Âl-i İmrân
Ayet: 24Rûpel: 52
(Sebebê vê rêşaşîtîya wan ev) gotina wan e: “Ji çend rojên bijimar pê ve agir bi me nakeve.” Ev bêbextîya (ku li ser navê Allah bi nezanîn) lihev anîne, der heqê dînê wan de, ew xapandin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 24Rûpel: 52
(Sebebê vê rêşaşîtîya wan ev) gotina wan e: “Ji çend rojên bijimar pê ve agir bi me nakeve.” Ev bêbextîya (ku li ser navê Allah bi nezanîn) lihev anîne, der heqê dînê wan de, ew xapandin.
Ayet: 94Rûpel: 61
Êdî piştî vê yekê kî li ser Allah derewan li hev bîne û îftîra bike ha ew zalim bixwe ne.
Ayet: 20Rûpel: 80
Eger hûn bixwazin di şûna hevjînekê de hevjîneke din ji xwe re bînin, we bi gasî qentarek/barek (wek mehîr zêr û zîv) dabe yekê ji wan jî paşê jê nestînin. Ma qey hûn ê bi bûxtanek û bi gunehkarîyekî eşkere ji wan bistînin?
Ayet: 48Rûpel: 85
Bêguman Allah, qet tu carî şirk çêkirina ji xwe re efû nake. Ji xeynî vê (şirîk çêkirinê) ji kî re bixwaze wî efû dike. Kî ji Allah re şirîk çêke, bi rastî wî bêbextîyeke giran û gunehekî mezin kiriye.
Ayet: 50Rûpel: 85
Binêre! Çawa bi derewî îftîrayê li Allah dikin. Wek gunehên eşkere ev (îftîrayên ku li Allah dikin ji wan re) bes e.
Ayet: 112Rûpel: 95
Kî jî xetayekî an jî gunehekî bi dest xistibe, paşê bavêje ser masûmekî, bêguman wî bêbextî û gunehekî vikîvekirî li xwe bar kiriye.
Ayet: 156Rûpel: 102
Dîsa ji ber kufra wan û bi sebebê bêbextîya li Meryem kirine (jî me wan ceza kiribû).
Ayet: 103Rûpel: 123
Allah, ne bi navê Bahîre (dawarê guhên wê qulkirî û ji pûtan re nezirbûyî ye) û ne Saîbe (ji bo def kirina belayekî heywana ku wek destnedayî hatîye îlankirin) û ne Wesîle (deveya piştî ku heta jimarekî diyarkirî zayîbe û ew jî êdî ji wê demê pê de destnedayî be) û ne jî Hâm (deveya siwarbûna pişta wê wek heram tê pejirandin) meşrû nekiriye. Lê ew ên kafir derewan lihev tînin û bêbextîyan li Allah dikin. Pirên wan aqil nakin/tênagihîjin.
Ayet: 21Rûpel: 129
Ma ji wî kesî ku bi lihevanîna derewan bêbextîya li Allah dike û ayetên wî diderewîne zalimtir kî heye? Bêguman ji wan ên zilimkar re felah/xelasî tune.
Ayet: 93Rûpel: 138
Ma ji wî kesê ku derew lihev tîne û bêbextîyê li Allah dike an digel tiştek jê re nehatîye wehîykirin jî dibêje: “Ji min re jî wehîy hatîye.” an jî dibêje “Wekî ku Allah nazil dike ez ê jî (Kitêb/wehîy) daxînim.” zalimtir kî heye? Xwezî dema ku taya mirinê bi wan digire/li ber sekeratê de te rewşa wan bidîta! Melâiket destên xwe dirêji wan kirine û (dibêjin): “De rohê xwe derînin! Îro ji bo ku we der heqê Allah de tiştên ne rast digot û we li hemberî ayetên wî quretîyê dikir, hûn ê bi ezaba ku bi riswatî bêrûmet dike re bêne cezakirin.”
Ayet: 137Rûpel: 144
Weke vê, şirîkên wan ji pirên muşrîkan re kuştina zarokên wan da xemilandin. Ji bo ku hem wan helak bike û hem jî dînê wan di aleyha wan de têr guman/tevlîhev bike. Eger Allah bixwesta nikaribûn vêya bikin. Tu wan û bêbextîyên ji ber xwe lihev anîne bi serê xwe bihêle.
Ayet: 138Rûpel: 145
Li gorî zena xwe gotin: “(Ew) heywanên (me ji îlâhên xwe re veqetandine) destnedayî ne. Ji me pê ve kes nikare ji wan bixwe. Pişta hinek ji wan heywanan (siwarbûn û barkirina wan) jî heram e.” Bêbextîyê (li Allah) dikin û (dema serjêkirinê de) navê Allah li ser hinek heywanan zikir nakin. Ji ber bêbextîyên wan (Allah) wê wan ceza bike.
Ayet: 140Rûpel: 145
Ew ên bi nezanî û bêhişî zarokên xwe kuştine û ew ên bêbextîyê li Allah dikin û rizqên ku (Allah) daye wan (ji cem xwe) heram kirine; bi rastî ew di xusraneke qethî de ne, muheqeq ew xerifîne û rêya rast jî nedîtine.
Ayet: 144Rûpel: 146
Ji deveyan dido û ji dewaran jî du cot (xuliqand). Bibêje: “(Allah) herdû nêr an herdû mê heram kiriye? An jî ew (berx) ên ku di rehma her duyên mê de (heram kiriye)?” Qey dema Allah ev li we wesîyet dikir hûn (li wê de rê) şahid bûn?” Ma ji wî kesê bi nezanî ji bo ku însanan bixerifîne derewan lihev tîne û bêbextîyê li Allah dike zalimtir kî ye? Bêguman Allah civaka zilimkaran hîdayet nake.
Ayet: 37Rûpel: 153
Ma ji wî kesê ku bi lihevanîna derewan bêbextî li Allah dike an jî ayetên wî diderewîne zalimtir kî heye? Nesîbê wan ê di Kitêbê de (xêr û şer a ji bo wan hatîye teqdîr kirin) digihîje wan. Dema ji bo can stendinê qasidên me tên cem wan dibêjin: “Kanê ew ên we ji Allah pê ve ji wan re dûa/lavahî dikirin?” Dibêjin: “Wan em (terk kirin û) winda bûn, çûn.” Û di aleyha nefsa xwe de şahidî dan ku kafir bixwe ne.
Ayet: 89Rûpel: 161
“Pîştî ku Allah em jê xelas kiriye eger em dîsa vegerin ser dînê we, wê demê dibe ku li ser navê Allah me neweyî/bêbextî kiriye. Daxwaza/meşîeta Allahê Rabbê me ne tê de, teqez ne mimkûn e ku em carekî din vegerin ser wê (dînê) we. Rabbê me bi ilmê xwe her tiştî dorpêç kiriye. Me bitenê ji Allah re tewekkul kiriye. Rabbê me! Tu di navbera me û qewmê me de bi heqî hukmê xwe bide. Tu bi xêrtirê hikumdaran î.”
Ayet: 17Rûpel: 209
Ma ji wî kesê ku li ser Allah derewan lihev tîne/dihêne an jî ayetên wî diderewîne zalimtir kî heye? Bêguman ew mucrîmên gunehkar nagihîjin felahê/xelasîyê.
Ayet: 59Rûpel: 214
Bibêje: “(De ka bibêjin) ma ew rizqê ku Allah ji we re daxistîye we qismekî wî helal kir û qismekî wî jî heram kiriye? Bibêje: “Di vê mijarê de Allah destûr daye we an hûn li ser Allah bêbextîyê dikin?”
Ayet: 60Rûpel: 214
Ew ên derewan li hev tînin û bêbextîyê li Allah dikin, gelo di heqê roja qiyametê de hêvîya wan çî ye? (Ka gelo dizanin ku ezabekî çawa lihêvîya wan e?) Bêguman Allah li ser însanan xwedî lûtif/îhsan e. Lê pirên wan (însanan dîsa jî) şikur nakin.
Ayet: 69Rûpel: 215
Bibêje: “Ew ên di heqê Allah de bi lihevanîna derewan bêbextîyan dikin nagihîjin xelasîyê.”
Ayet: 18Rûpel: 222
Ji wî kesê ku li ser Allah derewan lihev tîne û bêbextîya dike zalimtir kî heye? Evana wê ji Rabbê xwe re bên rapêşkirin. Wê şahid jî bibêjin: “Ew ên ku li hemberî Rabbê xwe derew lihev dianîn ha ev in.” (Û dibêjin:) “Baldar bin/Dîqat bikin! Laneta Allah li ser zaliman e.”
Ayet: 101Rûpel: 277
Dema em ayetekê di şûna ayetekê din de diguherînin -helbet Allah çêtir dizane ku çi nazil kiriye- wiha dibêjin: “Tu bi tenê buxtanker/îftiraker î!” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, pirên wan nezan in.
Ayet: 15Rûpel: 293
“Ha ev ên ha, qewmê me ne. (Rabûn) ji Allah pê ve ji xwe re îlâhên din girtin. Qey ne hewce bû ku (li ser rastîya karên xwe) delîleke eşkere bianîna? Ji wî kesê ku li ser Allah derewan li hev tîne û bêbextîyan dike zalimtir kî heye?”
Ayet: 4Rûpel: 349
Kesên ku bêbextîya zinayê davêjin ser jinên bi îffet/bi namûs û paşê nikarin (li ser rastîya îdîayên xwe) çar şahid bînin, hûn heştê dar/şiv li wan bixin û êdî ebedîyen şahidîya wan qebûl nekin. Ha ev ên hanê, fasiq bixwe ne.
Ayet: 5Rûpel: 349
Ew ên ku di pey vê de tobe dikin û (rewşa) xwe sererast dikin ne tê de. Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 11Rûpel: 350
Bêguman ew ên vê derewê anîn (û bêbextîya giran li Aîşe kirin) civatekî ji nav we ne. Zen nekin ku ev ji bo we şer/xerab e. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ew ji bo we xêr e. Her yekî ji wan re bi qasî gunehên kirine ceza heye. Ji wan ew ê ku vê (bêbextî) ya mezin hilgirtîye re jî ezabekî azîm heye.
Ayet: 12Rûpel: 350
Dema ku we ew bihîst, ma ne hewce bû ku mêr û jinên mumîn der heqê wê de bi dilpakî bigotana: “Bêşik ev bêbextîyeke eşkere ye!”.
Ayet: 14Rûpel: 350
Eger li dinya û axîretê fezl û rahmeta Allah li ser we nebûya ji ber (wan gotegotên) ku we xwe noqî wê kiribû, wê ezabekî mezin bi we bigirta.
Ayet: 15Rûpel: 350
Wê demê we ew bi zimanê xwe ji hevdu radigihand û tiştên ku der heqê wan de agahîya we tune bû we bi devên xwe digot û we zen dikir ku ew tiştekî besîd/hêsan e. (Lê belê) ew, li îndallah/li cem Allah pir mezin e.
Ayet: 16Rûpel: 350
Dema ku we ew bihîst ma ne hewce bû ku we wiha bigota: “Li ser vê mijarê axaftin bi me nakeve, em te tenzîh dikin. Ev, îftîrayekî apeşkere ye.”
Ayet: 17Rûpel: 350
Eger hûn mumîn bin, Allah vê şîretê li we dike ku cereke din ebedîyen berê xwe nedin tiştekî wiha.
Ayet: 18Rûpel: 350
Û Allah ji we re ayetên xwe beyan dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 19Rûpel: 350
Ew ên ku ji belavbûna fuhûşê di nava mumînan de dilxweş/kêfxweş in, ji wan re li dinya û axîretê ezabekî biêş û jan heye. Allah dizane û hûn nizanin.
Ayet: 20Rûpel: 350
Eger fezl û rahmeta Allah ne li ser we bûna û Allah, (li ser evdên xwe pir bi şefqet), Raûf û (li ser evdên xwe pir bi merhemet) Rahîm nebûya (wê rewşa we çawa bibûna)?
Ayet: 21Rûpel: 351
Gelî ew ên îmân anîne! Nedin pey pêgavên şeytan. Kî bide pey pêgavên şeytan bêguman ew, emrê fuhşîyat û munkeratê dike. Eger fezl û rahmeta Allah li ser we nebûna ji nav we tu kes ebedîyen pak û paqij nedibû. Lê Allah kî bixwaze wî pak û paqij dike. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 23Rûpel: 351
Ew ên bêbextîyan davêjin ser jinên mumîne û bi îffet/bi namûs li dinyayê jî û li axîretê jî têne lanet kirin. Ji bo wan ezabekî mezin heye.
Ayet: 26Rûpel: 351
Jinên xerab ji bo zilamên xerab in; zilamên xerab jî ji bo jinên xerab in; jinên qenc/paqij ji bo zilamên tahir/paqij in û zilamên tahir/paqij jî ji bo jinên paqij in (çêtir lêhatîyê hevdu ne). Evana, ji wan gotinên wan dûr in/berî ne. Ji wan re bexişandin/mexfîret û rizqekî bi rûmet heye.
Ayet: 4Rûpel: 359
Kafiran gotin: “Ev (Qur'an), îftîrayeke/dereweke ku wî li hev anîye û (di lihevanîn û rêzkirinê de) komeke din jî alîkarîya wî kiriye.” Birastî wan (bi vê gotina xwe) zilm û derew kirine.
Ayet: 68Rûpel: 403
Ji wî kesê ku li ser Allah derewan li hev tîne û bêbextîyan dike an jî dema heq jê re bê ew biderewîne zalimtir kî heye? Erê ma ji bo kafiran di cehennemê de cih tune?
Ayet: 58Rûpel: 425
Ew ên digel ku tiştekî nekirine jî neweyîyan davêjin ser mumîn û mumîneyan, bêguman wan bêbextîyêkî û gunehekî eşkere hilgirtine.
Ayet: 6Rûpel: 515
Gelî ew ên îman anîne! Eger yekî fasiq dema ku ji we re xeberek anî, (baş tehqîq bikin û rastîya) wê zelal bikin. Da ku hûn zerar nedin civakekî û piştre jî hûn li kirina xwe poşman nebin.
Ayet: 11Rûpel: 515
Gelî ew ên îman anîne! Bila qewmek tinazê xwe/henekê xwe bi qewmekî din neke. Dibe ku ew (ên tinazê xwe bi wan dikin) ji wan çêtir bin. Bila jin jî bi jinan re tinazê xwe/henekê xwe nekin. Dibe ku ew (ên tinazê xwe bi wan dikin) ji wan çêtir bin. Hûn nefsên hevdu şermezar nekin û navnûçikan/leqeban li hevdu nekin. Piştî îmanê fasiqî çi navekî xerab e. Kî jî tobe neke, evana zalim bixwe ne.
Ayet: 12Rûpel: 550
Ya Nebî! Eger jinên mûmîne ji bo beyatê bên cem te, ew qet tu tiştî ji Allah re nekin şirîk û dizîyê nekin û zinayê nekin û zarokên xwe nekujin û di nav lingên xwe de îftîrayekê neynin (zarokekî ku xeyrimeşrû welidandibin nisbetê mêrê xwe nekin) û di marûfê/qencîyê de ji te re îsyan nekin (li ser van mijara) beyata wan qebûl bike û ji bo wan ji Allah mexfîretê daxwaz bike. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 11Rûpel: 563
Ew ê ku herûdaîm şermezarî (û xiybet) dikin û gotin (ên însanan) hildigirin,
Ayet: 12Rûpel: 563
Ew ê ji xêran re dibe manî û ji hedê xwe dibore û pir gunehan dike,
Ayet: 13Rûpel: 563
Ew ê tantiros-zirteboz/zordar û paşê jî nesebê wî ne diyar e,
Ayet: 14Rûpel: 563
Ji ber ku bûye xwedî mal û zarok,
Ayet: 15Rûpel: 563
Ew ê ku dema ayetên me jê re tên xwendin, dibêje, “çîrokên berê”.
Ayet: 1Rûpel: 601
Weyl li wan kesên sebker û xeybker û bi îşaretên çav û birûyan tinazkar be!