Û me ji qewmê Semûd re jî birayên wan Salih (wek pêxember şand). (Salih ji qewmê xwe re) gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Bêguman ji we re ji Rabbê we (mûcîzeyek) vikîvekirî hat. Ev deveya mê ya Allah, ji we re ayetek/mûcîzeyek e. Bihêlin bila di erdê Allah de biçêre. Qet tu xerabîyê lê nekin. Nexwe wê ezabekî biêş û jan bi we bigire."
“Bi bîr bînin! Piştî qewmê Ad (Allah) di şûna wan de hûn kirin xelîfe û li ser rûyê erdê bi cih kirin. We di deştên wan de koşk çêdikir û di çiyayên wan de jî xanîyan dikola. Êdî nîmetên Allah bînin bîra xwe û bi tevdanê li ser erdê alozî/zêdegavî/fesadê dernexin/nekin.”
Ji giregirên qewmê wî, ew ên mustekbîr ji wan mustazafên îmân anîne re gotibûn: “Ma bera hûn dizanin ku bi rastî Salih ji hêla/ji alîyê Rabbê xwe ve (wek Rasûl) hatîye şandin?” (Wan jî) gotibûn: “Bêguman em, bawermendên tiştê ku ew pê hatîye şandî ne.”
Ew ên mustekbîr jî gotin: “Em, ji tiştên ku hûn pê îmân tînin re bûne kafir!”
Wê deveya mê serjêkirin. Dijî emrê Rabbê xwe derketin û gotin: “Ya Salih! Eger bi rastî tu ji Rasûlan bî ka ew (ezaba) ku te li me wead kiribû ji me re bîne.”
(Li ser vê) erdhêjeke erjeng/tirsnak bi wan girt û di warê xwe de li ser çokên xwe man.
(Salih) ji wan rû vegerand û (wiha) got: “Gelî qewmê min! Min rîsaleta/hinarîya Rabbê xwe ragihande we û şîret li we kir. Lê belê hûn hez şîretkaran nakin.”
Ma ji wan re agahîyên qewmên berîya wan, qewmên Nûh û Âd û Semûd û Îbrahîm û ehlê Medyen û Mu’tefîkat (ku warên wan hatibû serûbin kirin) nehatîye? Rasûlên wan ji wan re bi delîlên eşkere hatibûn. Allah li wan zilim nekir, lê wan li nefsa xwe zilim dikirin.
Me ji qewmê Semûd re jî birayên wan Salih (wek pêxember şand). (Salih ji qewmê xwe re) gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Wî hûn ji erdê (ji axê) xuliqandin û ji ber ku hûn wê derê îmar bikin û heyata xwe bidomînin hûn li wir daye jiyandin. Ji wî mexfîretê bixwazin, paşê jê re tobe bikin. Lewre Rabbê min (ew ê nêzîkî evdên xwe) Qarîb û (îcabetî dûayan û daxwazan dike) Mucîb e.
Gotibûn: “Ya Salih! Berî niha (berî vê dawetê) tu di nava me de mirovekî ku me hêvîyan jê dikir/qenc bûyî. (Çi yanî) niha tu me ji îbadeta wan tiştên ku bavûkalên me îbadetê wan dikirin men dikî? Bi rastî, ji wê tiştê (ji tewhîdê) ku tu me gazî wê dikî em tê de bêaram û gumanbar in.”
Gotibû: “Geli qewmê min! Hûn çi difikirin? (Ka bibêjin!) Eger ez ji cem Rabbê xwe li ser delîlekî bim û wî jî ji bal xwe ve rahmetek (wehîy) dabe min; (di vê rewşê de) ez li ber rabim/îsyan bikim, wê li hemberî Allah kî alîkarîya min bike? (Ma hûn ê min ji ezaba wî xelas bikin?) Hûn ji zerarê pê ve tiştekî din nadin min.”
Gelî qewmê min! Ha vaye ew mûcîze (ya ku we dixwest) deveya Allah! Wî berdin bila di erdê Allah de (bi dile xwe) biçêre. Nebe hûn xerabîyê pê bikin. (Ya na) wê ezabekî nêzîk we bigire.”
(Digel hemû hişyarîyan) wî (deveyê) serjê kirin. Gotibû: “Sê rojên din di warê xwe de bi kêfxweşî bijîn. Ev, weadeke (ji hêla/ji alîyê Allah ve tehdîdeke ku) nayê derewandin e (teqez wê pêk bê).”
Dema emrê me (emrê helakê) hat, me Salih û ew ên pê re îmân anîne bi rahmetekî ji alî xwe ji (ezabê) wê roja nizmker û riswaker xelas kir. Bêguman Rabbê te (yê xwedî hêz û quwwet) Qawiy û (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e.
Seyhayekî/qîrînekî (ku guhan ker dike û mejîyan diteqîne) bi zaliman girt. Di warên xwe bixwe de li ser çokên xwe man.
Her wekî ku ew li wê derê di halxweşîyê de ne jiyîbûn. Baldar bin/Dîqat bikin! (Qewmê) Semûd li dij Rabbê xwe bûne kafir. Baldar bin/Dîqat bikin! Semûd (ji rahmeta Allah) hate dûrxistin.
“Gelî qewmê min! Neyartîya we/rêveqetandina we ya ji min, bila tiştekî weke ku hatibû serê qewmê Nûh û qewmê Hûd û qewmê Salih neyîne serê we jî. Ji xeynî vê, qewmê Lût jî ji we ne dûr e.”
Erê ma agahîya yên berîya we (jîyîne) yên qewmê Nûh û Ad û Semûd û yên di pey wan de ji we re nehat? Ji Allah pê ve kes bi wan nizane. Pêxemberên wan bi delîlên eşkere ji wan re hatibûn. (Ji bo dengê pêxemberan bibirin) destên xwe dibirin ser devên xwe û digotin: “Bêguman tiştên ji we re hatine em înkar dikin. Û bêşik der heqê ew tiştê ku hûn me gazî dikinê de jî em di nava gumanbarîyeke bêaramî de ne.”
Eger te biderewînin bêşik berîya wan qewmê Nûh û Âdem û Semûd jî derewandibûn.
Me Âd û Semûd û ehlê Ress û gelek qewmên di navbera wan de (jîyîne) jî (helak kir).
(Qewmê) Semûd jî pêxemberên şandî înkar kirin.
Wê demê birayê wan Salih ji wan re got: “Hûn (ji Allah) natirsin û xwe naparêzin?”
“Bêguman ez ji bo we pêxemberekî ewledar/emîn im.”
“Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.”
“(Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we tu heqekî naxwazim. Heqê min li ser (Allah e ku ew) Rabbê aleman e.
“Ma hûn guman dikin ku hûn ê li ser ewledarîyê (di halê xwe de) bên terikandin.”
“Di nava bexçeyan û kanîyan de.”
“Di nava çandinîyan û darxurmeyên gihiştî de.”
“Hûn ji bo şaqizîtîyê (şanîkirinê) di çiyan de bi hostayî xanîyan diqewêrin.”
“Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.”
Îtaeta emrê musrîfan (kesên ji hedê xwe borîne) nekin.”
“Ew in ku; li ser rûyê erdê fesadîyê dikin, islah nakin.”
Gotin: “Bi rastî tu ji ew ên ku sêhr li wan hatîye kirin î.”
“Tu jî weke me ji însanek pê ve ne tiştekî din î. Eger tu rastbêj î, de ka ayetek/mucîzeyek bîne (em binêrin).”
Got: “Ha ev deveyek e. Heqê vexwarina avê rojekî jê re ye û rojekî diyar jî ji we re ye.”
“Hûn bi xerabî têkilî wî nebin! Nexwe wê ezabê rojeke mezin bi we bigire.”
Wana ew serjêkirin û poşman bûn.
Li ser vêya ezab bi wan girt. Bêguman di vê de (li ser mijara ku wê Allah alîkarîya dostên xwe bike û dijminên xwe jî helak bike) ayetek heye. Jixwe pirên wan ne mumîn in.
Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Sond be, ji bo ku (wan gazî bike û) bibêje: “Ji Allah re îbadet bikin.” me ji qewmê Semûd re birayên wan Salih şand. (Dema dest bi dawetê kir) hema bûne du kom û bi hev ketin.
Got: “Gelî qewmê min! Ma hûn çima berîya qencîyê (berîya rahmeta Allah ji bo ezabê) lezgînîya xerabîyê dikin? De ji bo xwe ji Allah mexfîretê bixwazin, hêvî heye ku merhamet li we bê kirin.”
Gotin: “Tu û ew ên ligel te ji me re bêoxirî anî.” Got: “Ew tiştên (hatîye serê we û) hûn bêoxirî dihesibînin, ji îndallah e (hatîye serê we). Belkî hûn qewmek in ku têne îmtîhankirin.”
Di bajar de nijdevaneke/çeteyeke ji neh kesan hebû. Li ser rûyê erdê fesadê dikirin, lê islah nedikirin.
Di navbera xwe de bi navê Allah sond xwarin û gotin: “Em ê şevekê bavêjin ser wî û malbata wî, paşê em ê ji welîyê wî/xwedîyê wî re bibêjin: “Me kuştina wan bi çav nedîtîye. Bi rastî em rastbêj in.”
Wan kemîn danîn û me jî kemînek danî, lê haya wan jê tune bû.
Ka binêre ku dawîya kemîna wan çawa qedîyaye? Me ew û qewmê wan tev bi hev re serûbinî hev kirin.
Ha xanîyên wan! Ji ber zilma wan wêran û xewle. Bêguman ji bo qewmekî zane di vêya de ayet heye.
Me ew ên ku îman anîne û xwe parastine xelas kirin.
(Me) Ad û Semud jî (helak kir). Warên ku ew li wê derê runiştî bûn (ew ên me wan helak kirine) ji bo we derketîye holê. Şeytan amelên wan ji wan re xemiland û (herwiha) wan (ji rêya rast) xerifand. Ew bixwe (bi qasî ku heqîqetê fêm bikin) çavvekirî û bîrewer jî bûn.
Qewmê Semûd û qewmê Lût û xelkê Eykê jî (derewandin). Evana komên (helakbûyî ne).
“(Ez ji encamekî) hewşêweya qewmê Nûh û Ad û Semûd û yên li pey wan de hatine, ditirsim. Allah ji bo evdên xwe neheqî/zilim naxwaze.”
Eger rû vegerînin bibêje: “Ez, we bi birûskeke wekî birûska qewmê Ad û Semud hişyar dikim.”
Heçî qewmê Semud, me ew hîdayet kirin. (Lê belê) wan korîtîyê/dalaletê li ser hîdayetê girtin. Di berdêla karûkirinên (masîyetên) wan de, ezaba riswaker ya birûskan ew zeft kirin.
Berîya wan qewmê Nûh û xelkê Ress û (qewmê) Semûd jî derewandibûn.
Di qewmê Semud de jî (ayet hene). Dema ji wan re wiha hatibû gotin: “Heta demeke diyarkirî sûdmend bibin.”
Wan dijraberîya emrê Rabbê xwe kirin. Dema zîqdinêrtin birûsk li wan da û bi wan girt.
Ne dikaribûn rabin ser pîya û ne jî alîkarîyek didîtin (da ku ji ezabê re bibe asteng).
Semûd jî… Tiştek ji wan (di paş de) nehişt.
(Qewmê) Semud jî hişyarîyan derewandin.
Gotin: “Ma em ê bidin pey mirovekî ji nav xwe (û yekî wekî me)?! Di wê rewşê de em ê bibin ji wan ên di nava xerifîtî û harîtîyê de.”
“Ma ji nav me zikir/wehîy ji wî re hatîye dayîn? Berevajî ew, derewkarekî rûdayî û qure ye.”
Ew ê sibê hîn bibin ka kî ye ew derewkarê rûdayî û qure?
Qet guman tune ku ji bo ceribandina wan, em ê ji wan re deveyê mê bişînin. Êdî tu bi çavnêrîya wan re sebir bike.
Agahîyê bide wan! Av, di navbera wan de hatîye parvekirin/parvekirî ye. Dora vexwarina avê ya kî be, bila li wir amade bibe.
Gazî hevalên xwe kirin. Wî jî rahişt (kêr) ê û (deve) serjêkir.
Ka çawaye ezabê min û hişyarîya min?
Qet tu guman tune, me bi ser wan de qîrînek şand. Ew, di cih de bûn wekî pûş û pelaxên hûrbûyî û bi derdor ve reşandî.
Semûd û Ad, (ew qiyameta hejîner) Qarîa derewandin.
(Qewmê) Semûd, ji ber harîtîya/bitirtîya xwe hatin helakkirin.
(Agahîya) Fîrewn û Semûd?