Xeyb (Agahîya Derbasbûyîyê Îdraqê)
ÎLIM, BÎR BIRIN/AQILMENDÎ, TEFEKKÛR, ÎBRETAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Allah) got: “Ya Âdem! Navê van tiştan ji wan re bibêje” Dema ku (Âdem) navê wan (tiştan) ji wan re salox da (Allah) got: “Ma qey min ji we re negotibû ku ez bi xeyba erd û esmanan dizanim û ez bi tiştê ku hûn eşkere dikin jî û bi yên ku hûn vedişêrin jî dizanim.”
Miftên/enextarên xeybê li cem Allah in. Ji wî pê ve tu kes (bi xeybê) nizane. Ew hemû tiştên di behr û bejîyê de hene dizane. Çi peleke ku bikeve muheqeq pê dizane. Çi liba/heba di nava tarîtîyên erdê de û çi tiştê ter û hişk hene hemû di Kitêbeke vikîvekirî de ne.
Bibêje: “Ji daxwaza Allah pê ve ez ji xwe re jî ne hêza feyde û zerarê me. Eger min bi xeybê zanîbûya, min ê ji xwe re pir xêr bikira û ji ya bizerar jî min ê xwe bida paş. Ez ji bo qewmekî bawermend bi tenê hişyarker û mizgînvan im.”
Xeyba erd û esmanan aîdê Allah e. Hemû kar û bar bi wî ve tên vegerandin. Îbadetê wî bike û xwe bispêre wî. Allah ji kar û kirinên we ne xafil e.
(Agahîya) xeyba erd û esmanan aîdê Allah e. Rewşa roja qiyametê jî wekî (dema) çav girtinekî yê û belkî jê jî nêzîktir (lezgîntir) e. Bêguman Allah, qadirê li ser her tiştî ye.
Bibêje: “Allah dema mayîna wan herî çêtir dizane. Xeyba (agahîya) erd û esmanan aîdê wî ye. Ew, çi xweşik dibîne û çi xweşik dibihîze. Ji wan re ji xeynî wî dost tune. (Û ew) di hukmê xwe de qet tu şirîkatî napejirîne/qebûl nake (serwera yekane û qanûnçêker û diyarkera rastî û xeletî ew ê.)”
Gelo ew agahdarê xeybê bû an li cem Rahmân jê re sozekî (hatîye dayîn) heye?
Bibêje: “Ew ê ku bi sira erd û esmanan dizane nazil kiriye. Bêguman ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Bibêje: “Li erd û esmanan ji Allah pê ve kesekî din bi xeybê nizane.” Haya wan ji dema vejandina wan jî tune.
Bêguman agahîya qiyametê (ka wê qiyamet kengê rabe) li îndallah/li cem Allah e. (Ew) baran dibarîne û tiştê di rehîmân de ye dizane. Qet tu kes nizane ka wê sibê çi bi dest xwe bixe. Qet tu kes jî nizane ka wê li ku derê bimire. Bêguman Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Bibêje: “Bêguman Rabbê min, heqê/nûbûwetê (ji bo kî bixwaze li ser wî) bi cih dike. (Ew,) zanayê xeybê ye.”
Bêguman Allah, zanayê xeyba erd û esmanan e. Bêguman ew, bi tiştê ku di singan de veşartî ye jî dizane.
Tu enceq bikaribî ew ên didin pey zikrê/Qur'anê û (digel ku nedîtine an jî di cihên ku tu kes wan nabîne de) ji Rahmân ditirsin hişyar bikî. Mizgîna mexfîretê û mikafatekî mezin bide wan.
Qet tu guman tune ku Allah, xeyba erd û esmanan dizane. Allah, karên we dibîne.
Nexwe xeyb li cem wan e û ew bixwe dinivîsin?
“Ya rast ev e ku; (şandina Muhammed wek pêxember û êdî hew agahî sitendina me ya ji esman) ji bo însanan şer e, an jî Rabbê wan ji bo wan daxwaza xêrê kiriye em nizanin.”
(Ew,) zanayê xeybê ye. Qet tu kesî muttalîyê/pêagahdarê xeyba xwe nake.
Ew, agahîyên xeybê (ya ku ji semayê distîne, di ragihandina wan) de qesîsî nake.