Nisâ
Ayet: 122Rûpel: 97
Em ê wan ên îmân anîne û amelên salih kirine têxin cennetên ku di binê wan de çem diherikin û wê di wir de ebedî bimînin. Weada Allah heq e. Ka kî ji Allah rastgotir e.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 122Rûpel: 97
Em ê wan ên îmân anîne û amelên salih kirine têxin cennetên ku di binê wan de çem diherikin û wê di wir de ebedî bimînin. Weada Allah heq e. Ka kî ji Allah rastgotir e.
Ayet: 9Rûpel: 107
Allah, ji ew ên îmân anîne û amelên salih kirine re wead kiriye ku ji wan re mexfîret û ecirekî mezin heye.
Ayet: 44Rûpel: 155
Ehlê cennetê, bang/gazî li cehennemîyan dikin: “Tiştê ku Rabbê me ji me re wead kiribû me heq/rast dît. Ma tiştê (ew ezaba) ku Rabbê we ji we re wead kiribû we jî rast dît?” (Ew) dibêjin: “Belê/Erê.” (Li ser vêya) bangvanek di navbera wan de wiha dike gazî: “Laneta Allah li ser zaliman be!”
Ayet: 68Rûpel: 196
Allah, ji munafiqên mêr û jin û ji hemû kafiran re agirê cehennemê ku wê di wir de ebedî bimînin wead kiriye. Ew, ji wan re bes e. Allah lanetê li wan kiriye. Û ji bo wan ezabekî bêdawî heye.
Ayet: 111Rûpel: 203
Bêguman Allah di muqabilê cennetê de can û malên mumînan ji wan kiriye. Ew di rêya Allah de şer dikin û dikujin û têne kuştin. (Ev) di Tewrat û Încîl û Qur'anê de weada Allah e. Gelo ji Allah çêtir kî heye ku weada xwe bîne cih? (Her wiha) ji ber vê danûsitandina xwe kêfxweş bin. Xelasîya herî mezin ev bixwe ye!
Ayet: 4Rûpel: 207
Vegera we hemûyan bi bal wî (Allah) ve ye. Weada Allah heq e. Ew (Allah) dest bi xuliqandinê dike, paşê ji bo ku bi edaletî mikafata wan bide wan, (piştî mirinê) ew ên ku îmân anîne û amelên salih kirine (divejîne û) dixuliqîne ew e. Ew ên kafir jî ji ber ku bûne kafir ji wan re ji ava kelandî vexwarinek û ezabeke biêş û jan heye.
Ayet: 55Rûpel: 214
Baldar bin/Dîqat bikin! Hemû tiştên li erd û esmanan aîdê Allah in. Baldar bin/Dîqat bikin! Weada Allah heq e. Lê pirên wan nizanin.
Ayet: 31Rûpel: 252
Eger (bi kitêbeke ku tê xwendin re) çiya bihata meşandin an bi wê erd bihata parçekirin an jî pê bi mirîyan re bihata peyivandin (bêguman dê ev Qur'an bûya) (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, hemû emir/raye aîdê Allah e. Ma qey mumînan hêj jî fêm nekirine ku, eger Allah bixwesta wê hemû însanan bigihanda hîdayetê. Ji ber kar û kirinên wan ve heta weada Allah tê wê ji nîşka ve belayek bê serê kafiran ku wan serûbin bike an jî wê li nêzî malên wan de biqewime. Bêguman Allah ji weada xwe navegere.
Ayet: 22Rûpel: 257
Piştî ku îş/kar pêk hat û qedîya şeytan jî wiha dibêje: “Bêguman Allah ji we re ya rast wead kir û min jî sozek da we lê ez li ser soza xwe nemam. Li ser we qet tu hêzekî min tune bû. Min bi tenê gazî we kir û we jî îcabetî banga min kir. (Nexwe) lomeyan li min nekin. Bi tenê xwe bixwe bilomînin. Ne ez dikarim we xelas bikim û ne jî hûn dikarin min xelas bikin! Bi rastî, jixwe ji berê de jî şirîkatîya ku we bi min dikir min nas nekiribû/min red kiribû. Bêguman ji bo zaliman ezabekî biêş û jan heye.
Ayet: 21Rûpel: 295
Her wiha me însanan bi wan hisandin da ku bizanibin weada Allah heq e û di (rabûna) qiyametê de guman/şubhe tune. Wan di navbera xwe de li ser rewşa Eshabu'l Kehf nîqaşê dikirin. (Komek) digotin: “Li ser wan avahîyekê lêkin. Rabbê wan çêtir bi wan dizane.” Ji nava wan ew ên ku xwe serdest digirtin gotin: “Teqez divê ku em di ser wan de mescîdekê çekin.”
Ayet: 98Rûpel: 303
Got: “Ev, rahmetek ji Rabbê min e. Dema weada Rabbê min were dê wî serûbin bike. Weada Rabbê min heq e.”
Ayet: 61Rûpel: 308
(Ew) cennetên Adn ku; Rahmân ew bi xiyabî ji evdên xwe re wead kiriye. Bêguman dê weada wî were cih.
Ayet: 55Rûpel: 356
Allah ji we ew ên îman anîne û amelên salih kirine re wead kiriye: Çawa li ser rûyê erdê serwerî dabû ew ên berîya wan û wê wan jî li ser rûyê erdê hikumran bike û li ser dînê ku ji bo wan razî ye wê hêz/îqtîdar bide wan û piştî tirsa ku tê de bûn wê wan bigihîne ewlehîyê. Ew (ên ku min wead li wan kirine) ji min re îbadet dikin û qet tu tiştî ji min re şirîk çênakin. Kî jî piştî vêya bibe kafir, ha ew ên fasiq ew bixwe ne.
Ayet: 13Rûpel: 385
Herwiha ji bo ku çavê wê ronahî/dilê wê xweş bibe û bila bizanibe ku weada Allah heq e, me ew (Mûsa) li dêya wî vegerand. Lê pirên wan nizanin.
Ayet: 60Rûpel: 409
(Herwiha) sebir bike! Bêguman weada Allah heq e. Ew ên bi yeqînî îman neanîne bila te sewqê sistahîyê nekin.
Ayet: 9Rûpel: 410
Ew ê di wir de ebedî bimînin. Weada Allah heq e. Ew (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 33Rûpel: 413
Gelî însanan! Hûn xwe ji Rabbê xwe biparêzin û ji rojeke wisan bitirsin ku; (wê rojê) qet tu bav nikare feyde bide kurê xwe û feyda tu kurî jî ji bavê wî re tune. Bêguman weada Allah heq e. Nebe ku hûn bi jiyana dinyayê bixapin. Ew (şeytan) ê pir xapînoker bila we bi Allah nexapîne.
Ayet: 5Rûpel: 434
Gelî însanan! Bêguman weada Allah heq e. (Nexwe) bila jiyana dinyayê we nexapîne. Ew ê pir xapînoker (şeytan) jî bila we bi Allah nexapîne.
Ayet: 52Rûpel: 442
Dibêjin: “Hey wax li me! Kî em ji gorên ku demeke dirêj e em tê de razayî bûn rakirîye? Tiştê ku Rahmân wead kiriye ev e. (Fêm dibe ku) pêxemberan rast gotine. (Vejîna piştî mirinê û axîret heq e.)”
Ayet: 55Rûpel: 472
(Nexwe) sebir bike. Bêguman weada Allah heq e. Ji bo gunehên xwe mexfîret bixwaze û sibeh û êvarê Rabbê xwe bi hamd tesbîh bike.
Ayet: 77Rûpel: 474
Sebir bike! Weada Allah heq e. Dixwazî qismek (ezab) a ku me li wan wead kiriye em nîşanî te bidin an jî berîya (tu bibînî) em te bimirînin (ferq nake). Ew ê bi bal me ve bên vegerandin (wê ezaba ku pê hatine tehdîdkirin bitamînin).
Ayet: 32Rûpel: 500
Dema ku wiha tê gotin: ada Allah heq e, der heqê qiyametê de qet tu guman tune.” We wiha got: “Qiyamet jî çî ye? Em nizanin. Me enceq gumanekî kir û em li ser yeqînê ne bawer in.”
Ayet: 17Rûpel: 503
Ew kesê ku ji dê û bavê xwe re dibêje: “Of ji we re! Digel ku berîya min gelek nifş/nesil hatine û çûne (û tu kes ji wan ji gorê dernehatine) ma hûn bi (vejandin û) derketina ji gorê min tehdît dikin? (Dê û bavê wî) alîkarî ji Allah xwestin û gotin: “Xwelî li serê te be, îman bîne. Bêguman weada Allah heq e.” Lê wî wiha got: “Ev, bitenê çîrokên pêşîyan e.”