Şirk û Amelên Şirkê

MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

30ayet hatin dîtin
Şirk û Amelên Şirkê
1

Bakara

Ayet: 165Rûpel: 24

Here Ayetê

(Digel van heqîqeta dizanin jî) ji însanan hin kes hene ku ji xeynî Allah hin heyînên din ji Allah re hinkûf/şirîk çêdikin û bi qasî ji Allah hez dikin, ji wan jî hez dikin. Lê ew ên îmân anîne ji her tiştî zêdetir ji Allah hez dikin. Ew ên zilimkar dema ku ezabê dibînin wê fêm bikin ku hemû hêz/quwwet aîdê Allah e û Allah xwedî ezabeke şedîd e.

2

Nisâ

Ayet: 36Rûpel: 83

Here Ayetê

Ji Allah re îbadetê bikin û qet tiştekî ji wî re nekin şirîk. Li dê û bav û eqrebayan û li sêwî û belengazan û li cîranên xwe yên nêz û dûr û li hevalên cem xwe û li rêwîyên di rê de mane û li ew ên li ber destê we ne (kole û carîye) re qencîyê bikin. Bêguman Allah ji wan kesên mezinayî û quretîyê dikin hez nake.

3

En'âm

Ayet: 14Rûpel: 128

Here Ayetê

Bibêje: “Digel ku xaliqê erd û esmanan Allah e û ew riziq dide û (ji hêla tu kesî ve) nayê xwedîkirin, ma ez ji Allah pê ve çawa yekî din ji xwe re dost bigirim?” Bibêje: “Bêguman li min hate fermankirin ku ez bibim ji ewilê muslîman/ew evdên ku şirkê terk kirine û li ser tewhîdê berê xwe dane Allah.” Û (ji min re wiha hat gotin:) “Nebe ku tu bibî ji muşrîkan.”

4

En'âm

Ayet: 56Rûpel: 133

Here Ayetê

Bibêje: “Bêguman ez, ji îbadeta ku hûn ji Allah pê ve ji wan re dikin, hatim menkirin.” Bibêje: “Ez tabiê hewayên we nabim. (Eger ez tabîê we bibim) bi rastî ez ê bibim ji rêşaşan û ew ên ku rêya heq nedîtine.”

5

En'âm

Ayet: 88Rûpel: 137

Here Ayetê

Ev, hîdayeta Allah e. Ji evdên xwe kîjanê bixwaze, wî bi vêya hîdayet dike. Eger ji Allah re şirîk çêbikirana muheqeq wê hemû tiştên ku kiribûn pûç bibûna.

6

En'âm

Ayet: 151Rûpel: 147

Here Ayetê

Bibêje: “Werin ez tiştên ku Rabbê we ji we re heram kiriye bixwînim. Qet tu tiştekî jê re nekin şirîk, li dê û bavê xwe qencîyê bikin, ji tirsa feqîrtîyê zarokên xwe nekujin -em we jî û wan jî dirizqînin-. Dizî dibe eşkere dibe nêzî fuhşîyatê nebin. Bi neheqî canê ku Allah (kuştina wî) heram kiriye nekujin.” (Allah) van li we ferman kiriye da ku hûn têbigihîjin/aqil bikin.

7

A'râf

Ayet: 33Rûpel: 153

Here Ayetê

Bibêje: “Rabbê min ji bo we (ne tiştên ku we ji cem xwe lihev anîne) çi bi dizî û çi bi eşkerehî û hemû fihûş û guneh û êrîşên bi neheqî û beyî ku delîlekê we hebe hûn ji Allah re şirîkan çekin û der heqê Allah de ku hûn bi nezanî xeber bidin, (Allah) heram kiriye.

8

Yûnus

Ayet: 105Rûpel: 219

Here Ayetê

Û bi henîftî berê xwe bide dîn! Nebe tu bibî ji muşrîkan!

9

Yûnus

Ayet: 106Rûpel: 219

Here Ayetê

Ji xeynî Allah dûa/lavayî ji wan heyînên ku kar û zerara wan nagihîje te neke. Eger tu wisa bikî bêguman tu yê bibî ji zaliman/ji muşrîkan.

10

Yûsuf

Ayet: 38Rûpel: 239

Here Ayetê

“Min da pey dînê bavên xwe Îbrahîm û Îshaq û Yaqûb. Ji me re nabe ku em bi tiştekî ji Allah re şirîkan çêbikin. Ev hem ji me re hem jî ji însanan re lutf û îhsana Allah e. Lê pirên însanan şikur nakin.”

11

Ra'd

Ayet: 36Rûpel: 253

Here Ayetê

Ew ên ku me Kitêb dane wan bi wê (Qur'an) a ku me ji te re nazil kiriye kêfxweş dibin. Lê komek di nava wan de heye ku qismekî jê înkar dikin. Bibêje: “Li min hatîye emirkirin ku ez ji Allah tenê re îbadet/evdîtî bikim û qet tu tiştekî ji wî re nekim şirîk. Ez bi tenê dawetî wî dikim û vegera min jî jê re ye.”

12

Nahl

Ayet: 51Rûpel: 271

Here Ayetê

Allah got: “Du îlâhan negirin. Ew, yek îlâhek tenê ye. Enceq ji min bitirsin.”

13

Nahl

Ayet: 73Rûpel: 274

Here Ayetê

Ew (muşrîk) ji Allah pê ve ji tiştên ku li erd û esmanan qet nikarin rizqekî bidin û tu carî nikarin (vêya bikin) re îbadet dikin.

14

Nahl

Ayet: 74Rûpel: 274

Here Ayetê

(Bi şibandina Allah bi hin heyînên din û bi şibandina hin heyînên din jî bi Allah) li ser Allah qet tu mînakan/mîsalan nedin. (Mîsala der barê Allah de bê dayîn enceq) Allah dizane, hûn nizanin.

15

İsrâ

Ayet: 22Rûpel: 283

Here Ayetê

Digel Allah îlâhekî din negire/danehêne! Nexwe tu yê wek zemkirî û bêalîkar matmayî bimînî.

16

İsrâ

Ayet: 39Rûpel: 285

Here Ayetê

Ha ev, ew hikmet in ku Rabbê te ji te re wehîy kirine. Digel Allah îlâhekî din negire/danehêne! Nexwe tu yê wek zemkirî û qewirandî bi cehennemê ve bêyî avêtin.

17

İsrâ

Ayet: 40Rûpel: 285

Here Ayetê

Ma Rabbê we bi dayîna wan, ji we re zaroyên kurîn û ji bo xwe jî ji melâîketan keç hilbijartîye? Bêşik hûn gotineke pir mezin dibêjin.

18

İsrâ

Ayet: 111Rûpel: 292

Here Ayetê

Bibêje: “Hemd ji Allah re ye ku ji xwe re zarok negirtîye û di hakimîyeta wî/di serwerîya wî de şirîkê wî tune û (ew ku) ji ber acizîyê/zeîftîyê jî hewcedarîya wî bi dost girtinê tune ye. Û wî tekbîr/mezin bike.”

19

Kehf

Ayet: 5Rûpel: 293

Here Ayetê

Li ser vê mijarê ne zanîna wan û ne jî yê bav û kalên wan heye. Ev gotina/peyva ji devê wan derdikeve çi qas mezin e! Ew bitenê derewan dikin.

20

Kehf

Ayet: 110Rûpel: 303

Here Ayetê

Bibêje: “Ez jî enceq wekî we beşerek im. Ji min re wiha tê wehîy kirin ku: ‘Îlâhê we enceq yek îlâh e.’ Êdî kî hêvî dike ku wê rastî Rabbê xwe bê (û mukâfatekê jê bistîne) bila amelên salih bike û qet tu tiştî ji Rabbê xwe re şirîk çêneke.”

21

Hac

Ayet: 26Rûpel: 334

Here Ayetê

Bi bîr bîne! Dema ku me cihê Beytê/Kâ'beyê nîşanî Îbrahîm dabû û (me wiha wehîy kiribû): “Qet tu tiştekî ji min re neke şirîk. Mala min/Beyta min ji bo tewafkeran û qaîman (yên qiyam dikin) û rukûvanan û secdebiran re paqij bike. “

22

Hac

Ayet: 31Rûpel: 335

Here Ayetê

Ji wî re qet tu şirîk çênekin û (bi terikandina her cureyên wê) bi henîftî (evana bikin). Kî jî ji Allah re şirîk çêke her wekî wî kesê ye ku ew ji asîman ketîye xwarê û ew hêj li hewayê teyr xwe lê bidin (û parçe parçe bikin) an jî ba wî bi cihekî xewle û dûr ve berhewa bike.

23

Şuarâ

Ayet: 213Rûpel: 375

Here Ayetê

Ligel Allah ji îlâhekî din re dûa neke. Paşê tu yê bibî ji ew ên tên ezabkirinê.

24

Kasas

Ayet: 88Rûpel: 395

Here Ayetê

Ligel Allah ji îlâhekî din re dûa neke. Ji wî pê ve qet tu îlâh (ên ku îbadetê heq dikin) tune. Ji xeynî wî wê her tişt helak bibe. Hukim bitenê aîdê wî ye. Hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.

25

Rûm

Ayet: 13Rûpel: 404

Here Ayetê

Qet tu şirîkên ku (ji Allah re) çêdikirin ji bo wan nabin şefaetvan û hetanî ew bixwe wê şirîkên xwe înkar bikin.

26

Lokmân

Ayet: 13Rûpel: 411

Here Ayetê

Dema ku Luqman şîret dida kurê xwe wiha gotibû: “Kurê min! Ji Allah re şirîkan çêneke! Bêguman şirk, zilmeke mezin e.”

27

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 66Rûpel: 473

Here Ayetê

Bibêje: “(Bi sedema) delîlên vikîvekirî ku ji min re hatine ez ji îbadeta wan (heyînên ku) hûn dûa/lavahî li wan dikin hatime men kirin. Û ez bi teslîmîyeta Allahê Rabbê aleman re hatime emirkirin.”

28

Şûrâ

Ayet: 6Rûpel: 482

Here Ayetê

Ew ên dev ji Allah berdane û ji xwe re dostên din girtine (hene!) Allah li ser wan çavnêr e. Tu li ser wan ne wekîl î.

29

Zâriyât

Ayet: 51Rûpel: 521

Here Ayetê

Ligel Allah ji xwe re îlâhekî din negirin. Qet tu guman tune ku ez, hişyarkerekî vikîvekirî û ji terefê wî ve (hatime şandî) me.

30

Cin

Ayet: 18Rûpel: 572

Here Ayetê

Qet guman tune, mescîd aîdê Allah in. (Di wê rewşê de), ligel Allah ji yek (îlâhekî) din re dûa nekin.