Haşr
MIRIN Û AXÎRETAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Sond be, wekî ku me cara pêşîn hûn bi tenê xuliqandibûn, vaye dîsa hûn tenê bi serê xwe hatin cem me. Tiştên me wek nîmet dabûn jî we li pey xwe hiştin. Ew şirîkên hûn pê bawer bûn ku wê şefaetê li we bikin jî me li cem we nedîtin. Sond be, pêwendîyên di navbera we de qut bû û ew ên we guman dikir (ku wê feyde bidin we) winda bûn, çûn.
Tiştê ji we re hatîye wead kirin, bêguman wê were. Hûn nikarin (me) aciz/neçar bihêlin.
Me erd û esman û tiştên di navbera her duyan de, enceq bi heq (ji bo heq derkeve holê û nîşandana qudreta Allah û mikafat dayîna li gorî amelên însanan) xuliqandîye. Teqez wê seat/qiyamet rabe. (Herwiha) li hember wan bi xweşî (bi helwestekî xweşbînî û efûkerî) muamele bike.
Roja ku ji her ummetê re (ji bo li ser wan govanîyê/şahidîyê bike) em şahidekî derînin êdî ji kafiran re destûr tune û wê (daxwazîya wan ya vegera li heyata dinyayê û kirina amêlen qenc de) pejirandinê/qebûlkirinê jî nebînin.
Em ê wê rojê ji nava wan ji her ummetekî re şahidekî bivejînin. Wê rojê em te jî li ser wan (li ser ûmmeta te wek) şahid tînin. Me ji te re wek hîdayet û rahmet û mizgînî ev Kitêb nazil kir da ku tu di nava muslîman de her tiştî beyan bikî û rêya rast nîşan bidî.
Wê rojê, bi îmamên wan/bi serokên wan em gazî her civaka însanan dikin. Êdî Kitêba kî ji milê rastê ve bê dayîn ewana (di nav kêf û mizgînîyê de) Kitêba xwe dixwînin û bi qasî mûyekî be jî neheqî li wan nayê kirin.
Ew hemû sef bi sef rapêşî/teqdîmî Rabbê te dibin. Sond be, wekî ku me cara pêşîn we xuliqandibû (dîsa) hûn wisan (wek tazî û tenê û nesinetkirî û ji hemû nasnavan safîbûyî û evdekî xwerû) hatine cem me. (Nexêr, ne wisan e!) We zen nedikir ku em ê weadeke pevgihînê tayîn bikin.
“Wê qiyamet were/rabe. Ji bo ku her nefs berginda/muqabela amelên xwe bistîne hema hema (ez ê wê ji xwe jî) biveşêrim.”
Ew roj, wekî ku rûpela pirtûkê tê pêçan em asîman dipêçin. Me çawa cara pêşîn xuliqandîye, em (mexluqatê) dîsa vedigerînin rewşa ewwil. Ev weadeke li ser me ye. Muheqeq em ê (vêya) bikin.
Bi rastî wê qiyamet rabe, di wê de qet tu şubhe tune. Bêguman Allah, wan ên di goran de wê bivejîne.
Ew ê ku ji leqayîhatina Allah (û ji mikafata jê) hêvîdar e, bêguman ew dema ku Allah diyar kiriye wê were. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
(Herwiha) berî ew roja ku tiştê ji Allah tê û qet tu kes nikare vegerîne bê, rûyê xwe bi bal dînê rasterast ve vegerîne. Ew roj însan (wek cehennemî û cennetî) kom bi kom wê ji hevdu bên veqetandin.
Kafiran gotin: “Qiyamet bi ser me de nayê.” Bibêje: “Nexêr (ne weke ramîna we ye)! Sond bi wî Rabbê ku alimê xeybê ye, muheqeq wê ji we re were. Li erd û esmanan tiştekî bi qasî misqalê zereyekî jî jê re veşartî/girtî namîne. Ji vêya biçûktir an jî mezintir her çi hebe, hemû di Kitêbekî apaşkere de nivîsandî ne.”
Erd, bi nûra Rabbê te ronahî dibe. Kitêb (a ku amel tê de nivîsandî ne di nîverastê de) tê danîn. Pêxember û şahid têne anîn û di navbera wan de bi heq tê hukimkirin. Neheqî jî li wan nayê kirin.
Bêşik wê roja qiyametê were, di wê de qet tu guman tune. Lê belê pirên însanan îman naynin.
Herwiha ji bo ku tu Ummu’l Qurâ/Dêya Bajaran (Mekke) û hawîrdorê wê hişyar bikî û (însanan) bi wê Roja Civînê hişyar bikî me ji te re Qur'aneke Erebî wehîy kir. (Roja Qiyametê) komek li cennetê ye û komek jî di nav agirê ku alavên bi erjeng/bi dehşet direşîne de ne.
Ew ên pê îman naynin, dixwazin ku ew bi lez were. Heçî yên îman anîne ji ber wê bitirs in û dizanin ku ew heq e. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman ew ên der heqê qiyametê de nîqaş dikin di nava xerifîyeke dûr (ku vegera wî ya bi heqê ve pir zor) de ne.
Me erd û esman û tiştên di navbera her duyan de enceq bi heq û heta demeke diyarkirî xuliqand. Kafir ew in ku; ji wê tiştê ku pê tên hişyarkirin rû vedigerînin.
Bi Tûrê (sond be).
Bi Kitêba ku rêz bi rêz hatîye nivîsandin,
(Ew Kitêb ku) di nava qaxizê raxistî/belavbûyî (de ye).
Bi Beytê Ma’mûr (ew beyta ku melaîketan bi tewafên xwe îmar kirine),
Bi banê/tawana bilindkirî,
Û bi behra hatîye pêxistin sond be ku,
Bêguman ezabê Rabbê te wê pêk bê
Qet tu kesê ku jê re bibe asteng tune.
Haqqa! (Qiyamet; dawîya her însanî ya ku heq kiriye tîne û pêkanîna wê heq û qethî ye.)
Çi ye ew Haqqa?
Tu yê ji ku bizanibî Haqqa çi ye?
Bi wan ên li pey hev tên şandin,
Bi wan ên bi şîdet û bi gurênî diwezînin,
Bi wan ên nekêm belavdikin,
Bi wan ên bi qethî ji hev difesilînin,
Bi wan ên zikir/wehîy dadixînin,
Ji bo rakirina hincetan û hişyarkirinê (bi van hemûyan) sond be ku,
Ew (qiyamet) a ku hûn pê hatine weadkirin wê pêk bê.
Ha ev roja heq e. Kî bixwaze (bi îman û taatê) bi bal Rabbê xwe ve rêyeke vegerê bigire.