Bakara
Ayet: 3Rûpel: 1
Ew ên (mutteqî) bi xeybê îmân tînin û nimêja xwe rasterast/îqame dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 3Rûpel: 1
Ew ên (mutteqî) bi xeybê îmân tînin û nimêja xwe rasterast/îqame dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.
Ayet: 177Rûpel: 26
Qencî ne ew e ku hûn berê xwe bidin bi hêla rojhilat ve an jî bi hêla rojava ve. (Di heqîqetê de) qencî; bikaranîna kesên mumîn in ku bi Allah û bi roja axîretê û bi melaîketan û bi Kitêban û bi pêxemberan îmân tînin û digel jê hez dikin jî ji malên xwe didin eqrebayên xwe û sêwîyan û xîzanan û rêwîyên di rê de mane û parsekan û koleyan; û nimêj dikin û zekâtê didin û girêdayîyê soza/ehda xwe ne û di dema tengezarîyê û di nexweşîyê de û di şerê de sebir dikin. Ha evana yên sadiq in. Ew ên mutteqî jî ew bixwe ne.
Ayet: 195Rûpel: 29
Di rêya Allah de înfaqê bikin û (bi paş mayîna ji têkoşîna îslâmî) xwe bixwe neavêjin xeterê/talukê. Evdîtîya xwe herî xweşik bikin. Muheqeq Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 215Rûpel: 32
Ji te dipirsin ka (di rêya Allah de) bila çi înfaq bikin? Ji wan re bibêje: “Xêra ku hûn didin; ew ji bo dê û bav û eqrebeyan û sêwî û xîzan û rêwîyên di rê de mane re (bidin). Hûn çi xêrê bikin bêguman Allah pê dizane.”
Ayet: 219Rûpel: 33
Der heqê mey û qumarê de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan herduyan de ji bo însanan gunehkarîyeke mezin û çend feydeyên hindik hene. (Lê belê) gunehê herduyan jî ji feydeya wan mezintir e. Ji te dipirsin, ka em çi înfaq bikin? Bibêje: “Tiştên (ji hewcetîyên xwe) mayî/zêde (înfaq bikin).” Ji bo ku hûn bifikirin (û şîretan bigirin), Allah ayetên xwe ji we re beyan dike.
Ayet: 254Rûpel: 41
Gelî ew ên îmân anîne! Berîya ku ew roja ku tê de ne tîcaret û ne dostanî û ne jî şefaet heye bi ser we de bê, ji rizqên ku me daye we (di rêya Allah de) înfaq bikin. Ew ên kafir, zalim bixwe ne.
Ayet: 261Rûpel: 43
Mîsala wan kesên ku malên xwe di rêya Allah de înfaq dikin, wekî rewşa libek tovê heft sinbilan hêşîn dike ku di her sinbilekî de jî sed lib hene. Allah ji kî re daxwaz bike (berdêla amelê wî) qat bi qat zêde didê. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 262Rûpel: 43
Ew in ku; malên xwe di rêya Allah de înfaq dikin û piştî (ku înfaq dikin jî) ji bo vê înfaqa ku kirine minnet û ezîyetê nakin. Li cem Rabbê wan ji bo wan xelat hene. Ji wan re tirs tune û ew xemgîn jî nabin.
Ayet: 267Rûpel: 44
Gelî ew ên îmân anîne! Ji tiştên paqij ku we bi dest xistine û ya ku me ji bo we ji erdê derxistine înfaq bikin. Ew malê bêqîmet/jirêzê ku hetanî hûn ji xwe re çavgirtî nestînin, (wek sedeqe) nedin. Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.
Ayet: 270Rûpel: 45
Nefeqeyên ku we înfaq kirine û ew nezirên ku we nezir kirine, muheqeq Allah bi hemûyan dizane. Ji bo zilimkaran qet tu alîkar nîn e.
Ayet: 272Rûpel: 45
Hîdayeta wan ne li ser te ye. Lê Allah kî bixwaze wî digihîne ser rêya rast. Wek xêr înfaqa ku we kiriye (feydeya wê) ji we re ye. Jixwe hûn bitenê ji bo rizaya Allah bi dest bixin înfaq dikin. Xêrên ku hûn dikin wê li we bên vegerandin û bê kêmasî wê ji we re bên dayîn û zilim jî li we nayê kirin.
Ayet: 273Rûpel: 45
(Kesên li ser wan înfaq û sedeqeyên we herî zêde xwedî maf; ew ên ku bi dilsozî xwe dane dawa îslâmê û ji ber pêkanîna cîhadê û ji ber xebat û xizmeta dawa îslâmê îmkan û fersenda wan ji bo danûstendinê çênabe û ji ber van karên fîsebîlîllah, pir neyartî li wan tê kirin û ji bo ticaretê) nikarin li ser rûyê erdê bigerin û ew feqîrên di rêya Allah de hatine menkirin in. Kesên ku bi wan nizanin jî ji ber îffeta wan dibêjin qey ew dewlemend in. Lê tu wan (ji hin elametên feqîrtîyê) ji sîmayê wan/ji rûyê wan nas dikî. Bi rûreşî xwestekîya/parsekîya însanan nakin (û ji wan tiştekî naxwazin). Wek xêr we her çi kiribe, bêguman Allah pê dizane.
Ayet: 274Rûpel: 45
Ew kesên ku malên xwe bi şev û bi roj, bi dizî û bi eşkerehî (li her der û di her demê de) xerc dikin, li cem Rabbê wan xelata wan heye. Ji wan re tirs tune û ew xemgîn nabin.
Ayet: 276Rûpel: 46
Allah zêdebûna ribayê tune dike û bereketa sedeqeyan zêde dike. Allah hez kafir (ê ku ribayê weke danûstendinê helal dibîne) û gunehkaran (ew ên bi ribayê muamele dikin) nake.
Ayet: 16Rûpel: 51
(Mutteqîyên ku cennetê heq kirine) dibêjin: “Rabbê me! Bêguman me îmân anî. Gunehên me efû bike û me ji ezabê cehennemê biparêze.”
Ayet: 17Rûpel: 51
(Mutteqîyên ku cennetê heq kirine) ew ên sebirvan û sadiq/dilrast û ji dilûcan (ji Allah re) îtaetê dikin û înfaq dikin û berbangê de/serê sibehê de îstîxfarê dikin in.
Ayet: 92Rûpel: 61
Heta ji tiştên ku hûn jê hez dikin (fîsebîlîllah) înfaq nekin, hûn nagihêjin birrê/qencîyê. Hûn çi înfaq bikin bêşik Allah pê dizane.
Ayet: 134Rûpel: 66
Ew (mutteqî ne) ku; di tengezarîyê û di firehîyê de fîsebîlîllah înfaq dikin. Hêrsa xwe diqurtînin û qusûrê însanan efû dikin. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 39Rûpel: 84
Eger wan îmân bi Allah û bi roja axîretê bianîya û rizqê ku Allah dabû wan înfaq bikirana qey wê çi winda bikirana? Allah, zanayê wan e.
Ayet: 114Rûpel: 96
Ew ên teşwîqa sedeqeyê an qencîyê an jî lihevanîna di navbera însanan dikin ne tê de, di pirên pistepistên wan ên bi dizî de xêr tune. Kî jî vêya, (karê teşwîqa qencîyê) ji bo razîbûna Allah bike, em ê ecirekî mezin bidin wî.
Ayet: 3Rûpel: 176
Ew in ku; nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.
Ayet: 60Rûpel: 183
Heta ji we tê, li hemberî wan (dijminên xwe) hêz û (ji bo cîhadê) hespên xwedîkirî/girêdayî amade bikin. Bi vêya dijminên Allah û dijminên xwe û ji van pê ve dijminên hûn pê nizanin lê Allah pê dizane (dijminên we yên dizî) bitirsînin. Hûn di rêya Allah de her çi xerc bikin bêkêmasî ji we re tê dayîn û neheqî jî li we nayê kirin.
Ayet: 34Rûpel: 191
Gelî ew ên îmân anîne! Bêguman ji ehbar (haham) û ruhbanan (keşeyan) pirên wan malên însanan bi neheqî dixwin û pêşî li rêya Allah digirin. Ew ên zêr û zîvan kom dikin û di rêya Allah de înfaq nakin hene, mizgîna ezabekî biêş û jan bide wan.
Ayet: 99Rûpel: 201
Ji bedewîyan hinek jî hene ku; bi Allah û roja axîretê îmân tînin û tiştên ku înfaq dikin ji nêzîkbûna Allah re û ji dûayê pêxember re wek wesîle dihesibînin. Dîqat bikin! Bi rastî jî ev ji bo wan nêzîkî ye û wê Allah wan daxilê rahmeta xwe bike. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 103Rûpel: 202
Ji malên wan sedeqe/zekât bistîne ku; bi vêya tu yê wan paqij û zelal bikî. Ji bo wan dûa bike. Bêguman dûayê te ji wan re sekînet e (aramî û ewlehî ye). Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 104Rûpel: 202
Ma ew hê jî nizanin ku ew ê ji evdên xwe tobeyan qebûl dike û sedeqeyan navegerîne Allah e ku ew, (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 121Rûpel: 205
Çi biçûk û çi mezin dibe her tiştê ku înfaq kirine û di rêya (Allah de) newalek/mesafeyek borîbin, ji bo ku Allah xelata amelên wan bide ji bo wan (wek xêr) nivîsandîye.
Ayet: 22Rûpel: 251
Ew in ku, ji bo razîbûna Rabbê xwe sebir dikin û nimêja xwe rasterast dikin û ji wê rizqa ku me daye wan bi dizî û eşkere (sereqet/daîma) înfaq dikin û xerabîyê bi qencîyê def dikin. Ji wan re aqûbeta warê (axîretê ya xweşik) heye.
Ayet: 31Rûpel: 258
Ji evdên min ên îmân anîne re bibêje: “Bila nimêja xwe rasterast bikin. Hêj ew roja ku tê de ne bazirganî/tîcaret û ne jî dostanî heye nehatîye, bila ji wê rizqê ku me daye wan bi dizî û bi eşkerehî înfaq bikin.”
Ayet: 35Rûpel: 335
Ew in ku; dema navê Allah tê zikirkirin, qelbê wan dilerize û ji ber tiştên tê serê wan sebir dikin û nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqên ku me daye wan înfaq dikin.
Ayet: 54Rûpel: 391
Evana ew kes in ku ji ber sebirkirina xwe wê du caran mukâfatên xwe bistînin. Xerabîyê bi qencîyê diqewirînin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin.
Ayet: 77Rûpel: 393
(Gotibû:) “Tu bi wan tiştên ku Allah daye te, ji bo bi dest xistina warê axîretê bixebite û nesîbê xwe yê li dinyayê jî ji bîr neke. Çawa ku Allah lutûf li te kiriye tu jî qencîyê bike. Li ser rûyê erdê daxwaza fesadîyê neke. Lewre Allah hez mufsîdan nake.”
Ayet: 16Rûpel: 415
Ew ên kêlekên/teniştên wan (ji bo ku şevê bi îbadet biborînin) ji nivînên xwe dûr dikêvin û bi xof û hêvî dûa dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin…
Ayet: 39Rûpel: 431
Bibêje: “Bêguman Rabbê min, ji evdên xwe ji kî re bixwaze rizqê wî fireh dike (û ji kî re bixwaze) teng dike. Hûn her çi înfaq bikin wê (Allah) tiştekî din bixe şûna wî. Ew bixêrtirê raziqan e.”
Ayet: 29Rûpel: 436
Bêguman, ew ên Kitêba Allah dixwînin û nimêja xwe rasterast dikin û ji rizqê ku me daye wan bi dizî û bi eşkerehî înfaq dikin; ew bazirganîyeke ku tê de qet zerar tune hêvî dikin.
Ayet: 38Rûpel: 486
Ew, îcabetî vexwendina Rabbê xwe (îman û amelê salih) dikin û nimêjê rasterast dikin. Karên wan, di navbera wan de bi şêwr e. Ji rizqên ku em didin wan înfaq dikin.
Ayet: 36Rûpel: 509
Jiyana dinyayê ji lîstik û şahîyê pêkhatî ye. Eger hûn îman bînin û bitirsin û xwe biparêzin (Allah,) ecirên we dide û malê we jî naxwaze.
Ayet: 37Rûpel: 509
Eger (hemû malê we) ji we bixwaze û we têxe zorê, hûn ê jî qesîsîyê bikin. Ev jî wê kîna/neyartîya we derxîne holê.
Ayet: 38Rûpel: 509
Ha, rewşa we ev e: Hûn hatine gazîkirin ku malên xwe fîsebîlîllah înfaq bikin, lê ji nav we hinek qesîsîyê dikin. Her kî qesîsîyê bike, ew bitenê di aleyha xwe de qesîsî dike. Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy e. Yên hewcedar hûn in. Eger hûn rû vegerînin wê (di şûna we de) qewmekî din bîne û (paşê) ew nabin wekî we jî. (Îtaetî Allah dikin.)
Ayet: 7Rûpel: 537
Îman bi Allah û bi rasûlê wî bînin. Ji (mal) ên ku we li ser wan kiriye xwedî raye înfaq bikin. Ji we, yên ku îman anîne û înfaq dikin re xelateke mezin heye.
Ayet: 10Rûpel: 537
Digel ku mîratên erd û esmanan aîdê Allah in, ma çi dibe ji we ku hûn înfaq nakin? Ji nava we ew ê ku di berîya fethê de înfaq daye û cîhad kiriye (bi wan ên din re) nabin yek. Evana li îndallah/li cem Allah ji wan ên piştî fethê înfak dabin û cîhad kiribin xwedî dereceyên hê mezintir in. (Ligel vê) Allah, weada xweşîyê daye hemûyan. Allah ji karên we agahdar e.
Ayet: 11Rûpel: 537
Ew (ê bextewar) kî ye deynekî xweşik/rind bide Allah da ku Allah jî qat bi qat zêdetir bide wî? Û ji bo wî xelatekî mezin heye.
Ayet: 10Rûpel: 554
Berî ku mirina yekî ji we bê û bibêje: “Rabbê min! Te min heta demekî bidana paş da ku min sedeqe bidana û ez bibûma ji salihan” ji wî rizqê ku me daye we înfaq bikin.
Ayet: 11Rûpel: 554
Allah, (mirina) kesê ku ecelê wî hatibe tu carî nade paş. Allah ji karûkirinên we agahdar e.
Ayet: 16Rûpel: 556
Bi qasî hêz û quweta xwe/bi qasî hûn dikarin ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bibihîzin û îtaet bikin. Wek xêr ji bo xwe înfaq bikin. Kî jî xwe ji qesîsîya nefsa xwe biparêze ha ew ên gihîştine xelasîyê ew bixwe ne.
Ayet: 17Rûpel: 556
Eger hûn deynekî xweşik/rind bidin Allah wê (berdêla wî) qat bi qat zêde bike û (gunehên we) bibexşîne. Allah (ew ê spasîyê li evdên xwe dike û mikafata şikurdaran bi zêdehî dide) Şekûr û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
Ayet: 18Rûpel: 595
Ew e ku; xwe bi dayîna malê xwe paqij dike.