Bakara
Ayet: 77Rûpel: 11
(Qey ew) nizanin ku Allah bi tiştên ew vedişêrin û yên ku bi eşkerehî dikin dizane?
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 77Rûpel: 11
(Qey ew) nizanin ku Allah bi tiştên ew vedişêrin û yên ku bi eşkerehî dikin dizane?
Ayet: 3Rûpel: 127
Allahê ku li erd û esmanan (evdîtî lê te kirin) ew e. Bi veşarîtîyên we jî û bi eşkerehîyên we jî dizane. Bi tiştên we qezenc kiriye jî dizane.
Ayet: 73Rûpel: 135
Ew e, yê ku erd û asîmân bi heqî xuliqandîye. Roja ku bibêje: “Bibe!/Çêbe!” di heman demê de (her daxwaza wî) çêdibe. Peyva wî heq e. Roja ku li sûrê bê pifkirin jî milk/serwerî bitenê yê wî ye. Ew bi tiştên xeybê (nexuya) û bi tiştên eşkere (xuya) dizane. Ew, (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Ayet: 78Rûpel: 198
Ma qey ew nizanin ku Allah bi sirrên wan jî û bi xeberdanên wan ên dizî jî seh dike û agahîyên xeybê ye?
Ayet: 105Rûpel: 202
Bibêje: “Amel bikin! Allah û Rasûlê wî û mumînan dê kar û kirinên we bibînin. (Paşê) hûn ê bal bi agahîyên xeyb û eşkerehîyê ve bên vegerandin. Ew ê jî wê agahîya kar û kirinên we bide we.”
Ayet: 9Rûpel: 249
Xwedîyê agahîya xeybê û şahidîyê ew (ê herî mezin) Kebîr û (bi zat û sifetên xwe yê herî bilind) Muteal e.
Ayet: 19Rûpel: 268
Allah bi tiştên ku hûn vedişêrin jî û eşkere jî dikin dizane.
Ayet: 23Rûpel: 268
Çare tune! Bêguman Allah tiştên ku vedişêrin û eşkere dikin jî dizane. Bêşik ew, ji kesên qure hez nake.
Ayet: 7Rûpel: 311
Eger tu gotinê bi eşkerehî bêjî jî (nebêjî jî ferq nake). Ew (Allah) ya ku sir e (tiştê di dilê te de) û ya ku jê veşarîtir e (hêj ne ketîye dilê te) jî dizane.
Ayet: 110Rûpel: 330
“Bêguman ew, bi gotina eşkere jî û ya ku hûn vedişêrin jî dizane.”
Ayet: 92Rûpel: 347
Ew alîmê (alema) xeybê û eşkerehîyê ye. Ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berztir/bilindtir e.
Ayet: 16Rûpel: 411
“Kurê min! Eger (amelê te) bi qasî heba/liba xerdelê be û ew di nav zinarekî de an li esmanan an jî di (kûrahîya) erdê de be jî Allah (roja qiyametê) wî tîne. Lewre Allah, (yê ku bi ilmê xwe nifûzê her tiştî dike û xwedî lutûf û îhsan) Latîf û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.”
Ayet: 6Rûpel: 414
Va ew (Allah) ê xwedî agahîya xeyb û darîçav, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 54Rûpel: 424
Hûn tiştekî eşkere bikin jî û veşêrin jî bêşik Allah, bi her tiştî dizane.
Ayet: 46Rûpel: 462
Bibêje: “Ya Allahê min ê xaliqê erd û esmanan û xwedîyê agahîyên xeyb û eşkerehîyê! Di navbera evdên xwe de li ser ya ku tê de ketine îxtîlafê de, ew ê ku hukim dide tu yî.
Ayet: 18Rûpel: 516
Qet tu guman tune ku Allah, xeyba erd û esmanan dizane. Allah, karên we dibîne.
Ayet: 7Rûpel: 542
Ma tu nabînî, ku çi tiştên li erd û esmanan hene Allah bi wan hemûyan dizane? Sê kesên ku di navbera xwe de pistepistê dikin çaremînê wan muheqeq ew (Allah) e. Şeşemînê pênc kesan jî teqez ew (Allah) e. Çi kêmtir û çi zêdetirê wan (ferq nake), her li ku derê bin (Allah) ligel wan e. Paşê roja qiyametê dê wan bi kirinên wan agahdar bike. Bêguman Allah zanayê her tiştî ye.
Ayet: 22Rûpel: 547
Ew Allah e ku; ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Xwedîyê agahîya xeyb û şehadetê/darîçavan e. Ew, (yê ku di nefsa xwe de xwedî merhamet) Rahmân û (yê ku rahmeta xwe li ser evdên xwe direşîne) Rahîm e.
Ayet: 1Rûpel: 548
Gelî ew ên îman anîne! Hûn, kesên dijminê min û yê we ne ji xwe re nekin dost/welî. Digel ku ew, heqîya ji we re hatîye înkar dikin jî hûn ji wan re rapêşîya hezkirinê dikin (agahî û sirrên mûmînan digihînin wan). (Hal ev e ku wan,) ji ber ku we îman bi Allahê ku Rabbê we ye anîbû, pêxember û hûn (ji Mekkeyê) derxistibûn. Eger hûn bi armanca cîhada di rêya min de û bi dest xistina razîbûna min derketibin (rê), ma (çawa dibe) ku hûn (di dilê xwe de) ji wan re hezkirineke bi dizî bihewînin. Ez bi ya ku hûn vedişêrin jî û bi ya ku hûn eşkere dikin jî dizanim. Ji we kî vêya bike (hez wan bike û agahîyên mûmînan bigihîne wan) bêguman, ew ji rêya rasterast averê bûye.
Ayet: 8Rûpel: 552
Bibêje: “Ew, mirina ku hûn jê direvin, qet tu guman tune ku wê bigihîje we. Paşê hûn ê bi bal (Allah) ê xwedî agahîya (alema) xeybê (ya nexuya) û (alema) şehadetê (ya eşkere) dizane ve bên vegerandin û wê ji karûkirinên we hûn agahdar bike.”
Ayet: 4Rûpel: 555
Bi tiştên li erd û esmanan dizane. Tiştê ku hûn vedişêrin jî û eşkere dikin jî dizane. Allah, tiştê di singan de veşartî ye dizane.
Ayet: 18Rûpel: 556
Xwedîyê agahîya xeyb û şehadetê ye. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 13Rûpel: 562
Hûn peyva xwe dixwazin eşkere bêjin û dixwazin veşêrin (li cem Allah yek e). Lewre ew, tiştên di singan de ye dizane.
Ayet: 14Rûpel: 562
Ma yê ku xuliqandibe, qet nizane? Ew, (yê ku bi ilmê xwe nifûzê her tiştî dike û xwedî lutûf û îhsan) Latîf û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
Ayet: 26Rûpel: 572
(Ew,) zanayê xeybê ye. Qet tu kesî muttalîyê/pêagahdarê xeyba xwe nake.