A'râf
Ayet: 61Rûpel: 157
(Nûh jî) gotibû: “Gelî qewmê min! Di min de qet tu şaşîtî/xerifîtî tune. Lê ez qasidek im ji hêla/alîyê Rabbê aleman ve (ji hêla/ji alîyê Allah ve hatime şandin).”
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 61Rûpel: 157
(Nûh jî) gotibû: “Gelî qewmê min! Di min de qet tu şaşîtî/xerifîtî tune. Lê ez qasidek im ji hêla/alîyê Rabbê aleman ve (ji hêla/ji alîyê Allah ve hatime şandin).”
Ayet: 62Rûpel: 157
“Ez wehîya/rîsaleta Rabbê xwe radigihînim û şîretê li we dikim. Û tiştên ku hûn pê nizanin ez bi wê ya (bi wehîya ku ji min re) ji Allah tê, dizanim.”
Ayet: 63Rûpel: 157
Ma hûn heyirîne ku ji bo hûn bitirsin û xwe biparêzin û merhamet li we bê kirin, ji nava we zilamek bi zikrekî/bi bîrxistinekî ku we pê hişyar dike, hatîye?
Ayet: 64Rûpel: 157
Wî derewandin. Me jî wî û ew ên bi wî re di keştîyê de bûn xelas kirin û ew ên ayetên me înkar dikirin jî xeniqandin. (Lewre) ew qewmekî kor bûn (heqîqetê nedidîtin).
Ayet: 65Rûpel: 157
Me ji qewmê Ad re jî birayên wan Hûd (wek pêxember şand). (Hûd ji qewmê xwe re) got: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ma hê jî hûn natirsin û xwe naparêzin?”
Ayet: 66Rûpel: 157
Ji giregirên qewmê wî ew ên kafir gotibûn: “Bi rastî em te yekî wek kêmaqil dibînin û em dibêjin qey tu mirovekî derewker î.”
Ayet: 67Rûpel: 157
(Hûd) gotibû: “Gelî qewmê min! Di min de kêmaqilî tune. Lê bi rastî ez qasidek im ku ji (hêla/alîyê) Rabbê aleman ve (hatime şandin).”
Ayet: 68Rûpel: 158
“Ez wehîya/rîsaleta Rabbê xwe radigihînim û ez ji bo we şîretkarekî ewledar im.”
Ayet: 69Rûpel: 158
“Ma hûn heyirîne ku ji bo hûn bitirsin û xwe biparêzin ji nava we zilamek bi zikrekî/bi bîrxistinekî ku we pê hişyar dike, hatîye? Bi bîr bînin! Piştî qewmê Nûh, (Allah) di şûna wan de (li ser rûyê erdê) hûn kirin xelîfe û di xuliqandinê de firehî (qam û qilafet û hêz) dabû we. Nexwe nîmetê Rabbê xwe bi bîr bînin da ku hûn bigihîjin rizgarîyê/xelasîyê.”
Ayet: 70Rûpel: 158
(Qewmê wî) gotin: “Ma tu ji bo ku em ji yek Allahê re bi tenê îbadet bikin û dev ji tişt (îlâh) ên ku bavûkalên me ji wan re îbadet dikirin berdin, ji me re hatî? Eger tu di gotina xwe de rast î, (ezaba) te wead kiriye bîne (em bibînin)!”
Ayet: 71Rûpel: 158
Bi rastî ji Rabbê we ji we re ezabekî dijwar û xezeb heq bûye. Ma hûn ji bo wan navên ku Allah der heqê wan de qet tu delîl danexistîye û we û bavên xwe binav kiriye bi min re dikevin nîqaşê? (Hûn) lihêvîyê bimînin (em bibînin)! Ez jî bi we re rawestî me.
Ayet: 72Rûpel: 158
Me ew û ew ên bi wî re bi rahmetekî ji terefê xwe xelas kirin. Ew ên ayetên me derewandibûn jî me (koka wan qirand û) paşîya wan anî. Ew ne mumîn jî bûn.
Ayet: 70Rûpel: 197
Ma ji wan re agahîyên qewmên berîya wan, qewmên Nûh û Âd û Semûd û Îbrahîm û ehlê Medyen û Mu’tefîkat (ku warên wan hatibû serûbin kirin) nehatîye? Rasûlên wan ji wan re bi delîlên eşkere hatibûn. Allah li wan zilim nekir, lê wan li nefsa xwe zilim dikirin.
Ayet: 50Rûpel: 226
Me ji qewmê Ad re jî birayên wan Hûd (wek pêxember şand). (Hûd ji qewmê xwe re) got: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Hûn her bêbext/îftiraker in.”
Ayet: 51Rûpel: 226
“Gelî qewmê min! (Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we qet heqekî naxwazim. Heqê min li ser Allah e ku wî ez xuliqandime. Hûn aqil nagirin?
Ayet: 52Rûpel: 226
“Gelî qewmê min! Ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazin. Paşê ji wî re tobe bikin ku bila ji asîman di ser we de rahmetê (baranê) bibarîne û hêz li ser hêza we zêde bike. Hûn wek mucrîmên gunehkar rû nevegerînin.”
Ayet: 53Rûpel: 226
Gotibûn: “Ya Hûd! Te ji me re delîlek/mûcîzeyek vikîvekirî neanîye. Em bi gotina te jî dev ji îlâhên xwe bernadin û em bi te îmân naynin.”
Ayet: 54Rûpel: 227
Em ê ji te re enceq vêya bibêjin: “Hinek îlâhên me xenîmî te bûne.” Got: “Allah şahidê min e û hûn jî şahidê min bin ku ez ji wan tiştên hûn pê şirîkatîyê dikin, dûr im.”
Ayet: 55Rûpel: 227
(Hûn îdîa dikin ku hûn ji Allah re îbadetê dikin ya!) Ji xeynî wî (ez ji hemû tiştên ku hûn îbadetê li wan dikin dûr im). Hûn tevde li hemberî min kemîn deynîn (û pêwistîya kemîna xwe jî) paşve nehêlin/nehêlin ku ez çavê xwe jî vekim.”
Ayet: 56Rûpel: 227
“Bêguman min tewekkulê wî Allahê kir ku ew Rabbê min û (Rabb) ê we ye jî. Perçema hemû zindîyan/candaran (ew ê wan kontrol û beralî dike) ew (Allah) e. Beşik Allah li ser rêya rast e.”
Ayet: 57Rûpel: 227
“Eger hûn rû vegerînin, ew hinarîya ku ez pê hatime şandin min ew ji we re teblîx kiriye. Rabbê min di şûna we de qewmekî din tîne û hûn qet nikarin bi tiştekî zîyanê bidin wî. Bi rastî Rabbê min li ser her tiştî Hafîz (parêzvan) e.”
Ayet: 58Rûpel: 227
Çi dema fermana me hat me bi rahmetekî ji cem xwe Hûd û ew ên bi wî re îmân anîne xelas kirin. (Bi rastî) me ew ji ezabekî pir giran xelas kirin.
Ayet: 59Rûpel: 227
Ha, vaye qewmê Âd! Ayetên Rabbê xwe înkar kirin û îsyanê ji Rasûlê wî re kirin. (Dev ji Allah û Rasûlê wî berdan û) dane pey her zordarekî rikdar.
Ayet: 60Rûpel: 227
Hem li vê dinyayê û hem jî li axîretê ber bi lanete ketin. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman qewmê Âdem Rabbê xwe înkar kirin. Baldar bin/Dîqat bikin! (Qewmê) Ad ku qewmê Hûd e, (ji rahmeta Allah) hate dûrxistin.
Ayet: 9Rûpel: 255
Erê ma agahîya yên berîya we (jîyîne) yên qewmê Nûh û Ad û Semûd û yên di pey wan de ji we re nehat? Ji Allah pê ve kes bi wan nizane. Pêxemberên wan bi delîlên eşkere ji wan re hatibûn. (Ji bo dengê pêxemberan bibirin) destên xwe dibirin ser devên xwe û digotin: “Bêguman tiştên ji we re hatine em înkar dikin. Û bêşik der heqê ew tiştê ku hûn me gazî dikinê de jî em di nava gumanbarîyeke bêaramî de ne.”
Ayet: 42Rûpel: 336
Eger te biderewînin bêşik berîya wan qewmê Nûh û Âdem û Semûd jî derewandibûn.
Ayet: 38Rûpel: 362
Me Âd û Semûd û ehlê Ress û gelek qewmên di navbera wan de (jîyîne) jî (helak kir).
Ayet: 123Rûpel: 371
(Qewmê) Ad, pêxemberên şandî înkar kirin.
Ayet: 124Rûpel: 371
Wê demê birayê wan Hûd ji wan re got: “Hûn (ji Allah) natirsin û xwe naparêzin?”
Ayet: 125Rûpel: 371
“Bêguman ez ji bo we pêxemberekî ewledar/emîn im.”
Ayet: 126Rûpel: 371
Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.
Ayet: 127Rûpel: 371
“(Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we tu heqekî naxwazim. Heqê min li ser (Allah e ku ew) Rabbê aleman e.
Ayet: 128Rûpel: 371
Ma hûn ê li ser her girekî bilind bînayekê ava bikin û hûn kêf û şahî dikin?”
Ayet: 129Rûpel: 371
“Hûn bi hêvîya ku hûn ê di wan de ebedî bimînin avahîyan lê dikin û didomînin?”
Ayet: 130Rûpel: 371
“Dema ku hûn (însanan) digirin, hûn wan bi zordarî digirin?”
Ayet: 131Rûpel: 371
“Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.”
Ayet: 132Rûpel: 371
(Ji Allahê) ku piştgirîya we (bi delalîyên) hûn dizanin kiriye bitirsin û xwe biparêzin.
Ayet: 133Rûpel: 371
“Bi zaroyan û bi heywanan piştgirî da we.”
Ayet: 134Rûpel: 371
“Bi bexçeyan û bi çavkanîyên avê...”
Ayet: 135Rûpel: 371
“Ez, ji bo we ji ezabê rojeke mezin ditirsim.”
Ayet: 136Rûpel: 371
Gotin: “Tu şîretan li me bikî jî û nekî jî ji bo me ferq nake.”
Ayet: 137Rûpel: 372
“Ev, bitenê kevneşopên berê ne. (Hemû însan dijîn û dimirin, ji vê pê ve tiştekî din tune.)”
Ayet: 138Rûpel: 372
“Ezab jî li me nayê kirin.”
Ayet: 139Rûpel: 372
Wî derewandin, me jî ew helak kir . Bêguman di vê de (li ser mijara ku wê Allah alîkarîya dostên xwe bike û dijminên xwe jî helak bike) ayetek heye. Jixwe pirên wan ne mumîn in.
Ayet: 140Rûpel: 372
Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 38Rûpel: 399
(Me) Ad û Semud jî (helak kir). Warên ku ew li wê derê runiştî bûn (ew ên me wan helak kirine) ji bo we derketîye holê. Şeytan amelên wan ji wan re xemiland û (herwiha) wan (ji rêya rast) xerifand. Ew bixwe (bi qasî ku heqîqetê fêm bikin) çavvekirî û bîrewer jî bûn.
Ayet: 12Rûpel: 452
Berîya wan qewmê Nûh û qewmê Ad û Firewn yê ku xwedîyê singan/sekeyan (ordîyên mezin) jî derewandin.
Ayet: 31Rûpel: 469
“(Ez ji encamekî) hewşêweya qewmê Nûh û Ad û Semûd û yên li pey wan de hatine, ditirsim. Allah ji bo evdên xwe neheqî/zilim naxwaze.”
Ayet: 13Rûpel: 477
Eger rû vegerînin bibêje: “Ez, we bi birûskeke wekî birûska qewmê Ad û Semud hişyar dikim.”
Ayet: 14Rûpel: 477
Dema ku pêxember bi vê gotina “Bitenê îbadetê Allah bikin” li pêşîya wan û li dû wan hatin, wan wiha gotin: “Eger Rabbê me bixwestana (wek qasid) wê melaîketan daxistana. Bêguman em, tiştê ku hûn pê hatine şandin înkar dikin.”
Ayet: 15Rûpel: 477
Heçî qewmê Ad, li ser rûyê erdê bi neheqî quretîyê kirin û wiha gotin: “Ma ji me bi hêztir kî heye?” Ma qey nedîtin Allahê ku ew xuliqandine ji wan bi hêztir e. Wan, ayetên me înkar dikirin.
Ayet: 16Rûpel: 477
Me jî di jiyana dinyayê de ji bo ezabeke riswaker bitamînin di rojên bêyom/bêoxir de bahozekî/bagerekî bi ser wan de şand. Qet tu guman tune ku ezabê axîretê hêj zêdetir kêm dixîne û riswakertir e. Alîkarî jî ji wan re nayê kirin.
Ayet: 21Rûpel: 504
Birayê (qewmê) Ad (Hûd) jî bi bîr bîne ku wî, qewmê xwe li (cihê ku jê re tê gotin) Ahqâf de hişyar kiribû. Bêşik berîya wî û piştî wî jî gelek hişyarker hatibûn û çûbûn (û wiha gotibûn) “Ji Allah pê ve ji kesekî din re îbadet nekin. Bêguman ez, ji bo we ji ezaba rojeke mezin ditirsim.”
Ayet: 22Rûpel: 504
Gotin: “Ma ji bo ku tu me (bi derewên xwe) ji îlâhên me dûr bikî ji me re hatî? Eger tu di gotina xwe de rast î, de ka (ezab) a ku tu me pê ditirsînî bîne (em bibînin).”
Ayet: 23Rûpel: 504
Got: “Agahî (ya li ser dema hatina ezabê) li îndallah/li cem Allah e. Ez ew (heqîqet) ên ku pê hatime şandin ji we re radigihînim/teblîx dikim. Lê belê ez we, wek qewmekî ku xwe li cahiltîyê datînin, dibînim.”
Ayet: 24Rûpel: 504
Çi dema wan ew (ezab) weke ewrekî dîtin ku berê xwe dabû ser newalên wan (di nav kêfxweşîyê de) gotin: “Ev ewrek e dê baranê li ser me bibarîne.” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî ew, (ezab) a ku we lezgînîya hatina wî dikir e. Ew bayek e ku di navê de ezabeke biêş û jan heye…
Ayet: 25Rûpel: 504
Bi emrê Rabbê te her tiştî serûbinî hev/tarûmar dike. Wisan ku; ji xanîyên ku tê de rudiniştin pê ve tiştek xuya nebû. Em, qewmê mucrîm/sûcdar ên gunehkar ha wisan ceza dikin.
Ayet: 26Rûpel: 504
Sond be, hêza/desthilatdarîya/îmkanên ku ji we re nehatîye dayîn, me dabû wan. Me gûh û çav û qelban dabû wan. Ne guhên wan û ne çavên wan û ne jî qelbên wan qet tu feyde neda wan. Lewre wan ayetên Allah înkar dikirin. Û ew (ezab) a ku tinazên xwe pê dikirin, hawîrdor ew dorpêç kir.
Ayet: 13Rûpel: 517
Ad û Fîrewn û birayên Lût jî.
Ayet: 41Rûpel: 521
Di qewmê Ad de jî (ayet hene). Dema me li ser wan bayekî aqîm (ku her tiştî serûbin dike) şand.
Ayet: 42Rûpel: 521
Her çi tiştê di ser de derbas dibe nedihişt û wekî gîyayê hişk berba dikir.
Ayet: 50Rûpel: 527
Bêşik yê ku qewmê Ad ên berê de (hebûn) helak kir jî ew e.
Ayet: 18Rûpel: 528
(Qewmê) Ad jî derewand. Ka çawaye ezabê min û hişyarîya min?
Ayet: 19Rûpel: 528
Bêguman me, di wê roja ku felaketa wê daîmî ye bi ser wan ve bahozekî bi şîdet şand.
Ayet: 20Rûpel: 528
Mirovan her wekî ku ew qurmê dara xurmê ne ew ji rehên/kokên xwe hildikir û diavêt.
Ayet: 21Rûpel: 528
Ka çawaye ezabê min û hişyarîya min?
Ayet: 22Rûpel: 528
Sond be, ji bo ku şîret jê bê girtin me Qur'an hêsan kir. Belê, yê ku şîret bigire heye?
Ayet: 6Rûpel: 565
Qewmê Ad jî bi firtoneyeke bivîzevîz ku her tiştî bi erdê re yeksan dike hate helakkirin.
Ayet: 7Rûpel: 565
(Allah, wê firtoneyê) heşt roj û heft şev bênavber muselletê ser wan kir. (Eger tu li wê derê bûna) te yê bidîta ku ew qewm, wekî qurmê dara xurmeya pûç û rizîyayî ketî ne.
Ayet: 8Rûpel: 565
Niha binêre ma tu şûnmayîneke ji wan dibînî?
Ayet: 6Rûpel: 592
Ma te nedît ku Rabbê te li (qewmê) Ad çawa kir?