Fâtiha
Ayet: 6
Me bigihîne sîrate’l musteqîm (ser rêya rast).
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 6
Me bigihîne sîrate’l musteqîm (ser rêya rast).
Ayet: 213Rûpel: 32
Hemû însan berê de (li ser tewhîdê) yek ummetek bûn. (Ketin îxtîlafê.) Allah (ji bo îxtîlafa wan biborîne) gelek pêxemberên mizgînvan û hişyarker şandin. Bi wan re Kitêbên heq jî şandin da ku di navbera mirovan de li ser a bi hev ketine de hukim bidin. Ji xeynî yên Ehlê Kitêb di rastîya vê heqîyê de kes nekete îxtîlafê; piştî delîlên eşkere ji wan re hatin ji ber çavnebarîtîya/bitirtîya di navbera xwe de der heqê wê (Kitêbê) de ketin îxtîlafê. Allah bi destûra xwe, yên îmân anîne gihande rastîya tiştên ku wan li ser îxtîlaf dikirin. Allah ji bo kî daxwaz bike wî digihîne rêya rasterast.
Ayet: 51Rûpel: 55
“Bêşik Allah, Rabbê min û Rabbê we ye. Jê re îbadetê bikin. Ev (rêya ku ez we gazî dikimê), sirati’l mustaqîm e/rêya rasterast e.”
Ayet: 101Rûpel: 62
Digel ku ayetên Allah ji we re tên xwendin û pêxemberê wî jî di nav we de ye, çawa hûn ê bibin kafir? Kî xwe bi (rêya) Allah bigire, bêguman wê li ser rêya rast bê hîdayetkirin.
Ayet: 68Rûpel: 88
Û me yê berê wan bidana ser rêya rasterast.
Ayet: 175Rûpel: 104
Ew ên îmân bi Allah anîne û xwe pê ve girtine wê (Allah) wan bêxe rahmetek û lutf û îhsaneke ji bal xwe û wê wan li ser hîdayetê rasterê bike (ku bi vê rêyê wê bigihîjin Allah).
Ayet: 16Rûpel: 109
Allah, kesê ku pê (bi Kitêb û pêxember re), tabiê rizaya wî dibe digihîjîne rêya herî rast û bi îzna xwe wan ji tarîtîyan derdixîne ronahîyê û li ser rêya rast hîdayet dike.
Ayet: 39Rûpel: 131
Ew ên ayetên me derewandine, ker û lal ên di nava tarîtîyê de ne. Allah kî bixwaze dixerifîne û kî jî bixwaze digihîne ser rêya rasterast.
Ayet: 87Rûpel: 137
Me ji bavên wan û ji zurîyeta wan û ji birayên wan jî qismekî (hîdayet kir). Me wan hilbijartin û ew li ser rêya rast hîdayet kir.
Ayet: 126Rûpel: 143
Ev, rêya Rabbê te ya rasterast e. Bêguman em ji qewmekî ku şîretan digirin û difikirin re ayetên xwe bi kitekit/mufesselbûyî beyan dikin.
Ayet: 153Rûpel: 148
Ha ev, rêya min a rasterast e. Bidin pey wê (rê yê). Nedin pey rêyên ku (we) ji rêya wî (ji rêya Allah a rasterast) vedigerînin. Bi vêya şîret li we kir, hêvî heye ku hûn xwe biparêzin.
Ayet: 161Rûpel: 149
Bibêje: “Bêguman Rabbê min ez gihandim ser rêya rasterast. Dînê Îbrahîm, ya ripîrast/qewî û henîf. Ew ne ji muşrîkan bû.”
Ayet: 16Rûpel: 151
Got: “Ji ber ku te ez rêwinda kirim, ez ê jî ji bona ku berê wan (însanan) bi rêşaşîyê ve bidim li ser rêya te ya rast rûnim.”
Ayet: 25Rûpel: 210
Allah, gazî darûs’selamê (cennetê) dike û ew kî daxwaz bike digihîjînê ser rêya rast.
Ayet: 41Rûpel: 263
Rastîya vê rêyê ku ev rêyeke rasterast e, di bin ewlehîya min de ye.
Ayet: 121Rûpel: 280
Ji nîmetên wî (Allah) re şikur dikir. (Allah) ew hilbijart û wî gihande rêya rast.
Ayet: 36Rûpel: 306
(Îsa got:) “Bêguman Allah Rabbê min e jî û Rabbê we ye jî. (Herwiha) ji wî re îbadet bikin. Rêya rasterast ev e.”
Ayet: 54Rûpel: 337
(Wekî din) ji bo ku ew ên ilim ji wan re hatîye dayîn bizanibin ku ev (Qur'an) ji Allah e û bi wê îmân bînin û qelbê wan bi dilnizmî teslîmî (hukmên wê) bibe (wiha dike). Bêşik Allah, mumînan li ser hîdayetê rasterê dike.
Ayet: 73Rûpel: 345
Bêguman ku tu, wan gazî rêyeke rasterast dikî.
Ayet: 46Rûpel: 355
Sond be me ji we re ayetên eşkere/raveker nazil kiriye. Allah, kî bixwaze wî rasterê dike.
Ayet: 4Rûpel: 439
(Bêguman tu,) li ser rêya rast î.
Ayet: 61Rûpel: 443
“(Ma min negotibû) ji min (tenê) re evdîtîyê bikin. Rêya rasterast ev bixwe ye.”
Ayet: 52Rûpel: 488
Bi vî awayî me ji emrê xwe rûhek/Qur'an li te wehîy kir. Te nizanîbû Kitêb û îman çî ye. Lê, me ew kir nûrek ku bi wê em ji evdên xwe ji kî re bixwazin wî digihînin hîdayetê. Bêguman tu, digihînî ser rêya rasterast.
Ayet: 43Rûpel: 491
Tu xwe têr şidandî bi wehîyê ve bigire. Bêşik tu, li ser rêyeke rasterast î.
Ayet: 61Rûpel: 493
Bêguman ew (Îsa) ji bo qiyametê agahî ye (ji nêzîkahîya rabûna qiyametê re elamet e). Nexwe tê de qet li ber gumana nekevin û bibin tabiê min. Ev, rêya rasterast e.
Ayet: 64Rûpel: 493
“Bi rastî Allah, Rabbê min û Rabbê we ye jî. Îbadetê wî bikin. Ev, rêya rasterast e.”
Ayet: 2Rûpel: 510
Ji bo ku Allah, gunehên te yên borîne û yên heta îro hatine mexfîret bike û nîmetên xwe yên li ser te temam bike û te rabigihîne ser rêya rasterast.
Ayet: 20Rûpel: 512
Allah, weada gelek xenîmetên ku hûn ê bi dest xwe bixin daye we. (Ev a we niha bi dest xistîye, nîmeteke) ku bi lez daye we. Destên însanan (ya ji bo zerar dayînê) ji we kişandîye. (Ev hemû,) ji bo ku ji mûmînan re bibe delîlek (ku Allah weada xwe anîye cih) û ji bo we rabigihîne ser rêya rasterast e.
Ayet: 22Rûpel: 562
Gelo ma ew kesê deverû (ku li rast û çepê xwe nanêre) dimeşe an ew ê ku li ser rêyeke rast û yeknesak/riprast dimeşe? (Ka bibêjin: Ji van herduyan kîjan) ji bûyîna ehlê hîdayetê çêtir layiq e?