Âl-i İmrân
Ayet: 151Rûpel: 68
Ji ber tiştên ku Allah der heqê wan de tu delîl nazil nekiriye ji Allah re kirine şirîk, em ê tirsekî dijwar biavêjin qelbê kafiran. Sitargeha wan cehennem e. Sitargeha zilimkaran çi qas xerab e!
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 151Rûpel: 68
Ji ber tiştên ku Allah der heqê wan de tu delîl nazil nekiriye ji Allah re kirine şirîk, em ê tirsekî dijwar biavêjin qelbê kafiran. Sitargeha wan cehennem e. Sitargeha zilimkaran çi qas xerab e!
Ayet: 117Rûpel: 96
Ew (muşrîk), dev ji Allah berdane û ji hinek pûtên ku bi navên mê binavkirine re dûa (îbadet) dikin. (Bi rastî) ew ji wî şeytanê asî pê ve ji kesî re dûa nakin.
Ayet: 76Rûpel: 119
Bibêje: "Ma hûn ji Allah pê ve ji heyînên ku feyde û zerara wan nagihîje we re îbadet dikin? Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.”
Ayet: 1Rûpel: 127
Hemd ji wî Allahê re ku erd û esmanan xuliqandîye û ronahî û tarîtîyê heyî kiriye. Paşê ew ên kafir hêj jî (hin heyînan) ji Rabbê xwe re wekhev/hempa digirin.
Ayet: 107Rûpel: 140
Eger Allah bixwesta wan şirîk çênedikirin. Me tu li ser wan nekiriye (yekî) çavnêr û parêzvan. Û tu li ser wan ne wekîlî jî.
Ayet: 136Rûpel: 144
Ji çandinî û heywanên ku Allah xuliqandîye parek ji Allah re veqetandin û (li gorî zena xwe) wiha gotin: “Ev ji Allah re, ev jî ji şirîkên (ji pûtên) me re ye”. Para ji şirîkên wan re ye nagihîje Allah. Lê para ku ji bo Allah e digihîje şirîkên (pûtên) wan. Çi hikmekî xerab didin.
Ayet: 150Rûpel: 147
Bibêje: “De heydê şahidên xwe yên wê şahidî bikin ku Allah ev heram kiriye bînin (em bibînin).” Eger şahidî bikin tu bi wan re şahidî neke. Nede dûv hewayên/hewesên wan kesên ku ayetên me înkar dikin û (wan kesên) îmân bi roja axîretê naynin. (Ka wê tu yê çawa bidî pey wan?) Ew, hin heyînan bi Rabbê xwe re yek/wekhev digirin.
Ayet: 191Rûpel: 174
Nexwe ew, wan heyînên tiştekî nexuliqandine û ew bixwe hatine xuliqandin (ji Allah re) şirîk çêdikin?
Ayet: 18Rûpel: 209
Ew dev ji Allah berdidin û ji wan tiştên ku feyde û zerar nagihîje wan re îbadet dikin û (wiha) dibêjin: “Evana li îndallah/li cem Allah ji bo me şefaetvan in.” Bibêje: “(Allah, îbadeta ji van heyînan re teqez meşrû nekiriye û rayeya şefaetê nedaye wan. Digel vê bi van îdîayan) hûn agahîya tiştê li erd û esmanan ku Allah bi wan ne xeberdar e didin?” Ew (Allah), ji wan tiştên ku jê re şirîk çêdikin munezzeh û herî bilind e.
Ayet: 66Rûpel: 215
Baldar bin/Dîqat bikin! Li erd û esmanan her kî hebe aîdê Allah in. Ew ên ji xeynî Allah ji hinên din re dûa dikin; (bi rastî) nadin pey wan şirîkên xwe jî. Ew bi tenê didin pey zennê û ew bi texmînan tevdigerin.
Ayet: 109Rûpel: 233
Tu di tiştên ku ew îbadetê jê re dikin de nekeve gumanê. Bavûkalên wan berê de çawa îbadet dikirin ew jî weke wan îbadet dikin. Bêşik tiştê ku (ji ezabê) paya wan dikeve em ê bêkêmasî bidin wan.
Ayet: 30Rûpel: 258
Ji bo ku ji rêya Allah vegerînin ji Allah re şirîkan çêkirin. Bibêje: “Xweş şahîyê bikin! Bêguman cihê ku hunê herinê agir e.”
Ayet: 95Rûpel: 266
Em li dij wan kesên ku tinazê xwe bi te dikin, besî te ne.
Ayet: 96Rûpel: 266
Ew ên ku ligel Allah hin îlâhên din digirin. Wê (di demeke) pir nêz de bizanibin/fêm bikin.
Ayet: 73Rûpel: 274
Ew (muşrîk) ji Allah pê ve ji tiştên ku li erd û esmanan qet nikarin rizqekî bidin û tu carî nikarin (vêya bikin) re îbadet dikin.
Ayet: 81Rûpel: 310
Ji bo ku ji wan re bibe rûmet/serdestî/çavkanîya hêzê, ji xeynî Allah ji xwe re îlâhan girtin!
Ayet: 11Rûpel: 332
Ji însanan hin kes hene ku îbadetekî ne ji dil (bi gumanbarî û pîyê wî erd negirtî) ji Allah re dikin. Eger xêrek bigihîje wî, bi wê mutmeîn dibe. Lê eger fitneyek/îmtîhanek bigihîje wî, ew ser rû tê vegerandin (dizivire ser rewşa xwe ya berê). Ew dinyayê jî û axîretê jî winda dike. Ha ev, xesareta eşkere bixwe ye.
Ayet: 12Rûpel: 332
Ew dev ji Allah berdide û ji wî yê ku ne dikare zerarekî an jî feydeyekî bide wî re dûa/lavahî dike. Xerifîya kûr ev bixwe ye.
Ayet: 13Rûpel: 332
Ew, lavahîya wî (tiştê) dike ku zerara wî ji feydeya wî nêzîktir e. Ew, çi dostekî xerab û çi hevalekî nebaş e.
Ayet: 71Rûpel: 339
Ew ji xeynî Allah îbadetê tiştên din dikin ku der heqê wan de qet tu delîl danexistîye û qet tu zanîna wan jî tune. Ji zaliman re qet tu alîkar tune.
Ayet: 72Rûpel: 339
Dema ku ayetên me yên eşkere ji wan re tên xwendin tu di rûyê kafiran de nerazîtî/nexoşnûdîtî dibînî. Hema hema dikin ku êrîşî wan ên ayetên me ji wan re dixwînin bikin. Bibêje: “Ez saloxa tiştekî ji vê bi şertir/xerabtir bidim we? Agir! Allah ew ji kafiran re wead kiriye. Ew çi cihlêvegerekî xerab e.”
Ayet: 73Rûpel: 340
Gelî însanan! Ji we re mîsalek hatîye dayîn (bi dîqat) guhdar bin. Ew ên hûn ji xeynî Allah ji wan re îbadet dikin hemû werin cem hev nikarin mêşekî jî bixuliqînin. Eger mêş tiştekî ji wan bikişîne û bigire, nikarin wê (ji destê mêşê) xelas bikin. Yê ku dixwaze jî aciz e û yê jê tê xwestin jî...
Ayet: 74Rûpel: 340
Wan bi awayê lêhatî/layiqê wî, qedrê Allah negirtine. (Tênegihîştine qudret û ezameta Allah û fêm nekirin.) Bêguman Allah (yê xwedî hêz û quwwet) Qawîy û (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz e.
Ayet: 3Rûpel: 359
(Digel vê) dev jê berdan û ji xwe re hinek îlâhên din girtin ku ewana qet tu tişt nexuliqandine lê ew bixwe hatine xuliqandin û tu feyde û zerara wan nagihîje wan û li ser mirin û jiyan û vejîna ji nû ve jî be xwedî hêz in.
Ayet: 55Rûpel: 363
Dev ji Allah berdidin û perestîya hin tiştên din dikin ku ne zerar û ne jî feydeya wan heye. Kafir ew e ku (dide pey şeytan û li cem wî sef digire û) li dijî Rabbê xwe derdikeve.
Ayet: 74Rûpel: 444
Bi hêvîya ku alîkarî li wan bê kirin, ji bo xwe ji xeynî Allah hin îlâhên din girtin.
Ayet: 75Rûpel: 444
(Ew ên ku ji xwe re îlâh girtine) nikarin alîkarîya wan bikin. Lê ew (muşrîk bixwe), ji bo ku îlâh girtine leşkerên amadekirî ne.
Ayet: 11Rûpel: 445
Ka ji wan bipirse (em binêrin)! Ma qey ya herî zortir xuliqandina wan e an (weke erd û esman û çiya) mexluqatên me yên din in? Bêguman me ew ji herîyeke zeliqandî xuliqand.
Ayet: 5Rûpel: 452
“Erê ma wî hemû îlâhan kir yek îlâh? Bi rastî ev tiştekî pir balkêş e/lê şaşmayî ye.”
Ayet: 6Rûpel: 452
Giregiran tevgerîyan (û gotin): “Bimeşin û di perestîya îlâhên xwe de bi semax bin (di girêdayîtîya wan de li ber xwe bidin). Bêşik ev a ku (ji we) tê xwestin ev e.
Ayet: 7Rûpel: 452
“Me ev, di dîneke din de nebihîstîye. Ew (tewhîd), bitenê lihevanînek e.”
Ayet: 15Rûpel: 459
(Bibêje:) “Hûn ji xeynî wî kî dixwazin jê re îbadet bikin.” Bibêje: “Bi rastî yên xisirîne ew in ku roja qiyametê xwe û ehlê xwe xisirandine. Baldar bin! Xusrana vikîvekirî ev bixwe ye.”
Ayet: 45Rûpel: 462
Dema ku navê Allah bi yekane (li ser tewhîdê) tê zikirkirin, qelbê wan ên ku bi axîretê nebawer in bi (kift û) gerizin dikerixe. Lê dema (îlâhên sexte) yên ji xeynî Allah tên zikirkirin (tu dinêrî ku) hema kêfxweş dibin.
Ayet: 67Rûpel: 464
Wan qedrê Allah bi heqî teqdîr nekirin/bi awayê lêhatî rêzdarîya wî negirtin. (Qudret û azameta Allah li gor pêdivîyê fêm nekirin û tênegihîştin.) Hal ev e ku roja qiyametê temamê erdê di qevza wî de ye. Asîman jî di destê wî yê rastê de li hev pêçandî ye. Ew (Allah), ji tiştên ku ew pê şirîk çêdikin munezzeh û berz/bilind e.
Ayet: 10Rûpel: 467
Li kafiran jî wiha tê gazîkirin: “Xezeba Allah (ya li ser we, ji ber ku hûn bûne musteheqê cehennemê) ji wê hêrsa we ya ku hûn li nefsên xwe dikin pirzêde mezintir e. Lewre dema ku ji bo îman anînê hûn dihatin vexwendin we înkar dikir.”
Ayet: 11Rûpel: 467
Dibêjin: “Rabbê me! Te me du car kuşt û du car vejand. Me gunehên xwe îtîraf kir. Rêyeke derketina (ji vê derê) heye gelo?”
Ayet: 12Rûpel: 467
(Sedema) vê rewşa we (ev e), dema (hûn) bal bi Allahê wahîd û ehed re dihatin gazîkirin we înkar dikir. Lê dema jê re şirk dihate çêkirin we (bi vê) îman dianî. Êdî hukim aîdê wî Allahê ye ku (bi zat û sifetên xwe herî bilind) Alîy û (yê herî mezin) Kebîr e.
Ayet: 9Rûpel: 482
Nexwe, ji xeynî Allah dostan/welîyan girtin? Dostê/Welîyê heqîqî Allah e. Ew, mirîyan vedijîne. Ew, qadirê her tiştî ye.
Ayet: 43Rûpel: 524
An jî qey ji xeynî Allah îlâhekî wan heye? Allah, ji tiştên ku şirîk çêdikin munezzeh e.