Bakara
Ayet: 64Rûpel: 9
Piştî vê (soza xwe) we (dîsa) rû vegerand. Eger li ser we fedl û rehma Allah nebûna, hûn ê bibûna ji ehlê xusranê.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 64Rûpel: 9
Piştî vê (soza xwe) we (dîsa) rû vegerand. Eger li ser we fedl û rehma Allah nebûna, hûn ê bibûna ji ehlê xusranê.
Ayet: 121Rûpel: 18
Ew ên ku me Kitêb daye wan (û bi naveroka wê bawer in û bi pêwistên wê amel dikin); ewana bi heqî wê Kitêbê dixwînin û îmân pê tînin. Kî jî li dij wê bibe kafir, ehlê xusranê ew bixwe ne.
Ayet: 149Rûpel: 68
Gelî ew ên îmân anîne! Eger hûn îtaeta kafiran bikin dê we li ser panîyên we pêlepaş vegerînin û hûn ê xesirandî bizivirin.
Ayet: 119Rûpel: 96
“Ez ê wan bixerifînim û di nava wasewasên (pûç) de wan egle/eware bikim û ez ê jêkirina guhê dewaran û guherandina tiştê (fitreta) ku Allah xuliqandîye li wan emir bikim.” Kî dev ji Allah berde û wî şeytanê asî ji xwe re bike dost, bêguman ew ketîye nava zîyaneke eşkere.
Ayet: 5Rûpel: 106
Îro ji we re tiştên paqij hatine helalkirin. Wekî ku xwarina Ehlê Kitêb û (heywan) ên wan gurandîye ji we re helal in, xwarinên we jî ji wan re helal e. Ji jinên mumîne ên bi îffet û ew jinên ku berî we Kitêb ji wan re hatine dayîn ên biîffet jî bi şertê ku hûn binamûs bin û bi dizî ji xwe re dostan negirin û hûn heqê (mehra) wan bidin, zewaca bi wan re ji we re helal e. Kî îmanê înkar bike (li dij îmanê helwestên kufrê têxe holê) amelên wî betal bûye û ew li axîretê ji zîyandaran e.
Ayet: 30Rûpel: 111
Nefsa wî kuştina birayê xwe jê re (xemilandî nîşan da) hêsan kir. Wî jî ew (birayê xwe) kuşt û bû ji zîyandaran.
Ayet: 53Rûpel: 116
Ew ên mumîn dibêjin: “Ma ew ên ku bi hemû hêza xwe sondan dixwarin û digotin: ‘Em bi we re ne’ (dostên we yên ku ji bo we qet tu tiştekî nekirin) ev in?” Amel (ên wan) pûç bûne û ew bûne ji ew ên ku xesirîne.
Ayet: 12Rûpel: 128
Bibêje: “Tiştên li erd û esmanan aîdê kî ne?” Bibêje: “Aîdê Allah in.” Wî, rahmetê li ser xwe nivîsandîye. Sond be roja qiyametê ya ku tê (di rabûna wê) de qet tu guman tune, dê we hemûyan li hev bicivîne. Ew ên ku xwe xisirandine/zerar kirine! Ew îmân nayînin.
Ayet: 20Rûpel: 129
Ew ên me Kitêb daye wan her wekî ku zarokên xwe nas dikin, wî (û sifetên pêxemberîya wî) jî nas dikin. Lê ew ên xisar/zerar dane nefsa xwe, îmân nayînin.
Ayet: 31Rûpel: 130
Rastî ev e ku; ew ên leqayîhatina Allah diderewînin, bi ber xusranê ketine. Wisan ku; dema ji nîşka ve qiyametê bi ser wan de tê, gunehên xwe li pişta xwe bar dikin û dibêjin: “Li ser vê texsîrîya ku me ya (li dinyayê) sistayî dikir, xwelî li serê me!” Baldar bin/Dîqat bikin! Ew barê (gunehên) ku hilgirtine çiqas xerab e.
Ayet: 140Rûpel: 145
Ew ên bi nezanî û bêhişî zarokên xwe kuştine û ew ên bêbextîyê li Allah dikin û rizqên ku (Allah) daye wan (ji cem xwe) heram kirine; bi rastî ew di xusraneke qethî de ne, muheqeq ew xerifîne û rêya rast jî nedîtine.
Ayet: 9Rûpel: 150
Wezina kî jî (di amelên salih de) sivik bikişe, ji ber ku ewana li ayetên me neheqî kirine/rûmeta pê hewce nedanê xwe bixwe xusirandine.
Ayet: 23Rûpel: 152
Gotin: “Rabbê me! Bêşik me li nefsa xwe zilim kir. Eger tu me nebexşînî û merhametê li me nekî, bêguman em ê bibin ji ehlê xusranê.”
Ayet: 53Rûpel: 156
Ma ew, ji tewîla/ji pêk hatina wê (heqîqeta ku agahîya wê daye) pê ve li hêvîya tiştekî din in? Roja ku tewîla/pêk hatina wê tiştê (ku pê agahdar bûn) were, ew kesên berê ku ew ji bîr kiribûn wê bibêjin: “Bêguman Rasûlên Rabbê me ji me re ya heq anîbûn. Gelo aniha şefaetvanên ku li me şefaetê bikin (ji bo em ji ezabê Allah xelas bibin) heye? An jî em ê şûnde (li dinyayê) bihatana vegerandin û ji ên ku me berê kiribûn cuda amelên din (amelên ku Allah ji wan razî ye) bikirana?” Muheqeq ewana xwe bixwe xisirandine û ji ber xwe ve bêbextî (û xurafe) yên lihev anîbûn (û li Allah kiribûn) winda bûn çûn.
Ayet: 92Rûpel: 161
Ew ên ku Şuayb derewandibûn (hene); her wekî ku qet li wê derê bi dewlemendî bi cih nebibin... Ew ên ku Şuayb derewandibûn (hene); ew ên esil bi xusranê ve ketibûn ew bixwe bûn.
Ayet: 99Rûpel: 162
Nexwe ew, ji mekrên/ji dafikên Allah ewle/emîn bûn? Lê ji civaka ku li ber zîyanê ketîye pê ve kes ji dafikên Allah emîn nabe.
Ayet: 149Rûpel: 167
Dema (li serê xwe xistin û) poşman bibûn û fêm kiribûn ku di xerifîyê/di rêşaşîyê de ne, gotibûn: “Eger Rabbê me li me neyê rahme û me efû neke, bi rastî em ê bibin ji zîyandaran.”
Ayet: 178Rûpel: 172
Allah, her kî hîdayet kiribe wî, hîdayet dîtîye. Kî jî bixerifîne êdî ew ên bi xusranê ketine ew bixwe ne.
Ayet: 37Rûpel: 180
Ev jî ji bo wê ye ku Allah, yên mirdar û yên paqij (mumîn û kafir û tiştên di rêya Allah de an jî li ser batil tê xerckirin) ji hevdu veqetîne û mirdaran li ser hev kom bike û hemûyan di cehennemê de bicivîne ser hev. Evana, ew ên bi xusranê ketine bixwe ne.
Ayet: 45Rûpel: 213
Roja ku wan (vedijîne û) li hev kom dike, her wekî (li dinyayê) ji xeynî seateke rojê qet li wir nesekinîbin. Wê hevdû nas bikin. Bêguman ew ên leqayîbûna/derketina hizûra Allah derewandine di xusranê de ne. Ewana rêya rast jî nedîtine.
Ayet: 95Rûpel: 218
Û nebe tu bibî ji wan ên ku ayetên Allah diderewînin. Nexwe wê tu bibî ji yên xisirî/bi ber ketî.
Ayet: 21Rûpel: 223
Ewana, xwe bixwe xisirandine. Ew tiştê (bi navê dîn) lihev anîne jî li ber wan winda bûn, çûn.
Ayet: 22Rûpel: 223
Bêşik, ew ên li axîretê herî zêde dixisirin ha ev bixwe ne.
Ayet: 47Rûpel: 226
(Nûh) got: “Rabbê min! Ji ber tiştên ku zanîna min pê tûne, ez xwe bi te diparêzim. Rabbê min! Eger tu mexfîret û rehmê li min nekî ez ê bibim ji zîyandaran.”
Ayet: 103Rûpel: 303
Bibêje: “Ma em ji we re wan ên ku ji ber amelên xwe herî zêde zîyan kirine, bibêjin?”
Ayet: 70Rûpel: 326
Wan daxwaz kirin ku jê re kemîn deynin lê me ew kirin ji yên bi xusranê ketine.
Ayet: 34Rûpel: 343
“Eger hûn bidin pey mirovekî wekî xwe, muheqeq hûn ê bibin ji wan ên ku bi xusranê ketine.”
Ayet: 103Rûpel: 347
Mêzêna/terezîya kî jî sivik bikişe evana; xwe bixwe xisirandine û yên di cehennemê de bêdawî bimînin jî ew in.
Ayet: 52Rûpel: 401
Bibêje: “Di navbera min û we de wek şahid Allah bes e. Çi tiştên li erd û esmanan hebe bi hemûyan dizane. Ew ên bawerî bi batil tînin û ji Allah re dibin kafir, yên ku xisirîne ha ew bixwe ne.
Ayet: 15Rûpel: 459
(Bibêje:) “Hûn ji xeynî wî kî dixwazin jê re îbadet bikin.” Bibêje: “Bi rastî yên xisirîne ew in ku roja qiyametê xwe û ehlê xwe xisirandine. Baldar bin! Xusrana vikîvekirî ev bixwe ye.”
Ayet: 63Rûpel: 464
Miftên/enextarên (xezîneyên) erd û esmanan yên wî ne. Ew ên ku ayetên Allah înkar dikin ha yên di xusranê de ne ew bixwe ne.
Ayet: 65Rûpel: 464
Sond be ji te re û ji (pêxember) ên berîya te re wiha hatîye wehîykirin: “Eger tu şirîk çêkî wê hemû amelên te pûç bibin û tu yê bibî wan ên xesirî.”
Ayet: 78Rûpel: 475
Sond be me berîya te jî pêxemberan şand. Me ji te re behsa hinekan kir û behsa hinekan jî nekiriye. Heta destûra Allah nebe, tu pêxember nikare ayetek/mucîzeyek bîne. Dema ku emrê Allah bê, bi heq hukim tê dayîn û ehlê batil li wê derê dixisirin.
Ayet: 85Rûpel: 475
Îman anîna wan a dema ezaba me ya biêş û jan dibînin, qet tu feyde neda wan. (Ev,) der heqê qewmên bihurîn de sunnetullah/qanûnên îlâhî yên neguhêrbar in. Ha li wê derê (dema sunnetullah pêk hat) kafir li ber xusranê ketin.
Ayet: 23Rûpel: 478
Ha ev zenna we ya ku we der barê Rabbê xwe de dikir, hûn birin helake. Bi vî awayî hûn bûne ji wan ên li ber xusranê ketine.
Ayet: 25Rûpel: 478
Ji bo wan hevalên xerab çêkirin (ku bênavber bihevre ne). Tiştê li pêşîya wan (Bawerîya tunebûna axîretê) û ya li pişt wan (ramana ji heyata dinyayê pê ve tiştekî din tune) ji wan re xemilandî nîşan dan. Çawa ku (hukmê ezabê) li ser cin û însanên ji qewmên berê heq bibû, li ser van jî heq bû. Lewre ew, bûne ji wan ên li ber xusranê ketine.
Ayet: 45Rûpel: 487
Dema ew ji agir re tên rapêşkirin tu wan dibînî ku ew ji ber riswatîyê sitûxwar in û di bin çavên xwe de dinerin. Ew ên îman anîne wiha dibêjin: “Bêguman ew ên bi xusranê ketine (ew kes in ku;) roja qiyametê xwe jî û malbata xwe jî bi xusranê xistine.” Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman ew ên zalim di ezabekî bênavber de ne.
Ayet: 27Rûpel: 500
Serwerîya/hukimranîya erd û esmanan aîdê Allah e. Roja ku qiyamet rabe, ha wê demê ehlê batil wê bi xusranê bikevin.
Ayet: 19Rûpel: 543
Şeytan, wan xistîye bin hakimîyeta xwe û zikra Allah bi wan daye ji bîrkirin. Evana alîgirên şeytan in. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman alîgirên şeytan yên ku bi xûsranê ketine bixwe ne.
Ayet: 9Rûpel: 554
Gelî ew ên îman anîne! Bila mal û ewladên we, hûn ji zikra Allah paş ve nexin/men nekin. Kî jî wisan bike ha ew, yên ku bi xusranê ketine bixwe ne.
Ayet: 9Rûpel: 558
(Ew xelk,) webala karên xwe (yên xerab) tehm kirin û aqubeta karên wan bû xusran/bû zerar.