Bakara
Ayet: 207Rûpel: 31
(Ji xeynî van mufsîdan) ji însanan hin kes jî hene ku; ji bo rizaya Allah bi dest bixin canê xwe/nefsa xwe feda dikin. Bêguman Allah li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf e.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 207Rûpel: 31
(Ji xeynî van mufsîdan) ji însanan hin kes jî hene ku; ji bo rizaya Allah bi dest bixin canê xwe/nefsa xwe feda dikin. Bêguman Allah li ser evdên xwe (pir bi şefqet) Raûf e.
Ayet: 265Rûpel: 44
Mîsala wan kesên ku malê xwe ji bo rizaya Allah bi dest bixin û (pêbawer in ku ev emrê Allah e û xêra wê ji Allah hêvî dikin) bi bawerîyeke xurt înfaq dikin jî weke mîsala wî bexçeyê xweşik e ku li serê girekî be û baraneke gur lê bibare û berên xwe/fêkîyên xwe du qat daye. (Ji ber ku cihê wî bilind e) baran lê ne de jî (sivik sivik) dixunive. Allah, tiştên ku hûn dikin dibîne.
Ayet: 15Rûpel: 50
Bibêje: “Ma ez agahîya ku ji vêya bixêrtir e bidim we? Ji bo Mutteqîyan li bal Rabbê wan cennetên di binî de çem diherikin û wê tê de ebedî bimînin hene. Hevjînên pakîpaqij û razîbûna Allah jî heye. Allah, li ser evdên xwe bînende/basîr e.
Ayet: 162Rûpel: 70
Ma ew ê ku li razîbûna Allah digere, qet dibe weke wî kesî sitargeha wî cehennem e? Ew der, çiqas cihlêvegerekî xerab e.
Ayet: 174Rûpel: 72
Ew bi nîmetek ji Allah û bi fezla (Allah, sax û bi silametî) vegerîyan (warên xwe) û tu xerabîyek negihîşte wan. (Bi îttîba û xwe sipartina wî) wan da pey razîbûna Allah. Allah, xwedî lutf û îhsaneke mezin e.
Ayet: 114Rûpel: 96
Ew ên teşwîqa sedeqeyê an qencîyê an jî lihevanîna di navbera însanan dikin ne tê de, di pirên pistepistên wan ên bi dizî de xêr tune. Kî jî vêya, (karê teşwîqa qencîyê) ji bo razîbûna Allah bike, em ê ecirekî mezin bidin wî.
Ayet: 2Rûpel: 105
Gelî ew ên îmân anîne! Hûn ji nîşanên/ji şîarên Allah û ji meha heram û ji heywanên wek xelat ji Beytullah re teqdîm bûne û (qurbanên îşaretkirî ku) sitûyên wan bi gerden in û ji ew (însan) ên li lutf û îhsan û razîbûna Rabbê xwe digerin û ber bi Beytu'l Heram ve tên re (bi binpêkirina hûrmetê) rêznezanîyê nekin. Dema hûn ji îhramê derketin, dikarin nêçîrê bikin. Ji ber ku hûn ji Mescîdu'l Heram manî kiribûn, li hemberî qewmekî rika/kîna we bila we sewqî bêedaletîyê neke. Li ser qencî û teqwayê alîkarîya hevdu bikin. Di guneh û dijminatîyê de ji hev re nebin alîkar. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah ew e ku ezabê wî pir dijwar e.
Ayet: 16Rûpel: 109
Allah, kesê ku pê (bi Kitêb û pêxember re), tabiê rizaya wî dibe digihîjîne rêya herî rast û bi îzna xwe wan ji tarîtîyan derdixîne ronahîyê û li ser rêya rast hîdayet dike.
Ayet: 119Rûpel: 126
Allah wiha dibêje: “Îro, ew roj e ku rastîya rastan wê feyde bide wan. Ji wan r cennetên di binî de çem diherikin hene û wê di wir de bêdawî bimînin. Allah ji wan razî bûye û ew jî (ji Allah) razî bûne. Ha ev, xelasîyeke/qezenceke mezin e.”
Ayet: 21Rûpel: 189
Rabbê wan ji cem xwe mizgîna rahmetê û razîbûnê û cennetên ku ji bo wan tê de nîmetên bêdawî hene dide wan.
Ayet: 72Rûpel: 197
Allah, ji mêr û jinên mumîn re cennetên ku di binî de çem diherikin û wê di wir de ebedî bimînin û meskenên xweş di cennetên Adn de wead kiriye. Razîbûna Allah ji hemûyan herî mezintir e. Xelasîya herî mezin ev e.
Ayet: 100Rûpel: 202
Pêşeng ên ji muhacir û ensar û ew ên ewil û yên li ser îhsanê bûne tabiê wan (hene)! Allah ji wan razî bûye û ew jî ji Allah razî bûne. Allah ji bo wan cennetên di binî de çem diherikin amade kiriye û wê di wir de ebedî bimînin. Xelasîya herî mezin ha ev bixwe ye.
Ayet: 101Rûpel: 202
Ji bedewîyên li dora we kesên munafiq hene. Ji ehlê Medîneyê jî yên li ser nîfaqê di ber didin/israr dikin hene. Tu bi wan nizanî lê em bi wan dizanin. Em ê du caran ezab li wan bikin. Paşê jî wê ber bi ezabê herî mezin (ezaba li axîretê) ve bên vegerandin.
Ayet: 102Rûpel: 202
Hinekî din jî gunehên xwe îtîraf kirin. Amelên salih û amelên xerab li nav hev xistin. Hêvî heye ku Allah gunehên wan efû bike. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 103Rûpel: 202
Ji malên wan sedeqe/zekât bistîne ku; bi vêya tu yê wan paqij û zelal bikî. Ji bo wan dûa bike. Bêguman dûayê te ji wan re sekînet e (aramî û ewlehî ye). Allah, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 104Rûpel: 202
Ma ew hê jî nizanin ku ew ê ji evdên xwe tobeyan qebûl dike û sedeqeyan navegerîne Allah e ku ew, (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 105Rûpel: 202
Bibêje: “Amel bikin! Allah û Rasûlê wî û mumînan dê kar û kirinên we bibînin. (Paşê) hûn ê bal bi agahîyên xeyb û eşkerehîyê ve bên vegerandin. Ew ê jî wê agahîya kar û kirinên we bide we.”
Ayet: 106Rûpel: 202
Hinekên din jî hene ku ew (ji bo der heqê wan de hukim bide) li hêvîya emrê Allah hatine sekinandin. An wê ezab li wan bike yan jî tobeyên wan qebûl bike. Ew (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 107Rûpel: 203
Ew ên ku ji bo zerar dayînê û (zêdekirina) kufrê û bi parvekerîya di nav mumînan de û ji bo bibe qerargeha wan ên ku berê de li dij Allah û Rasûlê wî şer kiribûn re mizgeftek (Mescîdu’d Dirar) ava kirin û li ser navê Allah sond dixwarin û digotin: “Ji qencîyê/ji xêrê pê ve qesta me ne tiştekî din e” (hene)! Allah şahidî dide ku ew derewkar/viroker bixwe ne.
Ayet: 108Rûpel: 203
Tu, li wê derê ebedîyen (ji bo nimêjê) nesekine! Sekna te ya (ji bo nimêjê) li wê mizgefta ku ji roja ewil pê ve li ser teqwayê hatîye avakirin çêtir e. Li wir zilamên ku hez paqijîyê dikin hene. Allah, ji wan ên ku xwe paqij dikin hez dike.
Ayet: 109Rûpel: 203
Erê, ma ew kesê ku rikna avahîya/mizgefta xwe li ser teqwa û rizaya Allah çêkiriye bixêr e; an jî ew ê avahîya xwe di kevîya kortalekî de çêkiriye û bi wî re gêrî agirê cehennemê dibe (bixêrtir e)? Allah civaka zaliman hîdayet nake.
Ayet: 6Rûpel: 304
“Da ku (îlm û hîkmeta ) min û malbata Yaqûb (a li pey xwe hiştine re) bibe waris. Rabbê min! Wî bike ji ew ên ku tu ji wan razî bûyî.”
Ayet: 55Rûpel: 308
Emrê nimêj û zekâtê li ehlê xwe dikir. Ew li cem Rabbê xwe evdekî jêrazîbûyî bû.
Ayet: 109Rûpel: 318
Wê rojê ji xeynî ew ê Rahmân destûr daye wan û ji gotina wan qayîl bûye pê ve şefaeta tu kesî wê feyde nede.
Ayet: 19Rûpel: 377
(Suleyman), li ser gotina wê (mîroyê) besimî û kenîya. Got: “Rabbê min! Ji ber van nîmetên ku te daye min û dê û bavê min, îlhamê bide min ku ez şikur bikim/min berhêla şukrê bike. Min li ser amelên salih muweffeq bike. Û bi rahmeta xwe min bixe nava evdên xwe yên salih.”
Ayet: 7Rûpel: 458
Eger hûn beralîyê kufrê bibin, bêşik hewcedarîya Allah bi we tune û ew ji bo evdên xwe bi kufrê qayîl nabe. Hûn şikur bikin wê jê (ji şukra we) razî bibe. Qet tu gunehkarek, gunehê kesekî din nakişîne. Paşê vegera we bal bi Rabbê we ve ye. Ew, hûn ji karûkirinên we agahdar dike. Lewre ew, tiştê di dilan de veşartî ye dizane.
Ayet: 15Rûpel: 503
Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hilgirt û ew bi meşeqet welidand. Hilgirtina wî (ya hemîletîyê de) û veqetana wî (ya ji şîr) sî meh/heyv e. Axir dema ku gihîya û bû çil salî got: “Rabbê min! Îlhamê bide/min muwefeq bike ku ez ji wan nîmetên te daye min û dê û bavê min re şikur bikim. Zurîyeta min jî ji bo min isleh bike. Bêşik min ji te re tobe kir û ez ji muslîman im/ji evdên ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah (yek ji wan) im.”
Ayet: 18Rûpel: 512
Sond be, dema ku di binê wê darê de beyat dane te, Allah ji mûmînan qayîl/razî bûye. Bi (dilsozîya) di qelbên wan de zanîbû û bi ser wan de sekînet daxist û wan bi fetheke nêz xelat kiriye.
Ayet: 29Rûpel: 514
Muhammed, Rasûlê Allah e. Ew ên pê re ne li dij kafiran dijwar in û di navbera xwe de dilbirehim in. Tu wan; di nav rukûvanan û secdebiran de û di daxwazîya bi dest xistina ji lutf û razîbûna Allah de dibînî. Elameta wan ev e ku, di rûyên wan de dewsa secdê heye. Ev wesfê wan a di Tewratê de ye. Wesfên wan ên di Încîlê de jî wiha ne ku; ew, weke çandek in ku zîl daye û xurt û sitûr bûye û xwe li ser koka xwe girtîye ku ev jî li xweşa cotkaran diçe. (Mîsala xurt bûn û belav bûna wan a wekî çandekî) ji bo ku kafir pê hêrs bibin hatîye dayîn. Allah, ji nav wan ew ên ku îman anîne û amelên salih kirine re mexfîret û xelateke herî mezin wead kiriye.
Ayet: 26Rûpel: 525
Li asîman gelek melaîket hene ku -ji xeynî wan ên ku Allah destûr daye pê ve- qet tu feyda şefaeta wan tune.
Ayet: 20Rûpel: 539
Bizanibin ku jiyana dinyayê ji lîstikê û kêf û xeml û (wasiteya) pêpesinîna we ya di navbera xwe de û (pêşbazîya) zêdekirina mal û ewlad pêkhatî ye. Wekî barana ku çandinîyê (heşîn dike) li xweşa cotkaran diçe. (Piştî tezetî û jîndarîya dilkêş) tu dibînî ku hişk û zipîzer dibe. Paşê jî dibe pûş û pelaxên belavbûyî. Di axîretê de jî ezabekî dijwar û mexfîretek ji Allah û razîbûn heye. Heyata dinyayê, ji sûdmendîyeke xapînok pê ve ne tiştekî din e.
Ayet: 27Rûpel: 540
Piştre, rasûlên xwe yên peyrevên wan in di pey hevdu de şandin. Me Îsayê kurê Meryem jî di pey wan de şand. Me Încîl dabû wî û di qelbên wan ên bibûn tabiê wî de şefqet û merhamet çêkir. Ew ruhbanîtî (ya dest kişandina ji heyatê û bitenê meşxulîyeta bi îbadetan) wek bîdet xistine holê, me li ser wan ferz nekiribû. Ji bo bi dest xistina razîbûna Allah (di dîn de wek nûyîtîyek/nûjenîyek) kirin lê heqê wê jî pêk neanîn. Me ecira mûmînên ji nava wan daye. Pirên wan fasiq in.
Ayet: 22Rûpel: 544
Qewmekî ku bi Allah û bi roja axîretê îman anîbe; tu nabînî ku ew hezkirinê didin wan kesên dijminantiya Allah û Rasûlê wî dikin, welew ku ew bavên wan an zaroyên wan an xwişk û birayên wan an eşîra wan bin jî. Evana, (ew kes in ku Allah) di qelbên wan de îman nivîsandîye û bi rûhekî piştgirîya wan kiriye. Wê wan bêxe wê cennetê ku di bin de çem diherikin û tê de ebedî dimînin. Allah ji wan qayîl bûye. Ew jî (ji Allah) qayîl bûne. Evana alîgirên Allah in. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman ew ên bi ser dikevin alîgirê Allah in.
Ayet: 8Rûpel: 545
(Wekî din fey,) ji feqîrên muhaciran ku ji welatên xwe hatine derxistin û malên wan jî (ji dest wan hatîye sitendin) û ew ên li lutf û razîbûna Rabbê xwe digerin û alîkarîya Allah û rasûlê wî dikin re ye. Ha ewana yên sadiq/rast bixwe ne.
Ayet: 1Rûpel: 548
Gelî ew ên îman anîne! Hûn, kesên dijminê min û yê we ne ji xwe re nekin dost/welî. Digel ku ew, heqîya ji we re hatîye înkar dikin jî hûn ji wan re rapêşîya hezkirinê dikin (agahî û sirrên mûmînan digihînin wan). (Hal ev e ku wan,) ji ber ku we îman bi Allahê ku Rabbê we ye anîbû, pêxember û hûn (ji Mekkeyê) derxistibûn. Eger hûn bi armanca cîhada di rêya min de û bi dest xistina razîbûna min derketibin (rê), ma (çawa dibe) ku hûn (di dilê xwe de) ji wan re hezkirineke bi dizî bihewînin. Ez bi ya ku hûn vedişêrin jî û bi ya ku hûn eşkere dikin jî dizanim. Ji we kî vêya bike (hez wan bike û agahîyên mûmînan bigihîne wan) bêguman, ew ji rêya rasterast averê bûye.
Ayet: 28Rûpel: 593
Wek razîbûyî û razîkirî li Rabbê xwe vegere.
Ayet: 21Rûpel: 595
Qet tu guman tune, di pêş de (bi ew xelata ku Allah daye) wê razî bibe.
Ayet: 8Rûpel: 598
Mikafata wan li cem Rabbê wan, cennetên Adn in ku di binê wan de çem diherikin û wê tê de bêdawî bimînin. Allah ji wan razî bûye û ew jî jê (ji Allah) razî bûne. Ev, ji bo wî kesî ye ku ji Rabbê xwe ditirse.