En'âm
Ayet: 101Rûpel: 139
Ew e yê ku erd û esmanan bê mîsal xuliqandîye. Çawa zarokên wî çêbibe? Hevjîna wî jî nebûye! Hemû tiştî wî xuliqandîye û ew bi her tiştî dizane.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 101Rûpel: 139
Ew e yê ku erd û esmanan bê mîsal xuliqandîye. Çawa zarokên wî çêbibe? Hevjîna wî jî nebûye! Hemû tiştî wî xuliqandîye û ew bi her tiştî dizane.
Ayet: 54Rûpel: 156
Bêguman Rabbê we, ew Allah e ku erd û asîmân di şeş rojan de xuliqandîye û paşê îstîwayê arşê kiriye.1 Rojê, bi şeva ku tim dide pey dinixûmîne. Roj û hîv û stêrk ji emrê wî re sitûxwar in. Baldar bin/Dîqat bikin! Xuliqandin jî emir jî aîdê Allah e.2 Ew Allahê Rabbê aleman e, çi qas berz e/bilind e.
Ayet: 3Rûpel: 207
Bêguman Rabbê we, ew Allah e ku; erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û paşê îstîwayî erşê kiriye û hemû karan îdare dike. Heta ew destûrê nede tu şefaetwan nikare şefaetê bike. Ha, Rabbê we Allah ev e. (Nexwe) ji wî re îbadet bikin. Hûn şîret nagirin?
Ayet: 7Rûpel: 221
Ji bona ku we îmtîhan bike/derêxe holê ka hûn kîjan amelên xweşik dikin, ew ê erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye ew (Allah) e. Wê demê arş li ser avê bû. Bi rastî eger tu ji wan re bibêjî, hûn ê jî piştî mirinê dîsa bên vejandin, wê kafir wiha bêjin: “Ev sêhreke vikîvekirî ye”.
Ayet: 2Rûpel: 248
Allah ew e ku; asîman bê sitûn bilind kiriye. Hûn wî dibînin. Paşê îstîwayê erşê kir. Roj û heyv kiriye bin emrê xwe. Her yek ji wan heta demeke diyarkirî (di rêgeha xwe de) diherike û diçe. Her karê xwe bi rê ve dibe. Ji bo hûn li ser yeqînê bawer bikin ku hûn ê pêşberî Rabbê xwe bibin (Allah) ayetên xwe bi kitekit/bi teferûet eşkere dike.
Ayet: 85Rûpel: 265
Me erd û esman û tiştên di navbera her duyan de, enceq bi heq (ji bo heq derkeve holê û nîşandana qudreta Allah û mikafat dayîna li gorî amelên însanan) xuliqandîye. Teqez wê seat/qiyamet rabe. (Herwiha) li hember wan bi xweşî (bi helwestekî xweşbînî û efûkerî) muamele bike.
Ayet: 3Rûpel: 266
(Wî) erd û esman bi heq xuliqandîye. Ji tiştên ku ew pê şirîkatîyê dikin berztir e.
Ayet: 30Rûpel: 323
Erê ma ew ên kafir nabînin ku erd û esman berê bi hev ve bûn ku me ew ji hev kirin û me hemû zindîyan ji avê xuliqandin? Ma hê jî ew îmân naynin?
Ayet: 32Rûpel: 323
Me asîman jî (ji bo di ser wan de nekeve) kir banekî parastî). Wan, ji ayetên wî rû vegerandine.
Ayet: 59Rûpel: 364
Ew (Allah) ê ku erd û asîman û tiştên di navbera wan de hene di şeş rojan xuliqandîye û paşê îstîwayê erşê kiriye. (Ew,) Rahmân e. Wî ji yekî zane bipirse.
Ayet: 10Rûpel: 410
Asîman bê sitûn xuliqandîyê. Hûn wê dibinin. Ji bo ku erd we nehejîne (li wê derê ji çiyan) qazixan çikandîye û ji her zindîyan li wir belav kiriye. Me ji esman av daxistîye û li wê derê ji her hêşînahîyên xweşik cot bi cot xuliqandîyê.
Ayet: 4Rûpel: 414
Allah, erd û esman û tiştên di navbera wan de di şeş rojan de xuliqand û paşê îstîwayê erşê kiriye. Ji wî pê ve ji bo we qet tu welî û şefaetvan tune. Hûn şîret nagirin?
Ayet: 11Rûpel: 476
Paşê berê xwe da esmanê ku ew hêj dûman bû. Jê re û ji erdê re got: “Bi dilê xwe yan jî bê dilê xwe werin.” (Her duyan jî) gotin: “Em bi daxwaza xwe hatin.”
Ayet: 38Rûpel: 519
Sond be, me erd û asîman û yên di navbera herduyan de di şeş rojan de xuliqand. Û tu westandin/betilandin jî negihîşte me.
Ayet: 47Rûpel: 521
Me asîman bi quwetekî pir mezin ava kir. Û em firehkarên wê ne.
Ayet: 4Rûpel: 537
Ew ê ku erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û piştre li ser arşê îstîwa kiriye ew e. Ew, bi ya ku dikeve erdê û bi ya ku jê derdikeve û bi ya ku ji esman tê xwarê û bi ya ku hildikişe esman jî dizane. Hûn li ku derê bin ew, ligel we ye. Allah, li ser karûkirinên we bîner e.
Ayet: 12Rûpel: 558
Allah ku; heft asîman û li erdê jî manendê/hevşêweyê wî xuliqandîye. Emrê (qeza û qadera Allah) di navbera herduyan de hertim dadikeve û disekine. (Ev) ji bo vê ye da ku hûn bizanibin Allah qadirê her tiştî ye û Allah bi ilmê xwe her tiştî dorpêç kiriye.
Ayet: 28Rûpel: 583
Banê/tawanê wê bilind kir û ew sererast kir.