Bakara
Ayet: 28Rûpel: 4
Ew Allahê ku hûn mirî bûn û we vejand (ji tunebûnê heyî kir) û paşê dîsa dê we bikuje û carekî din bivejîne û piştre hûn ê lê bêne vegerandin, ka hûn çawa li dij wî dibin kafir? Piştre hûn ê bi bal wî de bêne vegerandin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 28Rûpel: 4
Ew Allahê ku hûn mirî bûn û we vejand (ji tunebûnê heyî kir) û paşê dîsa dê we bikuje û carekî din bivejîne û piştre hûn ê lê bêne vegerandin, ka hûn çawa li dij wî dibin kafir? Piştre hûn ê bi bal wî de bêne vegerandin.
Ayet: 29Rûpel: 4
Ew (Allah) e ku; hemû tiştên li ser rûyê erdê ji bo we xuliqandîye. Paşê îstîwayê asîman kir/berê xwe da asîmân û wê derê wek heft (qat) asîmân sererast kir. Û ew, zanayê her tiştî ye.
Ayet: 47Rûpel: 55
Gotibû: “Rabbê min! Digel ku destê mirovekî jî li min neketîye ka wê çawa zarokê min çêbibe?” Got: “Ev wiha ye! Allah tiştê ku bixwaze dixuliqîne. Dema (ji bo çêbûna wî) hukmê tiştekî da, jê re dibêje: ‘Bibe!’ ew jî çêdibe.”
Ayet: 17Rûpel: 109
Sond be, ew ên gotin: “Mesîhê kurê Meryem, Allah bixwe ye” bûne kafir. Bibêje: “Eger ew (Allah) bixwaze, Mesîhê kurê Meryem û dêya wî û hemû heyînên ku li ser rûyê erdê dijîn helak bike, kî dikare li dij Allah wan biparêze?” Milkê erd û esmanan û yên di navbera her duyan de jî aîdê Allah in. Ew çi bixwaze dixuliqîne, Allah li ser her tiştî Qadir e.
Ayet: 73Rûpel: 135
Ew e, yê ku erd û asîmân bi heqî xuliqandîye. Roja ku bibêje: “Bibe!/Çêbe!” di heman demê de (her daxwaza wî) çêdibe. Peyva wî heq e. Roja ku li sûrê bê pifkirin jî milk/serwerî bitenê yê wî ye. Ew bi tiştên xeybê (nexuya) û bi tiştên eşkere (xuya) dizane. Ew, (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Ayet: 95Rûpel: 139
Bêguman ew ê ku (ji bo ji nava wan dar û nebatan derxîne) tov/bizir û dendikê diqelêşe û diderizîne û yê zindî ji mirî derdixîne û yê mirî jî ji yê zindî derdixîne Allah e. Ha Allah ev e. Êdî çawa hûn (dev ji îbadeta jê re berdidin û ber bi alîyê pûtên bêkêr ve) tên vegerandin?
Ayet: 101Rûpel: 139
Ew e yê ku erd û esmanan bê mîsal xuliqandîye. Çawa zarokên wî çêbibe? Hevjîna wî jî nebûye! Hemû tiştî wî xuliqandîye û ew bi her tiştî dizane.
Ayet: 102Rûpel: 140
“Ha ew Allahê ku Rabbê we ye, ev e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Ew xaliqê her tiştî ye. (Nexwe) bitenê ji wî re evdîtî bikin. Ew, li ser her tiştî (çavnêr û venihêrvan û rêvebirê karûbaran) Wekîl e.”
Ayet: 54Rûpel: 156
Bêguman Rabbê we, ew Allah e ku erd û asîmân di şeş rojan de xuliqandîye û paşê îstîwayê arşê kiriye.1 Rojê, bi şeva ku tim dide pey dinixûmîne. Roj û hîv û stêrk ji emrê wî re sitûxwar in. Baldar bin/Dîqat bikin! Xuliqandin jî emir jî aîdê Allah e.2 Ew Allahê Rabbê aleman e, çi qas berz e/bilind e.
Ayet: 16Rûpel: 250
Bibêje: “Rabbê erd û esmanan kî ye?” Bibêje: “Allah e!” Bibêje: “(Madem Rabbê erd û esmanan ew e, hûn dîsa) dev ji Allah berdidin û wan heyînên ku ne dikarin feydeyekî bi dest bixin û ne jî dikarin zerarekî ji xwe dûr bikin ji xwe re dikin welî/dost?” Bibêje: “Kor û bînende qet dibin weke hev? An jî zulûmat/tarîti û ronahî dibin weke hev? Nexwe ew şirîkên ku ji Allah re tayîn kirine (wekî Allah) xuliqandine (û xuliqandina Allah û) xuliqandina (şirîkên wan) ji wan re bi hev şibîyane (li ser mijara ‘kî îlâhe’ de serê wan tevlîhev bû)? Bibêje: “Allah xaliqê her tiştî ye. Û ew (di zat û fiêl û sifetên xwe de) Wahîd û (yê ku ji her tiştî re serî daye tewandin û xistîye bin hukmê xwe) Qahhar e.”
Ayet: 86Rûpel: 265
Bêguman Rabbê te (ew ê pir dixuliqîne) Xellaq û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 99Rûpel: 291
Erê ma qey ew nabînin Allahê erd û esman xuliqandîye qadir e ku yên wekî wan jî bixuliqîne? Ji bo wan ecelan danîye ku di wan de qet tu guman tune. Lê zaliman (şûna/dêla ku bifikirin û fêm bikin) di kufrê de di ber didin/israr dikin.
Ayet: 45Rûpel: 355
Allah her candarekî/zindîyekî ji avê xuliqand. Hinek ji wan li ser zikê xwe dimeşin/bi markî digerin û hinek li ser du lingan û hinek jî li ser çar (ling) an dimeşin. Allah çi daxwaz bike dixuliqîne. Bêguman Allah li ser her tiştî qadir e.
Ayet: 68Rûpel: 392
Rabbê te kî bixwaze dixuliqîne û hildibijêre (û serdest dike). Hilbijartin ne aîdê wan e. Allah, ji tiştên ku ew pê şirîkatîyê dikin munezzeh û berz/bilind e.
Ayet: 27Rûpel: 406
Ew ê ku cara pêşîn dixuliqîne û paşê (bi vejandinê) dubare bike ew e. Ew (vejandina ji nû ve ji xuliqandina cara pêşîn) herî hêsantir e. Li erd û esmanan sifeta herî berz aîdê wî ye. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 40Rûpel: 407
Allah, hûn xuliqandîye paşê riziq daye we; paşê we dimirîne û piştre jî we ji nû ve vedijîne. Di nava şirîkên we de kesekî ku ji van yekî jî bikaribe bike heye? Ew (Allah), ji tiştên ku pê şirîk çêdikin berz û berî ye.
Ayet: 54Rûpel: 409
Ew ê ku we ji zeîfîyê xuliqandîye û piştî zeîfîyê quwet daye we û piştî vê quwetê we digihîne zeîfî û ixtîyarîyê Allah e. Ew çi daxwaz bike dixuliqîne. Ew, (zanayê her tiştî) Alîm û (yê ku hêza wî digihîje her tiştî û xwedî qudreta mutleq) Qadîr e.
Ayet: 7Rûpel: 414
Ew (Allah) ku; çi tiştê xuliqandîye herî xweşik û herî zexim çêdike û di serê pêşîn de ji herîyê dest bi xuliqandina însan kiriye.
Ayet: 1Rûpel: 433
Hamd, jî wî Allahê re ku wî erd û asîman xuliqandîye û melaîketan bi baskên dudo dudo û sisê sisê û çareçar kiriye qasid/ragihîner. Ew, di xuliqandinê de çi bivê zêde dike. Bêguman Allah, qadirê her tiştî ye.
Ayet: 81Rûpel: 444
Ew ê erd û asîman xuliqandibe, ma ne qadir e ku yên wekî wan bixuliqîne? Helbet (qadir e). Ew, (yê ku pir dixuliqîne) Xellaq û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 62Rûpel: 464
Allah, xaliqê her tiştî ye. Û ew, li ser her tiştî wekîl e.
Ayet: 62Rûpel: 473
Ha ev, Rabbê we û xaliqê her tiştî Allah e. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. (Digel vê) çawa dibe ku hûn (ji tewhîdê bi bal şirkê ve) tên vegerandin?
Ayet: 49Rûpel: 487
Hakimîyeta/serwerîya erd û esmanan aîdê Allah e. Çi daxwaz bike dixuliqîne. Ji kî re bixwaze (zarokê) keç, ji kî re bixwaze kur dibexşîne.
Ayet: 49Rûpel: 529
Qet tu guman tune, me her tiştî bi qaderekî xuliqand.
Ayet: 57Rûpel: 535
Me hûn xuliqandin. Ma ne hewceye hûn tesdîq bikin (ku em ê bivejînin)?
Ayet: 58Rûpel: 535
Erê, ma ew menîya/avika ku hûn dirijînin we dît?
Ayet: 59Rûpel: 535
Ma qey hûn wê dixuliqînin an na yê xaliq em in?
Ayet: 62Rûpel: 535
Sond be ku hûn bi xuliqandina pêşîn serwext bûn/we pejirand. Ma ne hewceye ku hûn (di mijara fêmkirina qudreta Allah û ji nû de vejandina wî de) bifikirin û şîret bigirin?
Ayet: 24Rûpel: 547
Ew Allah e ku; (her tiştî ji tunebûnê heyî kiriye) El-Xaliq e. (Ew ê bê qisûr û bi aheng xuliqandîye) El-Barî ye. (Ew ê li gorî daxwaza xwe sûret dide mexluqên xwe) El-Musewwîr e. Hemû esmayên/navên herî xweşik yên wî ne. Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 2Rûpel: 555
Ew e, yê ku we xuliqandîye. Ji we hinek kafir in û hinek jî mûmîn in. Allah, bînerê karên we ye.