Bakara
Ayet: 123Rûpel: 18
Xwe ji rojeke wisan biparêzin ku (ew roj) qet tu nefis nakeve şûna nefsekê din (kes di ber kesekî de nayê cezakirin) û ji tu kesî fidye nayê qebûlkirin û şefaet bi kêrî kesî nayê û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 123Rûpel: 18
Xwe ji rojeke wisan biparêzin ku (ew roj) qet tu nefis nakeve şûna nefsekê din (kes di ber kesekî de nayê cezakirin) û ji tu kesî fidye nayê qebûlkirin û şefaet bi kêrî kesî nayê û alîkarî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 282Rûpel: 47
Gelî ew ên îmân anîne! Dema we tiştek heta wexteke navlêkirî/demeke bellî bi deyn da hevdu, wî binivîsin. Bila katibek/nivîsvanek ji nav we bi edalet binivîse. Ew katib weke ku Allah pê daye zanîn xwe ji nivîsê nede paş û bila binivîse. Bila deyndar jî deynê xwe bide nivîsandin û ji Allahê ku Rabbê wî ye bitirse û qet tu tiştekî ji wî (deynê) kêm neke. Eger deyndar aqilsivik be an (ji alî bedena xwe ve) zeîf be an jî ew bixwe nikaribe binivîse, bila welîyê wî bi edalet bide nivîsandin. Ji zilamên ku ji we ne du şahid bigirin. Eger hûn du zilam nebînin, ji şahidên ku hûn ji wan qayîl in, zilamek û du jin bila şahidîyê bikin. (Hikmeta ku du jin dikeve şûna zilamekî de ev e) eger yek ji wan ji bîr bike jî da ku ya din bi bîra wê bîne. Dema şahid ji bo şahidîyê hatin gazîkirin bila xwe nedin paş. Biçûk an mezin (deynên xwe) hetanî qewlê wî ji bo nivîsandinê sistahîyê nekin. (Nivîsandina we ya her cureyê deynan) li îndallah/li cem Allah şahidîya herî dadwer/adil û xurttir û ji bo ku hûn nekevin gumanê ya herî munasib e. Lê belê eger hûn di navbera xwe de (weke esnafî û gerokerî û bazarên mihela) danûstendinekî daîmî (pêşîn) bikin û vêya nenivîsin ji we re guneh tune. Dema danûstendinê de şahidan ji xwe re bigirin. Bila neheqî li nivîsvan/katib û şahidan neyê kirin. Eger (ji ber nivîsvanî an şahidî hûn zerarê bidin van însanan) ev ji bo we fisq/guneh e. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Allah, hînî we dike. Allah zanayê her tiştî ye.
Ayet: 182Rûpel: 73
Ev (ceza), berdêla/gerewa (kirinên) ku we teqdîm kiriye ye. Bêguman Allah, li dij evdên xwe ne zilimkar e.
Ayet: 111Rûpel: 95
Kî jî gunehekî kiribe wî, ew di aleyha xwe de kiriye. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 112Rûpel: 95
Kî jî xetayekî an jî gunehekî bi dest xistibe, paşê bavêje ser masûmekî, bêguman wî bêbextî û gunehekî vikîvekirî li xwe bar kiriye.
Ayet: 123Rûpel: 97
(Kî wê biçe cennetê an jî cehennemê) ne bi hêvîyên/bi xwezîyên we û ne jî bi yên Ehlê Kitêb çêdibe. Kî xerabîyekî bike bi wî tê cezakirin. Û ew ji bo xwe ji Allah pê ve ne dosteki û ne jî alîkarekî dibîne.
Ayet: 160Rûpel: 149
Kî bi qencîyekê bê (hizûra Allah) ji wî re bi qasî deh qatî wê berdêl bê dayîn. Kî jî bi xerabîyekê were ew ê tenê bi qasî wê bê cezakirin. Neheqî jî li wan nayê kirin.
Ayet: 115Rûpel: 204
Piştî ku Allah qewmekî hîdayet kiribe heta tiştên (hukmên) ku xwe jê diparêzin ji wan re eşkere neke, wan naxerifîne. Bêguman Allah bi her tiştî dizane.
Ayet: 15Rûpel: 282
Kî bigihîje hîdayetê ew ji bo xwe gihîştîye hîdayetê. Kî jî bixerife di eleyha xwe de dixerife. Qet tu gunehkarek gunehê kesekî din hilnagire. Em heta pêxemberekî neşînin (li civakekî) ezab nakin.
Ayet: 34Rûpel: 284
Hetanî azeb bibin/bigîjin kemalê, bi awayekî xweşik pê ve nêzîkî malê sêwîyan nebin. Wefakarê ehdê xwe bin. Lewre her ehd, berpirsîyarî ye/mesûlîyet e.
Ayet: 36Rûpel: 284
Ne de pey tiştê ku tu nizanî! Lewre gûh û çav û qelb ji van (ji tiştê dîtîye û bihîstîye û nîyet kiriye) hemû mesûl e.
Ayet: 84Rûpel: 289
Bibêje: “Herkes li gorî xûy/tebîet/meşreba xwe tevdigere. Ji we kî li ser rêya rast be Rabbê we herî çêtir dizane.”
Ayet: 29Rûpel: 296
Bibêje: “Heq ji Rabbê we hatîye. Êdî kî dixwaze bila îmân bîne û kî jî dixwaze bila bibe kafir.” Bêguman me ji zaliman re agireke wisan amade kiriye ku diwarên wê ew ji her alîyê ve dorpêç kiriye. Eger alîkarîyê bixwazin wê bi aveke wekî madena helandî ku (dema nêz dibe) rû dişewitîne û diperitîne dê bi hawara wan ve bê. Çi vexwarineke xerab û çi warekî xerab!
Ayet: 57Rûpel: 299
Ma ji wî kesê ku bi ayetên Rabbê xwe hatibe hişyarkirin û paşê berê xwe jê vegerandibe û tiştên bi destê xwe (pêk anîye) teqdîm kiriye zalimtir kî heye? Bêguman me li ser qelbê wan perde û di guhên wan de jî giranî danî da ku ew tênegihîjin. Eger tu bi bal hîdayetê ve gazî wan bikî jî ew ebedîyen rasterê nabin.
Ayet: 10Rûpel: 332
Tiştên ku destên te (pêk anîye) teqdîm kiriye, ev in. Bêguman Allah ji evdên xwe re ne zilimkar e.
Ayet: 76Rûpel: 340
(Ew) ya bi pêşîya wan de jî û ya bi dawîya wan de jî dizane. Hemû kar bi bal Allah ve tên vegerandin.
Ayet: 47Rûpel: 390
Eger dema ji ber tişt (amel) ên teqdîm kirine musîbetek tê serê wan wiha negotibana: “Rabbê me! Te ji me re pêxemberek bişandiba da ku me bida pey ayetên te û em bibûna ji mumînan.” (Berîya ku em ji wan re pêxember bişînin me yê wan ceza bikirana).
Ayet: 15Rûpel: 404
Ew ên îman anîne û amelên salih kirine jî wê di nav bexçeyeke cennetê de bên hewandin û naîlî îkramê dibin.
Ayet: 41Rûpel: 407
Ji ber karên (gunehên) ku însanan bi dest xistine, di behr û berîyê de fesat dest pê kir. (Allah) qismekî (cezayê) amelên wan bi wan dide tamkirin, dibe ku vegerin (îslâmê).
Ayet: 44Rûpel: 408
Her kî berê xwe bide kufrê, di aleyha wî de ye. Kî jî amelê salih bike, êdî ew xwe ji bo (cihên xwe yê cennetê) amade dikin.
Ayet: 33Rûpel: 413
Gelî însanan! Hûn xwe ji Rabbê xwe biparêzin û ji rojeke wisan bitirsin ku; (wê rojê) qet tu bav nikare feyde bide kurê xwe û feyda tu kurî jî ji bavê wî re tune. Bêguman weada Allah heq e. Nebe ku hûn bi jiyana dinyayê bixapin. Ew (şeytan) ê pir xapînoker bila we bi Allah nexapîne.
Ayet: 24Rûpel: 445
Wan bisekinînin, lewre ew wê bên pirsyarkirin.
Ayet: 7Rûpel: 458
Eger hûn beralîyê kufrê bibin, bêşik hewcedarîya Allah bi we tune û ew ji bo evdên xwe bi kufrê qayîl nabe. Hûn şikur bikin wê jê (ji şukra we) razî bibe. Qet tu gunehkarek, gunehê kesekî din nakişîne. Paşê vegera we bal bi Rabbê we ve ye. Ew, hûn ji karûkirinên we agahdar dike. Lewre ew, tiştê di dilan de veşartî ye dizane.
Ayet: 15Rûpel: 483
Tu (bi bal tewhîdê ve) bivexwîne/dawet bike. Wekî ku tu pê hatî fermankirin rasterast be. Nebe tabiê hewayên/hewesên wan. Û bibêje: “Min, bi her Kitêba ku Allah daxistîye îman anî. Ez di navbera we de bi (hukimdayîna li ser) edaletê hatime emirkirin. Allah, Rabbê me û Rabbê we ye jî. Amelên me ji me re û amelên we jî ji we re ne. Di navbera me û we de huccet (delîl anîna wek bi berhemberî û nîqaş) nîne. (Lewre heq, vikîvekirî li holê ye.) Allah, wê me hemûyan li cem hev bicivîne. Veger jê re ye.
Ayet: 30Rûpel: 485
Her çi mûsîbetê bê serê we, ji sedema ew tişt (guneh) ên we bi dest xistine ye. Herwiha (Allah) pirên wan jî efû dike.
Ayet: 15Rûpel: 499
Her kî amelê salih bike, ew di leha wî de ye/jê re baş e. Kî jî xerabî bike, di aleyha wî de ye. Paşê hûn ê bi bal Rabbê xwe ve bên vegerandin.
Ayet: 22Rûpel: 499
Allah, erd û esman bi heqî û ji bo ku her nefs berdêla tiştên bi dest xwe xistîye jê re bê dayîn xuliqandîye. Zilim li wan nayê kirin.
Ayet: 19Rûpel: 503
Ji bo her yek ji wan (di berdêla) amelên wan de mertebeyên wan hene. Heta ku amelên wan wê ji wan re bêkêmasî bê dayîn û neheqî li wan nayê kirin.
Ayet: 16Rûpel: 523
“Bikevin wê derê. Êdî hûn dixwazin (ji ezabê re) sebir bikin û dixwazin sebir nekin, ji bo we yek e. Hûn ê bitenê berdêla/gerewa amelên xwe bigirin.”
Ayet: 21Rûpel: 523
Ew ên îman anîne û zurîyeta wan jî li ser îmanê bûne tabiê wan, me zurîyeta wan jî daxilê wan kir û me ji amelên wan qet tu tiştî kêm nekir. Her kes di muqabilê amelê xwe de rehîn e. (Amelên ku kiriye wê aqubeta wî diyar bike.)
Ayet: 31Rûpel: 526
Tiştên li erd û esmanan bitevahî aîdê Allah in. (Aqûbet dê wisan çêbe: Ew) dê wan ên xerabî kirine di berdêla xerabîya wan de ceza bike; û yên qencî kirine jî di berdêla qencîyên wan de bi ya herî xweşik xelat bike.
Ayet: 7Rûpel: 552
Lê belê ji ber karûkirinên xwe yên ku teqdîm kirine (ji ber amelên xwe yên xerab) ew tu carî/ebedîyen mirinê naxwazin. Allah, bi zaliman dizane.
Ayet: 6Rûpel: 559
Gelî ew ên îman anîne! Nefsên xwe/Xwe bixwe û malbata xwe, ji wê agirê biparêzin ku ardûya/şewateya wê însan û kevir in. Li ser wê (agirê) melaîketên dijwar û xwedî hêz hene. Li wan çi emir bê kirin ew bêemrîya Allah nakin û ew tiştê ku pê hatine fermankirin dikin.