikevin cennetê?

5

Âl-i İmrân

Ayet: 143Rûpel: 67

Here Ayetê

Bi sond berî ku hûn (di qada şer de) rastî mirinê bên, we mirin (şehadet) temennî dikir. Bêguman va we mirin li ber çavan dît. (Her wiha hûn çima xwe navêjin qada cîhadê û hûn xwe li paş dihêlin?)

6

Âl-i İmrân

Ayet: 144Rûpel: 67

Here Ayetê

Muhammed, bitenê Rasûlek e. Berî wî jî gelek pêxember hatine û çûne. Ma qey dema ew bimire an jî bê kuştin, hûn ê li ser panîyên xwe paş de vegerin? Kî li ser panîyên xwe (ji dînê xwe an ji amelên xwe yên salih) paş de vegere, êdî ew qet nikare zerarekî bide Allah. Allah wê şikurdaran xelat bike.

7

Âl-i İmrân

Ayet: 145Rûpel: 67

Here Ayetê

Heta Allah destûr nede ne mimkûn e ku kes bimire. Mirin li gorî ecelekî hatîye nivîsandin. Kî xêra dinyayê bixwaze em ê bidinê. Kî jî xêra axîretê bixwaze em ê (ji tiştên dixwaze) bidinê. Em ê şikurdaran xelat bikin.

8

Âl-i İmrân

Ayet: 146Rûpel: 67

Here Ayetê

Gelek ji pêxemberan hebûn ku pir (alim û mucahîd) ên Rabbanî ligel wan cîhad kirine. Bi tengezarîyên ku di rêya Allah de hatine serê wan ew sist û sitûxwar nebûn û (li dij neyar) xwe nexistin/xwe kêm nekirin. Allah, hez sebirvanan dike.

9

Âl-i İmrân

Ayet: 147Rûpel: 67

Here Ayetê

(Ji ber tengezarîyên ku dihatin serê wan) bitenê wiha gotin: “Rabbê me! Tu gunehê me û zêdegavîyên di karên me de efû bike û lingên me sabît bigire û li hemberî vê qewmê kafir alîkarîya me bike.”

10

Âl-i İmrân

Ayet: 148Rûpel: 67

Here Ayetê

(Di muqabilê dûayên wan de) Allah, xêra dinyayê û xêra axîretê bi xweşî da wan. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.

11

Âl-i İmrân

Ayet: 149Rûpel: 68

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Eger hûn îtaeta kafiran bikin dê we li ser panîyên we pêlepaş vegerînin û hûn ê xesirandî bizivirin.

12

Âl-i İmrân

Ayet: 150Rûpel: 68

Here Ayetê

(Nexêr, ne wisan e!) Dostê we Allah e. Ew, bixêrtirê alîkaran e.

13

Âl-i İmrân

Ayet: 151Rûpel: 68

Here Ayetê

Ji ber tiştên ku Allah der heqê wan de tu delîl nazil nekiriye ji Allah re kirine şirîk, em ê tirsekî dijwar biavêjin qelbê kafiran. Sitargeha wan cehennem e. Sitargeha zilimkaran çi qas xerab e!

14

Âl-i İmrân

Ayet: 152Rûpel: 68

Here Ayetê

Sond be Allah, di ehda ku dabû we de rast got. Dema bi destûra (Allah) we koka wan diqelandin. Piştî ku Allah ew (serkeftin) a ku we pir dixwest nîşanî we da, hûn şikestin. Ji nava we hinekan dinyayê û hinekan jî axîretê dixwestin. Paşê (Allah) ji bo ku we biceribîne hûn ji wan dan zivirandin (we bi dest têkçûnê kir. Digel vê) hûn efû kirin. Allah li ser mumînan xwedî lutf û îhsan e.

15

Âl-i İmrân

Ayet: 165Rûpel: 70

Here Ayetê

(Gelî ew ên îmân anîne!) We du qatî vê mûsîbetê (di Bedrê de) anîbû serê wan (muşrîkan), ligel vê yekê dema ku (li Uhudê) musîbetek hate serê we, we digot: “Ma ev, çawa çêbû?” Bibêje: “Ev (mûsîbet) ji destê we bixwe bû.” Bêguman Allah qadirê her tiştî ye.

16

Âl-i İmrân

Ayet: 166Rûpel: 71

Here Ayetê

Roja ku her du artêş/ordî rastî hev hatin, tiştê hatibû serê we jî enceq bi destûra Allah bû. (Meqseda vê yekê jî) ji bo ku mumînên (li dij musîbetan de sebirvan in û der heqê Allah de xwedî hisnuzen in) eşkere bibin.

17

Âl-i İmrân

Ayet: 167Rûpel: 71

Here Ayetê

(Meqsedeke wî yên din jî) ji bo ku kesên munafiq jî bi eşkerehî diyar bibin. Dema ji wan re hate gotin: “Werin di rêya Allah de şer bikin an jî mudafea (ya muslîman) bikin” wiha gotin: “Eger me bi şer bizanibana em ê bi we re bihatana.” Ew roj (a ku vê peyvê gotin) ew ji îmanê zêdetir nêzîkî kufrê bûn. Tiştên ku di dilê wan de tunebû (tiştê pê nebawer bûn) bi devê xwe digotin. Allah bi tiştên ku veşartine çêtir dizane.

18

Âl-i İmrân

Ayet: 179Rûpel: 72

Here Ayetê

Allah, hetanî xebîsîyê û paqijîyê ji hevdu neveqetîne, mumînan di wê rewşa ku hûn li ser in de nahêle. Allah we ji xeybê agahdar nake. Lê Allah (ji bo agahdarîya xeybê) ji pêxemberên xwe kîjanî bixwaze, wî hildibijêre. Bi Allah û bi pexemberên wî îman bînin. Eger hûn îmân bînin û bitirsin û xwe biparêzin ji we re ecirekî mezin heye.

19

Âl-i İmrân

Ayet: 186Rûpel: 73

Here Ayetê

Sond be, hûn ê der heqê malên xwe û canên xwe de bêne ceribandin û hûn ê ji Ehlê Kitêb û ji muşrîkan pir gotinên xemdar/peyvên kesernak bibihîzin. Eger hûn sebir bikin û bitirsin û xwe biparêzin bêguman ev, ji karên hêjayê melavîyê/biryardarîyê ye.

20

Mâide

Ayet: 48Rûpel: 115

Here Ayetê

Me ji te re ji bo ku Kitêba berîya xwe tesdîq bike û li ser wê venihêr e (vê) Kitêbê (Qur'anê) bi heqî nazil kir. Di navbera wan de bi ya ku Allah daxistîye hukim bike. Şûna heqîya ku ji te re hatîye nede dûv hewesên wan (yên ku wê te bixerifînin). Me, ji bo her yek (ummetek) ji we re şerîetek û rêbazek danîye. Eger Allah bixwesta wê hûn bikirana yek ummetek (ku şerîet û rêbaza wan yek e). Lê tiştê daye we ji bo îmtîhanê/ji bo ceribandinê ye. Nexwe di xêran de pêşbazîyê bikin. Vegera we hemûyan bi bal Allah ve ye. (Allah,) xebera ew tiştên ku hûn li ser wan ketibûn îxtîlafê dê bide we.

21

Mâide

Ayet: 94Rûpel: 122

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Sond be Allah, bi ya ku hûn bi dest û rimên xwe digihîjîn wan heywanên nêçîrê (ku ji yên di îhramê de ne heram kiriye) wan diceribîne/îmtîhan dike ka di cihê ku ne li ber çav de ye kî ji wî ditirse, eşkere bike. Piştî vê kî ji hedê xwe derkeve ji bo wî ezabekî biêş û jan heye.

22

A'râf

Ayet: 141Rûpel: 166

Here Ayetê

(Bi bîr bînin!) Me hûn ji malbata Firewn xelas kiribûn. Wan ezabekî pir mezin li we dikirin. Zilamên we dikuştin û jinên we sax dihiştin. Di vêya de ji we re ji Rabbê we îmtîhanek mezin hebû.

23

Enfâl

Ayet: 17Rûpel: 178

Here Ayetê

Yê ku wan dikuşt ne hûn bûn, lê Allah ewana kuşt. Dema te diavêt jî ne te diavêt, lê Allah (bû yê ku) diavêt. Ji bo ku (nîmeta serkeftinê bi wan bitamîne û) mumînan bi îmtîhaneke xweşik (biceribîne) loma (ev kir). Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

24

Yûnus

Ayet: 13Rûpel: 208

Here Ayetê

Sond be, ji ber ku zilimkar bûn me gelek nifşên/neslên berî we helak kirin. Pêxemberên wan ji wan re bi ayetên eşkere hatibûn. (Ji ber tinazkarî û derewandin û pozbilindîya ku tê de bûn, helbet) wan dîsa îmân ne dianîn. Em qewmekî mucrîm û gunehkar a wiha didin cezakirin.

25

Yûnus

Ayet: 14Rûpel: 208

Here Ayetê

Paşê, ji bo ku em bibînin ka hûn çawa amel dikin, me hûn di şûna wan de li ser rûyê erdê kir xelîfe.

26

Hûd

Ayet: 7Rûpel: 221

Here Ayetê

Ji bona ku we îmtîhan bike/derêxe holê ka hûn kîjan amelên xweşik dikin, ew ê erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye ew (Allah) e. Wê demê arş li ser avê bû. Bi rastî eger tu ji wan re bibêjî, hûn ê jî piştî mirinê dîsa bên vejandin, wê kafir wiha bêjin: “Ev sêhreke vikîvekirî ye”.

27

Nahl

Ayet: 92Rûpel: 276

Here Ayetê

Hûn jî (soza xwe ya ku we li ser navê Allah zeximandibû bi xerakirina wê) nebin weke wê jina ku piştî hirîya xwe zexm hunandîye/rêsandîye û paşê jî veçirendîye (û anîye rewşa berê). Ji bona ku komek (bi mal û hejmara xwe) ji koma din zehftir e, di nava xwe de sondên xwe nekin navgîna hîle û fesadîyê. Allah (bi wan soz û sondên we) enceq we îmtîhan dike. Dê Allah roja qiyametê tiştên ku hûn der heqê wî de ketine îxtîlafê, helbet wê ji we re eşkere bike.

28

Kehf

Ayet: 7Rûpel: 293

Here Ayetê

Bêguman ji bo ku em însanan îmtîhan bikin ka ji wan kî amelên salih dike, me tiştên li ser rûyê erdê jê re kire xeml/zînet.

29

Enbiyâ

Ayet: 35Rûpel: 323

Here Ayetê

Wê her nefs mirinê bitamine/biçêjîne. Em we bi şer û bi xêr îmtîhan dikin. Û hûn ê li me bên vegerandin.

30

Mu'minûn

Ayet: 30Rûpel: 343

Here Ayetê

Bêguman di van (jîyînan) de ayet (ên ku îbret ji wan bên wergirtin) hene. Û bêşik em, teqez îmtîhan dikin.

31

Furkân

Ayet: 20Rûpel: 360

Here Ayetê

Hemû pêxemberên ku me di berîya te de şandibûn jî xwarin dixwarin û di sûk û bazaran de digerîyan. Me hin ji we ji hinan re kiriye fitne (wesîleya îmtîhanê). Ka hûn ê sebir bikin? Rabbê te (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.

32

Neml

Ayet: 47Rûpel: 380

Here Ayetê

Gotin: “Tu û ew ên ligel te ji me re bêoxirî anî.” Got: “Ew tiştên (hatîye serê we û) hûn bêoxirî dihesibînin, ji îndallah e (hatîye serê we). Belkî hûn qewmek in ku têne îmtîhankirin.”

33

Ankebût

Ayet: 2Rûpel: 395

Here Ayetê

Nexwe ji însanan we ye ku ew bibêjin: “Me îman anî.” wê dev ji wan bê berdan û ew ê neyên îmtîhankirin?

34

Ankebût

Ayet: 3Rûpel: 395

Here Ayetê

Sond be, me ew ên berîya wan jî îmtîhan kiribûn. Helbet Allah, bi kesên rast jî dizane û bi derewkaran jî dizane. (Û bi îmtîhanan dike ku însan jî pê bizanibin.)

35

Ahzâb

Ayet: 11Rûpel: 418

Here Ayetê

Ha li wê derê, kesên mumîn hatibûn ceribandin û bi hejînekî dijwar hatibûn hejandin.

36

Zumer

Ayet: 49Rûpel: 463

Here Ayetê

Çi dema zerarek bigihîje însan ji me re dûa dike. Paşê ku em ji alî xwe ve nîmetek didin wî, dibêje: “Ev, ji ber zanîna li cem min ji min re hatîye dayîn (an jî Allah dizane ku ez layiqê wê me ev da min).” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî ew, fitneyek/îmtîhanek e. Lê pirên wan nezan in.

37

Muhammed

Ayet: 4Rûpel: 506

Here Ayetê

Dema hûn di şer de leqayî kafiran hatin, li sitûyên wan bixin. Gava ku we muqawemeta wan şikand û hûn bi ser ketin, bendika/qeyda (yên dîl/êsîr) zexm girêdin. Piştî vê, êdî hûn dixwazin bi qencî wan berdin an jî fidyê ji wan bistînin û hêj wan berdin. Hetanî ku şer giranîyên xwe berde (û biqede) bi vê awayê muamele bikin. Ha wisan… Eger Allah bixwesta dikaribû (bi helakkirina wan) tol/heyf ji wan sitendibana. Lê ji bo ku hin ji we bi hinên din îmtîhan bike (emrê cîhadê kir). Ew kesên di rêya wî de hatine kuştin, wê Allah amelên wan zayî/winda neke.

38

Muhammed

Ayet: 31Rûpel: 509

Here Ayetê

Qesem be, heta ku ji nav we yên mucahîd û sebirvan derxînin holê em ê we îmtîhan bikin. Û agahîyên we jî bên ceribandin (em ê agahîyên der heqê wan ên cîhad dikin û sebirvan in û ew ên ku sebir nekirine û revîyane eşkere bikin).

39

Hucurât

Ayet: 3Rûpel: 514

Here Ayetê

Qet tu guman tune, ew ên ku li cem Rasûlullah dengê xwe kêm dikin; ew in ku Allah (dilsozîya qelbên wan dît û wan kir ji muxlîsan û) qelbên wan ji bo teqwayê îmtîhan kiriye. Ji wan re mexfîret û xelateke mezin heye.

40

Mulk

Ayet: 2Rûpel: 561

Here Ayetê

Ew (Allah) e; ji bo ku ji we kî herî çêtir amelê xweşik dike îmtîhan bike/derxîne holê, mirin û jiyan xuliqand. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.