Âl-i İmrân
Ayet: 178Rûpel: 72
Ew ên kafir bila zen nekin ew muhleta ku me daye wan ji bo wan xêr e. Em muhletê didin wan da ku gunehên wan zêde bibe. Ji wan re ezabekî riswaker heye.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 178Rûpel: 72
Ew ên kafir bila zen nekin ew muhleta ku me daye wan ji bo wan xêr e. Em muhletê didin wan da ku gunehên wan zêde bibe. Ji wan re ezabekî riswaker heye.
Ayet: 110Rûpel: 140
Wekî ku cara pêşî îmân neanîbûn (ji bo dîsa îman neynin) em qelbên wan û çavên wan diqelibînin. Û em wan di nava tuxyanê de/harbûnê de şaşmayî dihêlin.
Ayet: 112Rûpel: 141
Her wiha me ji her pêxemberî re şeytanên ji cin û însanan kirine dijmin. Ji bo ku hev bixapînin gotinên xemilandî telqîn dikin/pistepistê dikin. Eger Rabbê te bixwesta nikaribûn ev bikirana. (Nexwe) tu wan û bêbextîyên ji ber xwe lihev anîne bi serê xwe bihêle.
Ayet: 137Rûpel: 144
Weke vê, şirîkên wan ji pirên muşrîkan re kuştina zarokên wan da xemilandin. Ji bo ku hem wan helak bike û hem jî dînê wan di aleyha wan de têr guman/tevlîhev bike. Eger Allah bixwesta nikaribûn vêya bikin. Tu wan û bêbextîyên ji ber xwe lihev anîne bi serê xwe bihêle.
Ayet: 158Rûpel: 149
Ma ew (ên ayetên Allah tekzîb dikin/diderewînin û berê însanan jê vedigerînin) qey (ji van pê ve) li hêvîya tiştekî din in ku melâiket an Rabbê te an jî hinek ayetên Rabbê te werin? Roja ku hinek ayetên Rabbê te hatin ew kesê berê de îmân neanîbe an jî bi îmana xwe xêrek bi dest nexistibe, êdî îmana wî feyde nadê. Bibêje: “(De ka) li bendê bisekinin/li hêvîyê bimînin. Bêguman em jî li hêvîyê ne/li bendê ne.”
Ayet: 180Rûpel: 173
Navên herî xweşik (el-esmau’l-hûsna) aîdê Allah in. (Nexwe) ji wî re bi van navan dûa bikin. Dev ji ew ên der heqê navê wî de ketine îlhadê/çewtîyê berdin. Ji ber tiştên ku kirine wê di nêzîk de bêne cezakirin.
Ayet: 186Rûpel: 173
Allah her kî bixerifîne êdî yê ku wî hîdayet bike tune. Wan di nava tuxyanê de bi şaşîtî dihêle.
Ayet: 11Rûpel: 208
Eger wekî ku însanan di xwestina xêran de dilezînin, Allah jî (ji ber beddûayê wan ên dema hêrsbûnê de an jî ber masîyetên dikirin) xerabî/nebaşî bi lez bida wan wê hukmê ecelê wan bidana (wê îşê wan biqedîya). Ew ên hêvî nakin ku diqedîya wê leqayî me bên jî em ê wan di bitirbûna/harîtîya xwe de û di rewşa şaşîtîyê de bihêlin.
Ayet: 19Rûpel: 209
Berê hemû însan (li ser tewhîdê û yên ku dînê Allah qaîm dikirin) yek ummetek bûn. (Paşê) îxtîlaf kirin. Eger ji berê de ji Rabbê te ahdek/hukmek tunebûya wê di navbera wan de li ser wî tiştê ku pê ketine îxtîlafê hikum bihata danîn.
Ayet: 102Rûpel: 219
Ma ew li hêvîya wan rojên (xerab ku hatibû) serê qewmên berî wan pê ve li hêvîya tiştekî din in? Bibêje: “Bisekinin, ez jî bi we re sekinî me.”
Ayet: 32Rûpel: 252
Sond be bi pêxemberên berî te (hatibûn) re jî tinaz hate kirin. Min muhlet da wan kafiran û paşê min bi wan girt. Ka çawa bû cezadayîna min?
Ayet: 10Rûpel: 255
Pêxemberên wan gotin: “Ma hûn der heqê wî Allah ê ku erd û esmanan xuliqandîye de gumanê dikin? (Hal ev e ku ew,) ji bo ku gunehên we efû bike gazî we dike û heta demeke diyarkirî we texîr dike.” Gotin: “Hûn jî wekî me ji beşerek pê ve ne tiştek in. Hûn dixwazin me ji wan tiştên ku bav û kalên me ji wan re îbadet dikirin vegerînin. Ji me re delîleke vikîvekirî/zexm bînin.”
Ayet: 2Rûpel: 261
Demeke wisan dibe ku; ew ên kafir wê gelek caran daxwaz bikin ku muslîm (ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah) bibûna.
Ayet: 3Rûpel: 261
Wan (di halê xwe de bihêle û) biterikîne! Bila bixwin û kêfa xwe bikin û bi hêvîyên pûç mijul bibin. (Çawa be jî ew dê heqîqetê) pir di nêz de bizanibin/fêm bikin.
Ayet: 61Rûpel: 272
Eger Allah ji ber zilma ku însanan kiriye bidarizîne/muhakeme bike li ser rûyê erdê qet tu candarek nedihişt. Lê ew, heta demeke diyarkirî wan dide paş. Dema ecelê wan were ne seatekî paş de dimînin û ne jî seatekî pêş de diçin.
Ayet: 58Rûpel: 299
Rabbê te (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û xwedî merhamet e. Eger ji ber kar û kirinên wan ve wan daraz/muaxeze bikira wê bi lezgînî ezab bigihandiba wan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, weadeke wan a pevgihîna (ezabê) heye û qet tu sitargehekê (ku xwe biparêzin) jî nabînin.
Ayet: 128Rûpel: 320
Berî wan ji alî me ve helakkirina pir qewman jî ew negihandin heqîqetê/hîdayetê? Ew bixwe di navbera avahîyan (wan wêranên ji helakê paş de mane) de digerin (û rêç û şopa helakê dibînin). Bêşik di vê de ji bo aqilmendan ayet hene.
Ayet: 129Rûpel: 320
Eger ji Rabbê te ve di berê de sozê/hukmê wî demeke diyarkirî nebûya (wê helaka wan) çarenîn/jênerev bûna.
Ayet: 108Rûpel: 330
Bibêje: “Ji min re wiha tê wehîykirin ku ‘Îlâhê we enceq yek îlâhek e’. Ma hûn ê bibin ji muslîm ên (ku şirkê terk dikin û li ser tewhîdê) berê xwe didin Allah?”
Ayet: 111Rûpel: 330
“Ez nizanim, dibe ku ev (nediyarîbûna dema vê ezaba ku hûn pê hatine tehdîtkirin), ji we re fitneyek be an jî dibe ku heta demeke diyarkirî xweşîyek be.”
Ayet: 42Rûpel: 336
Eger te biderewînin bêşik berîya wan qewmê Nûh û Âdem û Semûd jî derewandibûn.
Ayet: 43Rûpel: 336
Qewmê Îbrahîm û qewmê Lût jî...
Ayet: 44Rûpel: 336
Xelkê Medyenê jî... Mûsa jî hatibû derewandin. Min jî muhletekî dabû ber kafiran û paşê wan (bi ezab) girtibû. Gelo çawa bû (li dij derewandina wan) înkara/neqayîlîya min?
Ayet: 54Rûpel: 344
Êdî hetanî demeke diyarkirî (ku ezab bê) tu wan di nava xefleta wan de terk bike.
Ayet: 55Rûpel: 344
Ew zen dikin ku bi mal û zarokên ku me pê piştgirîya wan kiriye,
Ayet: 56Rûpel: 344
Ji bo ku em xêrxwazîyê hanhanka/zûzûka rabigihînin wan. (Nexêr, ne wekî zena wan e!) Ew ne di wê şiûrê de ne (ku em wan gav bi gav nêzî ezabê dikin).
Ayet: 65Rûpel: 403
Dema ku ew li keştîyê siwar dibin, dîn ji Allah re xalis dikin (bê şirîk çêkirin) bi dilekî safî ji Allah re dûa dikin. Dema ku wan xelas dike û bi silametî derdixîne bejîyê, (tu dibînî ku) di heman demê de şirîkan çêdikin.
Ayet: 66Rûpel: 403
Bila ew nîmetên ku me daye wan înkar bikin û kêfa xwe bikin (em binêrin)! Di demekî pir nêz de wê bibînin/fêm bikin.
Ayet: 45Rûpel: 439
Allah, ji ber tiştên ku bi dest xwe xistine ve eger wan ceza bikirana, wê li ser rûyê erdê zindîyek tenê jî nehiştibûya. Lê belê wan heta demeke diyarkirî texîr dike. Axir dema ecelê wan bê (wê fêm bikin ku;) bêguman Allah, li ser evdên xwe binende ye.
Ayet: 8Rûpel: 458
Dema tengezarîyek digihîje însan, berê xwe dide Rabbê xwe û dûa dike. Paşê (di şûna wê tengasîyê de) dema ji cem xwe nîmetekî didê, ew wê lavahîya ku berê de dikir ji bîr dike û ji bo ku mirovan ji rêya wî bixerifîne ji Allah re şirîkan çêdike. Bibêje: “Bi kufra xwe hinekî din xweş bijî. Lewre tu ji ehlê agir î.”
Ayet: 45Rûpel: 480
Sond be, me Kitêb da Mûsa. Li ser wê ketin îxtîlafê. Eger ji Rabbê te sozêke di berê de nebûya, helbet wê der heqê wan de hukim bihata dayîn. Bêguman ew, (li dij Kitêbê) di nava gumanekî de ne ku bêaramîtî dide wan.
Ayet: 14Rûpel: 483
Ew piştî ku ilim ji wan re hat, ji ber ji harîtî/hesûdî/çavnebarîya xwe, di navbera xwe de ketin îxtîlafê. Eger heta demeke diyarkirî ew ehda ku Rabbê te dabû nebûya, wê di navbera wan de hukim bihata vebirîn. Bêguman ew ên di pey wan de ji Kitêbê re bibûn waris, di nava gumanekî de ne ku bêaramîtî dide wan.
Ayet: 21Rûpel: 484
Nexwe, hinek şirîkên wan hene ku tiştên Allah destûr nedaye ji xwe re kirine şerîet/qanûn? Eger (li ser paşvexistina/texîrkirina ezaba wan heta qiyametê) ehdeke qethî nebûya, helbet wê di navbera wan de hukim bihata vebirîn. Bêguman ji zilimkaran re ezabekî biêş û jan heye.
Ayet: 83Rûpel: 494
Wan (di halê xwe de) bihêle. Hetanî leqayî ew rojên ku li wan hatine weadkirin bila noqî (kêfê) bibin û pê mijul bibin.
Ayet: 40Rûpel: 569
Bi Rabbê rojhilatan û rojavayan sond dixwim ku, bêguman em kara ne/muqtedîr in.
Ayet: 41Rûpel: 569
Em dikarin ku hinekan ji wan bixêrtir bînin şûna wan û biguherînin… Kes wê nikaribe bikeve pêşîya me (ji ya ku em bikin re bibin manî).
Ayet: 42Rûpel: 569
Hetanî rastî wê roja ku pê hatibûn tehdîtkirin dev ji wan berde bila noqî (batilê) bibin bileyzin (û pêmijul bibin).